Şaredariyên Mûş û Tetwanê û VASKÎ di çirava deynan de ne

  • rojane
  • 12:29 23 Mijdar 2023
  • |
img
WAN - Venêrên Dîwana Çavdêriya Darayî di encama lêkolînên xwe de tespît kirin ku şaredariyên Mûş û Tetwanê yên AKP’î û VASKÎ ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di çirava deynan de ne. 
 
Venêrên Dîwana Çavdêriya Darayî li şaredariyên AKP’î yên Mûş û Tetwan a Bedlîsê û li Îdareya Av û Kanalîzasyonê ( BASKÎ) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, lêkolîn kirin û rapora xwe eşkere kir. Di raporê de derket holê ku her sê saziyên cemaweriyê jî ketine nava çirava deynan. 
 
Di raporê de hat gotin ku şaredariyên Mûş û Tetwanê û VASKÎ’yê lîmîtên deynan derbas kirine û ji bûdçeya xwe pir zêdetir deyn kirine. 
 
DEYNÊ ŞAREDARIYA MÛŞÊ 322 MILYON Û 253 HEZAR Û 636 TL YE 
 
Di rapora têkildarî Şaredariya Mûşê ya AKP’î de hat destnîşankirin ku şaredarî li gorî tespîtên Dîwana Çavdêriya Darayî yên salên 2020 û 2021’ê tevnegeriyaye û deynên xwe hêj zêdetir kiriye. 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku şaredarî di sala 2022’yan de herî zêde dikariya 274 milyon û 262 hezar û 221 TL’an deyn bikira û ev tespît hate kirin: “Di lêkolîna çarçoveya mewzûatê hatiye kirin de derket holê ku şaredariyê tevî faîzê, ji dawiya sala 2022’yan ve deynê hundir û derve derxistiye 322 milyon û 253 hezar û 630 TL’an. Bi vê yekê re lîmîta qanûnî 47 milyon û 991 hezar û 414 TL hatiye derbaskirin. Ji ber ku şaredariyê stoka deynan a di mewzûatê ji sala 2022’yan ve derbas kiriye, divê li gorî sînoran tevbigere.” 
 
Deynê şaredariyê yê sala 2022’yan jî weke 322 milyon û 253 hezar û 636 TL hate eşkerekirin.
 
LÊKOLÎNKIRINA PIYASAYÊ TUNE YE, ÎHALE TUNE YE, PEYMAN TUNE YE! 
 
Di raporê de hat daxuyandin ku gelek tişt diviyabû bi rêya îhaleyê bihatina stendin lê bêyî li piyasayê lêkolînek were kirin bi rêya awansê hatine kirîn.
 
Di raporê de ev tespît hate kirin: “Di lêkolînan de derket holê ku rêveberiya şaredariyê di hinek tiştên di çarçoveya projeyan de kirîne li gorî usûlên Qanûna Hejmar 4734 tevnegeriyaye. Li şûna vê, awans daye personelên behsa xeberê û bêyî îhaleya wan were kirin û bêyî ku di piyasayê de lêkolînek were kirin ev tişt kirîne. Di vê çarçoveyê de ji bo organîzasyona ‘mîhrîcana berfê’ 265 hezar û 711 TL, ji bo organîzasyona ‘Projeya bi xêr hatî pitik’ jî 320 hezar û 327 TL pere hatiye xerckirin. Lêçûnên behsa xeberê di sala 2022’yan de hatiye diyarkirin û bi ser lîmîta temînkirina yekser re ye. Li hêla din, tevî ku di nava tiştên hatine kirîn de ronîkirina dikê, organîzasyona konserê û hwd. ên demkî hene jî, xuyaye ku têkildarî van tu peyman nehatine îmzekirin.” 
 
DEYNÊ ŞAREDARIYA TETWANÊ BÛ 295 MILYON Û 452 HEZAR Û 188 TL 
 
Yek ji şaredariyên di nava çirava deynan de jî Şaredariya Tetwanê ya AKP’î bû. Di raporê de hat destnîşankirin ku lîmîta deynan a şaredariyê 124 milyon û 75 hezar TL ye lê deynê şaredariyê yê sala 2022’yan derket 295 milyon û 452 hezar û 188 TL’an. 
 
JI BO NEDIN ÎHALEYÊ DI HEMAN ROJÊ DE 9 CARAN XURDIK KIRÎN 
 
Dîwana Çavdêriya Darayî diyar kir ku şaredariyê di kirîna mal de jî lîmîta qanûnî derbas kiriye. Di raporê de hat gotin ku rêveberiya şaredariyê ji bo di bin lîmîta pere de bimîne, tiştên stendinê yên bi heman dîrok, heman wesfê û ji bo heman yekîneyê dabeş kiriye û bi rêya temînkirina yekser pêk aniye. Ji bo vê mijarê ev mînak hate dayîn; di 18’ê adara 2022’yan de diviyabû kirîna xurdik bi rêya îhaleya vekirî bihata kirin lê şaredariyê li şûna îhaleyê di heman rojê de 9 caran bi rêya temînkirina yekser 9 caran xurdik kiriye. Hat destnîşankirin ku şaredariyê bi heman awayî ji bo lastîkên wesayîtan, beton û hwd. nede îhaleyê, di heman rojê de gelek caran bi rêya temînkirina yekser ev tişt kirine. 
 
Têkildarî vê rewşê di raporê de wiha hatiye gotin: “Rêveberiya şaredariyê, tiştên kirînê yên dişibin hev dabeş kiriye û bi rêya temînkirina yekser çareser kiriye. Ji ber vê sedemê, bicihneanîna usûlên îhaleyê yên sereke li dijî mewzûatê ne.” 
 
DEYNÊ VASKÎ’YÊ MILYAREK TL DERBAS KIR 
 
Di rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî VASKÎ ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, hat tespîtkirin ku lîmîta deyn hatiye derbaskirin. 
 
Dîwana Çavdêriya Darayî wiha gotiye: “Lîmîta deyngirtinê ya rêveberiyê 843 milyon û 317 hezar û 349 TL ye. Hat tespîtkirin ku rêveberiyê 191 milyon û 990 hezar û 578 TL bi ser vê lîmîtê re deyn kiriye. Divê rêveberî li gorî mewzûatê tevbigere û ji bo derbasnekirina vî sînorî tiştên pêwîst bike.” 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku deynê VASKÎ’yê yê sala 2022’yan de bûye milyarek û 34 milyon û 578 hezar TL ye. Di tabloya darayî de tê xuyakirin ku VASKÎ’yê di sala 2022’yan de ji bankan 398 milyon TL kredî kişandiye. 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

31/03/2024
21:19 DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
21:13 DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin
21:12 Li Amedê rewşa dawî
21:07 Têkoşera ekolojiyê Nejla Işik li Akbelenê bi ser ket
20:57 Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî
20:52 Dora li pêşiya Edliyeya Amedê çêbûye dirêjtir dibe
20:48 Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in
20:38 Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin
20:26 Li Dêrsimê DEM Partî bi ser ket
20:25 Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket
20:14 Li Esenyurtê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ferqakî mezin li pêş e
20:10 Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in
19:49 Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e
19:36 DEM Partî li 11 bajaran li pêş e
19:32 DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket
19:20 YSK'ê qedexeya weşanê rakir
19:14 Sakik ji bo Agiriyê daxuyanî da
19:12 Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir
19:06 Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!
18:30 Li Amedê torbeyên dengan tên edliyeyê
18:29 Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin
18:24 Banga ‘Sindoqan terk nekin’ hate kirin
18:11 Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan
18:00 Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin
17:58 YSK’ê kişandina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir
17:35 Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn
17:27 Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir
17:27 TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
08:33 Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir
08:00 Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir
07:00 Hilbijartin dest pê kir
30/03/2024
20:31 Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
18:24 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir
18:06 Hatîmogullari: Bi awayekî rêxistinkirî sindoqan biparêzin
18:03 Ji bo berdana girtiyên nexweş bangawaziya edaletê hate kirin
17:51 Bayindir li Misircê axivî: Çareserî birêz Abdullah Ocalan e
17:49 'Her raya ku ji partiyên pergalê re biçe dê wekî zilmê vegere'
17:28 Şandeya ku dê hilbijartinê bişopîne li Amedê bi rojnamevanan re civiya
16:53 Boz: Gelê me dê bi serkeftina xwe ya di hilbijartinê de tecrîdê rake
16:34 Zana: Nasnameya me hebûna me ye em xwedî lê derkevin
15:57 Li Amed û Êlihê konvoya wesayîtan: Xwedî li Sindoqan derbikevin
15:56 Li navçeya Qulp a Îdirê mitîng: Xwedî li sindoqê derkevin
15:54 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran dengên xwe bilind kirin