Karlqvist a swêdî: Divê pozîsyona Abdullah Ocalan baş bê fêmkirin

  • rojane
  • 09:00 23 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Ann Jessica Therese Karlqvist anî ziman ku divê pozîsyona Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di çareseriyê de baş bê fêmkirin û got: "Dê bi çareseriyê her kes bi ser bikeve. Lewma divê em hemû israrker bin." 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin, 35 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên malbat û parêzeran bi cezayên di bin navê "disiplînê" tên birîn yan tên redkirin yan jî bêbersiv tên hiştin. Li dijî bêpêwendiya mutleq a li Îmraliyê di asta cîhanî de kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hat destpêkirin.
 
Di çarçoveya kampanyayê de Delegasyona Çareserî Ji Pirsgirêka Kurd û Li Dijî Tecrîdê ya Navneteweyî ku siyasetmedar û parlamenterên ji Ewropayê jî di nav de, di 20'ê sibatê de hat Stenbolê û hin hevdîtin pêk anîn. Şandeyê serdana saziyên sivîl û partiyên siyasî û bi taybet Buroya Hiqûqê ya Asrîn ku mudafîtiya Abdullah Ocalan dike, kir. Şandeyê piştî hevdîtinên 2 rojan civîneke çapemeniyê li dar xist û berpirsiyariya saziyên navneteweyî, bi taybetî jî ya Tirkiye ya li dijî bêpêwendiya mutleq bibîr xist û bang kir ku di vî warî gav bên avêtin. 
 
Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Ann Jessica Therese Karlqvist ku di şandeyê de cih girt, tecrîda li Îmraliyê, daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan û serdanên di vê çarçoveyê de nirxand.
 
PÊŞNIYAZNAME BERPÊŞÎ PARLAMENTOYA SWÊDÊ KIR
 
Karlqvistm da zanîn ku ji ber tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û neçareserkirina pirsgirêka kurd ew wekî şande hatine Stenbolê. Karlqvistê diyar kir ku wê tu carî pêkanînek mîna tecrîda Îmraliyê nedîtiye û wiha got: “Ev rewşek bêhempa ye ku me berê qet nedîtiye. Em wek Partiya Çep a Swêdê ji bo çavdêriya vê rewşê li vir in. Ev însiyatîf ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd hêja ye." Karlqvist diyar kir ku ji ber ku PKK hîna li Swêdê di lîsteya "rêxistina terorê" de ye, di warê tecrîda li Îmraliyê de hişmendî û hayjêhebûneke tê xwestin çênebûye û got ku hin hewldanên partiya wan hene û di vê çarçoveyê de di meha Çileyê de pêşniyaznameyek berpêşî parlamentoyê kirine û bi vê pêşniyaznameyê tecrîda Îmraliyê xistine rojeva Parlamentoya Swêdê. 
 
FIKRÊN ABDULLAH OCALAN
 
Karlqvistê da zanîn ku di salên borî de wê li ser pirsgirêka kurd lêkolîn kirine û di vê pêvajoyê de Abdullah Ocalan nas kiriye û got: “Der barê pirsgirêka kurd de zanyariyên min hene, ji ber ku min berê li gelek herêmên Kurdistanê lêkolîn kiriye. Bi vî awayî derfeta xwendina gelek nivîs û pirtûkên Ocalan çêbû. Ocalan ji aliyê rewşenbîrî ve jî kesekî hêja ye. Ez femînîst im û fikrên azadiya jinê yên Ocalan jî parçeyek ji paradîgmaya wî ne. Fikrên wî tenê ne ji bo jinên kurd, di heman demê de ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê çareseriyê berpêş dikin. Li cîhanê fikrên Ocalan çi qas bên xwendin, dê ew qasî bê naskirin." 
 
ROLA DI ÇARESERKIRINA MESELEYA KURD DE
 
Karlqvistê destnîşan kir ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd rasterast bi hev ve girêdayî ne û got ku divê rola Rêberê PKK'ê ya di çareseriya pirsgirêka kurd de baş bê fêmkirin. Karlqvistê got: “Ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re jî, çalakî divên. Di heman demê de, temenê wî jî divê esas bê girtin. Divê li cem malbata xwe be. Divê pozîsyona Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd baş bê fêmkirin. Divê girîngiya helwesta Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd baş bê fêmkirin. Dê bi çareseriyê her kes bi ser bikeve. Lewma divê em hemû israrker bin."
 
‘DÊ HEWLDANÊN ME YÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ BIDOMIN'
 
Karlqvistê diyar kir ku ew ê weke şande piştî hevdîtinên xwe yên li Stenbolê li dijî tecrîda Îmraliyê têkevin nava hin hewldanan û got: "Em ê hewl bidin ku di vê mijarê de bîrbiriyekê peyda bikin û em ê zêdetir pêşniyaznameyan berpêşî meclisê bikin û di civînê de bêtir gengeşe bikin. Di heman demê de em ê hewl bidin ku di bi rêya kovar û weşanan gotar û raporên der barê tecrîdê de xwe bigihînin raya giştî."
 
MA / Îbrahîm Irmak

Sernavên din

27/06/2024
09:02 Hevseroka KCDK-E'yê Zumrut: Xeta têkoşîna ya li dijî tecrîdê mezin dibe
09:01 Nefta li Gabarê kaniyên avê ziwa dike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:09 Li Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn
26/06/2024
23:09 Li Colemêrgê nobeta li dijî qeyûm dest pê kir
22:06 5 hezar û 890 name ji CPT’yê re hatin şandin
22:03 Ji Leyla Guvenê ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name
21:59 Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş
18:57 Der barê 9 ciwanan de biryara tehliyekirinê
18:54 Di Doza Komkujiya Garê de biryar nehat dayîn
18:31 Li Cizîrê ji ber trafo şewat çêbû
16:58 Doza 10’ê Cotmehê: Heke komkujî neyên ronîkirin teqez têkiliya wê bi dewletê re heye
16:54 OHD: Di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît û tundî zêde bû
16:42 Di navbera Kercews û Mîdyadê şewat derket
16:28 ‘Qeyûmê veşarî’ dê li ser kursiya walîtiyê ya bajar rûnê!
16:15 Ji bo qanûna qeyûm were betalkirin pêşniyazqanûn pêşkeşkirin
15:52 Dîroka hilbijartina Başûrê Kurdistanê diyar bû
15:21 Li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘rojên gel’ dest pê dike
15:08 Şêniyê gund AKP’î û walî derewand: Gotinên min li gorî xwe wergerandine
15:06 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Balûken birîn
14:52 Di daristana li Çermûgê de şewat derket
14:36 Tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê bang kirin
14:20 Li ser giliyê polîsê doz li Emîne Şenyaşar hate vekirin
14:14 Doza Komkujiya Garê: Hevkara komkujiyê AKP ye
14:09 Şewatekî din a ji xetên ceyranê derketiye ji hêla kamerayan ve hate qeydkirin
13:25 Bû 4 roj ji Afşîn a 15 salî agahî nayên girtin
13:24 Artêşa tirk û komên paramîlîter li Efrînê 6 kes revandin
13:24 Di 12’ê Îlonê de îşkence dît: Îro jî tiştek neguheriye
12:43 Di salên 2023-2024’an de ji ber îşkenceyê bi hezaran serlêdan hatin kirin
12:32 Di doza Komkujiya Garê de roja biryarê: Parêzeran cibeyên xwe derxistin
12:28 Dayika jina hate qetilkirin: Tevî giliyan hate berdan
12:07 NATO’yê sekreterê xwe yê nû diyar kir
12:02 Şaredariyê îdiayên Ensarîoglû derewand
11:56 Dr. Ekîncî: Heke beşên şewitînê hebûna ewqas kes nedimirin
11:41 Ji bo mitînga li dijî qeyûm dê beşdarvan ji 39 navçeyan bi wesayîtan bên veguhestin
11:29 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:28 Di doza GOÇÎZDER’ê de cara duyemîn rapora MASAK’ê hat xwestin
11:04 Turkoglû: Dixwazin ji bo kujerên jinan efûyê derxînin
10:55 Di hevdîtina xizmên girtiyan û Wezîrê Edalatê de çi hate axaftin?
10:54 Mirina biguman bi gotina ‘psîkolojiya wî xerab e’ veşartin
10:39 Li Sêrtê Dîlan S. ya 27 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
10:33 Ahmet Turk: Em li sê wezaretan geriyan gotin ‘helîkoptera me ya bi şev dibîne nîne’
09:59 Hevserokê Şaxa EMO’ya Amedê: DEDAŞ hişyariyên me piştguh kir
09:45 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Cenazeyên Temel û Sala hatin definkirin
09:15 Li Wanê hejmara kesên tiryakê bi kar tînin nayê zanîn: Emniyet û Wezareta Dadê daneyan parve nakin
09:05 Li ser rêya TEM’ê rêzeqeza: Birîndar hene
09:03 Canpolat: Heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakî bidomin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:59 Li Kanîreşê erdhej çêbû
25/06/2024
21:42 Rapor berpêşî Tûnçê ku tecrîdê red kir kirin
21:38 Huda Kaya hat tahliyekirin
19:39 Li Xarpêtê jinek hat qetilkirin
18:12 Li Colemêrgê nobeta li dijî desteserkirina vîna gel
17:31 Ekolojîst li herêma şewatê ne: Têkoşîna ekolojiyê bivênevê ye
17:17 Doza êrişa zayendî: Dozgerê nû ceza xwest
17:05 Kazim Koyûncû hate bîranîn: Xwest em xwedî li jiyana xwişk û biratiyê derkevin
16:54 Di salvegera 'Nobeda Azadiyê' de ji bo Îmraliyê banga navneteweyî hat kirin
16:16 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Şewat ji têlên ceyranê derket!
16:14 Şêniyên Kelekê bertaka ‘dewlet tunebû’ nîşanî şandeya AKP’ê dan
16:09 Li Wanê keviyên berfê yên li ser rêyan hatin paqijkirin
15:59 Li Xezeyê zêdetirî 200 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin
15:47 DEM Partiyê belavokên mitînga ‘li dijî qeyûm’ belav kirin
15:42 Ozel: Rapor nîşan didin ku şewat ji ber xemsariya DEDAŞ’ê derketiye
15:36 Jinan bertek nîşanî komkujiyan dan: Berpirsyar îktîdara AKP-MHP’ê ye
15:28 Wesayîta karkeran qeza kir: 3 jê bi giranî 8 kes birîndar bûn
15:21 Daxwaza girtina keyayê bi îstîsmarkirina zarokê tê sûcdarkirin hat redkirin
15:20 ÎHD’ê ji bo mafên penaberan pêşniyarên çareseriyê yên lezgîn pêşkeş kirin
15:17 Cenazeyê Dag a li Kercewsê jiyana xwe ji dest dabû li nexweşxaneyê tê sekinandin
14:29 Rojnamevan Sezgîn Kartal beraet kir
14:17 Li Girtîgehên Sûlûca û Alanyayê binpêkirinên mafan
14:05 Di agirkujiya DBB’ê de rewşa seferberiyê: Destûr hatin betalkirin
13:26 Serokê CPT’ê yê berê Palma: Divê ji bo Ocalan bikevin nava hewldanan
13:18 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:52 Bahçelî li Meclisê aciz bû
12:43 Bakirhan: Berpirsiyarê sereke yê felaketa şewatê DEDAŞ e
12:30 Dermankirina sewalên birîndar didome
12:26 Bahçeliyê nedikariya xwe li ser pêyan bigire êrişî Baroya Amedê kir
12:26 Danişîna rojnamevan Kaya hat taloqkirin
12:16 Duyemîn Doza Kobanê dest pê kir: Em bi tenê jî bimînin dê derewan nekin
12:04 DTSO’yê ji waliyê Amedê re got: Em heqê xwe li te helal nakin
12:00 Hevşaredar Bucak: Qeyûm ji bûdçeya agirkujiyê 8 milyon TL şandiye
11:31 Delalê pîrik û dayika xwe: Şêxmûsê mino
10:47 Pankarta ‘qeyûm bicehime’ bi Kuleya Galatayê ve kirin
10:42 Li ‘Biaxive, tu ji ku yî’ doz hate vekirin: Bikaranîna deng hatiya astengkirin!
10:39 Rojnamevan Oremar: Li Îranê kurd dê neçin ser sindoqan
10:12 Hatîmogûllari: AKP’ê ji bo ku nekarî bi kurdan serî bide tewandin ev doz vekir
09:55 Serokê DTSO’yê Kaya: Em ê nehêlin ku aramiya bajarê me were xerakirin
09:35 Limîta kişandina pereyan a ji ATM'ê hate zêdekirin
09:31 Hinceta cezayê ku li rojnamevanan hat birîn: Bi nûçeyan moral geş kirine!
09:25 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:12 Ji nûnerên sendîkayan banga mitînga Kartalê
09:11 Rewşenbîrên kurd: Armanca qeyûman nenaskirina hebûna kurdan e
09:05 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê di meha 40'emîn de ye
09:02 ‘Vîna gelê Colemêrgê em in û em li vir in’
09:01 Li Gabarê hewşa malê veguherandin qereqolê!
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:53 Tirkiye leşkeran sewqî Amediyeyê dike
08:52 Li Manîsayê bi pileya 5.0’ê erdhej çêbû
24/06/2024
23:43 Di nobeta Stenbolê de bal kişandin ser şewatên li Amed û Mêrdînê