TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin

  • jin
  • 14:20 26 Sibat 2024
  • |
img
SÊRT – TJA’yê li ber avahiya DEM Partiyê ya Sêrtê starta 8’ê Adarê da û destnîşan kir ku ew ê bi hêza guherîn û veguherîna jinê ya li qadên herêmî, siyaseta demokratîk û jiyana wekhev ava bikin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Sêrtê bi daxuyaniyekê starta 8’ê Adarê da. TJA’yê li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê bi daxuyaniyekê starta xebatên xwe yên 8’ê Adarê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Jin, Jiyan, Azadiyê Ber Bi Azadiyê ve” hat vekirin û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hat berzkirin. Aktivîstên TJA’yê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Sêrtê Sofya Alagaş, Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Revşan Arslan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Sêrtê Mûazzez Bûlga û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘ŞER DI ESASÊ XWE DE JINÊN KURD DIKE HEDEF’
 
Metna daxuyaniyê ji hêla hevseroka DEM Partiyê Revşan Arslan ve hat xwendin. Arslan, diyar kir ku şerên piralî yên li tevahiya Rojhilata Navîn û bi taybetî li Rojava tên meşandin, di esasê xwe de li dijî nirx û afirandinên jinê yên bingehîn e. Arslan, anî ziman ku şerê ku eslê wê ji mêtingeriyê ye, herî zêde jinên kurd dike hedef û wiha berdewam kir: “Yên ku yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê Nagihan Akarsel li Silêmaniyê, Evîn Goyî li Parîsê û Firyal Silêman Xalid li Kerkûkê qetil kirin, bila bizanibin ku têkoşîna azadiya jinê teqez wê bi ser bikeve. Ev tundî û komkujî bi ‘polîtîkayên şerê taybet’ ku li Kurdistanê tên pêk anîn, rû dide. Remziye Apaydin, Deniz Poyraz, Firdevs Babat, Sakîne Kultur, ji çend jinên ku di encama polîtîkayên şerê taybet ên dewletê de jiyana xwe ji dest dane ne. Heman polîtîka ji aliyê kesên biunîforma ve li dijî jinên ciwan ên kurd, li dijî civakê bi sazî û tarîqatên îslama siyasî, li dijî saziyên jinan û îradeya gelê Kurdistanê jî, ji aliyê qeyûman ve tê meşandin. Di heman demê de li hemû saziyan û hemû qadên civakê ‘zilamtî’ ji nû ve zindî dibe û koletî li ser jinê tê ferzkirin. Ferzkirina ajantiyê, bikaranîna tiryak û fİhûşê weke amûrên şerê îdeolojîk, her cure îstîsmara zarokan, destavêtin jî di nav de, aliyekî din ê van polîtîkayan e. Em vê zîhniyeta mîlîtarîst ku beden, ziman, çand, nasname, bi kurtasî hebûna jinên kurd dike hedef qebûl nakin.”
 
‘EM Ê DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZIN’
 
Arslan, diyar kir ku jin, her roj bi operasyonên siyasî, bi mekanîzmayên darazê yên ji aliyê hikûmetê ve tên desteserkirin, tên girtin û zindankirin. Arslan, da zanîn ku li aliyê din TJA bi awayekî sîstematîk û gelek caran rastî tundiya edlî tê û ev tişt got: “Kiryarên faşîst û zayendperest ên li girtîgehan, polîtîkayên dijmirovahî yên li hemberî girtiyên nexweş, şewitandina înfazan jî berdewamiya van polîtîkayan e. Weke TJA em careke din destnîşan dikin ku em ê nasname û destkeftiyên xwe biparêzin.”
 
‘EM Ê JI BO ZIMANÊ KURDÎ TEKOŞÎNA XWE BERFIREHTIR BIKIN’
 
Arslan, bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ziman û nasnameya me ya zikmakî bi polîtîkayên bişaftinê tên înkarkirin û hebûna me ya civakî tê tunekirin. Weke TJA em bang li hemû beşên civakê bi taybetî jinên kurd dikin ku ji bo ziman, çand û nasnameya me ya zikmakî jiyanî tekoşîneke hevpar bidin û em soz didin ku ji bo hemû ziman bi taybetî zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bê naskirin, têkoşînê berfireh bikin.”
 
Arslan, destnîşan kir ku di vê 8'ê Adarê de bi zanebûna ku wan ji dîrokê girtiye, ew amadekariya hilbijartinên herêmî dikin ku wê di avakirina bajarên azadiya jinê de bibe qonaxeke girîng. Arslan, bi bîr xist ku wan bi pêşhilbijartinê careke din nîşan daye ku rêveberiya xwecîhî bi civakê re tê kirin û ev tişt anî ziman: “Em ê bi hêza guherîn û veguherîna jinê ya li qadên herêmî siyaseta demokratîk û jiyana wekhev ava bikin. Em bi biryar in ku îradeya jinê di hemû qadên jiyanê de xurt bikin û feraseta rêveberiya herêmî ya demokratîk, bi hevserokatî û temsîliyeta wekhev civakî bikin. Niha dem hatiye ku em serkeftin û destkeftiyên xwe ji nû ve mezin bikin.”
 
‘MUXATAB BIRÊZ OCALAN E’
 
Arslan, da zanîn ku rewşa krîzê ya piralî ku li ser hemû civakê bandor dike, encama tecrîda li Îmraliyê ye. Arslan, destnîşan kir ku her ku tecrîda li ser Ocalan kûr dibe, hemû civak bi taybetî jin di bin zexteke wekhev de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 8'ê Adarê de em careke din destnîşan dikin ku muxatabê sereke yê hemû pirsgirêkên civakî bi taybetî jî çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd birêz Ocalan e û divê di zûtirîn demê de bi wî re hevdîtinê pêk bînin. Paradîgmaya civaka "demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê" ya ku birêz Ocalan li dijî polîtîkayên îmha û înkarê pêş xist, di rêya jiyana aştiyane û civaka demokratîk de pêngava herî girîng e. Yekane rêya ku vê paradîgmayê jiyanî bike, misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ya bê şert e.”
 
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
 

Sernavên din

01/03/2024
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade