Gelê Wanê: Em di hilbijartinê de qeyûman bişînin cihê jê hatine

  • rojane
  • 09:04 26 Kanûn 2023
  • |
img
WAN - Gelê Wanê destnîşan kirin ku neheqiya herî mezin a li dijî kurdan hatiye kirin, tayînkirina qeyûman a şaredariyan e û destnîşan kirin ku ew ê qeyûman bişînin cihê ku jê hatine û gotin: “Li vî bajarî derveyî DEM Partiyê tu partî nikarin şarderiyan bi dest bixin.” 
 
Li Tirkiyeyê hilbijartinên herêmî dê di 31’ê Adara 2024’an de werin kirin. Xebatên diyarkirina berendaman ên partiyên siyasî berdewam dikin û herwiha serlêdanên ber namzetiyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh bi dawî bûn. Bi giranî li bajar û navçeyên Kurdistanê hezaran kes ji bo bernamzetiya hevşaredariyan û endamtiya Meclisên Şaredariyan serlêdan kirin. Piştî serlêdanan, dê piştî meha çileye, li bajarên ku DEM Partî lê bûye yekemîn û duyemîn, dê sindoq werin danîn û bernamzet dê bi pêşhilbijartinan werin diyarkirin. Li Wana ku ev du serdem in qeyûm tayînî şaredariya wan tê kirin, anîn ziman ku ew ê di vê hilbijartinê de dîsa bersiva pêwîst bidin qeyûman. 
 
‘NEHEQIYA HERÎ MEZIN’
 
Ji welatiyan Gunduz Erzengî destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman a şaredariyên ku gel hilbijartiye neheqî ye û ev tişt anî ziman: “Ev neheqiyeke mezin e li kurdan hatiye kirin. Bi salan in van bajaran qeyûm bi rê ve dibin û di qaseyên şaredariyan de qirûşek pere nehiştin. Li şûna şaredarê ku gel hilbijartiye bi rê ve bibe, waliyê hatiye tayînkirin şaredariyan bi rê ve dibin. Em ê dîsa biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin partiya xwe. Li Wanê derveyî DEM Partiyê tu partiyên din nikarin şaredariyan bidest bixin.” 
 
‘TEVAHIYA BAJÊR DI NAVA ÇOP DE YE’
 
Tahîr Çelenk da zanîn ku bajarên ku qeyûm bi rê ve dibin her sal bêhtir paş dikevin û wiha axivî: “Qeyûm tunehesibandina vîna gel e. Di dema qeyûm de tu razemenî li Wanê nehate kirin. Mînaka herî berbiçav, li cadeyên Mereş û Cûmhuriyetê yên herî qerebalix ên Wanê ne, paqijî nayê kirin. Di 8 salên dawî de qeyûm hemû xizm û mirovên xwe xisitn şaredariyan. Tu kes bi heqê xwe nakeve li wan deran. Bertil û torpîl gihiştiye radeya herî jor. Dema ku karkerekê bi rêya ÎŞKÛR’ê digirin kar jî, bi torpîlê digirin. Li Wanê du parlamenterên desthilatê hene û derveyî destûra wan tu kesê nagirin kar. Hemû wanî vê yekê dizanin. Polîtîkayên qeyûm bertil, torpîl, xizmên xwe xistina kar û xespkirina îradeya gel e. Ma hûn ê ji şaredariyên qeyûm bi rê ve dibin li benda çi bin? Di hêla gel de tu wateya qeyûman tune ye. DEM Partî dê di vê hilbijartinê de ji sedî 60-65 deng bistîne. Dê di tevahiya Tirkiyeyê de jî ji sedî 12 deng bistîne. Di hilbijartinên giştî de sedema ketina dengan a ji sedî 8’an tifaqa bi CHP’ê re bû. Li ser hilbijêran bandoreke neyînî ava kir.”
 
‘EM Ê QEYÛM BIŞÎNIN CIHÊ JÊ HATIYE’
 
Ji welatiyan Nedîm Şîpal jî anî ziman ku ew heya îro tu xizmeta qeyûm nedîtine û derbarê polîtîkayên qeyûm de ev tişt gotin: “Em qeyûm wek xesp û tunehesibandina gel bi nav dikin. Şaredariyên me ji me distînin, şaredarên me dixin girtîgehan. Ev tunehesibandina îradeya gelê kurd e. Ya ku dikeve ser me jî, dîsa stendina şaredariyan e û ji talana qeyûman re gotina ‘bisekine’ ye. Em ê wan bişînin cihê ku jê hatine. Qeyûm hatiye heya niha tu xizmet nekiriye, derveyî wê her derekê derxistiye firotinê. Dema em binesaziya dinêrin her der di nava herî û avê de ye. Feraseta şaredariyê ne wisa ye. Em ê di vê hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin wan û dîsa şaredariyan bi dest bixin.”
 
‘VÎNA GEL TUNE TÊ HESIBANDIN’
 
Mehmet Turkor jî bilev kir ku ji tayînkirina qeyûm heya niha tu xizmet nehatine kirin, her der herî ye, rê xerabe ne û wiha pêde çû: “Dama şaredarî di destê me de bûn her der rewşeke xweş de bû. Rê dihatin çêkirin, çop dihatin komkirin. Lê belê ev qeyûm hatine heta niha, em naxwazin li kolanan bigerin. Her der di nava herî û çopê de ye. Êm ê di hilbijarina li pêşiya me de dîsa şareadariyan bistînin û qeyûm bişînin cihê ku jê hatiye. Dîsa em ê bi gelê xwe re şaredariyên xwe bi rê ve bibin.”  
 
‘DÊ WIHA NEÇE’
 
Abdullah Gol jî diyar kir ku vîn û fikrên gel tune tên hesibandin û wiha axivî: “Em baş pê dizanin ku dê hilbijartineke nû çêbe û êm ê dîsa şaredariyên xwe bistînin. Divê êdî ji van polîtîkayên qeyûm re divê ‘bisekine’ were gotin. Dawiya dawî gel diçe hibijartinê û feraseteke ku şaredariyê bi rê ve bibe hildibijêre. Lê belê ev vîn û fikrên gel tune dihesibînin. Ev wiha dom nake, dê dom neke. Gel kê hilbijêre divê ew bi rê ve bibe.”
 

Sernavên din

02/01/2024
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
29/12/2023
17:53 Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan
17:11 Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin
17:09 ‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’
16:45 Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze
15:16 Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn
15:15 Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê
15:10 Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket
15:02 Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn
14:53 Serlêdana Egîtîm Senê ya ‘Esat Oktay Yildiran’: Divê berpirsyar bên cezakirin
13:30 DFG'ê Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist
13:19 Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest kir
12:49 Gundê Hespistê 9 roj in di bin dorpêçê de ye
12:30 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir
12:10 Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat: Hişmendiya Esat Oktay di meriyetê de ye
11:34 Îranê 3 girtiyên siyasî yên kurd bi darve kirin
11:32 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
11:16 Rojnamevan Karabay dîsa hate binçavkirin