Li Başûrê Kurdistanê komkujiyên jinan zêde dibin: Dema kujer endamê PDK'ê be nayên darizandin

  • rojane
  • 09:00 12 Çile 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federe ya Kurdistanê kuştin û tundiya li dijî jinan roj bi roj zêde dibe. Ji RJAK'ê Evîn Gulîzarê da zanîn ku piraniya kujerên jinan endamên partiya desthilatdar a siyasî ne û got: "Endamtiya van kujeran a di partiyeke deshilatdarê de dibe sedem ku kujer neyên cezakirin. Nahêlin ku daraz û dadgeh xweser tevbigerin. Ji ber wê jî hikûmet hejmara rast a jinên qetilkirî vedişêre." 

Tundî, zext û êrişên li ser jinan roj bi roj zêde dibin. Jinên ku li her deverê para xwe ji tundî û kuştinê digirin, di encama polîtîkayên desthilatdaran de her roj rastî tundî û qetilkirinê tên. Ji deverên ku binpêkirina mafan, kuştin û tundî zêde lê hene yek jê jî Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Hikûmeta heyî, heta niha ji bo pêşîlêgirtina tundî, komkujî û tecawizê gavên girîng neavêtine. Li herêma ku herî zêde mafên jinan lê tê binpêkirin û her roj jin rastî tundiyê tên, tu tevdîr nayên girtin. Li Herêma Federe ya Kurdistanê ku di navbera salên 2016-2023'an de ji sedî 33’yê tundiya li ser jinan zêde bûye, li gorî daneyên fermî di sala 2022'yan de bi hezaran jin rastî tundiyê hatine û 75 jin hatin qetilkirin. Di  sala 2023'yan de jî 64 jin hatin qetilkirin. 
 
Li herêmê zext û tundiya li ser jinan roj bi roj zêdetir dibe. Hejmara kuştina jinan a biguman êdî hejmara cînayeta jinan derbas kiriye. Kuştin bi piranî wekî "xwekuştinê" tên nîşandan. Polîtîkayên hikûmetê û pergala darazê ya heyî ku hêz dide mêran li herêmê tundiyê birêxistin dike. Der barê tundî, zext û kuştina jinan a li herêmê de ji Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Evîn Gulîzar axivî. 
 
'DI 2023'YAN DE 64 JIN HATIN KUŞTIN'
 
Gulîzarê diyar kir ku li herêmê tundî û kuştinên jinan sal bi sal zêdetir dibin û wiha axivî: "Başûrê Kurdistanê yek ji wan herêm an jî welatên Rojhilata Navînê ye ku jin bi awayekî zêde û berçav lê tên kuştin û rastî îşkenceyê tên. Lê tevî hemû rêxistin û saziyên jinan ê li  Başûrê Kurdistanê jî roj bi roj û sal bi sal hejmara jinên ku tên qetlkirin û rastî tundiyê tên zêde dibe. Sedemên zêdebûnan jî nêzîkatiya şaş ya civakê, ku xwe di meseleya 'namûsê' de dibîne, rewa dike. Kuştinên jinan bi vî awayî meşrû dikin. Pergala desthilatdar a baviksalar rê li ber kuştina jinan vedike. Em zêde dûr neçin, di sala 2022'yan de bi hezaran jin rastî tundiyê hatin û tenê di salekê de 75 jin hatin qetilkirin. Di sala 2023'yan de jî tenê di 9 mehan de 64 jin bi rêbazên cuda hatin kuştin. Bi sedan jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve, wekî bav, bira, hezkirî û hevjînê xwe ve, hatin qetilkirin. Li vir jin ji derveyî malbata xwe jî rastî tundî û îşkenceyê tên. Ji ber wê pêwîst e ku saziyên mafên jinan karekî hevbeş û komxebatekê pêş bixin da ku karibin pêşî li vê tundiyê bigirin. Heke em xebateke hevpar nedin meşandin her roj dê yek ji me bê qetilkirin." 
 
'SAZIYÊN JIN Û MAFÊN MIROVAN JÎ BI HIŞMENDIYA CIVAKÊ TEVDIGERIN'
 
Gulîzarê bi lêv kir ku li pişt mêrê kujer hişmendiya desthilatdar a hikûmetê heye û wiha got: "Hem ji aliyê hikûmetê ve hem jî ji aliyê malbat û pergala serdest ya eşîran ve rê li ber tundî û kuştinên jinan tê vekirin. Bi taybetî jî li dever û herêmên dûr jî navendên bajaran sazî û navendên mafê mirovan ê ku li dijî qetilkirina jinan in jî, bi hişmendiya civakê tevdigerin. Jin bi zehmetî dikarin xwe bigihînin wan sazî û navendan. Ev sazî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan gavekî navêjin û xwe bêdeng dikin. Bi diyarkirî di nava wan çend mehên borî yên îsal de tenê sê jinan serî li me dane. Piştî gengeşî û lêkolînên li ser pirsgirêkên wan bi mudexeleya parêzerên me em bi her du aliyan re civiyan û pirskirêkên wan hatîn çareserkirin. Lê ciheke ku pirsgirêka jinê ev qasî bi awayekî zelal tê dîtin tenê serlêdana sê jinan rewşa heyî radixe ber çavan. Jin bi her awayî tên bêdengkirin."
 
'PIRANIYA KUJERÊN JINAN ENDAMÊN PARTIYÊN SIYASÎ NE'
 
Gulîzarê anî ziman ku daraza herêmê jî bi hişmendiya mêrê desthilatdar tevdigere û got ku kujerên jinan jî piranî endamên partiyên siyasî ne û wiha domand: "Bêhelwestî û bêdengiya deshilatdariya heyî ya li hemberî kuştin û tundiya li dijî jinan bi serê xwe sedema zêdebûna wan kuştin û tundiyê ye. Pirî caran ji ber sedemên malbatî, civakî, serdestiya partiyên siyasî û endamtiya van kujeran a di partiyeke deshilatdar de, dibe sedem ku kujer neyê cezakirin. Piranî kujerên jinan endamên partiyên siyasî ne. Nahêlin ku daraz û dadgeh bi xweserî tevbigerin. Ev daraz di bin siya hişmendiya mêr de tên birêvebirin. Di bin navê namûsê de daraz kuştina jinan mafdar dibîne û kujeran ceza nake. Qanûnên ku di destê hikûmetê de ne dibe sedemê zêdebûna qetilkirina jinan. Ji ber van sedeman jî saziyên jinan û komeleyên mafê mirovan nikarin ji bo mudaxelekirin û çareseriyê bi sanahî û bêtirs gav bavêjin. Tirsa van saziyan dibe sedemê kuştina jinan. "
 
'DARAZ BIRYARÊN EŞÎRAN PÊK TÎNE'
 
Gulîzarê da zanîn ku daraza li herêmê biryarên eşîran dixe meriyetiyê û ev tişt gotin: "Em dikarin bêjin ku îro di qetilkirina jinan de rola eşîr û darazê pir zêde heye. Daraz rola eşîran dilîze. Ev nezîkatî jî heman nezîkatî û  sekna pergaleke wek pergala deshilatdar ya Tirkiyeyê ye.Zagoneke ku ji bo kujerê jinê darizîne tune ye.Ger ku kujer were cezakirin jî, piştî çend meh yan jî salekî serbest tê berdan û weke ku qet sûcek nekiribe wisa tê dîtin. Lê ji bo sûceke biçûk dikarin biryara darvekirinê bidin.Lê mixabin ji bo kujerên jinan cezayên biçûk, ku dibin sedemê zêdetirbuna tundiya li hemberî jinan û  kuştina wan li gor salên berê."
 
'HIKÛMET HEJMARA RAST VEDIŞÊRE'
 
Gulîzarê got ku hikûmeta PDK'ê hejmara rast a qetilkirina jinan vedişêre û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tişta herî balkêş û bi êş jî ew e ku li dijî van kirinên li ser jinan tê kirin, bê helwestî û bêdengiya civakê bi giştî saziyên mafê mirovan û civakê ye. Dengê ku derdikeve jî ne  helwesta ku tê xwestine. Bi dengeke nizm êrişên li dijî jinan nayê sekinandin. Em ê bi vî rengî nikarin vê komkujiyê bidin sekinandin. Her wiha hikûmet hejmara rast a kuştinan jinan vedişêre û hejmara sexte ya ku nerast bi raya giştî re parve dike. Lê ev hejmar ji aliyên hin saziyan ve derdikeve holê. Ji ber wê em jin li vir xwe birêxistin nekin û li dijî vê tundiya ku li ser me tê meşandin nesekînin her roj em ê bên kuştin. Li pişt vê hişmendiyê dewlet heye, daraz heye. Ji ber wê ji bo sekinandina tundiya li dijî jinan û qetilkirina jinan çareserî em bi xwe ne." 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

17/01/2024
09:01 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:17 Li Cizîrê namzetên hevşaredariyê diyar bûn
16/01/2024
23:00 Li Geverê dê namzet di tûra duyan de diyar bibin
19:33 Polîsê ku Mîraç Mîroglû qetil kir beraet kir
17:02 Kişanak: Heke îro em bêdeng bimînin dê sibê zemîna axaftinê nemîne
16:44 Tura duyemîn a pêşhilbijartina li Cizîrê dest pê kir
16:42 Dê ji MÎT’ê were pirsîn bê ka ‘têkiliya derhêner Tekîn bi PKK’ê re heye yan na’
16:36 Emniyetê bersiva ‘hilbijêrên’ gerok da: Ji bo tedbîqet û operasyonan e!
15:55 Nobeta Edaletê: Heta ku ew azad bibin em ê di çalakiyê de bin
15:25 Li Geverê ji bo dengdayîna gel, delege li ser sindoqan e
15:10 Dê binçavkirinên li Stenbolê bên protestokirin
14:23 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hate bibîranîn
13:53 Hrant Dînk dê li cihê lê hatiye kuştin were bibîranîn
13:27 ÎSÎG: Di 2023’yan de hezar û 932 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:59 Dewleta tirk di 72 saetan de 80 navend bombebaran kirin
12:50 Hatîmogûllari: Werin li şûna lûtkeyên şer em lûtkeyên aştiyê li dar bixin
12:09 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:46 Rejîmê 15 meh cezayê hefsê da Nergîs Muhammedî
11:20 Nivîskar Duzkan: Divê hêrsa di dilê jinan de were birêxistinkirin
10:56 Doza ‘laçikê’ li rojnamevanên li Îranê hatin berdan hate vekirin
10:16 Îranê li Hewlêrê êrişî sivîlan kir
10:03 Du hezar û 193 ‘hilbijêr’ li emniyet û herêma leşkerî hatin veguhestin
09:49 YSK’ê biryar da: Lîsteyên namzetan dê heta 20’ê sibatê bên radestkirin
09:47 Li 28 bajaran 165 kes hatin binçavkirin
09:46 Ji rojnameger Silêman Ehmed 84 roj in tu agahî nayên girtin
09:44 Girtiyên siyasî 51 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:25 Li navçeya Peyas û Cizîrê hejmartina dengan bi dawî bû
09:04 Ji Îmraliyê 34 meh in agahî nîne: Divê têkoşîna yekbûyî bê meşandin
09:03 Ji bo doza Muftuoglû bang kirin: Em xwedî li rûmeta pîşeyê derkevin
09:02 Tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye
09:02 Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:54 Îranê bi fuzeyan êrişî Hewlêrê kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:19 Li Mêrsînê otobusa rêwiya wergeriya: 9 kes mirin 30 kes birîndar bûn
15/01/2024
23:59 Li Farqîn û Bismilê hilbijartin ji tûra duyemîn re man
21:54 Li Swîsreyê ji bo Abdullah Ocalan kampanyaya ‘100 hezar qertan’
20:54 Cenazeyê Lokman Muhammed li goristana bêkesan hate veşartin
20:36 Li Amedê dengdayîna li 3 navçeyan bi ‘govenda demokrasiyê’ bi dawî bû
20:09 Kişanak: Ya ku welat xelas bike aştî ye, deriyên Îmraliyê vekin
19:06 Li 2 navçeyên din ên Wanê tûra duyemîn a dengdayînê qediya
17:45 Ji ber bersûcê êrişî avahiya HDP’ê kiribû nehate girtin doz hate taloqkirin
16:53 Nobeta Edaletê didome: Heke Ocalan azad bibe em tevek dê azad bibin
16:34 Hat îdiakirin ku cerdevanekî li Şemzînanê xwe kuşt
16:33 Ji ber nêzîkatiyên keyfî yên gardiyanan hevdîtina vekirî nîvcoyî ma
16:32 KESK’ê bertek nîşanî zemên mûçeyan da: Em hejariyê qebûl nakin
16:20 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li herêma leşkerî hatibûn veguhestin hate redkirin
15:34 Listikvanê îsraîlî yê binçavkirî hate berdan
15:29 Ji ber êrişên dewleta tirk 2 milyon kes bêceyran man
15:28 DEM Partî dê li Erdexanê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê
15:16 Danişîna doza qetilkirina Lînaya 3 salî hate taloqkirin
15:03 Hejmara filistîniyên li Xezeyê hatine qetilkirin 24 hezar derbas kir
14:57 Li Îskenderûnê qezaya trafîkê: Yek jê giran bi giştî 18 kes birîndar bûn
14:50 Jinan li pêşiya Sîncanê bang kirin: Têkoşîna Kişanakê têkoşîna me ye
14:39 TJA: Jin bibiryar in ku piştevanî û têkoşînê mezin bikin
14:38 Gultan Kişanak ji dadgehê re got: Hûn kî ne ku min didarizînin?
14:15 Girtiyê nexweş Guler sewqî Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hate kirin
13:57 'Gelê me nîşan da bê ka divê demokrasî çawa be'
13:23 Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Barbaros ji bo îfadeyê birin qereqolê
12:47 Kedkarê Çapemeniya Azad Kalo vegot: Dilsozê doz û gelê xwe bû
12:37 Di 48 saetan de 56 herêm hatin bombebarankirin
12:35 Hilbijartinên tura duyem ên Amedê dê kengî bên lidarxistin?
11:58 Namzetên 48 bajar û navçeyan diyar bûn
11:46 Alîkariya mehane didin pîr û astengdaran diyar bû
11:39 Li sê navçeyên Amedê pêşhilbijartin dest pê kir
11:07 Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn
10:08 Wêranşarê namzetên xwe hilbijart: Îcar dema qezenckirina şaredariyê ye
09:41 Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
09:14 Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 83 roj in tu agahî nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî 50 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:04 Delegeyên DEM Partiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:02 Parêzerê rojnamevan Muftuoglû ya tê darizandin rojnamegerî bi xwe ye
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:37 Namzetên DEM Partiyê yên Wanê diyar bûn
14/01/2024
22:30 Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin
18:15 Encamên pêşhilbijartinan zelal dibin
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê