Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn

  • rojane
  • 14:58 14 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li Amedê li aqûbeta Mehmet Salîh Akdenîz û li Êlihê jî li aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn. 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 766’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Kesên di çalakiyê de amadebûn wêneyê windayan hildan û pankarta ku wêneyên windayan li ser e jî li erdê raxistin. Di daxûyaniyê de xizmên winda, endam û rêvebirên ÎHD û parlementerê CHP’ê Amedê Sezgîn Tanrikûlû amade bûn. Vê heftê li aqûbeta Mehmet Salîh Akdenîz ê ku di 9’ê îlona 1993’an de li navçeya Pasûrê ya Amedê di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn.
 
‘ŞER ZIRARÊ DIDE SIVÎLAN’
 
Di destpêka daxûyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz axivî. Yilmaz diyar kir ku aştîxwaz dixwazin ku li Tirkiyê aramî were misogerkirin û şer bi dawî bibe û wiha got: “Weke parêzvanên mafên mirovan em tevî xizmên windayan dibêjin ku şer hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê zirarê dide sivîlan. Wêneyên ku her hefte li vir tên vekirin encama ku aştî li Tirkiyeyê pêk nehatiye ye. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Êdî kes naxwaze bûyerê bi vî rengî biqewimin.”
 
Piştre parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû axivî. Tanrikûlû jî anî ziman ku di nav wêneyên windayan de dost heval, nas û malbata wî jî heye û got: “Ev wêne me dibin paşerojê. Mixabin me hîn barê ku salên 80, 90 û 2000’an neavêtiye. Ji ber polîtîkayên dewletê yê bêcezakirinê mixabin me aştî nehanî ser vê erdnîgari yê.” 
 
Çîroka serpêhatiya winda, Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz xwand.
 
Serpêhatiya winda Mehmet Salîh Akdenîz wiha ye: 
 
Mehmet Salîh Akdenîz li gundê Kanikanê yê navçeya Pasûra ya Amedê ye. Akdenîzê ku 68 salî bû û muxtarê gund bû, di derdora xwe de kesekî jê dihat hezkirin û bi mêvanperweriya xwe dihat naskirin. Ji ber ku gundê wî bi cotkarî û sewalkariyê re mijûl dibe, havînê koçî herêma Şenê ya gundê Nedera ya li ser sînorê Pasûr û Mûşê dibin. Di îlona 1993’an de li herêma Şenê ya gundê Nedera ji aliyê Fermandariya Tugaya 2’yemîn a Boluyê ya di bin fermandariya Tumgeneral Yavûz Erturk de operasyonek mezin tê li darxistin.
 
BI HELÎKOPTÊRÊ WAN DIBIN
 
Di 9'ê îlona 1993'an de Akdenîz dema ku ji bo were gundê xwe amadekariya vegerê dike tê binçavkirin. Piştî ku leşker Akdenîz binçav dikin û dibin gundikê Kepîrê yê bi ser gûndê Nederê ve. Leşker 10 gundiyên din jî binçav dikin û dibin heman herêmê. Malbatên 11 kesên ku li wir tên girtin hefteyek ji wan re xwarin dibin. Kesên dibinçavan de tên girtin ji bilî ku kesên dihatin dîtina wan, xwarin û pêdiviyên wan dest wan her tim girêdayî dihêlin. Li gorî hevjîna Akdenîz, Pembe Akdenîz, cara dawî ku diçe cem hevjinê xwe, hevjînê wê jêre dibêje ‘êdî ji me re xwarin neyne wê me ji vir bibin’. Li gorî şahidan rojek şunda Akdenîz û 10 kesên ku pê re di binçavdene bi helîkopterê ji wir dibin.
 
HEMÛ SERLÊDAN BÊENCAM DIMÎNIN
 
Piştî wê demê ne ji Akdenîz û jî ji gundiyên din tên dît û ne jî agahî ji wan tê girtin. Tevî ku malbatan serî li hemû saziyên fermî dan jî agahî ji kesên hatin binçavkirin nehat girtin. Di destpêka sala 1994'an de birayê Akdenîz M. Emîn Akdenîz der barê 11 windayên ku bi birayê wî re hatibûn binçavkirin serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê da. Parêzer Osman Baydemîr  Akdenîz jî di nav de dosyaya 11 kesên di binçavan de hatin windakirin birin DMME'yê. Di sala 2001’an de DMME’ê ji bo malbatên 11 kesên windabûyî Tirkiyeyê mahkumî cezayê pere kir. Komara Tirkiyeyê vî sûcî qebûl dike û tazmînatê dide malbatên kesên ku di binçavande bi zorê hatine windakirin. Nêzîkî 11 sal piştî bûyerê, di  mijdara 2004’an de, li gundê Nedera yê navçeya Pasûrê, şivanek bi rastjatinî li ber çem rastî hestiyên mirovan tê. Bi belavbûna agahiyê hin kesên ku xizmên wan widane diçin herema ku hestî lêhatine dîtin. Li herêma ku hestî lê hatin dîtin cil û bergên şewitî û hin tiştên şexsî jî hatin dîtin. Malbat tavilê van tiştan wekî yên windayên xwe nas dikin. Di wê kêliyê de kurê Akdenîz tavilê tebeqeya titûna bavê xwe nas dike. Ew tebeqa titûnê ya ku bavê wî pêşkêşî her kesê ku wekî mêvan dihatin mala wan dikir. Di nav hestiyan de hestiyê tasa serî tune. Weke ku ji eşyayan jî tê fêmkirin, piştî ku wan kuştine cenazeyên wan şewitandine.
 
HESTÎ LI ATK’Ê WINDA KIRIN
 
Pişt re der barê van hestiyên hatin dîtin de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Piştre ji xizmên kesên di wê heyamê û li wê herêmê de winda bûne testa DNA'yê tê girtin û hestî ji ATK'ê re tên şandin. Piştre hestî li ATK’ê winda dibin. Di Cotmeha 2013'an de 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara vekirina doza Komkujiya Gundê Nedera Pasûrê dide. Di doza Komkujiya Gundê Nedera ku 18’emîn danişîna wê di 19’ê Îlona 2018’an de hat dîtin de, ji ber ku der barê Tûggeneral Yavuz Erturk ê ku operasyon bi rê ve birin de delîlên têr û teqez tunene, dadgehê biryara beraatê dide. Serlêdana îtîrazê ya li dijî vê biryarê ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê ve di 9’ê Berfanbara 2020’î de tê redkirin. Doz niha di qonaxa Dadgeha Bilind de ye. Çiqas sal derbas bibin jî em ê tu carî dest ji lêgerîna li Akdenîz û hemû windahiyên xwe yên din bernedin û heta windayên me yên dawî eşkere bibin em ê têbikoşin.” 
 
Daxûyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
LI ÊLIHÊ HEFTEYA 602’YEMÎN 
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 602’emîn de çalakiya xwe de bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD, nûnerên OHD, MEBYA-DER’ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê li aqûbeta Nazim Gulmez ê di 15’ê cotmeha 1994’an de li gundê Taştêk ê bi ser navçeya Xozata Dêrsimê ve ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
 

Sernavên din

09/11/2023
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan
15:27 487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê
15:13 Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re
15:12 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike
13:59 ‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’
13:24 Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin
12:32 Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn
12:14 Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Qasim Abeste bi darve kir
12:12 Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
11:59 Keskîn û Kuçukbalaban weke Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê yên nû hatin hilbijartin
11:39 Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin
10:07 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Divê dîlgirtiyên Doza Kobanê tavilê bên berdan