Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir

  • rojane
  • 15:31 26 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê ya hêla xizmên girtiyan ve tê meşandin kir. Hatîmogullari banga xwedîderketina çalakiyê kir û wiha got: “Heke hêj jî dayika ku zarokê wê di nava kutuya kargoyê de teslîmî wê kirine bibêje ‘ez aştiyê dixwazin’, divê dayikên leşkeran jî vê bibîhîsin.” 
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çarseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin, berdewam dike. Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MATUHAY-DER) li avahiyê rêxistina navçeya Sûltanbeylî ya DEM Partiyê hatiye destpêkirin jî ket roja 77’emîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari serdana çalakgerên nobetê kir. Hatîmogullari bi çepik, tilîlî û diruşman hate pêşwazîkirin.
 
Di serdanên de ewilê çalakgera nobetê Fînce Akman axivî, Akman destnîşan kir ku ev 3 sal in ew tu agahiyê ji Îmraliyê nagirin û ev tişt gotin: “Em êdî ji şer û xwînê westiyan. Heya ku tecrîda ser Abdullah Ocalan neyê rakirin, dê aştî neyê vî welatî. Em êdî dibêjin dema aştiyê ye. Heya birêz Ocalan û xizmên me yên girtî neyên berdan, em ê dest ji çalakiya xwe bernedin.” 
 
‘DIVÊ DAYIKÊN TIRK BIBIHÎSIN’
 
Piştre Tulay Hatîlmogullari çalakgeran û nobeta wan silav kir û ev tişt gotin: “Îro li her çar aliyê Tirkiyeyê ji bo tecrîda belavî tevahiya welat bûye were rakirin çalakî tên kirin. Dema em daxuyaniyên girtiyan dinêrin, dibêjin ku ew ê piştî hilbijartinê dest bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger bikin. Divê ji bo ku rewş girantir nebe, gav bên avêtin. Binêrin dîsa dayikên me yên vê derê bi diruşma ‘Êm ji bo edaletê tecride bişkînin, ji bo aştiya civakî ji girtîgehan re bibin deng’ çalakiyên xwe didomînin. Ji bo ku hemû gelên li Tirkiyeyê vê bangê bibihîsin, divê taybetî dayikên tirk bibîhisin. Heke hêj jî dayika ku zarokê wê di nava kutuya kargoyê de teslîmî wê kirine bibêje ‘ez aştiyê dixwazin’, divê dayikên leşkeran jî vê bibîhîsin. Ji ber israrkirina pirsgirêka kurd, tecrîdê girantir dike.” 
 
‘EM BIBIN PIRA AŞTIYÊ’
 
Hatimogullari axaftina xwe wiha domand: “Armanca çalakiya dayikên me û girtyan, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd e. Wek gelên li Tirkiyeyê tu pirsgirêka me bi hev re nîn e. Em dixwazin di çorçoveya hemwelatiya wekhev de bijîn. Daxwaza dayikên me daxwaza me ye, têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em wek DEM Partî dixwazin ev pirsgirêk bi awayeke demokratîk were çareserkirin û dibêjin, ‘werin em bi hev re tecrîdê rakin, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêvajoya diyalogê bi hev re bidin destpêkirin.’ Gelê kurd aştiyê ji zû de heq kiriye. Werin em pira aştiyê bi hev re ava bikin. Ez we hemûyan bi heskirin û rêzdariyê silav dikim.” 
 
Hatîmogullari piştî serdana Nobeta Edaletê, ji bo tev li hevdîtina gel a ji bo danasîna namzetên hevşaredariya Sûltanbeyliyê yên DEM Partiyê tê kirin, derbasî Qada Navenda Bajêr a Sûltanbeyliyê bû. 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) di roja 84’emîn de li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê berdewam kir. Gelek xizmên girtiyan û welatî serdana nobetê kirin. 
 
Nobet bi berzkirina diruşma “Bijî berxwedana zindanan” û gotina stranan dom kir. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 84’yan de berdewam kir. Çalakvanan bi pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” kesên hatine serdanê pêşwazî kirin. Nobeta nava rojê dom kir, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
Nobeta Edaletê ya li Amedê hatiye destpêkirin di roja 84’emîn de berdewam dike. 
 
ÊLIH 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Êlihê hatiye destpêkirin di roja 25’an de li avahiya DBP’ê ya bajar berdewam kir. Rêveberên DEM Partî û DBP’ê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar hatin serdana nobetê. Di nobetê de beşdaran bertek nîşanî zextên li ser kurdan dan û helbestên bi mijara azadiyê hatin xwendin.
Di nobetê de gelek caran diruşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, û “Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin” hatin berzkirin. 
 
Nobet bi gotina stranan û berzkirina diruşman didome. 
 
ÎZMÎR
 
Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiyên rêxistinên Menemen û Çîmentepê yên DEM Partiyê hatiye destpêkirin, di roja 28’emîn de berdewam kir. Dayikan pêşmalkên li ser kurdî û tirkî "Tecrît sûce mirovahiye ye", "Deng bide dengê mirovahiyê", "Ji Girtiyên nexweş re azadî" li xwe kirin. di çalakiyê de gelek caran diruşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Heq, hiqûq, edalet”, Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û tilîlî hatin avêtin. 
 
BERTEKA CPT’YÊ
 
Dayika Denîz Poyrazê Fehîme Poyraz bertek nîşanî CPT’ya ku hatiye Tirkiyeyê û serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nekiriye da. Poyraz xwest ku CPT peywira xwe pêk bîne û destnîşan kir ku bêhiqûqiya li dijî Ocalan tê meşandin, navneteweyî ye. Poyraz bi bîr xist ku Ocalan ji bo aştî, demokrasî û edaletê têkoşînê dimeşîne û da zanîn ku ji bo ev tişt pêk werin, divê Ocalan azad bibe. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/03/2024
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade