Komeleyên ziman: Divê di sedsala duyemîn a komarê de dawî li înkara kurd û kurdî bê anîn

  • rojane
  • 11:39 28 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Sazî û komeleyên ziman û wêjeya kurdî têkildarî salvegera 100’emîn a Komara Tirkiyeyê daxuyaniyek hevpar dan û hat destnîşankirin ku divê dawî li polîtîkaya înkar û pişaftina kurdan bê anîn û daxwaza gelê kurd a perwerdehiya bi zimanê zikmakî û fermbûna zimanê kurdî bê qebûlkirin. 
 
Sazî û dezgehên ziman û wêjeya kurdî têkildarî salvegera 100’emîn a damezrandina Komara Tirkiyeyê daxuyaniyek nivîskî weşandin. 
 
Daxuyaniya bi sernavê “Komara Tirkiyeyê di 29ê Cotmeha 2023yan de 100 saliya xwe temam dike” wiha ye: 
 
“Di sed salên borî de li gel ku komar bi hevkarî û têkoşîna hevpar a gelê kurd, tirk û gelên din ên ku li vî welatî dijîn hat parastin û avakirin jî, piştî komar hat avakirin hemû maf û azadiyên gelê Kurd tune hatin hesibandin û hatin înkarkirin û tirkîtî li ser gelê Kurd hat ferzkirin. Ev înkara li ser çand û zimanê kurdî hat wê astê ku, ji bo axaftina bi zimanê Kurdî cezayên pereyan li kurdan hatin birîn. 
 
ÎNKARKIRINA KURDAN
 
Gelê kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê bi vê helwest û nezîkatiya bişaftin, înkar û tunehesibandinê re rû bi rû maye û ji destpêkê heta dawiyê li hemberî vê nêzîkatiya nebixêr û neyarane ji bo parastina rûmet û nirxên xwe yên neteweyî, li hemberî helwesta rayedarên dewletê nerazîbûna xwe  nîşan daye, têkoşîn meşandiye, li ber xwe daye, çanda xwe ya qedîm û zimanê xwe yê dewlemend parastiye û ev tekoşîn hîn jî berdewam e.
 
DAXWAZA FERMBÛNA ZIMANÊ KURDÎ
 
Wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê kurd jî parastina çand û ziman hêmanê bingehîn û sereke yê têkoşînê ye. Hemû têkoşînên neteweyî bi daxwaza azadiya çand û ziman dest pê dikin û tên meşandin. Daxwaza gelê kurd a ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê’ daxwazeke rewa û însanî ye.
 
Di hemû peyman û danezanên navneteweyî û gerdûnî de ev maf, wek mafekî bingehîn ji bo hemû gel û neteweyan hatiye qebûlkirin û ev peyman ji bo gelê kurd jî derbasdar in. Bi vê nêzîkatî û feraseta rayedarên dewletê ji destpêka avabûna komara Tirkiyeyê gelê kurd ji hemû maf û azadiyan bêpar hate hiştin.
 
 Parastina çand, ziman û bidestxistina statûya siyasî bi parastin û pêşxistina çand û ziman pêkan e. Ji bo ku ziman were parastin û bi pêş bikeve, divê bibe zimanê perwerdeyê. Loma gelê kurd ji destpêkê heta vê demê di daxwaza; ‘Ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayîkê’ de bi israr e.
 
GIRÎNGIYA PERWERDEHIYA BI KURDÎ
 
Bi milyonan zarokên kurd dixwazin bi zimanê dayîka xwe perwerde bibin, bi zimanê xwe bixwînin, xewnên xwe bi zimanê xwe bibînin. Ev maf wekî hemû zarokên cihanê mafê zarokên kurd e jî. Ev mafekî rewa, bingehîn, insanî û gerdûnî ye ku ji bo zarokên kurd bi qasî nan, av û hewayê girîng û jiyanî ye. 
 
Li gel van daxwazên gelê kurd ên xwezayî, însanî û gerdûnî, rayedarên Dewleta Tirkiyeyê wekî destpêka komarê hîn jî di polîtîkayên bişaftin û înkarê de israr dikin û înkara li ser hemû nirxên gelê Kurd berdewam e.
 
Ev jî tê wê wateyê ku mîna sed salên borî yên Komara Tirkiyeyê, polîtîkayên înkar û bişaftinê dê di vê sedsalê de jî li ser bi milyonan zarokên kurd berdewam bin û bi darê zorê perwerdehiya bi zimanê tirkî li ser wan were ferzkirin û zarokên kurd dîsa ji mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bêpar werin hiştin.
 
Di sedsala borî de, di serî de zimanê Kurdî, hemû maf û azadiyên gelê Kurd ên welatîbûne tune hatin hesibandin û înkarkirin.
 
HIŞYARIYA BO RAYEDARAN 
 
Di destpêka sedsala duyemîn a komarê de em wek saziyên zimanê kurdî bi bîr dixin û dibêjin: Dê gelê Kurd di sedsala duyemîn a komarê de polîtîka û pratîkên înkarê yên li ser nirxên xwe qebûl neke û bi vê daxuyaniyê daxwaza xwe ya ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê’ bi zimanekî zelal û biryardar ji rayedarên komarê re radigihînin û dibêjin: ji bo jiyaneke hevpar û wekhev a hemwelatiyên vî welatî, nêzîkatî û feraseteke wekhev a rayedarên dewletê pêwîst e.
 
Ji bo vê jî pêwîst e xala 42yemîn a zagona bingehîn were sererastkirin an jî ji destûra bingehîn were derxistin, dûreparêziya ku ji aliyê rayedarên tirkiyeyê ve li hemberî xalên 17-29 û 30emîn ên Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hatine danîn werin rakirin. 
 
Ne kêm, ne zêde... Maf û azadiyên ku ji bo gelê tirk tên pêşkêşkirin, ji bo gelê kurd û hemû gelên li tirkiyeyê dijîn jî, bên pêşkêşkirin da ku gelê kurd û gelên din ên ku welatiyên tirkiyeyê ne, wekî welatiyên tirk, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di serî de, ji hemû maf û azadiyên bingehîn sûdê wergirin.
 
Saziyên ku daxuyaniyê îmze kirine wiha ne: 
 
* Enstîtûya Kurdî ya Amedê
* Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê
* Kovara Çand, Ziman, Folklor û Hunerî Destar (Destar)
* Komeleya Wêjekarên Kurd
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arî (Arî Der)
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (Med Der)
* Komeleya Lêkolînên Kurdî
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê (Avesta Der)
* Komeleya Lêkolîn Çand, Ziman û Hunerê ya Ankayê (Anka Der)
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat Der)
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belek
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê (Botan Der)
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê (Arsîsa Der)
 

Sernavên din

02/11/2023
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in
17:26 Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e
16:45 13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:33 Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin
16:24 Sahanî Loûk a ku Hemasê îşkence lê kiribû mir
16:17 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
16:07 Li Hevseroka HEDEP'a Sûrê sîxurtî hatiye ferzkirin
15:43 Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin
15:37 Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin
15:02 Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
14:50 Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê
14:36 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:28 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:22 Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin
11:48 Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin
11:32 6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:18 Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan
09:16 Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir
09:15 Danişîna rojnamegerên girtî Orûç û Arslan sibê ye
09:15 8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne
09:13 Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye
09:12 Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were
09:09 ‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
09:08 Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin
09:05 Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne
09:03 Katircioglû: Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bên guhdarîkirin
09:01 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2023'YAN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Konfederalîzma Demokratîk’ derket