‘Heke em bi paşeroja xwe re hevrûnebin, nikarin pêşerojeke baş biafirînin’

  • rojane
  • 15:43 9 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên Windakiriyan xwestin ku faîlên Hasan Esenboga yê piştî hate binçavkirin cenazeyê wî hate dîtin û Taybet Înan a li Silopiyayê hate qetilkirin bên dîtin û wiha gotin: “Heke em bi paşeroja xwe re hevrû nebin, em nikarin pêşerojeke baş ava bikin.”
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windakiriyan bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya 774’emîn ku her hefte li dar dixin, pêkanîn. Malbat û ÎHD tevî barîna barana li Amedê jî li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezanê hatin bahev, aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiya wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin de gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî piştgirî dan çalakiyê.  
 
‘GUH BIDIN LÊGERÎNA EDALETÊ’ 
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê di çalakiyê de ewilî axivî, diyar kir ku gelek binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê ji ber neçareseriya pirsgirêka kurd e.
 
HEVRÛBÛNA CIVAKÎ  
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê tev li çalakiyê bû jî anî ziman ku fatoreya herî giran a ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd a li vî welatî di salên 1990’an de hate dayîn û wiha got: “Di salên 90’î de mirov bi darê zorê ji malên wan dihatin wergirtin û li cihekî dûr dihatin qetilkirin. An diavêtin li ber çeman an jî bêyî ku malbatên wan bên agahdarkirin bi awayekî veşartî dihatin veşartin. Tevî ku evqas sal derbas bûne jî hêj aqûbeta van mirovan tê pirsîn. Mixabin ji ber ku mexdûr kurd in lêpirsînek nayê destpêkirin û darizandin nayên kirin. Têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên salên 1990’an derbarê hêzên ewlehiyê de doz hatin vekirin. Lê yek bi yek veguhestin bajarên rojavayê Tirkiyeyê. Ev doz jî bi polîtîkayên necezakirinê yek bi yek bi têgeha demboriyê hatin girtin. An jî bi beraetê encam girtin. Em weke parazvanên mafên mirovan dibêjin li cem malbatên windakiriyan e. Heke em bi paşeroja xwe re hevrû nebin, em bi pirsgirêkên xwe yên civakî re hevrû nebin, em nikarin pêşerojeke baş ava bikin.”
Di çalakiya vê hefteyê de Endama Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî çîroka Hasan Esenboga yê di sala 1994’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê hate binçavkirin û piştî 4 rojan cenazeyê wî li zeviyeke vala ya li ser rêya Cizîr û Hezexê hate dîtin xwend. 
 
LI ÊLIHÊ ÇALAKIYA 610’EMÎN 
 
Li Êlihê jî ÎHD’ê û malbatên windakiriyan ji bo çalakiya xwe ya 610’emîn li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê hate bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de wêneyên windakiriyan hate hilgirtin. Malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dêrdûşa Şaristaniyê de Windakirin re (MEBYA-DER), Baroya Êlihê, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tev li çalakiyê bûn. 
 
TAYBET ÎNAN NEHATE JIBÎRKIRIN
 
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Taybet Înan a roja 5’emîn di qedexeya derketina kolanan a di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Silopiyayê hate îlankirin de hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê me hate xwendin. Çîrok ji aliyê Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Rezan Baytar ve hate xwendin. 
 
LI CIZÎRÊ JÎ DAXUYANÎ   
 
Şaxa ÎHD’a Şirnexê jî ji bo çalakiya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Kolana Hunerê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Şirnexê Haşîm Tûgûrlû yê di daxuyaniya gelek kes tev li bûn de axivî. Tûgûrlû, bi bîr xist ku malbatên windakiriyan 774 hefte ne çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û aqûbeta windakiriyên xwe dipirsin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Hasan Esenboga yê di 25’ê kanûna 1994’an de li gundê Bênat ê girêdayî navçeya Cizîrê di bin çavan de hate windakirin hate parvekirin. 
 
 
 
 

Sernavên din

15/04/2024
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
08:16 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket
14/04/2024
23:00 Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin
22:41 Li Mûşê zaroka ku kete çem jiyana xwe ji dest da
21:37 Girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ji ser hişê xwe çû
20:25 Tacîza çawişê pispor li Manîsayê hate şermezarkirin
19:54 Li Amedê keyfxweşiya serkeftinê
18:57 Zarokê ku kete çem rakirin nexweşxaneyê
18:47 Di êrişa SÎHA’yê ya Şarbajêr de ciwanek hate qetilkirin
17:55 Amedsporê Kastamonûspor têk bir û serkeftineke girîng bi dest xist
17:05 Daxwaza ji bo dubarekirina hilbijartina Gumuşhaneyê hate redkirin
16:48 Jina ku li dijî êrişê xwe parastî hate binçavkirin
16:30 Di 22 saliya xwe de kete hefsê di 52 saliya xwe de derket
15:42 Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re hevdîtin kir
15:10 Firarê şerê di navbera malbatan de ku 9 kes miribûn 10 meh piştre hate girtin
14:53 Li Nisêbînê meşa li dijî tacîzê: Em ê li dijî tundiyê xweparastinê pêş bixin
14:00 Xizmên girtiyan: Dê Nobeta Edaletê bi şêweyên nû yên çalakiyan bidome
13:08 Kesên ji ber derbkirina faîle tacîzê çawişê pispor hatin binçavkirin hatin berdan
12:58 ÎSÎG: Di 3 mehan de 425 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
11:37 Îsraîl: Îranê bi nêzî 290 moşek û ÎHA’yan êriş kir
11:27 Îran: Êrişên me biencam bûn, heke Îsraîl êrişê neke em êdî êriş nakin
10:34 Îsraîlê bang kir: Konseya Ewlehiyê ya NY’ê îro dicive
10:02 Tirkiyeyê du gundên Metînayê bombebaran kir
10:01 Îranê piştî êrişê got: Dibe ku bûyer hatibe girtin
09:56 Kovara Jînê bi manşeta ‘Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn’ derket
09:27 Li Hewlêrê dengê teqînan
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 140 roj in di çalakiyê de ne
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'
09:05 Rojnameger Silêman Ehmed 173 rojn in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Polîs, dozger û dadgeh tev bûne parçeya çerxa 'îşkenceyê!'
09:00 ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2024’AN
08:12 THY û Pegasusê seferên balafiran ên ji bo Îranê betal kirin
01:16 Îran dest bi êrişa Îsraîlê kir
00:47 Urdun sehaya xwe ya hewayê girt, li Îsraîlê dibistan hatin girtin
13/04/2024
23:50 Li dijî tecrîdê li Mannheîmê çalakî li Kopenhagê mitîng hat lidarxistin
23:24 Jinên Şengalî: Em pêngava xweparastinê dan destpêkirin
21:57 Kombûna Jinan a Zenûbiyayê têkildarî îşkenceyê daxuyanî da
21:37 Li Beyogluyê êrişa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
21:17 Rojnameger Dîlan Oynaş hate berdan
19:55 Evren Bariş Yavuz ê hatibû hedefgirtin hate girtin
18:45 Têkildarî qezaya teleferîkê biryara binçavkirina 13 kesan hate dayîn
18:17 Çawişê pispor ê faîlê tacîzê hate binçavkirin
17:57 Platforma 1’ê Gulanê li dijî qetlîamên karkeran banga Taksîmê kir
17:22 Di bobelata Teleferîkê de 17 kes rakirin nexweşxaneyê
16:59 TJA’yê bertek nîşanî tacîza çawişê pispor da: Em ê bêdeng nemînin
16:40 Li Edîrneyê jinek hate qetilkirin
16:39 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî tacîza çawişê pispor daxuyanî da
16:27 Gotin ‘Bila ji azadiyê re bibe rê’ û şitil danîn
16:23 Li Pakistanê êriş: 10 kes hatin qetilkirin
16:20 Nobeta Edaletê: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan biisrar in
16:05 ÎHD’ê xwest girtiyên nexweş Demîr, Guvel û Zorarslan bên berdan
15:32 Tacîza çawişê pispor bi meşê hate protestokirin: Faîl tê parastin
15:03 Cîhan Oral ê ji heman malbatê 3 kes qetil kirî hêj nehatiye girtin
15:00 Li Êlih û Colemêrgê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan xwestin faîlên Dagli bên darizandin
13:40 Odeya Endezyarên Makîneyê: Kontrolên teleferîkê nehatine kirin
13:28 Teleferîk ji ber hezazê şikestiye!
13:25 Gultekîn ê Fransayê radestî Tirkiyeyê kiribû hate girtin
13:15 Li Avûstralyayê eriş: 5 kes mirin
11:58 Xelkê Mexmûrê hevşaredarên xwe yên nû diyar kir
11:54 Qezaya teleferîkê ya li Antalyayê: 128 kes hatin tehliyekirin
11:14 Li Mêrdînê ji bo nan ji sedî 33 zem hate kirin
10:56 Ji NÇM’ê atolyeya tembûrê
09:39 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:26 Ji bo kampanyayên pirtûk û tembûran alîkarî hewce ye
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:09 172 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:07 Jina rastî destdirêjiyê hat: Piştevaniyê hêz da min, heya hesab neyê pirsîn ez ê bitêkoşim
09:04 Rojnamevan Işik: Erdogan, di hevdîtinên navneteweyî de li tiştekî xwe lê bigire digere
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2024'AN
08:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kirî hate derbkirin
12/04/2024
20:01 3 kes ji ber teqîna mayinan mirin
19:21 Hevşaredarên Licê mazbataya xwe girtin
16:30 Tehliyeya Alî Şen ê 30 sal in girtî ye cara duyan hate taloqkirin
16:27 Êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat hate protestokirin
15:50 Weqfa Mezopotamyayê kursa bisertfîka ya folklorê û edebiyata gelêrî dide destpêkirin
15:28 Ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de peyam: Berxwedana we hêviyê dide me