ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 27 Kanûn 2023
  • |
img
* Gundê Çoçelî yê kurdên elewî yê bi ser navçeyê Bazarcix a Mereşê bi talankirina xwezayê vê rû bi rû hatiye hiştin. Şêniyên gund bertek nîşanî fabrîqaya çîmento û kana keviran ên li nezî gund hatine avakirin dan û xwestin ev fabrîqa ji gundê wan bên rakirin. 
 
* Berdevkê Înîsiyatîfa 78'an Celalettîn Can diyar kir ku ji ber piştevaniya hatiye nîşandan hatiye berdan û got ku divê xwedî li hemû girtiyan bê derketin.
 
* Cezayê polîs Hamdî Karaca ku Erhan Eser qetil kir hat kêmkirin û bi giştî 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Dadgehê sedema biryara xwe eşkere kir. Dadgehê got: "Derfetê wî hebûye ku zêdetir guleyan bera wesayîtê bide, lê nekiriye." 
 
* Bajarên beton ên ku ji aliyê rantxwiran ve hatine afirandin, di sala 2023'yan de ji mirovan re bûn gor. Cîhana ku hevsengiya wê ya ekolojiyê hat serobinokirin, gava bi erdhej û lehiyan hejiya, sala 2023'yan ji bo xwezayeke jiyanwer bi têkoşînê derbas bû. 
 
* Nûnerê Komîsyona Ewropa yê DEM Partiyê Faik Yagizay diyar kir ku di hevdîtina bi rayedarên CPT’yê de, bersîva ‘Hevkariyê’ ya Wezareta Karên Derve ya têkildarî Îmraliyê hatiye rojevê û bersîva “Daxuyaniyek giştî parvekirine. Ev nayê wateya ku CPT têkildarî tecrîdê di nava hevkariyê de ye” girtine. 
 
* Bi ser qetilkirina Ahmet Gun re 17 roj derbas bûn lê hêj jî kujerên wî nehatine girtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Qilebanê Abdullah Gun diyar kir ku heman gef li wî jî hatine xwarin û wiha got: “Kujerên heval Ehmed kontra ne lewma nayên girtin.” 
 
* Cansel Encû di dema Komkujiya Roboskê de 10 salî bû û birayê xwe winda kir. Encû, şeva komkujiyê wiha vedibêje: “Dema min destê xwe da cenazeyê birayê xwe, laşê wî cemidî bû. Wê kêliyê min hîs kir ku dê birayê min êdî venegere. Ji ber komkujiyê, zarokatiya min pir dijwar derbas bû.” 
 
* Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirk navê îşkencekarê Girtîgeha Amedê Esat Oktay Yildiran li dibistaneke seretayî kir. Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Piştgiriyê ya 78’an a Amedê Ahmet Ertak bertek nîşan da û ev yek weke durûtî pênase kir. 
 
* Doza Hevşaredarên Pasûrê Fatîh Taş û Fatma Ay dê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
 
* Doza têkildarî qetilkirina Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ji hêla tetîkkêşê Hîzbûllahê Cîhan Yildiz ve dê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
 
* Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)
 
* Nobeta Edaletê ya li Amed, Stenbol, Wan, Mêrsîn û Edeneyê hatiye destpêkirin dê bidome. Dê li Îzmîrê jî starta çalakiyê bê dayîn. (11.00-17.00)
 
* Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê tev li kongreya DEM Partiyê ya Şirnexê bibe. (11.00)
  
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê têkildarî êrişa li dijî partiya wan li navenda giştî daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ
 
* Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê dê têkildarî grevên birçîbûnê li Navenda Giştî ya ÎHD’ê daxuyaniyê bide. Komîsyona Şopandinê ya Baroya Wanê jî dê têkildarî heman mijarê daxuyaniyê bide. (12.00-12.30) ZINDÎ
  
* DBP û DEM Partî dê têkildarî girtin û binçavkirinan li pêşiya AZC Plaza ya Amedê daxuyaniyê bidin. (15.00) 
 

Sernavên din

02/01/2024
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
29/12/2023
17:53 Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan
17:11 Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin
17:09 ‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’
16:45 Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze
15:16 Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn
15:15 Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê
15:10 Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket
15:02 Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn
14:53 Serlêdana Egîtîm Senê ya ‘Esat Oktay Yildiran’: Divê berpirsyar bên cezakirin
13:30 DFG'ê Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist
13:19 Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest kir
12:49 Gundê Hespistê 9 roj in di bin dorpêçê de ye
12:30 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir
12:10 Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat: Hişmendiya Esat Oktay di meriyetê de ye
11:34 Îranê 3 girtiyên siyasî yên kurd bi darve kirin
11:32 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
11:16 Rojnamevan Karabay dîsa hate binçavkirin