Ji Rêwîtiya Azadiyê re bang: Azadiya Abdullah Ocalan mijareke jiyanî ye

  • rojane
  • 10:38 26 Çile 2024
  • |
img
STENBOL - Ciwanên kurd û enternasyonalîst xwe ji “Rêwîtiya Azadiyê” ku dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan were destpêkirin amade dikin. Camîllo Torres ê kolombiyayî têkildarî rêwîtiyê de wiha got: “Azadiya Abdullah Ocalan ji bo me ne sembolîk e, mijareke jiyanî ye.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komploya navnetewî ya hêzên kurewî di 9’ê cotmeha 1998’an de neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û di 15’ê sibata 1999’an de jî anîn Tirkiyeyê. Komploya navneteweyî kete sala 25’an. Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, 35 meh in tu agahî jê nayên girtin. Kampanyaya navnetewî ku li dijî agahî negirtinê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi çalakî û aktîvîteyên cûr bi cûr li çar aliyê Kurdistan û Ewropayê tê domandin. Gelên cîhanê di çarçoveya kampanyayê de di sala 25’emîn a komployê de lig elek bajarên Ewropayê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” meş dan destpêkirin. 
 
Ciwanên kurd û enternasyonalîst jî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dê di 10’ê sibatê de “Rêwîtiya Azadiyê” bidin destpêkirin. Starta meşa ku di serî de Avûstralya, Almanya, Fransa û Ingilistanê ji gelek welatan bi tevlibûna ciwanan pêk were, dê ji bajarê Basel ê Swîsreyê û Mannheim ê Almanyayê bê dayîn. Meşa ku dê ji du baskan b, awayekî hemwext were destpêkirin, dê di 16’ê sibatê de heta bajarê Strasbourgê bidome. Ciwan dê di 17’ê sibatê tev li meşa ku bi heman daxwazê li Kolnê were lidarxistin bibin. 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ DÊ JIYANÊ RAWESTÎNIN 
 
Yek ji ciwanên enternasyonalîst Camîllo Torres ê kolombiyayî ku di komîteya amadekariyê de cih digire anî ziman ku armanca tecrîdê ew e ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û azadiya wî ya fizîkî pêk were têkoşîn were bilindkirin e. Torres, destnîşan kir ku 3 sal in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û ev yek pirsgirêka herkesên daxwaza azadiyê dikin e. Torres, da zanîn ku ji bilî ciwanan, gelek sazî, rêxistinên sivîl ên civakî, jin û parazvanên mafên mirovan jî dê tev li bin û diyar kir ku armanca wan ew e ku xwe bigihînin bi milyonan kesan. Torres, bi lêv kir ku piştî meşa dê li dar bixin, dê tev li meşa ku di 17’ê sibatê de li Kolnê were lidarxistin jî bibin û wiha got: “Em armanc dikin ku li Almanyayê jiyanê bisekinînin û herkesê tev li vê çalakiyê bikin.”
 
TÊKOŞÎNA LI DORA HEMAN PARADÎGMAYÊ 
 
Torres, da zanîn ku di dema meşê de li cihên diçinê dê gelek aktîvîte û konferansan li dar bixin û anî ziman ku jin û ciwan dê paradigmaya Abdullah Ocalan nîqaş bikin û ji bo fikrên wî belavî cîhanê bidin dê xebatan bimeşînin. Torres, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev ne tenê meşeke, di heman demê de zemînek e ku gelên cuda, çand û zimanên cuda hev nas bikin, hêz bidin hev û li dora heman paradîgmayê têbikoşin. Di vê wateyê de azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan me hemûyan li dora ekseneke bingehîn dike yek. Têkoşîna me bi vê meşa dirêj ne bi sînor e, heta ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan were pêkanîn em ê li qadan bin. Em ê her roj di nava çalakî û têkoşîneke nû de bin.”
 
‘KOMPLO JI HERKESÊ RE DARBE BÛ’ 
 
Torres, bal kişand ku Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdeke giran de li Girava Îmraliyê tê ragirtin û wiha pê de çû: “Ev darbe ne tenê li dijî gelê kurd an jî li beşên enternasyonalîst bû di heman demê de li her kesên ku aştî, demokrasî û jiyana azad a cîhanê dixwazin bû. Ev darbe ji aliyê hêzên hegemonîk ku NATO û hêzên navnetewî di nav de hate lidarxistin. Dewletên Ewropayê jî di nav vê komployê de cih digirin. Bi komployê re di serî de tevgera azadiya kurd hemû hêzên demokratîk tasfiyeyê armanc dikin. Sedemekî din jî ew e ku xwestin di kesayeta Abdullah Ocalan de gelê kurd teslîm bigirin. Lê belê bi saya berxwedana gel komplo hate pûçkirin.”
 
PARADÎGMAYA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK 
 
Torres da xuyakirin ku paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku Abdullah Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst daniye pêşiya xwe, ji bo hemû gelan şêweyekî jiyana alternatîf pêşkêş dike û got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan pirsgirêka azadiyê ya her kesên dixwazin ji bilî modernîteya kapîtalîst jiyaneke azad a alternatîf ava bikin e.” Torres diyar kir ku fikra Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan li dijî krîza pergalê ya li cîhanê ‘tekane çare’ ye û wiha lê zêde kir: “Yekane kesê ku dikare şerê li Rojhilata Navîn rawestîne, Abdullah Ocalan e û fikra neteweya demokratîk e ku wî daniye holê. Ji ber vê yekê azadiya Abdullah Ocalan ji bo me ne pirsgirêkeke sembolîk e, pirsgirêkeke jiyanî ye.”
 
AZADIYA FIZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN 
 
Torres bal kişand ser bandora Abdullah Ocalan a li ser gelan û işaret bi krîza sîstemê ya ji aliyê dewletên netewe ve hatiye afirandin kir û gotinên xwe wiha dewam kir: “Em dibînin ku li tevahiya cîhanê zext, zordarî û şer heye. Pergala kapîtalîst bi meşandina şer li dijî gelan û kûrkirina sîstema mêtîngeriyê û xêzkirina xeteke dijwartir re dixwaze ji nava vê krîzê derkeve. Em êşa van êrişan li her derê cîhanê hîs dikin û dibînin. Bi taybetî di deh salên dawî de li dijî pergala kapîtalîst lêgerîna hêzên demokratîk heye. Ev tê xwestin bê astengkirin. Ev astengî ne tenê leşkerî di asta teorik, rêxistinî, civakî û çandî jî dibin. Bi taybetî qirkirina çandî bûye yek ji armanca bingehîn a kapîtalîzmê. Rêyek tê şopandin ku her kesî marjînal dike, ji hev vediqetîne û wan ji nasname, çand û zimanê xwe dûr dixe. Heke em destûrê bidin ku pergala kapîtalîst di van armancan de bi ser bikeve, em ê nikaribin pêşerojeke nû ava bikin.”
 
AVAKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK A LI KURDISTANÊ 
 
 Torres diyar kir ku Abdullah Ocalan di nava gelan de sentezeke nû afirandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev sentez û paradîgma ji bo me pêwîstiyek e. Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bi taybetî jî çareseriya pirsgirêka kurd stratejiyeke nû ya çareseriyê û sîstemeke nû danî pêşiya xwe. Ji bo ku ev stratejî bi encam bibe dibêje, divê pergaleke demokratîk, konfederal were afirandin. Avakirina Neteweya Demokratîk a li Kurdistanê dê ji bo Rojhilata Navîn jî bibe bêhnek. Em enternasyonalîst dixwazin ku ev belavî cîhanê bibe û ji ber vê yekê bi awayekî çalak weke perçeyekî vê têkoşînê hewl didin. Ji ber ku em dizanin yekane alternatîfa me ev e. Heke em bixwazin pêşerojekê bibînin, azadiya Abdullah Ocalan esas e.”
 
‘HETA KU ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’ 
 
Torres, diyar kir ku têkoşîna azadiya kurd li Kurdistanê dest pê kir û li hemû cîhanê belav bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ne kurd in lê ev ne tenê têkoşîna kurdan e. Em weke enternasyonalîstan amade ne û heta ku bigihin armanca xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê herkes tev li meşê bibe. Ya din jî em naxwazin ev meş wekî sembolîk û weke çend rojan bê dîtin. Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşîna me bidome. Hêz û hêviya me heye. Divê herkes bi vê hêvî û baweriyê tev li çalakiyê bibe û berxwedanê mezin bike.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

29/05/2024
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin
15:22 Li Silopiyayê 200 donimên zeviyên genim şewitîn
14:53 Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin
14:42 Li Sêwregê birîna ceyranê hat protestokirin
14:22 Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand
14:16 Jinan li Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist
14:11 Wêneyên ku jinên girtî xêz kirine dê bên pêşandan
13:58 Saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî mufredata nû biryara 'têkoşîna hevpar' girtin
13:55 OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da
12:55 Komên paramîlîter ên dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin
12:44 Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin
12:39 Ji bo 5 parlamenterên HDP’î cezayê muebbeta giran hate xwestin
12:29 Parêzer Firat Taşkin hat beraetkirin
12:12 Doza kujerê Rozerîn Yildiz hat taloqkirin
11:40 Mala Jinê ya Kardelenê ya li Rezanê dîsa dest bi xebatên xwe kir
11:15 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:50 Girtiyê nexweş ê ku bûye 41 kîlo bi hinceta ‘ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan
10:39 Hunermend Çîftçî beraet kir
10:31 Teqawîdan pêşniyara ‘teserûfê’ kir: Bila deriyê qesrê bê kilîdkirin
10:13 Daxwaza hevpar a kesên li hundir û derve li ber xwe didin: Azadî ji bo Ocalan
10:05 Stand-Upa ‘Vik û Vala’ li Amedê xatir ji sezonê xwest
09:49 Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup a dîrokî dê bê restorekirin
09:36 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:18 Qeyûm ji bo TUGVA û saziyên fermî 2 milyar û 205 milyon pere xerc kiriye
09:18 Ji şaredariyên DEM Partiyê piştevaniya ji bo Tetwanê
09:03 Şaredariya DEM Partiyê wê bi projeyan xwe bigihîne jinan
09:02 Girtiya di çalakiya protestoyê de: Deng bidin me û bibin dengê vê pêngavê
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2024'AN
27/05/2024
22:59 Bûranê bi rojan xeber jê nedihat girtin, hat girtin
21:02 Li Periyê xebatên hilbijartinê
19:27 Nobeta Edeletê ya Şenyaşarê di roja 114’emîn de ye
16:54 Girtiyê krîza dil derbas kiribû dîsa şandin girtîgehê
16:32 Di çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’ de daxwaza hevpar: Tecrîdê rakin
15:56 Eren ji bo girtiyê xetereya korbûna wî heye serî li Meclisê da
15:34 Li Cizîrê mirina biguman a ciwanekî
15:13 Pêşengtiya xebatên hilbijartinê yên Curnê Reş jinan kirin
14:49 Parazvanên mafan ji Gayrettepeyê bang kirin: Bila ‘Muzeya Şermê’ bê çêkirin
14:23 Di doza êrişa zayendî de 12 sal ceza li bersûc hat birîn
14:19 Serlêdanên ji bo 6’emîn Pêşbirka Wênekeşî, Çîrok û Helbestan a Ş. Denîz Firat dest pê kirin
14:00 Bi girseyî serdana şîna Yildirim hat kirin
13:51 Terasa ku qeyûm kiribû bipere dîsa bê pere ye
13:35 Temellî: Heta bi heqîqetê re hevrûbûn çênebe destûreke bingehîn a nû pêkan nîne
13:25 Berxwedana Geziyê di sala 11’an de ye: Serfiraziya me ye
12:27 DEM Partiyê bang li AKP’ê kir ku ‘têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re’ qût bike
12:24 Odeya Bijîşkan a Amedê: Nexweşên penceşêrê nikarin xwe bigihînin xizmeta tedawiyê
11:54 Li Salîhliyê 2 jê jin 3 kes hatin qetilkirin
11:14 Bîlançoya karesata li Papua Gîneya Nû girantir dibe
11:09 Di doza rojnamevan Yalçin de dê ji midûriyeta polîsan ‘şahid’ bê pirsîn
11:04 CHP’ê parve kir: Kurum ê AKP’î destûra mezinkirina kapasîteya şîrketa li Licikê daye
10:56 Zaroka li platforma lîstikê nas kirî revand û destdirêjî lê kir
10:13 Ji ciwanê ku ji bo gerê hate Mêrdînê agahî nayê wergirtin
10:13 Cezayê muebeda girankirî li zarokê 17 salî hat birîn
09:44 Bazarvan nikarin bifiroşin welatî nikarin bikirin
09:22 Alî Dogan Gonultaş li Amedê konser li dar xist
09:19 Ji bo 13 bajaran bi koda zer hişyarî hate kirin
09:08 Di êrişên Îsraîlê de 40 filistînî hatin qetilkirin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza 'azadiyê' didome
09:06 Eşqa pîşeyî ya 59 salan
09:06 Qeyûm ji bo ‘Suhbetên Dilan’ 99 hezar lîre dane Hatîpoglû
09:04 Li Periyê hilbijêr çi difikirin?
09:02 Rojnamevan Dal a hate berdan: Nûçeyên tecrîdê ne sûc in
09:01 Berdana Akkûrt ê 30 sal in girtiye 6 mehan hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2024'AN
07:27 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Tekoşîna hezar hefteyî' derket