MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş

  • rojane
  • 09:05 31 Cotmeh 2023
  • |
img

AMED - Endamê Desteya Rêvebiriya MMO’yê ya Amedê Mervan Ozbek li ser venêrîn û kontrolkirina asansorên ku piştî mirina Zeren Ertaş ket rojevê, diyar kir ku ji ber ku venêrîn û teftîşa di destê MMO’yê de ji şîrketên taybet re hat vekirin, madiyat derket pêş û ewlehiya mirovan ket plana duyemîn.

 
Piştî ku di 26’ê cotmehê de li navçeya Efeler a Aydinê di encama ketina asansorê ya li Wargeha Jinan a girêdayî Saziya Kredî û Wargehan (KYK) ya Guzelhîsarê de Zeren Ertaş jiyana xwe ji dest da, venêrîna asansoran dîsa ket rojevê. Li Amedê tamîrkirina asansoran berê ji aliyê Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) ve weke xizmeteke giştî dihat kirin. Lê bi guhertina rêziknameyê ya ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve, xizmetên venêrînê û teftîşkirinê yên asansorê ji sektora taybet re hatin vekirin. Qeyûmê Amedê vênêrîn û kontrolkirina asansoran ji MMO’yê girt û ji bo rantê û bazirganiyê da şîrketên taybet. 
 
‘DIVÊ ASANSORÊN BI ETÎKETÊN SOR DI DU MEHAN DE BÊN VÊNÎRNKIRIN’ 
 
Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa MMO’yê ya Amedê Mervan Ozbek têkildarî mijara ku piştî qezayê dîsa ket rojevê destnîşan kir ku asansorên ku perçeyek ji jiyana rojane ne, li gor hewcedariyên xwe yên venêrîn û ewlehiyê tên kodkirin. Ozbek da zanîn ku  etîketa sor tê wateya xetereyê û teqez divê li wan asansoran siwar nebin û wiha got: “Pêdivî ye ku asansorên bi etîketa sor, herî dereng di nava du mehan de were venêrîn û bikaranîn. Etîketa şîn kêmasiyeke sivik nîşan dide û etîketa kesk jî nîşan dide ku asansor bi ewle ye. Her wiha li gorî rêziknameyên ku tên bikaranîn, divê asansor mehê carekê bên venêrîn û kontrolkirin. Divê salê carekê ji hêla endezyarên Tîpa A ve were kontrolkirin.”
 
‘JI BO BERJEWENDIYA GEL ZÊDETIR XIZMET DIHAT KIRIN’
 
Ozbek destnîşan kir ku van salên dawî di tamîrkirina asansoran de pîvana aboriyê derketiye pêş û wiha got: “Jiyana mirovan û ewlehiya wan bûye plana duyemîn. Dema ku xebatên venêrîna asansoran di destê Odeya Endezyarên Makîneyê de bûn, ji bo berjewendiya gel zêdetir xizmet dihatin kirin, muayene zêde û baştir bûn. Piştî ku hemû erk ji destê endezyarên makîneyê hatin derxistin, em nizanin ku niha rewşa venêrîn û kontrol kirinê di çi astê de ye û bi çi awayî tê kontrol tên kirin. Di encamê de em rastî rewşên wiha tên.” 
 
‘ME LI SER NAVÊ GEL KAR DIKIR’
 
Ozbek bi bîr xist ku rêziknameya asansorê di sala 2012’an de hat derxistin û ev rêzikname di sala 2015’an da bû mecbûrî. Ozbek da zanîn ku wan di sala 2015’an de bi şaredariyên herêmê re protokol îmze kirin û encamên girîng ên serkeftî bi dest xistin. Ozbek anî ziman ku di sala 2018’an de bi tayînkirina qeyûman re şaredarî hatin guhertin û got: “Piştî vê yekê erkên me ji destên me hatin girtin. Me ne di warê aborî de, me li ser navê gel ev yek dikir. Beriya qeyûman, daneyên me li ser asansorên li bajar û herêmê hebûn. Lê bi qeyûman ev hêz ji destê me hatin girtin. Di derbarê asansorên bajar û herêmê de, çend asansor hene û rengê etîketên wan çi ne, di destê me de agahî tune. Tenê şîrketa xwedî destûr û şîrketa ku şaredariyê pê re peyman heye, dizanin.”
 
PIRSGIRÊKÊN XEBATKARAN
 
Ozbek anî ziman ku karkerên di kontrolkirina asansoran de dixebitin giliyên xwe dibêjin û got ku karker bi heqdestê herî kêm dixebitin.  Ozbek da zanîn ku ew ji barê xebata xwe aciz in û berdêla xebata xwe nagirin û wiha got: “Di heman demê de şert û mercên xebatê jî pir nebaş in. Ev jî di xebatên ku hatine kirin de xuya dike.”
 
‘DIVÊ MEHÊ CAREKÊ KONTROL BÊN KIRIN’
 
Ozbek bal kişand ser ewlekariya asansoran û ev hişyarî da: “Divê gelê me mehê carekê ji aliyê fîrmaya bi peyman ve tamîr û kontrola asansorên xwe bikin. Di heman demê de, teftîş û venêrîn divê salê carekê ji hêla endezyarên Tîpa A ve were kirin. Tevî ku erka me ji destê me hatibin girtin jî, em ê bi panel û foruman di derbarê venêrîn û kontrol kirina asansoran ji bo gelê xwe vebêjin. Di vê mijarê de em li gel gelê xwe ne û bi her awayî ji bo alîkariyê amade ne.”
 
MA / Bazîd Evren - Mehmet Guleş 
 

Sernavên din

05/11/2023
09:07 Şaredarê derbasî AKP'ê bû şaredarî di nava deynan de hiştiye
09:06 Lêpirsîna der barê strana kurdî de bi biryara 'neşopandinê' bi dawî bû
09:03 Aktîvîsta TJA'yê ji ber qeyda dengê ku ne aîdê wê ye ev du sal in girtî ye!
09:03 'Simîda Diaxive': Êdî kes nikare simîdan jî bikire
09:01 Kanîwar: Werin tev li kelecan û kêfxweşiya konsera me bibin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2023’YAN
07:49 Seroke Giştî yê CHP’ê yê nû bû Ozgur Ozel
04/11/2023
19:50 Amîda: Cegerxwîn temsîlkariya serhildêriyê ye
16:33 Di kongreyên Egîtîm Senê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî
16:31 Berrîn Sari ya berdana wê du caran hate taloqkirin ji girtîgehê derket
16:13 Li Qoserê qeyûm hate şermezarkirin: Gel dê di 31’ê Adarê de hesab bipirse
15:51 Aqûbeta kesên beriya 28 salan li Kerboranê hatin windakirin hate pirsîn
15:16 Ji girtiyê nexweş banga ‘lezgîn a çareseriyê’
14:53 Keskîn: Divê muxalefet nîqaşa ‘em çiqasî dişibin dewletê’ bike
14:49 Li aqûbeta Çakici û Boran hat pirsîn
14:22 Leşkerên Îranê kolberan gulebaran kirin: 5 kolber birîndar bûn
14:18 Rêveberên DBP’ê xelkê Amedê vexwendin konfaransa xwe
12:46 Dayikên Şemiyê dest ji Qada Galatasarayê bernadin
11:37 DMMO’yê ji bo endama xwe ya girtî bang kir
11:24 Bakirhan: Rojên ku em ê aktorên 4’ê Mijdarê bişînin nêzîk in
11:18 Endamê CPT’ê Restellînî ku 3 caran serdana Îmraliyê kir: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe
10:56 Stranên guhdarkirin weke delîlên 'sûc' hatin hesibandin
10:40 Huda Kaya: Ne ez reviyam, dozgerî bi hefteyan ji min reviya
10:06 Li Wanê dema çinîna kartolan dest pê kir
10:05 Di 6 pirsan de biryara Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ya ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Ji ber 'qedexeyan' û 'bihabûnê' sewalvanî li ber qedandinê ye
09:04 Bîrdal: Ger dilê wan û sedsaleke demokratîk hebe, pêşî divê dawî li tecrîdê bînin
09:03 Di 14 saliya xwe de bû şahidê qetlîamê: Ji wê rojê ve helbestan dinivisîne
09:02 Li girtîgehên Êlihê binpêkirinên mafan zêde dibin
09:01 Pêşî xera kir, dû re bi heman hincetê ceza erê kir
09:00 Dikandarên Bazara Penîr a Baglarê: Ji bo çareseriyê divê desthilat bê guhertin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2023'YAN
03/11/2023
23:03 Li Lûzernê çalakiya xeleka ji mirovan a bi daxwaza 'azadî ji bo Abdullah Ocalan'
22:01 Eleqeyeke zêde ji bo lîstika 'Strîp Tease' ya bi kirmanckî
17:43 Konferansa Ciwanan a Cîhanê diyarî Abdullah Ocalan hat kirin
17:00 Xeta ava vexwarinê ya Şirnexê teqiya
16:59 Di doza Mirovên Şemiyê de daxwaza nûkirina mutalaayê hate redkirin
16:56 Li Dêrîkê kirin ku zarokek întîhar bike!
16:19 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
15:57 Rêxistinên hiqûqê: Bila Kişanak û Atalay bên berdan
15:44 Li dijî şerên li Rojhilata Navîn ‘Nobeda Aştiyê’ hat lidarxistin
15:36 SGDF: Dê nekarin bi êrişan encamekî bi dest bixin
15:10 Li Rihayê muxtarê tacîzî zarokekê kiribû ji peywîrê hate wergirtin
14:46 Beriya danişînê faîlan gefa kuştinê li malbata Esra Y. xwar
14:26 Freedom House çû serdana DFG’ê
14:24 Rêxistinên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurd kirin
13:30 Li Şirnexê baran û mij bandora xwe nîşan dide
13:16 Akbiyik derheqê 669 kesan de 112 rûpelên îfadeyê da
13:03 Fîgen Yuksekdag tev li merasîma cenazeyê kekê xwe bû
12:22 Li navçeya Sûrê 3 otel, 12 kargeh û 53 avahî dan ber firotinê
12:17 Nergis Muhammedî ji ber ku şalpeyê red kir wê sewqî nexweşxaneyê nekirin
12:06 Li Şirnexê qeza çêbû: 2 kes mirin
11:37 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:03 Berdevka HEDEP’ê: 7 sal in darbeya siyasî bênavber didome
11:00 Cîgirê Şaredarê AKP’yî ji ‘bertîlxwarinê’ hat girtin
10:37 DFG: 12 rojnamevan hatin binçavkirin, 3 rojnamevan hatin girtin û 2 hezar û 2 nûçe hatin astengkirin
10:34 Rojnameger Erdînç hate berdan
10:33 Di mehekê de 3 kolber hatin qetilkirin û 27 jî birîndar bûn
10:32 Artêşa Îsraîlê: Dorpêça li ser Xezeyê temam bû
Hamas: Xeze wê bibe ‘laneta’ Îsraîlê
10:18 Li gorî TUÎK’ê TUFE ji sedî 3,43 zêde bûye
10:15 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:33 Tevî zêdekirina faîzê jî dolar û euro radibe
09:05 Li Colemêrgê hê jî sepanên Rewşa Awarte di meriyetê de ne
09:04 Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê: Divê ciwan tev li têkoşîna rêxistinkirî bibin
09:02 Hevşaredar: Divê Kişanak serbest bê berdan
09:02 Dayikên Aştiyê: Yek gotineke Abdullah Ocalan dikare dawî li vî şerî bîne
09:00 Hemama dîrokî ya Girê Sor hindik maye hilweşe
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2023’YAN
02/11/2023
22:50 Ji Koma Zarokên Aryan 'Konsera Payizê'
20:12 Sosin û Demîr piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
17:57 HEDEP, ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da
16:52 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 9 hezar derbas kir
16:35 Kekê Fîgen Yuksekdag wefat kir
16:02 Bajarên Bakur ji ber barana zêde hatin hişyarkirin
15:50 Parêzerê OHD’î Çelîk rastî êrişê hat
15:46 Nêrgiz Mihemedî: Serkeftin ne hesan e lê teqez e
14:31 Danişîna doza ‘şebekeya şêlandinê’ ya emniyetê hate lidarxistin
14:22 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
14:07 Di 9 mehan de 21 jin hatin qetilkirin
14:05 TJA: Gultan Kişanak dîl tê girtin û divê tavilê were berdan
13:55 Derbarê rojnamevan Yildiz de daxwaza ceza hate kirin
13:46 Gundên êzidî û suryanan hatin topbarankirin
13:37 Doza Kobanê: Dabeşkar ew in ên ku danehevên welat difiroşin
13:17 Cîgirê serokê AKP’î ji ber bertîlê hate binçavkirin
12:34 Ji bo tevlibûna doza Esra Y. banga tevlibûnê hate kirin
12:33 Di doza tacîzê de daxwaza girtinê nehate qebûlkirin
12:07 Danişîna doza rojnamevan Kaya hate taloqkirin
11:40 Ji bo Abdullah Ocalan ê 32 meh in agahî jê nayê girtin serlêdan hate kirin
11:39 Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de ji bo weşanên kurdî eleqeye zêde heye
11:37 Kocakaya ku piştevanî dabû Ozgur Gundemê hate girtin
11:34 Ji şandeya vekişîn şopand re cezayê hefsê hate birîn
10:36 Parlamenterên HEDEP’ê:Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
10:10 17 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin