Baran: Heke paradîgmaya Ocalan di hiş û jiyana me de be wê tecrîd pûç bibe

  • rojane
  • 10:54 30 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Zekî Baran bal kişand ser pêwîstiya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Fêmkirina ji birêz Ocalan tiştek cuda ye, lê ya herî girîng ew e ku paradîgmaya wî em bixin hiş û jiyana xwe. Wê demê em ê bibînin ku dê tecrîd pûç bibe." 
 
Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED) Zekî Baran tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan nirxand. 
 
'BI TECRÎDÊ DIXWAZIN FAŞÎZM Û ŞER BIDOMÎNIN' 
 
Baran bal kişand ser agahî negirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê ferzkirin jî; dixwaze bi giştî birêz Ocalan tecrîd bike, têkiliya wî bi civakê re qut dike, fikir û ramanên wî îzole dike. Beşa ku nayê dîtin û hîskirin, zemîna polîtîkayên şer ên heyî û israra di berdewamkirina faşîzm û pevçûnan de ye, ku xwe bi nakokiyên di nava civakê de diafirîne. Dema ku dewletan dît ku birêz Ocalan bi rola xwe çawa radibe û têkiliyek çawa bi civakê re çêdike, li Tirkiyê zemînek baş ya aşitiyê ava bûye, nakokî bi dawî bûne û çawa ev aşitî afirandiye, ne tenê hêviyek daye gelên Tirkiyeyê, lê ji gelên bindest ên hemû cîhanê re hêviyê tîne. Têkoşîna di navbera Modernîteya Demokratîk û Modernîteya Kapîtalîst de bi kûrahiyeke awarte didom. Tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve didome; Hewldana Modernîteya Kapîtalîst ew e ku serweriya Modernîteya Demokratîk bike."
 
 
'TÊKOŞÎNA JINAN MÎNAKA ŞÊNBER A PARADÎGMAYA OCALAN E' 
 
Baran destnîşan kir ku ew di têkoşîna azadiya jinan de wek mînakek razber dibînin ku kes nikare pêşî li belavbûna paradîgmaya Ocalan bigire û wiha got: "Di roja îroyîn de dirûşma jinên kurd 'Jin, jiyan, azadî' li hemû cîhanê deng veda û jinên azadîxwaz vê sloganê li ser zimanê xwe hiştin, nîşaneya herî berbiçav a paradîgmaya birêz Ocalan e. Tevî tecrîda li ser birêz Ocalan jî em şahid in ku parêznameyên wî li gelek zanîngehên cîhanê weke pirtûkek dersê tên bikaranîn û ev eleqe roj bi roj zêde dibe. Bi taybetî ev paradîgmaya li rojavayê Kurdistanê bûye mîna şiklê goşt û xwînê. Fikra ku di destpêkê de bi 5-6 kesan derketiye holê ye, lê îro hûn lê dinêrin; heke vê fikrê, vê paradîgmayê sînor derbas kiribe, bi milyonan mirov şopandibe û sempatî çêkiribe, em dikarin tenê bi navekî pênase bikin, ev rastî bi xwe ye. Rastî nirxên gerdûnî ne, heqîqet li her derê yek e. Bi vî awayî mirov dikare paradîgmaya birêz Ocalan pênase bike. Xwendina bîrdoziya birêz Ocalan tiştek cuda ye, têgihîştina wî cuda ye, lê ya herî girîng zindîkirina paradîgmaya wî ye. Ew e ku di her warê jiyana rojane de mervi bîrdozaiya bike wek rêber û li gorî paradîgmaya wî jiyanê dîzayn bike. Wê demê em ê bibînin ku tecrîda vê pergalê ku li ser birêz Ocalan disepîne çawa pûç û vala derkeve." 
 
'HEVDÎTIN DÊ BÊHNEKÊ BIDE CIVAKÊ' 
 
Baran diyar kir ku heke bi Ocalan re danûstandina sîstematîk çêbibe dê xweşî û bihar were Kurdistanê û Tirkiyeyê û wiha axivî: "Dema bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin tê kirin, li welat atmosfereke aştiyê çêdibe. Dema ku em van dibêjin, em texmînan nakin, şîroveyan nakin, em rastiyeke heyî tînin ziman. Me di demên borî de mînakên herî berbiçav ên vê yekê dîtin û qewimîn. Di diyaloga bi birêz Ocalan re em bûn şahid ku ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hikûmetê jî nêrîn û pêşniyarên wî hebûn, banga demokratîkbûna vî welatî û qebûlkirina maf û azadiyên bingehîn ji aliyê her kesî ve kir. Dema ku ev bang hatin bersivandin, em bûn şahid ku di nava civakê de aştî, atmosfereke aşitiyê û asteke refahê ya aborî pêk hat. Me hemûyan dît ku di rewşên herî krîzê de peyama birêz Öcalan di nav civakê de çawa cih girt û gel bi wate nêz bû. Tenê bila civak bizanibe bi birêz Ocalan re hevdîtin heye, nêrîn û pêşniyarên wî bi awayekî saxlem û objektîf ji civakê re tên ragihandin. Hevdîtina îro bi birêz Ocalan re bê guman wê bêhnekê bide vê civakê." 
 
RAKIRINA TECRÎDÊ 
 
Baran da zanîn ku ew wek MED TUHAD-FED'ê banga rakirina tecrîdê dikin û got: "Gelek nêrîn û fikir hene ku divê tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan di zûtirîn demê de bê rakirin û azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin. Ya girîng ew e ku van hêviyên civakê bi giştî birêxistin bikin, hêza rêxistinbûyî derxin holê, veguherînin reflekseke civakî. Divê em hemu bikevin nava hewldanan û serê xwe biêşînin ku ka em ê çawa tecrîda ji birêz Ocalan rakin. Di rakirina tecrîdê de her kes berpirsiyar e." 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

14/01/2024
22:30 Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin
18:15 Encamên pêşhilbijartinan zelal dibin
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir
09:02 Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman
09:01 Ji bo destnimêjê bigire avê ji kantîna girtîgehê dikire
09:00 Tê gotin ku beriya hilbijartinê gefa 'em ê çekên we ji we bistînin' li cerdevanan hatiye xwarin
09:00 Li Başûrê Kurdistanê komkujiyên jinan zêde dibin: Dema kujer endamê PDK'ê be nayên darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2024'AN
11/01/2024
22:27 DEM Partiyê bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da naskirin
21:19 Êrişî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin
21:15 Hevşaredarê Elbakê yê berê Sarihan ji girtîgehê derket
21:11 Hevşaredarên Colemêrgê yên berê ji girtîgehê derketin
19:57 Doza Kobanê: Gava 'pêavjoya çareseriyê' bi dawî bû, lez dan lêpirsînan
17:12 Hevserokê DBP'ê yê Semsûrê Akdag û 2 kes hatin girtin
16:50 Li Zanîngeha Enqereyê di heman rojê de du caran êrişî xwendekaran kirin
16:45 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû: Di gelek mijaran de axaftin hatin kirin