Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike

img
RIHA - Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û êrişên komên çekdar ên giredayî Sûriye û Îranê yên li dijî lêşkerên Amerîkayê nirxand, destnîşan kir ku ev her du êriş girêdayî hev in û got: "Pêwist e civaka navdewletî piştgiriya rêveberiya xweser bike ku li dijî terorê bi ser bikeve."
 
Piştî avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên Tirkiyeyê li ser herêmê ranewestiyan. Tirkiye ku di 25'ê kanûnê de êriş biribû ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binesaziya herêmê hedef girtibû, bi Balafîrên Bêmirov (SÎHA) û dronan êrişên xwe li ser herêmê berdewam dike. Herî dawî jî di 2'yê Sibatê de Tirkiyeyê li Qamişloyê bi SÎHA'yan êrişî navendeke Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di encama êrişan de 4 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyekî ve binesaziya herême ku di êrişên Tirkiyeyê de bandor girtibûn ji nû ve ava dike û ji aliyê din ve jî li hundirê herême li dijî DAIŞ'ê operasyonan li dar dixe. 
 
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, tekildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên li herêmê diqewimin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Bedran Çiya Kurd anî ziman ku demeke dirêj e êrişên Tirkiyeyê li ser herêmê berdewam dikin û wiha got: "Armanca êrişên Tirkiyeyê têkbirina destkêftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di çarçoveya vê siyaseta qirkirinê de di van demên dawî de ew êriş ketin qonaxeke nû. Piştî civîna Astana ya 3'yemîn ew êriş pêş ketin. Diyar dibe ku di civîna Astanayê de li hevkirinek çebû. Ji aliyê Tirkiyeyê ve binesaziya herême hat hedefgirtin û bi vê yekê tê xwestin ku pêdiviya jiyanê ya mirovên li herêmê tune bikin. Ev yek bi tena serê xwe şerê qirkirinê ye û yek jî ji sûcên şer e. Lê tevî vê yekê jî rêveberên Tirkiyeyê li ser çapemeniyê jî ragihandin ku wê binesaziya herême hedef bigirin. Ev peyv bi xwe jî sûcek e û hemû kesî jî bihîst. Lê li dijî vê yekê jî tu helwest li dijî vê yekê derneket. Di dema êrişên Tirkiyeyê de leşkerên rejîma Sûriyeyê jiyana xwe ji dest didin jî tu helwest dernakevê holê. Ev yek jî bû sedem ku Tirkiye êrişên xwe li herêmê hê zêdetir bike."
 
'LI DIJÎ ÊRIŞAN TÊKOŞÎNEKE XURT BIMEŞÎNIN'
 
Kurd bi lêv kir ku piştî êrişên Tirkiyeyê Rêveberiya Xweser bi lêzgînî hewl daye cihên hatine hedefgirtin ji nû ve ava bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di encama van êrişan de zerareke mezin li gelê herême bû. Çavkaniyên jiyanê yên mirovan hat tunekirin. Rêveberiya Xweser jî niha hewl dide êşa gelê xwe sivik bike û cihên ku hatine tunekirin ji nû ve ava bike. Gelê herême jî, li dijî van êrişan helwesteke pîroz û hevgirtî nîşan da. Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî hiqûqê me gihand hemû cihan û da nîqaşkirin. Ji bo helwest li dijî êrişên Tirkiyeyê derkeve hole me serî li Neteweyên Yekbûyî da ku der barê Tirkiyeyê de lêpirsîn bê destpêkirin. Li ser vê yekê xebatên cuda li dervayî welêt tên meşandin. Çawa ku bi salan bi siyaseta tunehesibandinê gelê me tune hat hesibandin, niha jî di çarçoveya vê siyasetê de dixwaze mafê gelê me tune bike. Em ê jî li dijî vê yekê, vê siyastê têkoşîneke piralî û xurt bimeşînin."
 
'ÇETEYÊN DAIŞ'Ê JI VAN ÊRIŞAN SÛD DIGIRE'
 
Di berdewama axaftina xwe de Kurd bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên dawî û ev tişt anîn ziman: "Bi dron û SÎHA'yan bi awayekî cuda êrişên li ser herême didomin. Beriya 2 rojan jî Tirkiyeyê navendeke asayîşê kir armanc û 4 endamên asayîşê di encama êrişan de şehîd kirin. Di çarçoveya vê konsepta êrişan de rejîma Sûriyeyê û grubên girêdayî Îranê jî hewl didin li Derêzor, Reqa û Minbicê eşîran li dijî Rêveberiya Xweser tûj bikin ku aloziyê di nava herême de derxînin. Bi van êrişan ve giredayî helwesta Koalîsyonê jî pêş ket û li dijî grubên çekdar ên girêdayî Îranê û Hîzbullahê êrişên berfireh pêş xistin. Ev yek jî li herême rê li ber aloziyan derdixîne û dibe sedema metirsiyan. Çeteyên wekî DAÎŞ'ê jî ji van êrişan sûd werdigre. Ev geşedan rewşa Sûriyeyê hê aloz dike."
 
'EM DIXWAZIN PIRSGRIRÊKAN BI DÎYALOGÊ ÇARESER BIKIN'
 
Kurd der barê geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de jî dest nîşan kir ku ev li dijî derketina aloziyan in û ev tişt gotin: "Em wekî Rêveberiya Xweser em tu carî naxwazin ku herêmên me bibin herêmen aloziyê. Em tu car nabin alîgirê şerên li herême pêş dikevin. Em dibêjin ku pêwist e hemû pirsgirêkên heyî bi rêya dîalogê bên çareserkirin. Heke ev yek nebe pirsgirêk li herême wê hê mezintir bibe. Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên xwe yên peywendîdar ve dixwaze di nava vê rewşa aloz de, bi hevgirtineke xurt li dijî van pirsgirêkan raweste ku karibe herêma xwe û destkêftiyên xwe biparêze. Heta niha jî em bi vê hışmendiyê tevgeriyan."
 
OPERASYONA LI DIJÎ DAÎŞ'Ê
 
Kurd tökildarî operasyona QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê ku li Kampa Holê pêk anî da zanîn ku heta niha gelek endamên DAIŞ'ê hatine girtin û wiha pê dê çû: "Operasyona li dijî DAIŞ'ê ku li Kampa Holö berdewam dike ne operasyoneke nû ye. Heta niha jî gelek operasyonên bi vî rengî pêk hatin. Ev operasyonên rojane ne li dijî DAIŞ'ê ne. Ji ber ku DAIŞ xwe di van kampan de bi rêxistin dike. Ji ber ku di van demên dawî de tevgera DAIŞ zêde bû operasyon jî hê berfirehtir û zêde bûn. DAIŞ ji bo rêxistinkirinê kampan weki cihê serekê dibîne. Ji ber vê yekê jî tevgereke wan a xurt di hundirê kampan de çêbû. Ji ber vê yekê jî operasyon li dijî kampan hat destpêkirin, 11 rojan berdewam dike û wê hê berdewam bike. Di van operasyonan de 85 endamên DAIŞ'ê hatin girtin. Her wiha gelek çek û alavên terori hatin desteserkirin û endamekî DAIŞ'ê jî hat kuştin. Ev operasyon yek jı nîşaneya têkoşîna li dijî terorê ye ku li herême bênavber berdewam dike."
 
'ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ Û ÎRANÊ JI HEV DÛ NE QUTKIRÎ NE'
 
Di dawiya axaftina xwe de Kurd bêdengiya dewletên navneteweyî ya li dijî êrişên Tirkiyeyê rexne kir û axaftina xwe bi van gotinan qedand: "Dema di van deman de êrişên Tirkiyeyê li ser herême pêk tên û êrişên grübên çekdar ên giredayî Süriye û Îranê yön li dijî lêşkerên Amerîkayê hemû di çarçoveyeke de pêş dikevin. Li dijî vê yekê divê civaka navdewletî û koalîsyona navdewletî bûyerên li herême diqewimin û van êrişan binirxînin. Ev bûyer ji hev ne qûtkirî ne, bi hev du re tekiliya wan heye. Pêwist e civaka navdewletî piştgiriya rêveberiya xweser bike ku li dijî terorê bi ser bikeve. Heke Rêveberiya Xweser lawaz bibe têkoşîna li dijî terorê lawaz dibe û metirsiya terorê wê bandorê li ser hemû cihanê bike."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

09/06/2024
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin