TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin

  • jin
  • 16:34 26 Sibat 2024
  • |
img
WAN - TJA’yê li Wanê starta çalakî û aktîvîteyên ku dê di çarçoveya 8’ê Adarê de li dar bixe da. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser hilbijartinên 31’ê adarê û wiha hate gotin: “Em ê hêza veguherîner a jinan li qadên herêmî siyaseta demokratîk û jiyana wekhevîparêz ava bikin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê starta çalakiyên ku wê li dar bixe da. Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên Wanê, Komeleya Jinan a Star, Endamên Platforma Jinan a Wanê, Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Neslîhan Şedal û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Li baxçeyê avahiyê ku daxuyaniyanî lê hat dayîn pankarta bi nivîsa “Em jin bi hev re li dijî tecrîdê azadiyê, li dijî şer aştiyê diparêzin” hat vekirin. Jinan jî wêneyên jinên kurd ku hatin qetilkirin û dowîzên bi nivîsên "Bi Jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" û "Dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin" hilgirtin.
 
Daxuyaniya ku bi kurdî û tirkî hat dayîn wiha ye: “Di vê dema ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin de, beriya her tiştî, em tevahiya jinên ku li çar aliyên cîhanê têkoşîna azadiya jinê dimeşînin, silav dikin. Em jinên ku ji bo azadiya jinê têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û careke din diyar dikin ku dê bîranîna wan rêya me ronî bike. Bi hêza ku me ji hezaran jinên pêşeng ên wek Rozayan, Sarayan, Evînan, Zelalan wergirtiye, di 8’ê Adara îsal de jî em ê dîsa li qadan, kuçeyan û meydanan  bin.
 
SEDSALA 21’AN DÊ BIBE SEDSALA AZADIYA JINAN 
 
Li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê, em 8’ê Adarê dîsa di binê siya şeran, qeyranên aborî, qirkirina jinan, qirkirina xwezayê û newekheviyan de; lê di heman demê de bi têkoşîn û berxwedana jinan a li hemberî polîtîkayên mêrsalar pêşwazî dikin.
 
Di sedsala 21’emîn a ku têkoşîna zayendî bûye qada têkoşînê ya bingehîn de, jin li malan, li kuçeyan, li kargehan û li tevhiya qadên jiyanê xwedî li azadiya xwe, mafên xwe, nirxên xwe û keda xwe derdikevin û destkeftiyên xwe yên ku bûne armanca hişmendiya mêrsalar diparêzin. Di vê serdema ku tundiya li hemberî jinê zêdetir dibe, kuştinên jinan vediguherin qirkirinê û di heman demê de gelek destkeftiyên jinan dixwazin careke din bên desteserkirin de, em dizanin ku berxwedana jinê di pêvajoya li pêşiya me de diyarker e. Şerên piraliyî yên ku di serî de li Rojava, li tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn tên meşandin, di bingeha xwe de li dijî nirx û afrîneriyên cewherî yên jinan in. Şerê ku dijminatiya jinê ji xwe re dike çavkanî, herî zêde jî jinên Kurd ji xwe re dike armanc. Yên ku pêşengên têkoşîna azadiya jinê Nagehan Akarsel li Silêmaniyê, Evîn Goyî li Parîsê, Firyal Silêman Xalid li Kerkukê qetil kirine divê bizanibin ku têkoşîna azadiya jinê dê teqez bi ser bikeve!
 
EM Ê BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN 
 
Bi 'polîtîkayên şerê taybet' ên ku li Kurdistanê weke polîtîkayên dewletê tên afirandin, ev tundî û qetliyam gihîştine asteke cuda ya gelekî girîng. Remziye Apaydin, Denîz Poyraz, Fîrdevs Babat, Sakîne Kultur bi tenê çend ji dehan jinên ku di encama van polîtîkayên şerê taybet ên ku bi destê dewletê tên sepandin jiyana xwe ji dest dane ne. Heman polîtîka bi destê kesên xwedîunîforma ve li hemberî jinên Kurd ên ciwan; bi destê saziyên olperest û paşverû yên îslama siyasî li hemberî civakê; bi destê qeyûman li hemberî saziyên jinan û vîna gelên Kurdistanê tên sepandin. Di heman demê de di tevahiya saziyan de û di tevahiya qadên jiyanê de “mêrbûn” tê vejandin û koletî li jinan tê ferzkirin. Sîxurkirin, madeyên hişbir û fuhûş wek amûrên şerê bîrdozî tên bikaranîn û aliyekî din ê van polîtîkayn jî destdirêjî jî di nav de hemû cureyên îstîsmara zarokan e. Em vê hişmendiya mîlîtarîst a ku beden, ziman, çand, nasname û bi kurtasî hebûna jinên Kurd ji xwe re dike armanc, nepejirînin!
 
Em ji Musa Orhanan, Onur Genceran, Îbrahîm Barkinan pir baş pê dizanin ku bi polîtîkayên bêcezahiştinê, bi vegotinên cudaker, bi efûyên ku di binê navê sererastkirina înfazan de tênê derxistin, kujer û kiryarên tundiyê ji aliyê vê pergalê ve çawa tên parastin! Em hevkarên wan kesên ku hêza dewletê li pişta wan e, zirxê xwe yê “polîtîkaya bêcezahiştinê” li xwe kirine, dizanin dê tu tiştek bi wan nebe û bi tu awayî dev ji kiryarbûnê bernadin jî, baş nas dikin!
 
Qeyrana aborî ya ku hêzên kapîtalîst û modernîst afirandine û her roj hinekî din kûr dibe, her ku diçe domdartir dibe. Çavakaniyên ku malê civakê ne dikin xizmeta komeke elît û xizanî û nangiraniyê ji gel re rewa dibînin. Li palûkeyan, zeviyan, kargehan, li tevahiya qadên giştî jin wek hêza kar a erzan tê dîtin û rûberî mêtingerî û tundiyeke giran dibe. Di vê çarçoveyê de, em wek TJA di wê baweriyê de ne ku bi 8’ê Adarê têkoşîna kedê ya rêxistinbûyî ya hevpar a jinan dê bigihîje xwediyê wateyeke nû. Li hemberî van polîtîkayên ku dijminatiya jinê dikin û li dijî gel in em ê civakê biparêzin, berxwedanê geş bikin.
 
EM Ê QADÊN XWE YÊN JIYANÊ Û NASNAMEYA XWE BIPARÊZIN 
 
Ji aliyê mekanîzmayên darazê yên ku di destê desthilatdariyê de bûne amûr ve, jin her roj bi operasyonên siyasî tên girtin û zindanîkirin. TJA jî bi awayekî bi pergal û gelek canan rûberî tundiya darazê bûye. Sepanên faşîst û zayendperest ên li girtîgehan, polîtîkayên dermirovî yên li hemberî girtiyên nexweş, şewitandina înfazan jî domahîlka van polîtîkayan in. Wek TJA, em careke din dibêjin ku em ê xwedî li nasnameya xwe û destkeftiyên xwe derkevin.
 
Di vê sala borî de, di erdheja 6’ê Reşemiyê ya ku di encama polîtîkayên rantxurî û talanê ya pergala dewletperest a mêrsalar de li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê veguherî hilweşîneke mezin de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û bêmal man. Her çiqas ji bo tevahiya civakê bandoreke hilweşîner a erdhejê çêbûbe jî, ji bo jinan û zarokan rewş gelekî xerabtir bûye. Desthilatdariya ku bûye sedema tevahiya vê hilweşînê, erdhej jî veguherandiye derfeteke ku desthilatdariya xwe bidomîne. Wargehên Kurdan û elewiyan ji nû ve dagir kiriye, avaniya demografîk guherandiye, erdnîgariya me bêmirov hiştiye, zarokên ku malbatên xwe wenda kirine dane terîqetên olperest û çeteyan û ew rûberî îstîsmarê kirine ku hilweşîn girantir bûye, polîtîkayên xwe yên dijberî xwezayê domandine û talankirina avê, axê, daristanan û tevahiya qadên jiyanê domandiye. Wek TJA, em ê ava xwe, axa xwe, daristanên xwe, xwezaya xwe û tevahiya qadên xwe yên jiyanê biparêzin.
 
Zimanê me yê dayîkê, nasnameya me tên înkarkirin û bi plîtîkayên qirkirina çandî hebûna me ya civakê tê tunekirin. Wek TJA; ji bo zindîtirkirina zimanê me yê zikmakî, çanda me û nasnameya me, di serî de jinên Kurd, em bangê li tevahiya civakê dikin ku bi me re têbikoşin û di serî de Kurdî, ji bo ku tevahiya zimanan bibin zimanê perwerdehiyê û di destûra bingehîn de bên nasîn, em soz didin ku em ê têkoşîna xwe geştir bikin.
 
EM Ê RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ YÊN AZADÎPARÊZ XURT BIKIN 
 
Di vê 8’ê Adarê de, bi ezmûnên xwe yên ku me ji dîrokê palavtine, ji bo hilbijartinên xwecihî yên ku di avakirina bajarên azadîparêziya jinê de gelekî girîng in, em amade ne. Me berendamên xwe bi pêşhilbijartineke ku gelek kes beşdar bûnê û bi rêbaza lihevkirina bajêr diyar kirin û me careke din derxist holê ku demokrasiya xwecihî encax bi civakê re bi pêş dikeve. Em bi biryar in ku em hişmendiya ku tevahiya qadên civakê di destekî de kom dike, zêde navendî ye û “rêveberiyên xwecihî wek qadên xwezayî yên hişmendiya mêrsalar” dibîne veguherînin. Bi hêza jinan a di qadên xwecihî de guherîner û veguherîner em ê siyaseta demokratîk û jiyana wekhevîparêz ava bikin. Em bi biryar in ku bi hevserokatî û nûneriya wekhev, di tevahiya qadên jiyanê de em vîna jinê hêzdartir bikin û hişmendiya rêveberiyêên xwecihî yên demokratîk li civakê belav bikin. Em bi ser ketin, me bi dest xist. Niha dem dema ku em serkeftina xwe û destkeftiyên xwe careke din geştir bikin. Rabe; Dem Dema Azadiya Jinan e.
 
EM Ê AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊZDAR OCALAN PÊK BÎNIN!
 
Ev rewşa civakê ya ku di nava qeyranên piralî de maye, encama rejîma tecrîdê ya ku li Îmraliyê tê sepandin e. Her ku rejîma tecrîdê ya li hemberî Rêzdar Ocalan kûrtir dibe, di serî de jin, tevahiya civakê bi heman awayî dikeve binê pêkutiyê. Di 8’ê Adara îsal de jî, em careke din dibêjin ku, di serî de çareseriya kêşeya Kurd a demokratîk û aştiyane, muxatabê bingehîn ê çareseriya tevahiya pirsgirêkên civakî Rêzdar Ocalan e û em careke din dibêjin ku divê demildest bi wî re hevdîtin bê çêkirin. Li hemberî siyaseta înkar û îmhayê, paradîgmaya civaka “demokratîk, xwezaparêz û azadiya jinê” ya ku Rêzdar Ocalan bi pêş xistiye, gavê herî girîng ê rêya ku ber bi jiyaneke aştiyane û civakeke demokratîk ve diçe ye. Tekane rêya sepandina vê paradîgmayê jî ew e ku bê şert û merc pêkanîna azadiya fizîkî ya cenabê wî ye.
 
Di vê çarçoveyê de, em Nobetên Edaletê yên bi armanca piştgirîdana grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û şikênandina tecrîda li Îmraliyê yên ku li gelek bajaran hatine destpêkirin, silav dikin û em careke din bangê li sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî dikin ku daxwazên wan demildest bînin cih.
 
Di 8’ê Adara 2024’an a ku me şiyara “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê Ve” veguherand eniya berxwedanê de, em careke din bangî di serî de jinên Kurd, tevahiya jinan dikin ku li hemberî faşîzmê û mêrsalariyê, piştgiriyê bidin berxwedanê û wê geş bikin. Bi hêza ku em ji vê bangê digirin, em 8’ê Adarê, roja têkoşînê ya tevahiya jinan, pîroz dikin.
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û bi çepikan bi dawî bû.
 

Sernavên din

01/03/2024
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade