'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'

  • rojane
  • 09:00 19 Tîrmeh 2023
  • |
img
RIHA - Endamê Platforma Edalet Ji Bo Pirsûsê Parêzer Serdîl Îzol diyar kir ku di doza Komakujiya Pirsûsê de kiryarên rasteqîn nehatine darizandin û got ku ew ê bîranîna rêwiyên xeyalan bi pêkanîna edaletê bidin jiyîn. 
 
Di ser Komkujiya Pirsûsê re ku di 20'ê Tîrmehê de li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsa Rihayê li hemberî kesên bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin li hev kombûbûn pêk hatibû, 8 sal derbas bûn. Di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de ku 33 kesan jiyana xwe ji dest dabû, zêdetirî 100 kes birîndar bûbûn. Piştî komkujiyê bi du rojan, ji bo dîmenan qedexe hatibû danîn. Û sê roj bi şûn de jî ji bo dosyeya komkujiyê biryara veşarî hatibû dayîn. 
 
Ji bo jinûveavakirina Kobanê, di çaçroveya kampanyaya bi pêşengiya SGDF'ê de ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê nêzî 300 ciwan ji bo biçin Kobanê li Pirsûsa Rihayê li hev kom bûn. Ciwanên ku li Navenda Çandê ya Amarayê li hev kom bûn, piştî taştê dê li vir daxuyaniyek bidana çapemeniyê û dê ber bi Kobanê ve bi rê biketenaa. Lê belê gava ciwan li pişt pankarta "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin" ji bo daxuyaniyê amade bûn, bombe teqiyabû. Polîsên ku beriya komkujiyê ne liq adê bûn, piştî êrişê demildest li ber Navenda Çandê ya Amarayê kom bûbûn û bi bombeyên gazê êrişî girseya li wir kiribûn. 
 
Piştî komkujiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi deh hezaran kes daketibûn qadê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Kurdistanê rojekê şîna neteweyî ragihandibû. Paşê rêveberên HDP, DBP, SGDF û ESP'ê xeyala 33 rêwiyên xeyalê ku xwestibûn daristanekê ava bikin, li sînorê Kobanê "Daristan Şehîdên Kobanê" ava kiribûn. 
 
Îdianameya der barê komkujiyê de jî piştî 18 mehan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatibû amadekirin. Di îdianameyê de hatibû xwetsin ku 104 caran cezayê muebeda giran li bersûc Yakûp Şahîn, Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî bê birîn. Lê di danişîna 21'emîn a dozê de ku di 22'yê Cotmeha 2021'ê de hatibû lidarxistin, heyeta dadgehê li Yakûp Şahîn ê ku tu carî ew neanîbûn hêwana dadgehê, 34 caran cezayê muebeda girnakirî birî. Darizandin ji bo bersûcên fîrarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî didome. 
 
Endamê Platforma Edalet Ji Bo Pirsûsê Parêzer Serdîl Îzol, darizandina hatiye kirin û ya heyî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
Îzol anî ziman ku ew bi dirûşmeya "dê tu xeyal nîvco nemînin" tevgeriyane û ji bo bîranîna 33 xeyalan û dîtina kiryarên rasteqîn 8 sal in tevî malbatan ji bo edaletê têdikoşin û got: "Lê ne pêkan e ku mirov ji bo darizandinê bibêje, darizandineke adil e. Gelek heyetên dadgehê û dozgerên dosyeyê guherîn. Lê 8 sal in daxwazên me yên ji bo ronîkirina dosyeyê esas nehatine girtin. Komkujiya ku ji aliyê rêxistineke terorî ya wekî DAIŞ'ê hatiye kirin, darbeyeke li biratiya gelan. Lekeyek e. Divê hemû kesên ku ji bo komkujiyê xwe li nedîtinê danîne bên darizandin. Di dosyeyêd e tenê Yakûp Şahîn girtî bû û tu carî wî neanîn hêwana dadgehê. Kursiyên bersûcan tim vala man. Kesên ku diviyabû wekî ebrsûc bihata darizandin wekî şahid hatin guhdarkirin." 
 
‘KIRYARÊN RASTEQÎN NEHATIN DARIZANDIN'
 
Îzol destnîşan kir ku bersûcên firar ên dosyeyê Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî wekî berprisên gelek komkujiyên li Tirkiyeyê tên zanîn û got: "Lê belê gava bi bultena sor li Balî dihat gerîn, em bi eraqeke ku daxilî nava dosyeyê hat kirin pê hesiyan ku Balî navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê li nexweşxaneyeke dewletê hatiye dermankirin. Her wiha em ji ewraqeke daxilî nava dosyeyê hat kirin pê hesiyan ku midûriyeta polîsan beriya komkujiyê bi du saetan nasnameya Şeyh Abdûrrahman Alagoz ê komkujî pêk anî, daye ber lêpirsînê. Ev yek jî nîşan dide ku midûriyeta polîsan a Pirsûsê haya wê ji komkujiyê hebûye. Ger nasnameya kujerê Pirsûsê ketibe ber lêpirsînê, nexwe ew beriya komkujiyê li noqteyên GBT'ê hatiye kontrolkirin. Beêr jî wekî xwekuj li vî kesî hatiye gerîn. Axirê di 8 salên adrizandinê de kiryarên rasteqîn nehatine darizandin." 
 
‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ'
 
Îzol destnîşan kir ku ger bi awayekî rasteqîn Komkujiya Pirsûsê bihata lêkolînkirin dê Komkujiya Gara Enqereyê û komkujiyên din jî pêk nehatan û got ku ya hatiye kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye. 
 
'NE KIRYAR MALBAT HATIN DARIZANDIN'
 
Îzol bilêv kir ku di 8 salên borî de ne kiryar, malbat û parêzerên ku doza edaletê dikin hatine darizandin û got: "Em serî li hemû rêyên hiqûqî didin. Di vê pêvajoyê de hem malbat hem jî parêzer bi gelek zor û zehmetiyan re man. Mînaka vê ya dawî jî, girtina parêzer Gulhan Kayayê ye. Berê jî gelek eks hatin girtin. Ji ber ku malbat li hêwanên dadgehê xwestin her kes bê darizandin, der barê wan de bi hinceta 'heqaret li dadgehê kirine' doz hat vekirin." 
 
‘DIVÊ DAVÛTOGLÛ BÊ DARIZANDIN'
 
Îzol ku got "ev dosye xulaseya hiqûqa Tirkiyeyê ye" û bal kişand ser gotinên serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû ku gotibû "ger ez tiştên pê dizanim bibêjim dê karesat çêbibe." Îzol wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesekî wê demê xwedî karbidestiyeke mezin dibêje haya wî jê hebûye. Bi rastî jî ger dilê wan û dîtina kiryarên dosyeyê hebe, divê Davûtoglû bê guhdarkirin. Tew ger tiliya wî tê de hebe divê bê darizandin jî. Daxwazên me yên di vî warî de di hemû danişînan de hatin redkirin. Ger darizandineke rasteqîn hebûna niha dê gelek eks gritî bûna. Di dosyeyên dozê de ne pêkan e mirov behsa hiqûqê bike. Di 8 salên borî de gelek partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk piştgiriya malbatan kirin. Di salvegerên komkujiyê de li gelek deveran bernameymn bîranînê tên lidarxistin. Di dema van bîranînan de malbatên bi awayekî bêhiqûqî tên binçavkirin. Lê tevî hemû astengiyan jî lêgerîna ji bo edaletê ya malbatan didome. Em ê bîranîna 33 rêwiyên xeyalan ku gotin dê tu xeyal nîvco nemînin bi rê ketin, bi pêkanîna edaletê bi bidin jiyîn." 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

23/07/2023
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan
08:25 Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
20/07/2023
23:00 Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
22:43 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî
22:39 Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan
20:48 Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê
19:27 Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê
16:47 Berdana Sutpak ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
15:56 Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin
15:40 Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin
15:04 OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye
14:35 Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'
09:06 'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in'
09:04 'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'
09:01 Ji Îmraliyê agahî nayên girtin: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
19/07/2023
23:51 Li ber NY'yê banga ji bo çalakiya Lozanê
23:03 Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir
22:23 Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin
21:41 Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê
19:29 Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel
16:54 Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’