‘Tecrîd ne bi gotinan bi hewldanan dikare were têkbirin’

  • rojane
  • 09:04 25 Îlon 2023
  • |
img
RIHA - Hevserokê DBP'a Rihayê Vahît Akgun got ku gelên cîhanê xelasiya xwe di fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dibînin û wiha got: “Tecrîd, îro weke şer û aloziyê li civakê vedigere. Ji bo rakirina tecrîdê divê her kes bi rola xwe rabe. Tecrîd, ne bi gotinan lê bi hewldanan dikare were têkbirin.”
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û 31 meh in tu agahî jê nayên girtin. Tevî ku malbat û parêzerên Abdullah Ocalan her hefteyê ji bo hevdîtinê serlêdanan dikin jî bi tu awayî bersiv nayên dayîn. Di heman demê de ji welat û derveyî welat gelek baro, siyasetmedar, hiqûqnas û aktîvîstan ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dan lê hemû serlêdan jî bêbersiv hatin hiştin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li gelek deverên cîhanê çalakî tên lidarxistin. 
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê Vahît Akgun têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi ajansa me re axivî û got ku tecrîda li Îmraliyê îro li ser tevahiya civakê belav bûye. 
 
‘HEKE TECRÎD RABE DÊ ARAMÎ WERE’
 
Vahît Akgun, anî ziman ku tecrîda li Îmraliye bandorê li hemû civaka Rojhilata Navîn dike û wiha got: “Heke bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin, dê li Tirkiye û Kurdistanê aştiyeke mayînde pêş bikeve. Di şer de zarokên her du aliyan jî jiyana xwe ji dest didin. Tecrîd, sedema sereke ya şer e. Ev şer nahêle aramî pêk bê. Heke fikrên birêz Abdullah Ocalan bigihijin civakê, dê aramî jî pêş bikeve.” 
 
‘POLÎTIKAYÊN ŞER, ENCAMA TECRÎDE NE’
 
Bi domdarî Akgun destnîşan kir ku polîtikayên şer ên desthilata AKP'ê-MHP'ê encama tecrîda li Îmraliyê ne û ev tişt anî ziman: “AKP-MHP, îktîdara xwe li ser şerê li dijî kurdan ava dikin. Aştî, bi kêrî berjewendiyên AKP-MHP’ê nayê. Li çar parçeyan li dijî kurdan şerekî qirêjî tê meşandin. Îktîdara ku hebûna xwe dispêre şer, tecrîdê kûrtir dike. Ji bo gel danekeve kolanan û mafê xwe napêreze jî zextên girand ike. Krîza aborî giran dibe, tiryak, fihûş û hwd. di nava civakê de belav dibe. Divê hêzên demokratîk bertekê nîşan bidin û rabin ser pêyan da ku em bikarin tecîdê bi dawî bikin. Bi tecrîdê re aloziya di nava civakê de kûrtir dibe.” 
 
‘BÊDENGIYA PARTIYÊN MUXALÎF’
 
Di berdewamê de Akgun bal kişand ser helwesta partiyên muxalîf a li dijî tecrîde û wiha derbirî: “Tecrîd û pirsgirêka kurd, kaxiza turnusolê ya muxalefeta Tirkiyeyê ye. CHP, bi zîhniyeta Îttîhat Terakiyê ava bûye û hişmendiya xwe li ser tunekirina kurdan saz kiriye. Tevahiya biryarên îktîdarê yên li dijî kurdan erê dike. Gelo bi vî awayî dê çawa hiqûq û mafên mirovan biparêze? Dema mijar dibe kurd, tevek jî dibin nîjadperest. Dema rewş ev be dê aştî çawa bê vî welatî? Lêçûnên aboriyê tevek ên şer in. Sedema şer jî tecrîd e. Birêz Abdullah Ocalan gelek gotiye; ‘Ez dikarim vî şerî di hefteyekê de biqedînim.’ Heke daxwaza mafên mirovan û aştiyê ya muxalefetê hebe çima li dijî tecrîdê bêdeng in.” 
 
ROLA HEZÊN HEGEMON A DI TECRÎDÊ DE
 
Akgun, bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliyê di çarçoveya planên hêzên hegemon de tê meşandin û wiha pê de çû: “Birêz Abdullah Ocalan dibêje, ‘xapandina herî mezin a modernîteya kapîtalîst a sedsala borî, netewe dewlet bû.’ Modernîteya kapîtalîst bi vê pergalê hemû gelan girêdayî xwe dike. Birêz Abdullah Ocalan jî li dijî vê pergalê, Modernîteya Demokratîk pêşkeş kir. Hezên hegemon ji van fikr û ramanên birêz Abdullah Ocalan ditirsin û dixwazin tecrîdê giran bikin. Ev hêz, ji bo berjewendiyên xwe, naxwazin li Rojhilata Navîn aramî pêk were. Ji ber ku çekên xwe difroşin. Ev jî dizanin heke fikr û remanên birêz Abdullah Ocalan bigihijin gelan, dê hemû gelên cîhanê di nava aştî û aramiyê de bijîn.” 
 
‘HEMÛ GEL ÇARESERIYA XWE DI ABDULLAH OCALAN DE DIBÎNIN'
 
Herî dawî jî Akgul wiha got: “Hemû gel çareseriya xwe di fikr û ramanên birêz Abdullah Ocalan de dibînin. Li Birezilyayê sendîkavan ji bo azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan hatin ba hev û peyam dan. Ew jî Modernîteya Demokratîk dibînin û li dijî tecrîdê derdikevin. Divê hemû kes rol û mîsyona birêz Abdullah Ocalan a çareserkirina pirsgirêkan baş bizane. Kesen dibêjin em demokrat in û mafê mirovan diparêzin, divê li dijî tecrîde xwedî helwest bin. Tecrîd ne bi gotinê bi hewldanan tê têkbirin.” 
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

09/02/2024
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Greva birçîbûnê di roja 74’an de berdewam dike
09:07 TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin
09:05 Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin
09:03 Di lêpirsîna 'her roj parvekirina alaya tirk' de biryara neşopandinê
09:02 Dadgehê biryara xwe xera kir!
09:00 Xizanî zêde dibe: Berpirs desthilata heyî ye
09:00 Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
07/02/2024
22:31 'Li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî divê'
22:05 Li Rojavayê şermezarkirina komployê
19:17 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin: Dê têkoşîn bidome
18:54 Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn
17:03 Selahattîn Demîrtaş: Em guh nedin kesên serê gel tevlihev dikin
17:03 Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e
16:29 Hejmara binçavkiriyan a li Stenbolê derket 90 kesan
16:15 Dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm dê ji ATK’ê re bên şandin
16:05 Danişîna rojnameger Akin û Erdogan hatin taloqkirin
15:30 Yek jê rewşa wî giran 2 girtiyên nexweş bi hinceta ‘halnebaşiyê’ nehatin berdan
15:09 Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan
15:00 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike
14:59 Alayên AKP’ê bi wesayîtên şaredariyê li stûnan hatin daliqandin
14:52 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê esnafan ziyaret dikin
14:50 Di navbera Guler û Barzaniyan de hevdîtinên ‘hevkariyê’ tên kirin
14:29 Îxracata Amedê daket ji sedî 11’an
14:19 Hêzên PDK’ê kesek revandin
14:09 Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Semra Guzel nehat berdan
12:03 Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e
11:18 Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê
11:01 Başak Demîrtaş daxuyanî da: Dê nebim namzet
10:51 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin
10:32 Meşvanên Azadiyê herî zêde ji jinan piştgiriyê digirin
10:31 Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin
10:19 7 roj in ji bo ‘azadî û çareseriyê’ dimeşin
10:13 Dr. Jeffrey Miley: Abdullah Ocalan ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e