Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin

  • rojane
  • 09:07 27 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL- Mirova Şemiyê Îkbal Eren Yarici ku li aqûbeta birayê xwe Hayrettîn Eren ê 44 sal in winda ye pirsî, bertek nîşanî doza ji ber çalakiya wan li wan hatiye vekirin da û got: "Divê yên em mexdûr kirine bên darizandin."
 
Kesên ku li aqûbeta kesên di salên 1990'î de hatin windakirin û di girtîgehê de hatin qetilkirin dipirsin, ji aliyê daraza desthilata AKP'ê ve hedef tên girtin. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku bi salane li Qada Galatasarayê ya Stenbolê li aqûbeta xizmên xwe yên winda û hatin qetilkirin dipirsin, di hefteya 700’emîn a çalakiya xwe de ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylû ve bûn hedefa êrişên polîsan. Der barê 20 Dayikên Şemiyê/Mirovên şemiyê de ku her hefte tên astengkirin, bi hinceta di çalakiya 950'emîn de qanûna "muxalefeta li qanûna civîn û xwepêşandanan" ya bi hejmara 2911'an binpê kirine, doz hat vekirin. Di çarçoveya dozê de 20 kes îro dê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 39'an a Edliyeya Stenbolê derkevin pêşberî dadger.
 
Îkbal Eren Yarici, xwişka Hayrettîn Eren ê 44 sal berê di binçavan de hat windakirin, ku doz lê hat vekirin û parêzer Jiyan Tosûn têkildarî zext û pêkanînên darazê yên li ser Dayikên Şemiyê axivîn.
 
44 SAL IN TÊDIKOŞE
 
Îkbal Eren Yariciyê bi bîr xist ku birayê wê Hayrettîn Eren di sala 1980'an de li girtîgehê hatiye windakirin û got ku ji wê demê heta niha têdikoşin. Erenê anî ziman ku birayê wê nêzî 44 sal berê hatiye windakirin û ew jî 28 sal in bi Dayikên Şemiyê re ji bo maf û edaletê têdikoşe û got: "Windabûna di bin çavan de polîtîkaya dewletê ya li vî welatî ye. Ji ber ku me ev yek anî rojevê ji bo me Qada Galatasarayê hat qedexekirin. Piştî ku em rastî tundiya giran a polîsan hatin, rastî vê qedexeyê hatin. Piştî hefteya 700’î em nikarin biçin Qada Galatasarayê. Me li ber ÎHD an jî bi rêya medyaya dîjîtal daxuyaniyên xwe dan. Me hewl da ku em li gorî şert û mercan pêk bînin." 
 
BIRYARA DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN
 
Erenê diyar kir ku di encama serlêdanên li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) de biryara binpêkirinê hatiye dayîn û wiha got: “Tevî ku ev biryar hem ji qeymeqamtiya Beyoglûyê û hem jî ji midûriyeta polîsan re hatiye ragihandin jî, her tim daketina qadê li me hat qedexekirin. Bi temînata vê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn di hefteya 941’emîn de me dîsa dest bi çûna Qada Galatasarayê kir û mixabin dîsa em hatin binçavkirin. Destên hinekan kelepçe kirin, li me hinekan xistin. 30 hefteyan Dayikên Şemiyê dev jê berneda, lê wan jî dest ji ya xwe berneda. Piştî ku Wezareta Karên Navxweyî em ferq kirin, daxuyaniyeke sosret da û got, "Em ê mexdûriyeta Dayikên Şemiyê çareser bikin.' Piştî vê daxuyaniyê Walîtiya Stenbolê xwest bi me re hevdîtinê bike. Di encama muzakereyan de ku hefteyekê dom kir, destûra daxuyaniyeke 5 deqeyî hat dayîn."
 
‘DIVÊ YÊN EM MEXDÛR KIRIN BÊN DARIZANDIN'
 
Erenê bal kişand ser doza ku di hefteya 950'emîn de hatiye vekirin û wiha got: "Em bi salan e dizanin ku ji bo windahiyên me hiqûq tune ye, lê hem di hefteya 700'emîn de darizandina Dayikên Şemiyê û hem jî danişîna ku em ê di 27'ê Sibatêd e biçin, tiştên trajîkomîk in. Ji ber ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku mafên me hatine binpêkirin. Wezîrê Karên Navxweyî xwest mexdûriyeta me çareser bike, nexwe em mexdûr in. Lewma divê yên bên darizandin ne em, ew bin." 
 
Erenê diyar kir ku ev 28 sal in bang dikin û got: “Li vir têkoşîna demokrasiyê heye. Em ne tenê ji bo mirovên xwe yên winda, ji bo maf û edaletê jî li vî welatî têdikoşin. Em vê yekê ji bo her kesî dikin, lewma çawa ku em her roja Şemiyê bang dikin, ez bang li her kesî dikim ku her kes jib o danişîna me ya 27'ê Sibatê ku dê li Çaglayanê bê lidarxistin hesas be." 
 
DORPÊÇKIRINA QADA GALATASARAYÊ
 
Parêzer Jiyan Kayayê jî da xuyakirin ku qedexeya hefteya 700'emîn biryareke siyasî ye û got: "Bi daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê, di hefteya 700'emîn de destwerdaneke tund hat kirin û ji wê rojê heta niha jî li wir destûra çalakiya Dayikên Şemiyê nayê dayîn. Û Qada Galatasarayê bi rastî jî hatiye dorpêçkirin."
 
Kayayê anî ziman ku destwerdana di hefteya 700’emîn de birine Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û got: “Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku ev der ji bo Malbatên Şemiyê bê vekirin û mafê xwepêşandan û kombûnê hatiye astengkirin. Malbatên Şemiyê di hevdîtina hefteya 941’emîn de dîsa daketin Qada Galatasarayê û 30 hefte bi muameleyeke xirab hatin binçavkirin. Di van 30 hefteyan de me her hefte me gilî kir, lê bê encam man. Lê ji ber çalakiya hefteya 950’emîn der barê wan de doz hat vekirin.”
 
‘POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ TÊ DOMANDIN'
 
Kayayê anî ziman ku daxwazên rewa yên Dayikên Şemiyê hatine paşguhkirin û wiha got: “Dosya di refikan de hatin ragirtin û bi hinceta demboriyê dosya hatin girtin. Di vî warî de polîtîkaya bêcezakirinê heye. Di heman demê de bêencamhiştina giliyên Dayikên Şemiyê jî berdewama polîtîkayên bêcezakirinê ye." 

Sernavên din

01/03/2024
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade