Şaredariya AKP’î Milazgir da ber firotinê!

  • rojane
  • 10:54 26 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - AKP’a ku li Milazgirê bi awayekî qirêj şaredarî bi dest xist, li bajêr 391 parsel dan ber firotinê. Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz, anî ziman ku AKP bi dahata ji firotinê bi dest bixe dê xwe ji hilbijartinê re amade bike.  
 
AKP’a ku di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de bi 3 dengan bi awayekî biqusûr Şaredariya Milazgir a Mûşê bi dest xist, bi sedan neguhêzbar dan ber firotinê. AKP’ê di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de 3 hezar û 641 deng, HDP’ê jî 2 hezar û 638 deng wergirtin. AKP’ê çend mehan beriya hilbijartina 31’ê Adara 2024’an de hemû neguhêzbarên li navçeyê dan ber firotinê. 
 
Şaredariyê 391 parselên li ser 33 giravên cuda cih digirin, di 11’ê kanûnê de dan ber firotinê. Dîrokên îhaleyê weke 25-26-27 û 28’ê kanûnê hatin diyarkirin. 
 
Îlan li ser malpera fermî ya şaredariyê  û li ser malpera fermî ya Qeymeqamtiya Milagirê () cih girtin. 
 
FIROTINA ERD A BI TEQSÎT 
 
Li gorî îlanan 3 parselên ku qadeke wê 242 metreçargoşe û li ser 427 giravên li Taxa Aksûngûrê ne bi 59 hezar lîreyî da ber firotinê. 5 parselên ku 66 metreçargoşe û li ser heman giravê ne jî bi 16 hezar lîreyan dan ber firotinê. 4 parselên ku 999 metreçargoşe ne û li ser 689 giravên li Taxa Selçûklûyê ne jî bi 93 hezar lîreyan da ber firotinê. Şaredariyê di îlana firotinê de agahî da ku kesên dixwazin van parselan bikirin bi şertê ku berê 30 hezar lîre bidin, wê 12 mehan bikin teqsîd. 
 
BI 2 MILYON Û NÎVAN DAN BER FIROTINÊ 
 
Hate dîtin ku parsel û giravên din ên dan ber firotinê jî li taxên Selçûklûya Jêr, Selçûklû û Menguçgazî cih digirin. Li gorî îlanê erdê ku qada wî 25 hezar metreçargoşe ye (25 donim) bi 2 milyon û nîv lîreyan dane ber firotinê. 
 
BIR ROJEVA MECLISÊ 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê Sumeyye Boz mijar bi pêşniyarpirsekê anî rojeva Meclisê. Di pêşniyarpirsa ku pêşkêşî Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Mehmet Ozhasekî hat kirin de, sedema firotina van parselan û bihayê firotinê hat pirsîn.
 
‘ENDEZYARIYA CIVAKÎ TÊ KIRIN’ 
 
Boz a têkildarî mijarê me xwe gihandê, anî ziman ku AKP’ê têkildarî şaredariyên ku nikare qezenc bike û careke din nikare qezenc bike dest bi hileyan kiriye. Boz, veguhestina bi hezaran leşker û polîsên li 24 navend û navçeyên Kurdistanê weke mînak nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku ev yek “endezyariya civakî” ye. Boz, da zanîn ku ji navçeya Kopê hilbijêr veguhestine Milazgirê û navnîşanên beriya 6 mehan hilbijêr lê nebûn herî kêm 569 leşker û polîs veguhestine. 
 
NEGUHÊZBAR TÊN FIROTIN 
 
Boz, a qala parselên li Mûşê dane ber firotinê kir, wiha got: “AKP’ê bi awayekî biqusûr tenê bi 3 dengan şaredarî qezenc kiribû û hemû îtîrazên me yên li dijî vê yekê jî ji aliyê YSK’ê ve hatibûn redkirin. Niha jî şaredariyên AKP’î û qeyûman dikin ku tiştekê ji gel re nehêlin. Em beriya hilbijartinê dibînin ku madî û manewî hundirê şaredariyan tên valakirin. Firotina neguhêzbaran û deynên wan ên zêde jî nîşaneya vê yekê ye.”
 
Boz, destnîşan kir ku pereyê ji berîka gel derdikeve ji xizmeta gel re nayê xerckirin û wiha berdewam kir: “Em ji raporên Sayiştayê rewşa wan a deynan hîn dibin. Wekî din hin şaredariyên weke Milazgirê hene ku raporên wan ên Sayiştayê nehatine weşandin û neguhêzbaran difiroşin hene. Şaredariyên weke Kop, Gimgim, Vartînîs, Liz ên ku qeyûm tayînkirine hene. Ev tenê ne ji bo Mûş û navçeyên wê derbasdar in. Ev rewş belavî hemû Kurdistanê bûye.” Boz, anî ziman ku AKP bi dahata ji firotinê bi dest bixe dê xwe ji hilbijartinê re amade bike.  
 
‘EM Ê KIRYARÊN WAN DERXÎNIN HOLÊ’ 
 
Boz, destnîşan kir ku yekane sedemê van firotin û nelirêtiyan ne rant e, bûye şêweyeke rêveberiyê û got: “Lêçûnên li şaredariyên ku divê vîna gel temsîl bikin, ji gel re weke deyn tên nivîsîn. Desthilat li ber çavên me li dijî vîna gel sûc dike. Lê em jî dê ji her demê bêhtir kiryarên wan derxînin holê û ya aydê gel e em ê paş ve wergirin. Em ê şaredariyên xwe yên ku vîna gel temsîl dikin bi hev re ji tarîtî û hileyên wan xelas bikin.”
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

02/01/2024
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
29/12/2023
17:53 Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan
17:11 Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin
17:09 ‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’
16:45 Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze
15:16 Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn
15:15 Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê
15:10 Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket
15:02 Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn
14:53 Serlêdana Egîtîm Senê ya ‘Esat Oktay Yildiran’: Divê berpirsyar bên cezakirin
13:30 DFG'ê Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist
13:19 Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest kir
12:49 Gundê Hespistê 9 roj in di bin dorpêçê de ye
12:30 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir
12:10 Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat: Hişmendiya Esat Oktay di meriyetê de ye
11:34 Îranê 3 girtiyên siyasî yên kurd bi darve kirin
11:32 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
11:16 Rojnamevan Karabay dîsa hate binçavkirin