Prof. Dr. Ahmet Ercan ji bo Geverê hişyariya erdhejê kir

img

WAN - Endezyarê Bilind ê Jeofizîkê Prof. Dr. Ahmet Ercan ê erdhejên li Colemêrgê çêbûn nirxandin wiha got: “Teqeze ku dê erdhej li ser şikesteke Geverê çêbibe. Licê, Wan, Colemêrg, Tetwan, Bedlîs û Mûş jî qadên ku dê di asta yekemîn de bi bandor bibin in.”

Bandora erdhejên di 6’ê sibata 2023’yan de ku navenda wan Mereş bû, hêj didomin. Ji pisporan ji bo bajarên cuda her tim hişyarî tên kirin. Colemêrg û navçeyên wan jî di nav bajarên ku tên hişyarkirin de ne. Hişyariyên tên kirin û erdhejên bi pileya 4.4, 3.5 û 4.5 ku di 31’ê kanûnê de li ser hev çêbûn, rê li ber fikarên cidî vekirin. Endezyarê Bilind ê Jeofizîkê Prof. Dr. Ahmet Ercan têkildarî erdheja Colemêrgê ya gengaz û rîskên wê ji ajansa me re axivî. 
 
Endezyarê Bilind ê Jeofizîkê Prof. Dr. Ahmet Ercan
 
JI BO GEVERÊ HIŞYARΠ
 
Ercan ê ji bo navçeya Gever a Colemêrgê hişyarî kir, anî ziman ku li Başûr Mertala Ereban bi xeta fayê ya Anatoliyayê re li hev dikevin û ev jî dibe ku rê li ber encamên nebaş veke. Ercan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Li cihê ku li hev dikevin Torosên Rojhilat ku bi Kemera Kenet a Bedlîsê tê binavkirin, bi rêya şikesteka Geverê bi Îranê ve tên girêdan. Ev şikestek, şikestekeke zindî ye û gelek dirêj e jî. Ji ber vê yekê min di sala 2001’ê de hişyar kiribû ku ev şikestek dikare erdhejeke li dora bi pileya 7’an çêbike. Dema di sala 2011’an de erdheja Wanê ew giranî vala kir, min diyar kir ku giranî veguheriye ser xeta Colemêrgê. Erdhejên niha nîşan didin ku giranî li herêmê ye. Di mijara dê kengî erdhej çêbibe niha agahiyeke me nîne lê em dizanin ku erdhej dê teqez li ser şikesteka Geverê çêbibe.”
 
‘HERÊMÊN HERÎ BI RÎSK’  
 
Ercan, bal kişand ku di erdhejan de ne şikestek, hejandinên pêk tên dibin sedema hilweşandinê û wiha lê zêde kir: “Di sala 2020’an de li Sîsan a Îzmîrê erdhejek çêbû. Pileya erdhejê 6.9 bû. Li Bayrakli ya Îzmîrê ku ji Sîsanê nêzî 100 kîlometreyan dûr e nêzî 18 avahî hilweşiyan. Gelo şikesteka di nava Sîsanê re derbas dibû? Na derbas nedibû. Wê demê ya di erdhejê de hilweşîne şikestek nîne. Pêl dibin sedema hilweşînê. Niha li ser xeta Pilumuriye ya Dêrsimê şikestekek heye lê nayê wê wateyê ku di her şikestekeke zindî de dê erdhej çêbibe.”
 
Ercan, ê qala herêmên birîsk kir, îşaret kir ku Lewheya Ereban ber bi bakur ve Anatoliya Rojhilat dişidîne û got: “Heke em cihên herî bi rîsk rêz bikin; Amed, Licê, Wan, Colemêrg, Tetwan… Ji bilî van Bedlîs û Mûş. Ev bajar, bajarên ku di asta yekemîn de bandor bibinin.”
 
‘DIVÊ HERÎ KÊM DU RÊYÊN VEGUHESTINÊ HEBIN’ 
 
Ercan, da zanîn ku firsend nedîtiye ku li Colemêrgê bigere û avahiyan lêkolîn bike, bi lêv kir ku dê di demekî nêzîk de li Wan û Colemêrgê xebatan bimeşîne. Ercan, nebûna rêyên veguhestinê yên alternatîf ên li Colemêrga rîska erdhejê lê heye rexne kir wiha got: “Dema em li nexşeyê dinêrin yekane rê heye ku diçe Colemêrgê. Dema erdhej çêbû, rêyên veguhestinê qelebalix û tejî dibin. Di vê rewşê de xwegihandina herêmên erdhejê yên tîmên xelaskirinê  gelek zehmet dibe. Divê di dema erdhejê de hatin û çûyînê bi helîkopterê bikin. Divê helîkopter bên bikaranîn. Bi armanca veguhestina bajêr û rewşa wan a afetê li ber çavan hate girtin divê herî kêm du rêyên veguhestinê hebin. Tevî ku li Tirkiyeyê me jî dizanim yekane pirsgirêka rê ya Wan û Miksê nehatiye çareserkirin. An ku dema ji ber rêya zivistanê tê girtin ji xeta bajarekî din diçin bajêr. Miks herêma erdhejê ye? Belê herêma erdhejê ye. Li Colemêrgê jî heman pirsgirêk heye.”
 
‘XIZAN DI BIN KAVILAN DE DIMÎNIN’ 
 
Ercan, destnîşan kir ku bi rêveberiyeke zana û aboriya dewletê dikarin li dijî erdhejê bergiriyan bigirin û wiha berdewam kir: “Divê di heman demê de rewşa aboriya gel jî bi hêz be. Divê xizan nebe. Li welatekî ku mûçeya kêmtirîn lê 17 hezar û 2 lîre ye, ji bo kesek bikare xwe ji erdhejê biparêze divê herî kêm 45 hezaran mûçe wergire. Niha kirêya avahiyeke li gorî rêgeza erdhejê herî kêm 15 hezar e. 54 sal in zanyarê erdhejê me min dît ku ne xwediyê xanî her tim mirovên xizan ji bin kavilan hatine derxistin. Kesên di şer de jî dimirin xizan in, kesên di erdhejê de jî dimirin xizan in. Yên xelas dibin jî bêkar dimînin seqet dibin, ev rewş wiha ye. Serê her tiştî aborî ye. Ji bo ku li Tirkiyeyê ji ber erdhejê mirin çênebin divê aborî were rastkirin. Kesekî xizan nikare li maleke saxlem rûne. Ji ber ku niha herkes têkoşîna ku nanekê bibe mala xwe dide. Divê em rastiyê biaxivin, ev rewş ne bûyera ‘fay hat fay çû ye’. Erdhej bûyereke wêdetir e. Bûyereke xwezayê ye, nikare were astengkirin û divê erdhejê bi qederê ve girê nedin. Çima nabe qedera fransiz, ya emerîkayê? Rewşa were lêpirsîn ev e.”
 
MA / Rûken Polat
 

Sernavên din

13/05/2024
12:47 Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man
12:44 Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye
12:18 Cîgirê komîserî hevjîna xwe û du zarokên xwe qetilkirin
12:17 Li Wanê hejmara binçavkiriyan gihişt 55'an
11:45 Jina ku bi guleya di dawetê de hate berdan birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:39 Ji 159 kesan têkildarî Doza Kobanê daxuyanî: Dê bandorê li pêşeroja welat bike
11:31 Meclisa Jinan a DBP’ê: Heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin
10:46 Şandeya TAJÊ ji bo kampanyaya 'xweparastinê' serdana Bexdayê kir
10:27 Di lêpirsîna Alî Velî de tevî dîmenên îşkenceyê biryara neşopandinê hate dayîn
10:24 Lêkolînê sehayê: Her ku temen dikeve axaftina bi zimanê dayikê kêmtir dibe
10:16 Li Dîlokê tundiya mêr: Jinek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 202 roj in agahî nayê girtin
09:33 Girtiyên siyasî 169 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:24 Înfaza girtiya siyasî Başligê hate şewitandin
09:05 Dadgehên Cezayê yên nû: ÎGK
09:01 OHD dê ji bo Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bide
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Xwebûn bi manşeta “Her dem kurdî” derket
12/05/2024
22:02 Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê didomin
21:53 Gora Feqiyê Teyran bi girseyî hate ziyaretkirin
21:31 Cenazeyê Soydan li Geverê hate veşartin
21:15 Şerzan Kûrt li Mûglayê hat bibîranîn
20:39 Beriya Doza Kobanê jin li hev civiyan: Ya tê darizandin têkoşîna me ya hevpar e
19:32 MED-DER li Pasûrê bi zarok û jinan re civiya
19:25 Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Dîwana Dengbêjan hate danîn
18:57 Tevî astengiyan serdana Şenyaşarê kirin: Me hemûyan temsîl dike
18:21 Li Bismilê ji bo Cejna Zimanê kurdî panel û xwendina helbestan
17:51 301 madenvan di salvegera xwe ya 10’emîn de hatin bibîranîn
16:45 Cenazeyê Soydan dibin Geverê
16:41 Xizmên girtiyan piştgirî dan çalakiya girtiyan
16:34 Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn 35 hezar derbas kir
15:33 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:43 AFAD 4 saet piştre çû cihê qezayê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
14:34 Li Endonezyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 11 kes mirin
14:24 Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye
13:52 Arat a tehliye bû: Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere
12:29 Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in
11:53 Bihayê zêr dîsa rabû
11:18 Li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn: 327 kes mirin
10:47 Li girtîgehê mirineke biguman
10:42 Qanûna ku destûra îmarê ji holê radike kete meriyetê
09:35 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê’ derket
09:21 Di rojekê de herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên
09:16 Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê
09:04 Li girtiyê 31 sal in di girtîgehê de ye doza 'heqareta li serokkomar' hat vekirin
09:04 Yekitiya Ekolojiyê civiya: Li dijî qirkirinê banga têkoşîna hevpar
09:02 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê dike: Armanc 100 tîm
09:02 Midûriyeta Girtîgehan berpirsiyarî xist stuyê cendirmeyan
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed ev 201 roj in li ku ye?
09:00 Girtiyên siyasî 168 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:00 12'Ê GULANA 2024'AN
08:54 Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
11/05/2024
22:04 Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
19:13 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşarê di roja 100’emîn de ye
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir
20:25 Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê
20:08 Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
16:41 Rojnameger Celal Başlangiç li Stenbolê hat bibîranîn
16:19 Li Wanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî hate aşkerekirin
16:10 Doza şantaj û tecawiza li dijî zarokê ya li Îdirê hate taloqkirin
16:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîdê bê rakirin, daxwaz bên qebûlkirin
15:38 Artêşa Îsraîlê Refah dorpêç kir: 110 hezar kes ji cihê xwe bûn
15:34 Parêzeran li bûlwara qeza lê çêbûyî bang kirin
15:04 Bertek nîşanî qirkirina daran a li Dêrsimê dan
13:56 ÎSÎG: Di meha nîsanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:40 Mamoste li dijî tundiyê li qadan e
13:24 Îdianameya 9 rojnamevanan pêşkeşî dadgehê hate kirin
13:21 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 0,1 kêm bû
13:17 Celal Başlangiç hate definkirin
12:36 Li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Amedê gelek girtî hatin sewqkirin
12:27 Ji Dadgeha Bilind biryara ‘Qanûna Sansurê’: Cezayê rojnamevan Aygul hate xerakirin
12:09 Welatiyê çûbû pincarî mirî hate dîtin