Li 3 bajarên mezin ji bo DEM Partiyê 590 serlêdan hatine kirin

  • rojane
  • 14:41 27 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Li bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ji bo hevşaredariyê bi giştî 590 kesan serlêdan kirine. 
 
Serlêdanên bernamzetiyê yên ji bo Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di roja 25’ê kanûnê de bi dawî bûn. Tê payîn ku di meha çileyê de namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin. Li bajarên mezin ên weke Amed, Wan û Mêrdînê ku kelehên DEM Partiyê ne, bi sedan kesan ji bo bajarên mezin û navçeyan serlêdan kirin. 
 
AMED: 243 SERLÊDAN HATIN KIRIN 
 
Di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an ên rêveberiyên herêmî de ji 18 şaredariyan 15 jê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qezenc kir. 2 şaredarî AKP’ê û yek jî Partiya Saadetê bi dest xist. Ji şaredariyên HDP’ê qezenc kiribûn li 14’an qeyûm hatin tayînkirin. Niha tenê Şaredariya Çinarê di destê HDP’ê de ye. 
 
Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2024’an bi giştî 243 serlêdan ji bo DEM Partiyê hatin kirin. Ji vê hejmarê 12 jê (3 jin in) ji bo hevşaredariya bajarên mezin hatin kirin. Yên din jî ji bo hevşaredariyên navçeyan e. 
 
WAN: JI KESÊN SERLÊDAN KIRIN 44 JÊ JIN IN 
 
Di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an de li Wanê HDP’ê ji 14 şaredariyan 10 jê qezenc kir. AKP’ê jî 4 şaredarî bi dest xist. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi hinceta ku hevşaredarên HDP’î yên şaredariyên navçeyên Ebex, Tuşba û Artemêtanê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatine îxrackirin, ev şaredarî dan namzetên AKP’î yên di hilbijartinê de têk çûne. Bi vê yekê re hejmara şaredariyên di destê HDP’ê de ketin 7’an. Piştre jî li tevahiya şaredariyên HDP’ê qeyûm hate tayînkirin. 
 
Ji bo hilbijartinên pêş, gelek serlêdan ji bo DEM Partiyê hatin kirin. Bi giştî ji bo 13 şaredariyan 208 serlêdan hatin kirin. Ji vê hejmarê 12 jê ji bo hevşaredariya bajarê mezin in. Ji 208 kesên serlêdan kirin 44 jê jin in. 
 
MÊRDÎN: 139 SERLÊDAN HATIN KIRIN 
 
Li Mêrdînê bi giştî 11 şaredarî hene. HDP’ê di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de şaredariya bajarê mezin û şaredariyên 5 navçeyan bi dest xist. AKP’ê jî 5 şaredarî bi dest xist. 
 
Ji bo hilbijartina 31’ê adara 2024’an li Mêrdînê ji bo DEM Partiyê 50 jê jin bi giştî 139 kesan serlêdan kirin. Ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi giştî 16 kesan serlêdan kirin. Ji van 6 jê jin in. 
 
DÊ LI HEMÛ NAVÇEYAN PÊŞHILBIJARTIN BÊ KIRIN 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn têkildarî serlêdanan axivî û got ku beriya pêşhilbijartinan mulaqat hatine kirin. Şahîn, wiha domand: “Piştî bidawîbûna mulaqatan, dê dosyaya me dîsa bê ber destê komîsyonê û dê pêşhilbijartin bên kirin. Dê pêşhilbijartin li hemû bajar û navçeyan bên kirin. Beriya pêşhilbijartinê dê lîsteya delegeyan bê daliqandin. Em ê firsendê bidin bernamzetan ku xwe bidin naskirin. Kesên di pêşhilbijartinê de bi ser ji sedî 50’ê (50+1) wedigirin dê bibin namzetên hevşaredariyê. Heke ji sedî 50+1 ne wergirin jî dê her du kesên di rêza yekemîn û duyemîn de dîsa bikevin pêşbirkê.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ QEYÛM DA 
 
Şahîn, bal kişand ser hejmara serlêdanan û axaftina xwe wiha qedand: “Hejmara zêde ya serlêdanan, bertekekî li dijî tayînkirina qeyûman, girtina siyasetmedaran û êrişan e. Namzetên me weke hevşaredartî yan jî endamtiya meclisê li van serlêdanan nanihêrin. Ji bo berteka li dijî qeyûm serlêdanan dikin û wisa tev li pêvajoyê dibin. Dema me sindoqa danîn, dê hemû kesên di nava delegasyonê de hay jê bibe. Em dixwazin tevek jî bên û dengê xwe bidin.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

02/01/2024
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
29/12/2023
17:53 Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan
17:11 Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin
17:09 ‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’
16:45 Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze
15:16 Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn
15:15 Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê
15:10 Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket
15:02 Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn
14:53 Serlêdana Egîtîm Senê ya ‘Esat Oktay Yildiran’: Divê berpirsyar bên cezakirin
13:30 DFG'ê Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist
13:19 Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest kir
12:49 Gundê Hespistê 9 roj in di bin dorpêçê de ye
12:30 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir
12:10 Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat: Hişmendiya Esat Oktay di meriyetê de ye
11:34 Îranê 3 girtiyên siyasî yên kurd bi darve kirin
11:32 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
11:16 Rojnamevan Karabay dîsa hate binçavkirin