Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin

img
MÊRDÎN - Namzetên DEM Partiyê yên Stewrê Selahattîn Onder û Hatîce Oncu, destnîşan kirin ku dê di çarçoveya daxwazên gel de xebatan bimeşînin û diyar kirin ku dixwazin bi avakirina qadên îstîhdamê pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin. 
 
Ji 31’ê Adarê Hilbijartinên Herêmî re demekî kurt ma. Partiyên siyasî lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Encamên hilbijartinên ji bo şaredariyên di bin rêveberiya qeyûm de tên mereqkirin. Şaredariya Stewrê ya Mêrdînê jî yek ji şaredariyên du serdem in ji aliyê qeyûm ve tên birêvebirine. AKP’ê di salên 2016’an û 2019’an de du caran qeyûm tayînî şaredariya navçeyê kir. Yek ji navendên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) lê xurte nayê payîn ku li navçeyê encamên hilbijartinê bên guhertin. Teqez tê dîtin ku namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Selahattîn Onder û Hatîce Oncu hilbijartinan qezenc bikin. 
 
AVAHIYA BAJÊR 
 
Navçeya Stewrê ji 3 taxan û 38 gundan pêk tê. Bi darên xwe yên spîndaran, çemên xwe û cihên dîrokî xwediyê xwezayeke bêhempa ye. Her wiha piştevaniya di navbera mirovan de li vir xwediyê cihekî girîng e. Li navend û gundên wê feraseta komunê derdikeve pêş. 
 
Nifûsa navçeyê 26 hezar û 173 ye. Zêdetirî ji sedî 70’ê nifûsa navçeyê li gundan dijîn. Ji bilî kurdan û ereban suryan jî li navçeyan dijîn. Gelek gundên suryanan ji ber koçkirina bi darê zorê hatine terikandin. 
 
Ji salên 1990’an ve polîtîkaya koç kirinên li vir di meriyetê de ye. Ji ber şewitandin û valakirina gundan gelek kes di salên 90’î de neçar man ji vir koç bikin. Hin mirov paş ve geriyan. Di salên dawî de yek ji pirsgirêka sereke ya bajêr koç kirine. Bi taybetî ji ber zextan û darazê bi taybetî  ciwan gelek zêde koçî ewropayê dikin. 
 
AKP, bi armanca li vir serbikeve hin leşker û polîs weke hilbijêr veguhestin vê derêw. Bi ser 800’an leşker û polîs, weke hilbijêr hatin veguhestin.  
 
HEVŞAREDAR
 
DEM Partiyê di vê hilbijartinê de Selahattîn Onder (48) û Hatîce Oncu (26) weke namzetên hevşaredariyê nîşan dan. Yek ji namzetê hevşaredariyê Onder, demekî dirêj e di nava xebatên siyasî de ye. Onder ji bajaroka Ewêna ye. Onder yek ji wan kesên ku 4 serdem in di nav rêxistinkirina partiyên têkoşîna azadiya kurd didin de ye. Her wiha li Edene û Bûrsayê jî di hin dîrokên cuda de xebatên siyasî meşandin.
 
Hatîce Oncu ya 26 salî jî ji gundê Elfan e. Oncu ya di salên 90’î de neçar ma koç bike Stenbolê di sala 2010’an de neçar ma vegere gundê xwe. Oncu, ya di sala 2019’an de li şaredariya navçeyê weke Midura Karên Nivîsan dest bi peywîrê kir, piştî tayînkirina qeyûm îstîfa kir. Oncu demekê di rêxistinên sivîl ên civakî de li ser koçkirinê xebat dan meşandin. 
 
‘EM Ê BI GEL RE BI RÊ VE BIBIN’ 
 
Onder, bal kişand ku şaredariya navçeyê du serdem in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin û wiha got: “Em ê qeyûm dîsa bişînin. Dê vîna gel were ser kar. Şaredarî ji bo gel heye. Divê bi gel re were birêvebirin. Divê biryar bi gel re werin girtin. Em jî dê bi vî awayî bi rê ve bibin.”
 
Onder got ku “Projeya me gel e ku di her biryarê û di her asta rêveberiyê de cih bigire” û wiha berdewewam kir: “Navçeya me navçeyeke biçûk e. Em hedef dikin ku van derfetan pêşwazî bikin. Derfetê gelê me nîne ku berhemên di hilberînin bifiroş in. Ji ber vê yekê em armanc dikin ku kooperatîfbûna çandinî û sewalkariyê pêş ve bibin. Em ê bi gelê xwe re werin gelhev , di çarçoveya daxwazên wan de bi hev re birêvebibin.”
 
Onder, anî ziman ku li navçeyê gelên cuda bi hev re dijîn û bilêvkir ku şaredariya pir zimanî û pir çandî diparêzin. Onder, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em weke partî hebûna çand û gelên cuda diparêzin. Em têkoşîna hemû gelan didin.”
 
‘EM Ê PÊŞIYÊ LI KOÇÊ BIGIRIN’ 
 
Oncuyê jî anî ziman ku di salên dawî de li navçeyê tespîtkirine ku ciwan bi awayekî zêde koç dikin û bi lêv kir ku xebata wan a destpêkê ew e ku pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin. Oncu ya ev rewş weke “rewşeke bilez” penase dike, wiha got: “Divê ewilî em sedemên koçkirinê tespît bikin. Ciwan çima koç dikin? Ciwan li vir di mijara spor, çand, huner û kar de kêmasiyeke mezin dijîn. Ciwan li gundan jî li navendê jî ji bilî qehwexaneyê qadeke jiyanê, qadekê civakîbûnê nabînin. Ji xwe qada îstîhdamê nîne. Dema wiha dibe ciwan çûyîna li metropolan an jî Ewropayê weke çare dibînin. Ji ber vê yekê tişta ku ewilî divê em li Stewrê bikin avakirina qadên îstîdamê ye. Em ê ji vê yekê re çareseriyan hilberînin. Em ê ne şaredariya ku dewlemendan dewlemendtir dike, şaredariya gelparêz û civakî ava bikin.”
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

01/03/2024
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade