Berdana girtiyê nexweş ê poşmanî lê tê ferzkirin cara duyemîn hate taloqkirin

img

ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Ahmet Zenger 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê tê ragirtin. Li Zenger “poşmantî” tê ferzkirin û ji ber ku qebûl nake, berdana wî 6 mehan hate taloqkirin. 

 
Girtiyê nexweş Ahmet Zenger (63) di sala 1993’yan de li gundê Xirabaşeref ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê bi serdegirtina malê de bi îşkenceyê hate binçavkirin. Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “yekitî û yekparêbûna dewletê xera kiriye” 30 sal cezayê muebbeta giran li Zenger birî. Zenger niha li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê tê ragirtin û ev 30 sal in girtî ye. Cezayê lê hatiye birîn di 4’ê sibatê de xelas bû lê belê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ji ber Zenger “poşmantiya” lê tê ferzkirin qebûl nekir, berdana wî 6 mehan taloq kir. Berdana Zenger ê careke din derxistin Lijneya Çavdêrî û Îdareyê bi heman hincetê 6 mehên din hate dirêjkirin. 
 
‘JI BER ÎŞKENCEYÊN GIRAN NEXWEŞ BÛ’ 
 
Zenger ê di 26’ê tîrmehê de bi malbata xwe re axivî, anî ziman ku derxistine lijneyê û berdana wî cara duyemîn hatiye taloqkirin. Biraziyê Zenger, Veysî Zenger diyar kir ku apê wî li ser beyanên şahidan hate girtin û wiha got: “Li pêş çavên me îşkenceyeke giran li wan hate kirin. Bapîrê min ê ku nema dikarî bû li dijî îşkenceyê bisekine bertek nîşan da û dest bi şewitandina mala xwe kir û îşkence hate rawestandin. Piştî îşkenceya ku di dema binçavkirina wan de nêzî 40 rojan li wan hat kirin, derxistin dadgehê û ceza li wan hat birîn. Dema apê min hate girtin nexweşiyên wî tune bûn. Apê min ji mîdeya xwe 3 caran emeliyat bû. Nexweşiya Epîlepsiyê lê derket. Bêyî alîkariya hevalan nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bîne. Em difikirin ku ev nexweşî piştî îşkenceyên giran derketin holê.”
 
Zenger ê bi lêv kir ku cezayê apê wî yê 30 salan di 4’ê sibatê de qediyaye, anî ziman ku divê apê wî bê berdan û wiha berdewam kir: “Di 4’ê tebaxê de dema şewitandina înfazê ya 6 mehan ku dane apê min bi dawî dibe û diviyabû hatibûya berdan. Lê di axaftina telefonê de da zanîn ku hefteya borî careke din derxistine lijneyê û bi heman hincetê careke din înfaza wî 6 mehan taloqkirine. Dema înfaza wî hate şewitandin ji berdana wî re hefteyek mabû. Bi ser qawişa wan de girtin û rastî heqaret û tundiya fîzîkî hatin. Ji hincetên sivik înfaza wî şewitandin. 30 sal in belasebep û tiştekî ku nehatiye îspatkirin girtî ye. Kesekî 30 sal in li hundir dikare çi sûcî bike? Tenê ji ber di telefonê de ji malbata xwe re got ‘ez ne poşman im’ înfaza wî 6 mehan hate taloqkirin. Lijne, bi dozger û midûr re dibe yek û bi awayekî kêfî kesên dixwaze berdidin, yên nexwazin bernadin. Vê lijneyê xwe daniye şûna dadgehê. Ev bêhiqûqî ye û nayê qebûlkirin.”
 
‘TEHEMÛLA KURDÎ NAKIN' 
 
Zenger, diyar kir ku înfazên girtiyan bi awayekî kêfî tên taloqkirin û wiha lê zêde kir: “Heke weke wan fikirî bûya, da bê berdan. Erdogan tehamulî kurdan nake. Lê bila bizanin ku rojekê dê ji wan re jî edalet lazim bibe. Heke edalet û hiqûq hebûya dê niha apê min di nava zarokên xwe de bûya.” Zenger bang kir ku di serî de girtiyên nexweş hemû girtiyên înfazên wan tên taloqkirin bên berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê heta bêhna xwe ya dawiyê li cem girtiyên xwe bin. Wan sûc nekir. Pêvajoya hiqûqî çi be em ê li mafê xwe bigerin û em ê dest jê bernedin.”
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

23/08/2023
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!