Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin

  • rojane
  • 13:06 26 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Rojnamevanên li Stenbolê di daxuyaniya MKG’ê de hatin bahev, ji bo hempîşeyên xwe Dîcle Muftuoglû û Nadiye Gurbuz banga piştevaniyê kirin. 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG),  derbarê rûniştina Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Mûftûoglû û edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Nadiye Gurbuz de li avahiya Komeleya Mafên Mirovan  (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Li salona ku civîn lê hat lidarxistin pankarta bi kurdî û tirkî ya "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" hat daliqandin. Tevî xebatkarên çapemeniya azad, endamên DFG'ê, Sendîkaya Kedkarên Pîşesaziya Çapemenî, Weşangerî, Rojnamegerî, Grafîk-Dizayn, Çap û Paketkirinê (Basîn-Îş) ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) e. Şaxa Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ya Stenbolê û nûnerên gelek saziyên ked û pîşeyî tevlî civînê bûn.
 
Daxuyaniya ji aliyê MKG’ê Nezahat Dogan ve hate xwendin wiha ye: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê ya dixwaze çapemeniyê têxe binê tekela xwe zext, girtin, binçavkirin, astengkirin û qedexeyên li hemberî çapemeniya azad didomîne. Bêtehamuliyeke mezin a desthilatê li hemberî kesên ku ne wek wê ne heye. Loma jî tirsa li ser civakê dixwaze kûr bike, sûcên xwe veşêre, dixwaze rê li ber ragihandina rastiyan a ji bo civakê bigire. Ji bo vê jî her roj destdirêjiyeke nû ya darazê zêde dike. Rojnameger dibe hedef û tên kuştin. Bi awayekî bêhiqûqî tên darizandin, tên girtin. Darizandina rojnamegeran, lêpirsînên derbarê wan de, cezayên li wan tên birîn dewam dikin. Rojnameger ji ber ku tenê pîşeya xwe dikin loma jî zext li wan tê kirin û bi qedexeyan rû bi rû dimînin. 
 
Di navenda operasyonên bêdenghiştina çapemeniya azad jî jinên rojnameger cihê xwe digirin. Dewlet bi hemû polîtîkayên xwe êriş dike lê belê jinên rojnameger jî rûmeta pîşeya xwe diparêzin, tevî hemû tundiyên li qadan jî parastina mafê girtina nûçeyan a civakê diparêzin. Ji ber sepanên antîdemokratîk ên desthilatê jinên rojnameger dibin hedef û tê xwestin bêdeng bimînin. Tê xwestin bi rêya dozên li jinên rojnameger tên vekirin jinên rojnameger bêdeng bimînin. Palpişta herî mezin a van polîtîkayana jî dozên hevalên me yên rojnameger in. 
 
Wê rûniştina doza edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin û wekî hincet jî nûçeyên ku çêkirine tên nîşandan û heta 22 sal û nîvan ceza ji Nadiyeyê re tê xwestin. Dozgerî razandina pereyan a ji bo girtiyên ku diçû hevdîtina wan, xebitandina Nadiyeyê ya di Rojnameya Atilimê de her wiha nûçeyên ku Nadiyeyê derbarê komkujiya Pirsûsê de çêkiriye wekî sûc dibîne û vana dike hinceta ‘endamtiya rêxistinê’. Di rûniştina sibehê te tê payin ku biryar bê dayin. 
 
Danişîna din jî ya Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglûyê ye. Dîcle jî ji ber fealiyetên xwe yên rojnamegeriyê tê darizandin û îdiayên xizmeteke rêxistinî dike tê girtin. Dîcleyê tenê li gor nêrîn û gotinên dozger tê xwestin bê cezakirin. Îddianameyeke tolhildanê ji bo Dîcleyê hatiye amadekirin û bi awayekî nehiqûqî tê girtin. Me şahidiya vî tiştî kir ! Wê di 29'ê Sibatê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rûniştina Dîcleyê bê lidarxistin. Em ê di vê danişînê de daxwaza darizandineke adîl û daxwaza azadiya hevala me ya rojnameger Dîcle Muftuoglu dikin. 
 
Em li vir dîsa dixwazin îfade bikin ku faliyetên rojnamegeriyê nikare wekî hinceta girtinê bê nîşandan. Hûn nikarin nûçeyên rojnamegeran çêkirine bike hincet û wan darizînin ! Em ê wekî dewamiya vê kevneşopiya li ser kokên zexm hatiye avakirin, gotina xwe bikin, tiştên nayên dîtin nîşan bidin û em ê binivîsin. Em ê li hemberî hedefgirtina komên medyayê yên piyonên îktidarê, serê netewînin. Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin !
 
Em ê wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê her tim li gel xebatkarên çapemeniya azad in. Em ê piştevaniya xwe ya bi wan re bidomînin. Em daxwaza azadiya hevalên xwe yên rojnameger ên ji azadiya xwe bêpar tên hiştin dubare dikin. Rojnamegerî do jî ne sûc bû û îro jî ne sûc e. Em wekî kedkarên çapemeniya azad dîsa dibêjin wê bi binçavkirin û girtinan nikaribin serî bi me bidin tewandin. 
 
Em bang li raya giştî ya demokratîk, rêxistinên pîşeyî, rojnamegeran dikin ku azadiya ramanê biparêzin, mafê girtina nûçeyan a gel biparêzin û em bi hev re têkoşînê mezin bikin!”
 
Rêvebera Şaxa TGS’ê ya Stenbolê Evrîm Kepenekê jî wiha got: “Nadiye û Dîcle demekî dirêj e rojnamevantiyê dikin. Em şahidê rojnamevantiya wan in. Lê bawer bikin ku kesên wan di darizînin jî şahidê rojnamevantiya wan in. Bila Dîcle Muftuoglû were berdan.”
 
Endama Lijneya Dîsiplînê ya DÎSK Basin-Îş’ê Dîren Yûrtsever jî ji bo tevlibûna danişîna rojnamevanan bang kir. Yûrtsever, destnîşan kir ku bi sûcdariyên di îdianameyê de rojnamevantî tê darizandin û wiha got: “Tê xwestin ku mafê civakê yê nûçe wergirtinê bê darizandin. Hema bêje dê niha saleke Dîcleyê derbas bibe lê hevala me ji cihê lê çêkirina nûçeyan didomîne. Hevala me ya Nadiye çêkirina nûçeyan didomîne. Em li derve jî bin li hundir jî bin em ê berpirsyartiya xwe ya li dijî civakê bi cih bînin û qet paş ve gavê naavêjin. Cih dê were em ê bibin dengê hevalên xwe, cih dê bê em ê bibin pênûsê hevalên xwe.”
 
 

Sernavên din

01/03/2024
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade