Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye

  • rojane
  • 09:10 10 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Girtiyê nexweşiya gurçîkan û ji sedî 92 astengdar Firat Nebîoglû, tevî dîtina donor jî neqla wî gurçîkê nayê kirin û înfaza wî nayê taloqkirin.
 
Girtiyê nexweş Firat Nebîoglû ku di sala 2015’an de li Êlihê hat girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, ji ber bêtedawîbûyînê her du gurçîkên wî îflas kirin. Nebioglû yê ku ji sedî 92 astengdar e û çavên wî nabnin û guhên wî nabihîzin, di hefteyê de 3 rojan diçe hemodiyalîzê. Nebîoglû ku ji ber nexweşiya gurçikê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê, rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" jê re hat dayîn. 3'yemîn Lijneya Pispor a Tiba Edlî di 14'ê Adara 2022'an de biryar da ku girtî dikare jiyana xwe di şert û mercên girtîgehê de bidomîne.
 
Nebîoglû ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê tê ragirtin, tevî dîtina donor jî neqla wî ya gurçîkê nayê kirin û mafên wî yên gihiştina xizmeta tendûristiyê jî tê binpêkirin. Girtiyê nexweş Nebîoglû ku di stûyê wî de jî “Jûgûller Kateter” heye, salek beriya niha ji ber nexweşiya xwe ji Girtîgeha Beşîrî ya Êlihê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê hatibû kirin. Nebîoglû, di 25’ê tîrmeha 2022’yan de ji bo kontrolê dibin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û heyet biryara “Divê di cihek biklîma de bimîne û nikare di bin şert û mercên girtîgehê de neqla gurçîkê bê kirin ” dide. Sedem jî, “heke xuhdan bide dê rîska enfeksiyonê derbikeve holê û jiyana wî bikeve xetereyê de” tê nîşan dan. Lê hat zanîn ku ev saleke hêj jî Nebîoglû di cihekî bêklîma de dimîne. 
 
‘JI SEDÎ 92 ASTENGDAR E’
 
Her wiha bi rapora Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Perwerdehî û Lêkolînê ya 28’ê kanûna 2022’yan jî Nebîoglû, bi giştî ji sedî 92 astengdar e. Apê Nebîoglû Emîn Şahîn weke donor tê pejirandin û di heman raporê de ev tê gotin: “Heke rewşa, dibe ku dermanên piştî neqla gurçîkê tên dayîn rewşa girtî û fonksîyonên gurçîkan xerab bike li ber çav bê girtin û şert û mercên paqijiyê bê pêkanîn, neqla gurçîkê di van şert û mercan de tê pêşniyar kirin.” 
 
SERLÊDANA TALOQKIRINA ÎNFAZA WÎ HAT REDKIRIN
 
Piştî vê yekê parêzerên Nebîoglû ji bo taloqkirina înfaza wî serî li dozgeriyê dan. Piştî serlêdanê, ji Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşaroglû ya Amedê raporek tê xwestin û heyeta nexweşxaneyê piştî 3 mehan di 21 sibata 2023’yan de raporeke din amade dike. Di raporê de “Di şert û mercên girtîgehê de ji ber bi kar anîna dermanan neqla gurçîkê birîsk e. Lê heke şert û mercên girtîgehê li gor pêdiviyên girtî bê çêkirin, dikare tenê di girtîgehê de bimîne” tê gotin. Dozgeriya înfazê jî li ser vê yekê biryar dide û serlêdana parêzeran tê redkirin. Balkêşe ku di beşa nefrolojiya raporê de neqla gurçîkê birîsk tê dîtin.
 
‘EV SALEK E KLÎMAYÊ NADIN’
 
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Firat Taşkin destnîşan kir ku li gor serlêdana malbatê ew demekî dirêj e tenduristiya girtî dişopînin. Taşkin, anî ziman ku lê di şert û mercên girtîgehê de rewşa girtî roj bi roj nexweştir dibe û rewşa girtîgehê ji bo girtî tedawiyek baş bibîne nayê amadekirin. Taşkin, bi lêv kir ku Nebîoglû salekê beriya niha ji bo tedawiyê sewqî Amedê kirine û wiha got: “Gava anîne Amedê ji bo kontrolê birine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û bijîşkê nexweşxaneyê rapora ‘Divê nexweş di girtîgehê de li cihekî biklîma bê ragirtin’ daye. Di depoyên girtîgehê de klîmayên ku beriya niha ji qawîşan hatine komkirin, hene û lê dîsa jî ev saleke klîma nedane odeya wî. Girtî ji ber katetera di stûyê xwe de xwedan bide dê enfeksiyon bigire û rewşa wî dê bikeve xetereyê de. Serlêdanên girtî yên derbarê vê yekê de ji aliyê rêveberiya girtîgehê û dadgeha înfazê ve hat redkirin.”
 
‘NIKARE JIYANA XWE BIDOMÎNE’
 
Taşkin, diyar kir ku di rapora lijneya tenduristiyê de tê gotin ku heke diyeta girtî were şopandin, ew dikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bijî. Taşkin, anî ziman ku divê rojê herî kêm xwarinek biproteîn bê dayîn, lê heftê carekê xwarina biproteîn didin girtî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtî di nava du hefteyên dawî de 4 kîlo kêm kirine. Ev jî nîşan dide ku girtî wê nikaribe di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe bidomîne. Di van şert û mercan de divê înfaza girtiyan bê taloqkirin jî, daxwaza taloqkirina înfazê ji aliyê bijişkan ve guncav nehat dîtin. Lêbelê, ji ber dîtina donorek guncaw, dê di demek nêzîk de neqla gurçikê jî bê kirin. Tevî ku diyar e heke nexweş piştî neqlê enfeksiyon bigire, wê jiyana wî bikeve metirsiyê de, daxwaza paşxistina înfaza wî nayê qebûlkirin û berdana wî dê di sala 2027’an de be.”
 
MA / Bazîd Evren 
 

Sernavên din

26/12/2023
14:51 Mijarên di hevdîtinên bûdçeyê de derketin pêş: Axaftina bi kurdî û azadî
14:04 Ahmet Turk: Navlêkirina dibistanê ya ‘Esat Oktay’ peyameke ku xelatê dide îşkencekaran e
13:28 DEM Partî: Bombebarankirina qadên sivîlan sûcê şer e
13:24 Kesên di êrişê de hatin qetilkirin bi girseyî hatin oxirkirin
13:09 Derbarê qeyûmê deng ji AKP’ê re xwest de daxwaza mifetiş
13:03 Bi îdiaya ‘heqaretê’ doz li hunermend Alî Baran hate vekirin
12:56 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:36 Girtiyên di greva birçîbûnê de name şandin: Hêvî jî hêz jî em in
12:21 Nûçeya lezgîn a medyaya desthilatê nûçeya beriya 2 salan e
11:53 Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ya ji danişînan bên xelaskirin nehate qebûlkirin
11:29 Egîtîm Sen: Em qebûl nakin ku navê îşkencekar Esat Oktay li dibistanê bê kirin
10:59 Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ mezin dibe
10:58 ‘Heta ku daxwaza me were qebûlkirin dê çalakiya me berdewam bike’
10:54 Şaredariya AKP’î Milazgir da ber firotinê!
10:33 Herî zêde DEM partiyê pêşnûme dane Meclisê
09:51 Bi ser Komkujiya Roboskê re 12 sal derbas bûn: Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin
09:49 Li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin: Bi sedan kes hatin binçavkirin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 30’an de didome
09:37 Bozgeyîk: Li dijî ‘bûdçeya hilbijartinê’ ya AKP’ê divê em bi hev re têbikoşin
09:28 63 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Keleha dîrokî veguherî sergoyê
09:11 Li dijî betalî û xizaniyê sala berxwedanê
09:09 Hinceta beraeta di doza îşkenceya bi kûçikan de: Raye nehat derbaskirin!
09:06 Li komeleyê fêrî zimanê xwe yê zikmakî bûn, niha madekariya mamostetiyê dikin
09:05 Dadgehê plana guherandina îmarê betal kir: Ne li gor mewzûatê ye
09:04 Gelê Wanê: Em di hilbijartinê de qeyûman bişînin cihê jê hatine
09:03 Malbatên zarokên xwe winda kirine: Aştî û demokrasî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:02 Ji Çemê Aksûyê jehr diherike
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2023'YAN
25/12/2023
19:33 Êrişî qadên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin: 8 kes hatin qetilkirin
18:07 Ji ciwanên hatin binçavkirin 26 jê hatin berdan
16:54 Berhemên Koma Asmînê kirin album
16:35 Çalakgerên Nobeta Edaletê ji Îmraliyê re name şandin
16:32 Doza Nezîr Tekçî ku di bin çavan de hatibû windakirin hat taloqkirin
16:09 Demîrtaş: Abdullah Ocalan muxatabê rewa ye, aktorê herî bibandor e
15:40 Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişê de ye: 6 kes hatin qetilkirin
15:04 Hejmara kesên li Agiriyê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 4’an
14:56 Çerkezoglû: Heke çîna karkeran hebe hêvî heye
14:39 Serokwekîlên Koma DEM Partiyê têkildarî budçeyê axivin
14:05 Dereweke din a ‘deqeya dawî’ derket holê!
13:52 Jinên Ciwan: Em dikarin bi rêxistibûnê şerê taybet pûç bikin
13:35 Li Îzmîrê di nava 4 rojan de 3 jin hatin qetilkirin
12:55 Demîrtaş: Kî ji muzakereyan bireve berpirsyarên mirinan ew in
12:45 Li gundê Hespistê dorpêça leşkeran didome
12:36 Dewleta tirk êrişî Qamişloyê jî kir: 3 welatî birîndar bûn
12:15 Suryanan li Mêrdînê Cejna Zayînê pîroz kirin
12:09 Salih Muslim: Dê êrişên wan negihijin armanca xwe
11:52 Ji bo berdana Can Atalay careke din serlêdan hate kirin
11:12 Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê