Qeyûmên Cizîrê 40 mal û milkên şaredariyê firotin

  • rojane
  • 09:11 15 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Wezareta Karên Navxweyî ku bersiva paşnûmeya parlementera HEDEP’ê Newroz Ûysal da, ragihand ku ji sala 2019’an û vir ve 40 milkên Şaredariya Cizîrê ji aliyê qeyûman ve hatine firotin. Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig jî bertek nîşanî vê da û got: "Qeyûm hemû avahiyên dîrokî yên navçeyê ji hin komên mezheban re veqetandine.”
 
Di hilbijartina xwecihî ya sala 2014’an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi rêjeyeke mezin Şaredariya Cizîr ya Şirnexê bi dest xist. Lê belê di 11’ê îlona 2016’an de Wezareta Karên Navxweyî Qeymeqamê wê demê Ahmet Adanur wekî qeyûm tayînî şaredariya Cizîrê kir. Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaredariya Cizîrê dîsa ji qeyûman girt. Lê belê di 29'ê cotmeha 2019'an dîsa qeyûm hat tayînkirin. Qeymeqamên tayînkirî hem şaredariyê di bin deynan de hiştin hem jî mal û milkên şaredariyê bi bihayên li gorî dilê xwe firotin. 
 
Di nava 5 salên dawî de 4 qeymeqamên Cizîrê di dîrokên cuda de, wekî qeyûm tayinî Şaredariya Cizîrê hatin kirin. Qeyûman avahiya xizmetê ya şaredariya kevn, Mala Dengbêjan û xeraca navçeyê jî di nav de 40 cihên aidî şaredariyê firotin.
 
WEZARETÊ BERSIV DA 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan ku ji bo Wezareta Karên Navxweyî bersivê bide, pêşniyazpirsek da parlamentoyê. Ûysal li aqûbeta Mala Dengbêjan a ku ji bo Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî hatiye veqetandin pirsî. Ûysal pirs kir ku heta niha ji aliyê qeyûman ve çend cih ji saziyên cuda re hatine veqetandin an jî hatine firotin. Bersiva Wezareta Karên Navxweyî  ya ji bo pêşnûmeyê jî wiha ye: "Ji hilbijartinên giştî yên rêveberiya herêmî yên 31'ê Adara 2019'an heta 20'ê Cotmeha 2023'an 40 mal û milk hatin firotin." Her wiha Wezaretê  diyar kir ku wezaretê daxwaz kiriye ku Mala Dengbêjan ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve ji wan re were veqetandin. Wezaretê diyar kir ku ji ber ku ji bo avakirina lîseya Hunerê li Cizîrê avahî tune bûye, ji ber wê Mala Dengbêjan hatiye veqetandin. 
 
‘EV DÊ HESAB BIDIN’ 
 
Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin anî ziman ku qeyûm xebatkarên şaredariyê û milkên şaredariyê xistine bin xizmeta emniyet û miftî û wiha got: "Çiqas xebatkarê şaredariyê hebin hemû niha di bin xizmeta qeymeqam, miftî û emniyetê de ne. Wekî ku ne xebatkarê şaredariyê, xebatkarê emniyetê, yê îdareya bajar a taybet û saziyên din in. Personelên şaredariyê ji xeynî xebata şaredariyê her kareke dikin. Çiqas amûr û maşîneyên şaredariyê hene jî hemû niha di bin xîzmeta AKP'ê û MHP'ê de ye. Tenê ji AKP'ê û MHP'ê re kar dike. Traktorek, kepçeyek yan jî çi tişteke şaredariyê hebe divê ku di bin xîzmeta gel de be. Lê hemû wesayit û amûrên şaredariyê di bin xîzmeta polîs û cerdevanan de ye. Beriya niha wesayiteke şaredariyê ya ku tahsîsî emniyetê hatibû kirin li ciwanekî xist û bû sedemê mirina wî. Xwe weke waliyeke ku ji aliyê padişaheke ve hatine tayinkirin dibînin. Mala Dengbêjan jî tahsîsî saziyeke hate kirin. Da ku bikin amûrê pişavtina çanda kurd tahsîskirin. Komkujî ne kuştina hin kesane, komkujî ji holê rakirina çand, ziman û nasnameya gelan e. Di demên pêşiya me de hilbijartinek heye. Qeyûm niha dest bi xebata ku li ku derê avahiyek, araziyeke ku aidî şaredariyê hebe bifiroşe da ku kesên bên hilbijêrin nekarîn bixebitin. Lê îktîdara AKP'ê û MHP'ê û ew kesê ku îro xîzmet ji polîtikaya wan re kirine dê hesab bidin û dê bên darizandin." 
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 
 
 

Sernavên din

08/12/2023
15:18 Girtiyan ji Nobeta Edaletê re peyam şand: Yan azadî yan azadî
15:06 Erdogan duh ji bo Mîçotakîs gotibû ‘kesekî wisa ji bo min tune ye’ îro got ‘dostê min’
15:06 Diyanetê di vebijêrkên ziman de cih neda kurdî
14:54 Altiparmak: Otorîteyên populîst hiqûqê weke amûr bi kar tînin
14:16 Li dijî Seferatxaneya DYA’yê ya Bexdayê êriş hate kirin
14:07 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû piştî 32 salan hate berdan
13:55 Biryarên demborînê yên têkildarî cînayetên siyasî û komkujiyan xist rojeva Meclisê
13:17 Tevî serlêdanan tevdîr nehatin girtin, malbat bê avahî man
13:12 Berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê didome
13:11 Di êrişa komên paramîlîter de 7 leşkerên Şamê hatin kuştin
12:48 Hiqûqnas dê ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT û Wezareta Dadê bidin
12:25 Polîsan tundî li Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê kirin
12:23 Têkildarî xetereya li ser Girava Îmraliyê pêşnûme dan Meclisê
12:22 Doza rojnameger Canozer ji ber dubareyê hate redkirin
12:22 AYM fikraya ‘her çend endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ betal kir
11:38 Piştî erdhejê malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kirin
11:29 Rojnameger Gok: Ya ku dê dawiya li faşîzmê bîne heqîqet e, divê mirov biisrar be
10:55 NÇM dê 32’yemîn salvegera xwe bi konserekê pîroz bike
10:32 Li dijî parêzerê li qereqolê bi miwekîlê xwe re bi kurdî axivî êrîş hate kirin
10:21 Girtî: Rêya xelasiya ji krîzê azadiya Abdullah Ocalan e
09:53 Qeyûm tabelaya bi kurdî rakir
09:29 Rojnews: 45 roj in rojnamevan Silêman hatiye revandin!
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 12’an de didome
09:27 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye: Daxwazên wan banga ji bo aştiya civakî ne
09:26 Dê biryara ATK'ê ya der barê Makbûle Ozerê de rê li ber gelek mirinan veke
09:25 Banga ji bo mîtînga 'Malnişîna Mezin': Ji bo siberoja zarokan
09:24 Dayika Ayten Beçetê: Em naxwazin bar tenê li ser milê girtiyan be
09:24 Bêyî plana îmarê li qeraxa çem destûra înşeatê hatiye dayîn
09:01 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Darizandineke dijhiqûqî hate kirin
09:00 Prz Bekçî: Daxwaza girtiyan ji daxwazên gel dûr nîn in
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2023'YAN
07/12/2023
19:14 Hatîmogûllari: Em ê hemû şaredariyan car din bi dest bixin
18:24 Doza Kobanê: Bi vê dozê re li Konya û Îzmîrê Kurd hatin qetilkirin
17:01 Bertek nîşanî biryara domandina rewşa girtî ya rojnameger Muftuoglû dan: Rojnamegerî sûc nîne
17:00 Danasîna mîrateya çanda Amedê li Îzmîrê hate kirin
16:53 Têkildarî êrişên li dijî cenazeyan daxuyanî hatin dayîn: Dawî li van polîtîkayan bînin
16:50 Meclisa Jinan a HEDEP’ê ji bo bernamzetiyê bang li jinan kir
16:43 Nobeta Edaletê: Nifteya azadî û edaletê di destê Ocalan de ye
16:32 Serokê Meclisê Kûrtûlmûş çû serdana HEDEP’ê
16:24 Fîncanci: ATK ne qonaxa dawî yê dayîna biryarê ye
15:59 HEDEP’ê li Dîlokê ji bo hilbijartinê daxuyanî da: Îdiaya me mezin e
15:44 Derbarê rojnamevan Yildiz de biryara beraetê hate dayîn
15:34 TJA’yê piştgiriya karkerên Ozak Tekstîlê kir
15:24 Di Konferansa Kurd de Lozan hate nîqaşkirin: Projeya Anatoliyayê ya pirrengî avêtin çopê
15:09 Çîçek piştî erdhejê pêşniyazpirsek da Meclisê: Rewşa Abdullah Ocalan çawa ye?
13:54 Hatîmogûllari çû serdana gorên Poyraz û Tanhan
13:33 Doza rojnameger Muftuoglû: Hêj parastin neqediyayî biryara domandina rewşa girtî hate dayîn
13:03 Erdogan dîsa ji gotina xwe vegerî: Dê bi Mîçotakîsê tune hesiband re hevdîtinê bike
12:32 Miftî xwest karkerên ji bo mafên xwe li ber xwe didin ji mizgeftê derxîne
12:27 Projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ didome
12:14 Olûçê HEDEP’î: Kesên ji pêşhilbijartinê derbas nebin nikarin bibin namzet
12:13 135 saziyên sivîl piştgirî dan TTB’ê: TTB em in, em li vir in
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:59 Rojnameger Furkan Karabay hate binçavkirin
11:55 Dayik, keç û neviya wê ya 3 salî ji ber îdiaya polîsan a ‘qûşxane-tawa’ hatin girtin
11:04 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: 36 jin hatin qetilkirin
10:41 Girtî: Çalakiya me heya em digihijin armanca xwe dê bidome
10:10 Leyla Guven: Hêj darbest derneketin divê her kes tişta ji dest tê bike
09:44 Ji rojnameger Silêman Ehmed 44 roj in tu agahî nayên girtin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 11’an de didome
09:43 Derûnas Tekînalp: Modernîteya kapîtalîst çavkaniya nexweşiyên derûnî ye
09:42 Sêrtî namzetên çawa dixwazin?
09:39 Li Efxanistanê mirina biguman a jinan zêde dibe: Di 4 salan de 4 hezar û 300 jinan jiyana xwe ji dest dan
09:12 ‘Deriyê Îmraliyê dê bi têkoşînê vebe'
09:11 Ji Nobeda Edaletê bang: Xwedîderketineke civakî divê
09:04 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê bi 'Jin, Jiyan, Azadî'yê yekitiya xwe ava bikin
09:01 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2023'YAN
06/12/2023
22:12 Bi etîketa ‘#DirenişTecridiYenecek’ banga ji bo grevên birçîbûnê: Tu jî bibe dengê wan
20:27 Doza Kobanê: Aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e
19:47 Grevên birçîbûnê li ber NY’yê hatin silavkirin
19:40 Dê li gelek deverên cîhanê çalakiyên ‘Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bên lidarxistin
18:29 Li Rihayê fîlmê Press hat pêşandan
17:12 Aydin Erdem li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tev li greva birçîbûnê bûn
16:59 Cenazeyê zaroka ku hate îdiakirin xwe avêtiye çem hate dîtin
16:45 Tecrîda girankirî û greva birçîbûnê di rojeva Meclisê de ne
16:44 Beştaş: Ji bo ku tecrîd rabe em bi hemû hêza xwe têbikoşin
16:17 Ji bo parastinê dem dan Ogun Samast
16:05 Nobetên Edaletê yên Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê: Dê dawî muhteşem be
15:21 Dozger di mutala xwe de xwest ku Mehmet Emîn Ozkan bê cezakirin
15:00 Bi dronê êrişî baregeha leşkerî ya DYA’yê hate kirin
14:51 Gundekî Pîranê ev 20 roj in bêceyran e
14:40 Karkeran li Ozak Tekstîlê hilberîn dan sekinandin
14:29 HEDEP’a Mêrsînê ji bo serlêdanan bang kir
14:25 Danişîna doza cerdevanê tecawizkar: Zarokê got ku gef lê hatiye xwarin
13:42 Tevî du raporên ‘dikare ceza lê were birîn’ jî amirê polîsan cara sêyemîn sewqî ATK’ê hate kirin
13:17 Dê 1’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Silêmaniyê bê lidarxistin
13:04 ÎSÎG: Di cînayetên kar ên mijdarê de 137 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:44 Komîsyona Hilbijartinê ya HEDEP’a Mêrdînê bang li jin û ciwanan kir
12:37 Rojnamevan Îrfan Ûçar hate binçavkirin
12:30 Darizandina Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê hate rawestandin
11:54 18’emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurdan dest pê dike
11:52 Li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê bi sedan wesayît di dorê de man
11:51 Îşkenceya li dijî ciwanên belavok belav dikirin li emniyetê jî dom kir
11:20 Ji Sefîrtiya Japonyayê daxuyaniya PKK'ê
11:07 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstilê kirin
11:01 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Tecrîda mutleq sînorên tehemûlê derbas kir
10:27 Sedema beraetkirina Çaglar: Delîlên şênber nîn in
10:22 Îdianame ji 43 rûpelan pêk tê lê navê rojnameger Muftuoglû di 41 rûpelan de tune ye