Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were

  • rojane
  • 14:26 26 Sibat 2024
  • |

STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di bernameya danasîna namzetan a li Sûltanbeyliyê de axivî, wiha got: “DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were.”

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li qada bajêr a li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê namzetên xwe dan nasîn. Ji bilî Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî jî tev li danasîna namzetan bûn. Bi sedan endamên partiyê yên beriya hevdîtinê hatin qadê, bi stranên kurdî govend gerandin. Girseyê her tim bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” dirûşm berz kirin. 
 
BEŞTAŞ: EM BAYÊ DEMÊ BIWEZÎNIN 
 
Hevdîtin bi silavkirina namzetên Hevşaredariyê yên Sûltanbeyliyê yên DEM Partiyê FîlîZ Aydin û Haci Erbek dest pê kir. Fîlîz Aydin wiha got: “Em bi îdia ne, em ê serbikevin.” Pişt re danasîna namzetên hevşaredariyê yên Herêma 1’emîn ên Stenbolê hate kirin. 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku di nava pirsgirêkên herî mezin ên Stenbolê de xizanî, bêkarî û birçîbûn heye û wiha got: “Mîna li bajarên kurdan li Stenbolê jî li navçeyên wê jî cihekarî heye. Em dizanin ka çend hevalên me dikarin li Sûltanbeyliyê biçin şanoyê sînemayê. Hem aliyê aboriyê hem jî wekî din şansê we tune ye ku hûn biçin.”
 
Beştaş a got ku “Em ê Stenbolê bi hev re biguherînin’ ev tişt gotin: “Em ê DEM Partiyê nîşanî kesên DEM Partiyê nîqaş dikin bidin. DEM Partî li vî welatî garantiya aştiyê ye. Niha jî em dibêjin ku li Stenbolê dema DEM’ê, azadî û edaletê ye. Em ê kesên daxwazên me paşguh dikin û me nas nakin re bêjin ‘em jî we nas nakin’. Em ê wan nas nakin. Li her derê Stenbolê heta 31’ê Adarê em bayê DEM’ê biwezînin.”
 
ÇEPNÎ: EM Ê LI STENBOLÊ QEZENC BIKIN 
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Stenbolê Mûrat Çepnî jî wiha got: “Pirsgirêka me azadî ye, demokrasî ye. Em dikarin vê ava bikin û bi biryar in ku ava bikin. Em li Stenbolê bi xwedî îdia ne, em ê li Stenbolê serbikevin. Ji niha ve bila serkeftina me li gelên me pîroz be. Serkeftin dê bibe azadî.”
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî bal kişand ser mitînga ku duh li Qada Esenyûrtê li dar xistin û wiha got: “Mîtînga demokrasiyê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û ji holê rakirina tecrîda Îmraliyê bi beşdariya bi deh hezaran kesî pêk hat ji tevahiya Tirkiyeyê û cîhanê re got, 'Kurd li vir in û çareseriyê dixwazin'.”
 
‘DEM PARTÎ DÊ JI STENBOLÊ WERE’ 
 
Hatîmogûllari di berdewama axaftina xwe de wiha got: “DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol dê ji DEM Partiyê were. Hûn hene ku kampanyayeke hilbijartinê ya wiha bi hev re birêxistin bikin? Stenbol bajarekî wiha mezin e ku hemû gel û baweriyên li Tirkiyê hembêz kiriye û malovaniya wan kiriye. Di vê kampanyaya hilbijartinê de ne tenê hilbijartin, em di heman demê de bi rêxistinkirina DEM Partiyê, xwe gihandina girseyan û ravekirina paradîgmaya me ya Komara Demokratîk re rû bi rû ne. Weke gelê Sûltanbeyliyê hûn amade ne bi şev û roj bixebitin ji bo vê yekê? Hûn amade ne ku li dora namzetên me bibin xelek, bixebitin da ku ji xaniyekî ku me ziyaret nekiriye, deriyekî ku me lê nexistî ye nemîne?”
 
‘XIYANETA HERÎ MEZIN DESTHILATÊ LI STENBOLÊ KIRIYE’ 
 
Hatîmogûllari, got ku “Xiyaneta herî mezin desthilatê li Stenbolê kiriye” û wiha got: “Deshilat dibêje ku ‘Me xiyanetî Stenbolê nekir’ Ev gotin bi awayekî vekirî li xwe mikurhatine. Îro xizaniya herî mezin li Stenbolê dijî. Pirsgirêka herî mezin a hewînê, kirêyên zêde li Stenbolê hene. Ya ku Stenbol evqas xizan kir û pêşkeşî sermayeyê û alîgirên xwe kir, desthilata AKP’ê bi xwe ye.”
 
‘ÇÛNA WE DÊ NE BI MONTAJÊ DÊ RASTÎ BE’ 
 
Hatîmogûllari, ya projeya desthilatê ya “Qenal Stenbolê” rexne kir wiha got: “Em hene ku Qenal Stenbolê nedin çêkirin. Em hene ku Stenbolê bikin Stenboleke ku mirov bikare lê bijî.” Hatîmogûllari, wiha domand: “Li ser ekranan bêyî DEM’ê DEM Partî tê nîqaşkirin. Tê nîqaşkirin ku ka DEM Partî piştevaniya kê dike ya kê nake. Em ji wan re dibêjin ku DEM’ê bê DEM nîqaş nekin. Heke hûn wêrek bin, namzetên me, nûnerên me derxînin ser wan ekranên televizyonan em di rûniştinan de nîqaş bikin. Niha jî hewl didin bi vîdeoyeke montal DEM Partiyê reş bikin. Yek ji karê herî girîng ê desthilatê ew e ku ferasetê ava bike û vê jî bi ser DEM Partiyê dike. Em jî wan re dibêjin ku kesên ji vîdeoyên montaj hevî dikin, ferasetê ava dikin, siyaset û sozên we jî montaj in. Em ji vir soz didin, çûna we dê ne bi montajê rastiyê be.
 
TIFAQA ME TIFAQA GEL E 
 
Tifaqa me ne tifaqa JÎTEM’ê ye. Tifaqa me qet ne bi kesên ku li ser xwînê siyasetê dikin, yên ku kurdan û jinan ji nedîtî ve tên û yên ku demokrasî û hiqûqê binpê dikin re nîne. Tifaqa me bi jinan, ciwanan, karkeran, kedkaran, gelê kurd, gelê tirk, ermen, azerî, laz, çerkez bi hemû gel û baweriyan re ye. Navê tifaqa me tifaqa gel e. DEM Partî di pirsgirêkên tîne ziman de partiyeke çareserî û projeyan dihilberîne ye. 
 
EM Ê BI HEV RE ÇARESERIYÊ BIAFIRÎNIN
 
Em ê li dijî van bi hev re çareseriyê hilberînin. Meseleya kurd ne meseleyeke ji hilbijartinê heta hilbijartinê were bibîrxistin. Meseleya kurd meseleyeke statuyê ye û divê herkes bi awayekî cidî ji bo çareseriya vê meseleyê destê xwe deyne bin kevir û projeyên xwe aşkere bike. Em weke DEM Partî ji bo çareseriya meseleya kurd hem bangên xwe yên diyalogê hem projeyên xwe li her derê vegotin, em ê vegotina wan bidomînin.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/03/2024
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade