Celalettîn Can: Li vir qanûn tune ye, jiyan di xetereyê de ye

  • rojane
  • 09:07 25 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ê girtî, anî ziman ku li girtîgehê pergala tecrîdê tê sepandin û got ku bi taybetî jiyana girtiyên nexweş di xetereyê de ye. 
 
Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can, ji ber ku beşdarî kampanyaya "Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar" a rojnameya Ozgur Gundemê (bi KHK'ê hat girtin) bû, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin û sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî ku cezayê li Can hatibû birîn hat pesendkirin, Can di 1'ê îlonê de hat girtin. Can ku niha di Girtîgeha Hejmara 5'an a Marmarayê de ye, bi rêya Ajansa Mezopotamyayê (MA) rewşa tenduristiya xwe ragihand û şert û mercên girtîgehê nirxandin. 
 
‘LI VIR QANÛN TUNE YE'
 
Can ku got "Li vir bi navê dadge û qanûnê tiştek tune ye" anî ziman ku domandina girtinê rasterast girêdayî biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ye. Can diyar kir ku siberja girtiyan bi biryarên lijneyê tê diyarkirin û got: "Kesên di nava lijneyê de cih digirin çi eleqeya wan bi me r eheye? Mesela yê herî balkêş jî teknîsyenek e. Ew çawa dikare der barê me de biryarê bigire? Ne pêkan e ku mirov fêm bike ku çima teknîsyenek der barê min û mirovên wekî min de biryaran bide. Ev mirov biryarên dadgeha bilind, qanûnan, biryarên dadgehan pêk naynin. Şert û mercên berdana bi şertî hene, lê ev mirov van biryaran bi kêfî pêk naynin. Jixwe dadgehê me bi awayekî bêhiqûqî didadrizînin. Piştî pêkanîna înfazê, girtîgeh jî bi rêbazên derhiqûqî careke din me didarizînin." 
 
FERZKIRINA 'QAWÎŞA YÊN SERBIXWE'
 
Can bilêv kir ku piştî hatiye girtin çûna aliyê cem kesên sebrixwe li wî hatiye ferzkirin û got: "Gotin 'Yeqîniyê bi me bîne, di demeke krut de biçe nava yên serbixwe, li wir bimîne. Bila mafê berdana bi şertî bê dayîn, yan na tu yê di girtîgehê de bimînî.' Ez rastî hevokên bi vî rengî hatim." 
 
Can destnîşan kir ku li hemberî girtiyên siyasî "konsepteke taybet" tê sepandin û wiha pê de çû: "Bi taybetî jî ji bo PKK'yiyan di bin navê 'serbixwe-alîgir' de pergaleke qawîşan hatiye avakirin. Di ser 'berdana bi şertî' re tercîhek tê ferzkirin. Rêya derbasbûna di testa baş a dewletê re çûna 'qawîşa serbixweyan' e. Bi îmaja 'neyta baş' bêrîkirina ji bo derve tê nîşandan û bi vî awayî dixwazin hikumxwarên siyasî biçin qawîşên serbixweyan." 
 
‘PERGALA TECRÎDA BILIND TÊ SEPANDIN'
 
Can bibîr xist ku berê nêzî 20 salan di girtîgehê de maye û got ku lê şert û mercên girtîgehê yên niha pir giran in. Can destnîşan kir ku binpêkirinên mafan gelekî zêde bûne û got ku li hemberî girtiyan pergaleke tecrîdê tê sepandin. Can anî ziman ku şert û mercên niha bi taybetî ji bo girtiyên nexweş pir giran in û got: "Îzolasyoneke piralî heye. Pergala tecrîdeke bilind tê sepandin. Bi taybetî ev ji bo girtiyên nexweş pir dijwar e. Mafê wan ê jiyanê di xetereyê de ye." 
 
Can destnîşan kir ku şert û mercên girtîgehê bi taybetî ji bo girtiyên nexweş ên siyasî pir dijwar e û got ku ew jî demeke berê ji ber nexweşiyên xwe sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin. Can ku behsa pêvajoya xwe ya nexweşînê û nexweşxaneyê kir îşaret bi guhnedêriyên rêveberiya girtîgehê kir. 
 
PIŞTEVANÎ
 
Can destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan jî girtiyên siyasî her hildiberînin û têdikoşin û got: "Ez nizanim ez ê heya kengî di girtîgehê de bimînim, lê hebûna me ya li vir nayê wateya taloqkirina têkoşînê. Hin caran şert û emrcên girtîgehê dikin ku em xwe nû bikin. Ruhê demê li vir pir cuda ye. Azadî pir biqîmet e. Helbet piştevaniya derve pir girîng e. Li vir nivîsandina nameyekê, pêwendiya bi derve re bendewariyek e. Çendî liv û tevgera derve pir zêde be jî, lê tiştên wiha hêzê dide jiyana li vir." 
 
MA / Îbrahîm Irmak

Sernavên din

29/10/2023
22:27 Ciwanan li dijî êrişan xebatên stickeran kirin
19:37 Îfade wergirtina rêveberên HDP’ê temam bû
19:29 Cenazeyê Armîtayê li Tehranê hate veşartin
18:55 Şîna Toprak bi girseyî hat ziyaretkirin
18:44 Sempozyûma Bajêr a Mêrdînê: Jinûveavakirin bi polîtîkayên ekolojîk pêkan e
17:18 Bulga û Kaya yên HEDEP’î hatin girtin
16:58 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya
16:25 Tehliyeya Sutpak ê 30 sal in girtî ye bi hinceta ‘nebû îtîrafkar’ hate taloqkirin
16:04 TJA’yê bi mijarên tecrîd û şerê taybet atolye li dar xist
15:44 ‘Mamosteyê’ Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
15:26 Civaka Xwendekarên Demokratîk a Îzmîrê hate avakirin
14:40 Ocalan: Kesên bûne sedema mirina bi hezaran mirovan nikarin bibin navbeynkar
14:20 Cenazeyê Okan li Belarûsê hate dîtin
14:10 Artêşa Îsraîlê otobûsa rêwiyan hedef girt
13:18 Rejîmê nehişt cenazeyê Armîtayê li Kirmaşanê bê definkirin
13:12 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Werin em Komara Demokratîk bi hev re ava bikin
13:11 Tevî girtinan jî Çapemeniya Azad her tim nivîsand
12:19 Li Cizîrê qeyûm hate protestokirin: Em nas nakin
11:20 Ji edîtorê Rojnewsê ev 5 roj in agahî nayên girtin
11:11 Ji ber êrişan Herêma Cizîrê bê ceyran ma
11:07 Ahmet Turk: Aştî bi bêdengmayînê nayê
11:04 Ji Amedê ‘Banga ji bo Azadiyê’: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî
10:34 Hejmara 35’an a Kovara Jinê derket
10:22 Bi ser wefata ‘Mamosteyê’ Çapemeniya Azad re 5 sal derbas bûn
10:08 Dîroknas Aydin: Hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bi Komara Demokratîk dikare bên çareserkirin
09:12 Selma Irmak: Berxwedana gel 'Plana Çokşikandinê' rûxand
09:03 Dayikên Aştiyê: Çima gava ên dimirin kurd bin her kes bêdeng e?
09:03 32 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Di 8 salan de 19 hevdîtinên malbatê û 11 ên parêzeran hatin qedexekirin
09:02 Jinên herêma Botanê: Ev sedsal wê bibe sedsala ‘Jin Jiyan Azadiyê’
09:00 Şêniyên Harmanliyê ku di konteyniran de dijîn bi awayekî bifikar zivistanê pêşwazî dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2023'YAN
28/10/2023
19:31 TJA'yê li Mêrdînê kargeh li dar xist
19:18 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:15 Di Sempozyûma Bajêr a Mêrdîmê de 'texrîbatên qeyûman'hatin nîqaşkirin
16:02 Îmzevanên ‘Banga Aştiyê’: Ji bo aştî pêk were divê ewilî em ji aştiyê bawer bikin
15:54 ‘Girtî Bozkûrt ê nexweşê penceşêrê ye nayê dermankirin’
15:51 Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Dive Cemal Tanhan demildest bê berdan
15:29 Bayindir: Heke em li ber xwe bidin em ê dikaribin tecrîdê rakin
15:15 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tanhan sewqî Eskîşehîrê hat kirin
14:59 Rêvebera navenda HEDEP’ê hat berdan
14:55 ‘Tişta li Roboskê qewimî îro li Xezayê diqewime’
14:54 Qurbaniyên Qetlîama Licê hatin bibîranîn: Divê doz bi demboriyê re neyê hiştin
14:00 ÎHD: Sedsala komarê bû sedsala windakirinên di bin çavan de jî
13:52 Dîsa çalakiya Dayikên Şemiyê hat astengkirin
13:33 Ji 78 kesayetan ‘Banga Aştiyê’: Ji bo çareseriyê rola Abdullah Ocalan girîng e
13:06 Dema binçavkirina rêveberên HDP’î hate dirêjkirin
12:53 Kaya yê HEDEP’î ku sîxûrtî lê hatibû ferzkirin hate binçavkirin
12:07 Holandayê ji welatiyên xwe yên li Iraqê xwest welat biterikînin
11:39 Komeleyên ziman: Divê di sedsala duyemîn a komarê de dawî li înkara kurd û kurdî bê anîn
11:00 PENa Kurd: Li dijî cezakirina mamosteyên zimanê kurdî bisekinin
10:50 Armîta Garawandî jiyana xwe ji dest da
10:25 Rêvebera Navenda HEDEP’ê Ateş hat binçavkirin
10:24 Li gundên Şirnexê dorpêça leşkerî didome: Gundî sewalên xwe difiroşin û koç dikin
10:23 Alîgirên HUDA PAR’ê êrişî şaxa Starbucksê kirin
09:52 Ûysal: Em dikarin bi têkoşîneke topyekûn şerî rawestînin
09:51 Kesayet û jiyanek li ser şopa Xeyrî Dûrmûş: Îsa Kizil
09:08 Malbata penaberê winda serî li ÎHD'ê da
09:07 'Poşmanîtî' qebûl nekir berdana wî 9 mehan hat taloqkirin
09:07 Parlementerê HEDEP'ê: Tekane kesê dawî li şer bîne Abdullah Ocalan e
09:06 Girtiyê nexweş Îvrendî: Dixwazin cenazeyên me ji girtîgehê derkevin
09:05 Ji bo ajandaya partiya siyasî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' lêpirsîn
09:03 Bawer: Wêjeya zarokan ji bo siberoja zarokan xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2023'YAN
27/10/2023
23:15 Îsraîlê daxuyand ku dê îşev 'tevgera bejahiyê berfireh bike'
22:47 Li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li du mamosteyên kurd birîn
16:40 Rapora Girtîgehên Êlihê: Girtî li erdê radizin, xwarina ji bo kesekî didin 3 kesan
16:15 Di doza kuştina karmend Mungan de li 4 kesan cezayê muebbetê hate birîn
16:03 Olûç: Divê Serokwekîlê Meclisê yê çêr kirin îstîfa bike
15:41 Komek nijadperest êrişî xwendekaran kirin
15:26 Heta niha li Xezeyê 7 hezar û 326 kes mirin e
15:20 Cenazeyê Zeren Ertaş a li wargeha dewletê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:28 NY: Li Xezeyê pêdivî bi agirbestê heye
14:27 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê mirina Ertaş protesto kirin
13:54 Li Amedê herî kêm 13 ciwan hatin binçavkirin
13:19 Çêrên Adan ê MHP’î li girtekê nehat nivîsandin
13:18 Polîsan kartên hafizeya wênekêşê xera kirin!
13:14 Girtiyê ku tiliyên wî ketin ber berkazê nebirin nexweşxaneyê
13:08 Ji ber axaftina bi kurdî îşkence li girtî hat kirin
13:03 Nobeta ji bo Can Atalay hatiye destpêkirin di roja duyemîn de didome
12:51 Rayedarê firmaya ku tamîra asansorê kiribû hat binçavkirin
11:19 Dewleta tirk li Dêrikê malek bombebaran kir
10:51 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
10:40 Parêzerê Gultan Kişanak: Miwekîlên me bi biryarên siyasî girtî ne
10:28 Gelo binevser Kaya întîhar kir an hate kuştin?
10:15 Ciaccheri: Pêdiviya me bi azadiya Abdullah Ocalan heye
10:13 Koma Hevra jî bo berxwedana dayikan stran derxist
09:30 Li dijî êrişên li ser Rojava pêngava ekolojiyê: Wê 4 milyon dar deynin
09:16 ‘Kurd dixwazin xeber ji Abdullah Ocalan bigirin'
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê hemû tiştên bi kurdî qedexe ne!
09:02 5 sal in ji bo wergirtina cenaze têdikoşin
09:01 Ozturk: Divê meseleya kurd jî wekî meseleya Filistînê esas bê girtin
09:00 Dayikên Aştiyê: Îsraîlê şermezar dikin, lê zarokên Rojava bombeberan dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/10/2023
22:35 Li Îzmîrê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat lîstin
18:55 Li Zanîngeha Dokûz Eylulê protestoya li dijî bihakirina fiyetê xwarinê
16:31 Girtiyê nexweş Cemal Tanhan felc bû
16:22 Rojnameger Ahmet Tulgar li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 HRW: Êrişên Tirkiyeyê bandor li 4,3 milyon kesan kir
15:14 HEDEP li Stenbolê amadekariyên kongreyê dike
15:13 Banka Navendî faîz zêde kir