Bîldîrîcî: Heya ambargo hebe çapemenî jî dê parçeyeke vê bêedaletiyê be

img
 
ENQERE - Ombudsmanê çapemeniyê Farûk Bîldîrîcî bal kişand ser ambargoya çapemeniya navendî ya li ser têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar û got: "Heya em zêde bi ser vê de neçin, em ê her parçeyeke vê bêedaletiyê bin." 
 
Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê xizm û parêzvanên malbata Parlementerê AKP'ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ji malbata Şenyaşar 3 kes qetil kirin. Piştî vê Emîne Şenyşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Malbatê piştî roja 846'an a Nobeda Edaletê, biryar girt ku ji niha û pê vê çalakiya xwe li Enqereyê li ber Wezareta Dadê bidomîne. Malbat ji 26'ê Tîrmehê ve çalakiya xwe li ber Wezareta Dadê didomîne. Malbat dixwaze kurê wan Fadil Şenyaşar ê di komkujiyêd e birîndar bû paşê hat girtin û 37 sal û 9 meh ceza lê hat birîn bê berdan.
 
Malbata Şenyaşar 42 roj in li ber Wezareta Dadê ye, lê heya niha Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bi tu awayî daxwaza wan a hevdîtinê qebûl nekiriye. Dayik Emîne Şenyaşar her roj ji deriyê Meclisê yê Dîkmenê ber bi Wezareta Dadê ve diçe. Lê ji ber ku nexweş e bi sendeliya biteker diçe ber wezaretê. Li gel vê heya niha çapemeniya berbelav Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê ji nedîtî ve hatiye.
 
Ombudsman ango tevnêrê çapemeniyê Farûk Bîldîrîcî ku berê bi nivîsekê bal kişandibû ser vê rewşa çapemeniya navendî ango nêzî desthilatdariyê, têkildarî ambargoya vê çapemeniya navborî ya li ser têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar axivî. 
 
ÇAPEMENIYA NAVENDÎ ÇALAKIYA MALBATÊ JI NEDÎTÎ VE TÊ
 
Bîldîrîcî diyar kir ku lêgerîna edaletê ya malbatê nîşan dide ku li Tirkiyeyê edalet tune ye û bêedaletî ji aliyê desthilatê ve tê parastin û got: "Ev, mînaka herî berbiçav e ku mensûbên desthilata siyasî nahêlin di cinayetan de hiqûq bê şixûlandin. Divê çapemenî tim vê yekê bişopîne û der barê wê de nûçeyan çêbike. A rast ev e. Lê mixabin berxwedana malbata Şenyaşarê ya ku li Rihayê da destpêkirin ji nedîtî ve hat. Beriya hilbijartinê Ahmet Fakibaba jî ji ber kêmasiyên xwe yên di vê bûyerê de doza lêborînê kiribû. Çendî li ser van kêmasiyan gelek nûçe hatin çêkirin jî, lê paşê hat jibîrkirin." 
 
PARÇEYEKE BÊEDALETIYÊ
 
Bîldîrîcî bal kişand ser girîngiya Nobeda Edaletê ya li Enqereyê didome û wiha axivî: "Divê ev têkoşîna li navenda paytextê ji aliyê çapemeniyê ve bê dîtin. Lê belê çapemeniya navendî erka xwe bi cî nayne. Gava rojanmevan rastî zextan tên û gava hevalên me tên girtin û an jî gava bêedaletiyeke din çêdibe em îtiraz dikin. Lê ev, bûyereke wiha ye ku divê tim ji bo wê liv û tevger hebin û tim di rûpela ewil a rojnameyan de be û di televîzyonan de bê weşandin. Heya em zêde bi ser vê de neçin, em ê her parçeyeke vê bêedaletiyê bin." 
 
‘DIVÊ ROJNAMEVAN KARÊ XWE BIKIN'
 
Bîldîrîcî bilêv kir ku desthilatdariyê piştî hilbijartinan zextên xwe zêde kirine û got ku ji axaftinên berdvekên desthilatê xuya ye ku dê ev zext bidomin. Bîldîrîcî wiha axivî: "Rojnamevanên dixwazin çalakiya malbata Şenyaşarê bişopînin tên astengkirin. Ev yek mînaka van zextan e. Lê divê rojnamevan di van şert û mercan de karê xwe bikin. Divê ev mudaxile nebin hincet ji bo nekirina karê xwe. Divê ev meş bibe nûçe, divê ev lêgerîna ji bo edaletê bê nîşandan." 
 
Bîldîrîcî destnîşan kir ku ji bo ambargoya navborî bê şikandin divê ew tevî hemû astengiyan jî karê xwe bikin. 
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

23/01/2024
17:10 Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin
17:01 Ji Amedsporê re qedexeya alîgiran
16:45 Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:57 Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê
13:51 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
13:48 Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:12 Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin
13:09 Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir
12:55 Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re biaxivin
12:23 Li wargeha KYK’ê hewldana întîharê
12:19 Hunermend Emel Çîftçî hate berdan
12:03 Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin
11:42 50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye
10:20 Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê
09:56 Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû
09:20 Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?
09:06 Muftuoglû: Bi biryara amade re rewşa min a girtî dirêj girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hişt
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed zêdetirî 3 meh in agahî nayên girtin
09:03 Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê
09:02 Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin
09:01 Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
22/01/2024
19:10 Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
17:01 Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir
16:51 Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin
15:12 Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin
15:26 Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
14:29 Namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bûn
14:03 Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn
13:41 Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin
13:24 Dewleta tirk li Dihokê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn