Mijarên di hevdîtinên bûdçeyê de derketin pêş: Axaftina bi kurdî û azadî

img
ENQERE - Di hevdîtinên bûdçeyê de axaftina parlamenterên DEM Partiyê ya bi kurdî, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û axaftinên têkildarî rola wî derketin pêş. 
 
Pêşniyarqanûna Bûdçeya Navendî ya Sala 2024’an tevî hemû nerazîbûnên partiyên muxalîf jî bêyî ku guhertinek weke kirin, li Lijneya Giştî ya Meclisê hate qebûlkirin.  Pêşniyarqanûna Bûdçeya Navendî ya Sala 2024’an” ku 11 trîlyon û 89 milyar lîre ye, di 17’ê cotmehê de bi îmzeya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêşkeşî Serokatiya Meclisê hate kirin. Bûdçeya ku li komîsyona Plan û Bûdçeyê hate nîqaşkirin, di 11’ê kanûnê de pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê hate kirin û duh bi dengên AKP-MHP’ê hate qebûlkirin. Nerazîbûn û daxwazan mohra xwe li hevdîtinên bûdçeyê dan. 
 
RÊYA 3’YEMÎN ŞERH DANÎ SER BÛDÇEYÊ 
 
Partiya sereke ya ku li dijî bûdçeyê muxalefet kirî, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû. DEM Partiyê diyar kir ku bûdçe ji hêla qesrê ve hatiye amadekirin, gelemperiya wê ji bo şer hatiye veqetandin û sedema krîzên piralî yên Tirkiyeyê jî çavkaniyên ji bo şer tên veqetandin in. Ji ber vê yekê jî şerh danî ser bûdçeyê. DEM Partiyê diyar kir ku çareserî di bûçeya Rêya Sêyemîn de ye. 
 
Di hevdîtinên bûdçeyê yên Lijneya Giştî ya Meclisê de ji ewil Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan axivîn. Hevserokan di axaftinên xwe de bal kişandin ser tecrîda 25 salan a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û qala rola Abdullah Ocalan a di çareseriyê de kirin. 
 
BI BÊTEHEMÛLIYA LI DIJÎ KURDÎ DEST PÊ KIR 
 
Bakirhan, bi kurdî dest bi axaftina xwe kir. Bakirhan, ji girtiyan re bi kurdî silav şand û wiha got: “Silav ji şopdarên felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ re. Silav ji keda rêya demokrasî û heqîqetê re...” Di vê navberê de Nûman Kurtulmuş ku rûniştina Meclisê birêve dibir got: “Ev der Komara Tirkiyeyê ye, gotinên xwe bi tirkî bike. Da ku em jî fêm bikin.” Hatîmogûllari jî bi zimanê xwe yê dayikê bi erebî gel silav kir û bal kişand ser pirsgirêka kurd. Hatîmogûllari got ku heke pirsgirêka kurd bê çareserkirin dê Tirkiye bihêztir bibe û banga çareserkirina pirsgirêkê li Meclisê kir. 
 
LI MECLISÊ FERZKIRINA ZIMANÊ TIRKÎ
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî bi zaravayê kirmanckî yê kurdî dest bi axaftina xwe kir. Uçar, girtiyên siyasî silav kir. AKP-MHP’î li dijî silava bi kurdî ya Uçar derketin. Kurtulmuş jî got ku zimanê tirkî zimanê fermî ye û ev tişt anî ziman: “Li TBMM’ê ji bilî tirkî nabe ku bi tu zimanên din bê axaftin.” Uçar jî wiha bersiv da: “Bi sala ye di vê mijarê de em têdikoşin. Dê ev têkoşîn ji vir û şûnde jî bidome.” 
 
KEZEB Û GOŞTÊ BERXIKAN BIRAŞTIN
 
Dema ku hevdîtin didomiyan, parlamenterên AKP’ê li baxçeyê Meclisê goştê berxikan û kezeb biraştin. Parlamentera AKP’ê ya Amedê Sûna Kepoglû Ataman li ser hesaba xwe ya medyaya dijîıtal ev dîmen parve kir. Bertekên tund li dijî vê hatin nîşandan. 
 
SAKIK JI RÛNIŞTINÊ HATE MENKIRIN 
 
Dema hevdîtinên bûdçeya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Parastinê didomiyan, parlamenterê AKP’î Mehmet Alî Çelebî di axaftina xwe de DEM Partiyî û CHP’î hedef girt. Parlamenterên DEM Partiyê jî bertek nîşandan û ji ber bertekê, Parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik ji rûniştinê hate menkirin. 
 
MUDAXILEYÎ HELBESTA KURDÎ KIRIN
 
Yek ji geşedanên din ên mohra xwe li hevdîtinên bûdçeyê dayî jî nîqaşên li ser zimanê dayikê bûn. Parlamenterên DEM Partiliyê di tevahiya hevdîtinên bûdçeyê de axaftinên xwe bi kurdî dest pê kirin. Di her axaftinan de têgehên kurdî û Kurdistanê derbas bûn. AKP, MHP û Partiya Îyî bi hev re li dijî vê derketin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî heqaretên li Meclisê li Şêx Seîd hatine kirin da û helbesteke bi kurdî ya ji bo Şêx Seîd hatiye nivîsandin xwend. Di vê navberê de Bekir Bozdag ku Meclis birêve dibir got ku xwendina helbesta bi kurdî li dijî xala 3’yan a Destûra Bingehîn e. 
 
Beştaş jî bi axaftina ingilîzî ya Obama ya li Meclisê bertek nîşanî Bozdag da. 
 
BI KURDÎ AXIVÎ, TIRKÎ NÎŞAN DA 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî li dijî vê bêtehemûliya li dijî kurdî, li ser kursî bi kurdî bersiv da û piştre jî wergera axaftina xwe ya tirkî li ser dovîzan nîşan da. Li ser dovîzan nivîsa “Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me dîroka me ye, zimanê me rûmeta me ye” hebûn. 
 
BERTEK NÎŞANÎ DAGIRKERIYÊ DA, KOVARA JINEOLOJIYÊ DA WEZÎR 
 
Yek ji mijarên herî zêde hatiye nîqaşkirin jî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û talan û diziyên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li herêmê dikin bû. Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupolo di axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya van çeteyan a bi Tirkiyeyê re û wiha got: “Zimanê zanîngeh û dibistanên li herêmên dagirkirî bi tirkî ye. Ev, zanîngehên pişaftinê ne. Lê li herêmên Rêveberiya Xweser xebatên jineolojiyê tên kirin.” Cupolo, piştre jî kovareke Jineolojiyê da Wezîrê MEB’ê Yûsûf Tekîn. 
 
ZEYTÛNGEHÊN EFRÎNÊ DI ROJAVA MECLISÊ DE BÛN 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli jî diyar kir ku li seranserî cîhanê hilberandina dohnê zeytê dikeve lê li Tirkiyeyê du qet zêde bûye. Gulderen ev pirs kir: “Gelo bandora 20 milyon darên zeytûnê yên Efrînê ya li ser vê rekorê çi ye?” 
 
‘GELO QET WE ACIZ NAKE’ 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû jî di hevdîtina bûdçeya tenduristiyê de axivî û got ku li ser pergala e-devletê bi 9 zimanan xizmet tê dayîn lê kurdî tune ye û ev pirs ji parlamenterên AKP’î yên kurd kir: “Gelo ma hûn qet ji vê rewşê aciz nabin?” 
 
JIN TÊN TUNE TÊN HESIBANDIN 
 
Di hevdîtinên bûdçeyê de yek ji mijara ku herî zêde bertek nîşanî AKP’ê hatine dayîn jî polîtîkayên wê yên li dijî jinan bûn. Parlamenterên DEM Partiyê yên di bûdçeya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî de axivîn gotin ku AKP jinan tune dihesibîne. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di hevdîtinan de got: “Tekane soza îktîdara zilam a AKP-MHP’ê dide jinan, tunehesibandin a wan e.” 
 
DEM PARTIYÊ DERSA WEKHEVIYÊ DA
 
Di tevahiya hevdîtinên Meclisê de mijara Kurdistanê hate nîqaşkirin. Parlamenterên AKP-MHP û Partiya Îyî di hemû rûniştinan de xala 3’yan a Destûra Bingehîn bi bîr xistin û li dij derketin. Lê parlamenterên DEM Partiyê biisrar peyva Kurdistanê bi kar anîn. Li dijî AKP-MHP’iyên digotin kurd wekhev in, Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sarûhan Oluç wiha bersiv da: “Min weke Serokwekîlê Koma HDP’ê dest pê kir, piştre bûm yê Partiya Çepên Kesk, piştre yê HEDEP’ê û niha jî Serokwekîlê Koma DEM Partiyê me. Wekhevî heye? Gelo we navên xwe guherandin?” 
 
Di hevdîtinan de her wiha li dijî qedexekirina konsera Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya ku dê bi boneya 32’yemîn salvegera avakirinê bihata lidarxistin, bertek hate nîşandan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî jî bal kişand ser çeteyên tiryakê û got ku Tirkiye veguheriye navenda çeteyên sûc. 
 
GOT ‘OCALAN ÎRADEYA MILYON KESA YE’ 
 
Parlamenterên DEM Partiyê di tevahiya hevdîtinan de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rola wî ya di çareseriyê de. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş dema di vê mijarê de diaxiviya, parlamenterên AKP-MHP û Partiya Îyî xwe nerazî kirin. Beştaş, axaftina xwe domand û wiha got: “Em ji birêz Ocalan re dibêjin birêz Ocalan. Ji ber ku bi milyonan kurd dibêjin îradeya min e û rêberekî siyasî ye.” Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan jî di rûniştina rojek piştre de wiha got: “Bi milyonan kes ji birêz Ocalan re dibêjin îradeya min e.” Parlamenterekî AKP’î bertek nîşanî vê gotinê da. Li ser vê yekê Kunt wiha bersiv da: “Gelê kurd ji bo Ocalan dibêje îradeya min e. Kirina van gotinan hedê te nîne.” 
 
‘EV 12 HEZAR SAL IN EM LI SER VÊ XAKÊ DIJÎN’ 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan jî di Meclisê de bi zimanê xwe yê dayikê suryankî Noel pîroz kir. Parlamenterê Partiya Îyî Lutfu Turkan bertek nîşan da. Lê tevî vê yekê Aslan axaftina xwe domand. Aslan, ev tişt anî ziman: “Em ji gerstêrkeke din nehatine vir. Em xwecihên vê xakê ne. weke gelên sumer, akad, asur û babîlan em 12 hezar sal in li ser vê xakê dijîn. Hûn dê vî zimanî qebûl bikin.” 
 
BANGA JI BO LI DIJÎ TECRÎDÊ ÎNÎSIYATÎFÊ LI XWE BIGIRIN 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de axivî. Aydenîz, bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: “Divê ev Meclis li ser tecrîdê biaxive ku sûcekî li dijî mirovahiyê ye û înîsiyatîfê li xwe bigire.” 
 
BAL KIŞAND SER FIKRÊN OCALAN
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal jî di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de bertek nîşanî tecrîdê da û wiha got: “Li welatên ku em navên wan jî nizanin fikrên Ocalan tên nîqaşkirin û xwedî lê derdikevin. Guh bidin fikrên birêz Ocalan, tecrîda mutleq bi dawî bikin. Heke hûn bixwazin pêşiya demokratîkbûn, aştî, azadî û edaleta li Tirkiyeyê vekin, wê demê tecrîdê rakin û ji bo azadiya birêz Ocalan em tevek berpirsyartiyê li xwe bigirin.” 
 
NIRXÊ GELÊ KURD E 
 
AKP-MHP’iyan li dijî Abdullah Ocalan gotin kirin û Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sarûhan Oluç jî wiha bersiv da: “Gotina dawî jî ev e; Abdullah Ocalan nirxekî gelê kurd e.” 
 
TÊKILIYA ÎMRALI Û TECRÎDA LI TIRKIYEYÊ DI MERIYETÊ DE 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk jî di hevdîtinên Wezareta Karên Derve de axivî û got ku polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê îflas kiriye. Ozturk, got ku sedema vê neçareserkirina pirsgirêka kurd e û ev tişt anî ziman: “Bi tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan re Tirkiye jî hate tecrîdkirin.” 
 
BRESIV NEDA 
 
Di hevdîtinên bûdçeyê de pirsa “Li Îmraliyê çima tecrîd di meriyetê de ye?” hate kirin lê Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bersiv neda. Ji bo pirsa; “Gelo di erdheja Gemlîkê de xesarek gihişt Girtîgeha Îmraliyê yan na?” jî Tunç wiha got: “Li Girtîgeha Îmraliyê tu xesar çênebûne.” 
 
DI EDALETÊ DE TU TIŞTEK NEHAT KIRIN 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî di hevdîtinên bûdçeyê de axivî û got ku AKP’ê di mijarên edalet, demokrasî, tenduristî, ekolojî, çandinî û azadiyê de tu tiştek nekiriye lê di mijarên nelirêtî, xizanî û qedexeyan de bi ser ketiye. 
 
BANGA ÎNÎSIYATÎFA ÇARESERIYÊ LI MECLISÊ KIRIN 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik jî di Meclisê de mafê axaftinê girt û bal kişand ser mirina 12 leşkeran. Sakik, got ku şer çareserî nîne û pirsgirêka kurd tenê bi guftûgo û muzakereyan dikare bê çareserkirin. Sakik, ev bang li Meclisê kir: “Başiya herî mezin a ku em ji bo van xakan bikin ew e ku em pêşiya vê xwîn û tundiyê bigirin.”
 
Beştaş jî di roja dawî ya hevdîtinên bûdçeyê de axivî û wiha got: “AKP’ê Tirkiye xistiye nava pêvajoyeke tarî. Tecrîda li ser birêz Ocalan mînaka vê ya herî şênber e. Tu wijdan nikarin vê tecrîdê ragirin. Ev, birîna vî welatî ye. Dermankirina vê birînê jî bi vekirina deriyên Îmraliyê dibe.” 
 
Oluç jî di roja dawî ya hevdîtinan de bang li Meclisê kir ku ji bo çareseriyê înîsiyatîfê li xwe bigire. 
 
Hevdîtinên bûdçeyê di tevahiya şevê de dom kirin û bi dengên AKP-MHP’ê hate qebûlkirin. 
 

Sernavên din

02/01/2024
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
29/12/2023
17:53 Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan
17:11 Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin
17:09 ‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’
16:45 Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze
15:16 Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn
15:15 Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê
15:10 Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket
15:02 Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn
14:53 Serlêdana Egîtîm Senê ya ‘Esat Oktay Yildiran’: Divê berpirsyar bên cezakirin
13:30 DFG'ê Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist
13:19 Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest kir
12:49 Gundê Hespistê 9 roj in di bin dorpêçê de ye
12:30 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir
12:10 Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat: Hişmendiya Esat Oktay di meriyetê de ye
11:34 Îranê 3 girtiyên siyasî yên kurd bi darve kirin
11:32 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
11:16 Rojnamevan Karabay dîsa hate binçavkirin