Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî

  • rojane
  • 11:32 28 Sibat 2024
  • |
img

ENQERE - 12 jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, îşaret kirin ku tedawiya wan tê astengkirin û binpêkirinên mafên tenduristiyê yên dijîn vegot. 

Jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin bi hinceta ku leşker nehatine gelek caran nabin nexweşxaneyê. Ji ber vê yekê randevuya girtiyan betal dibe û pêvajoya sewqê jinûve dest pê dike. Girtî ji bo kirariyên weke MR, tomografi, mamografî, endoskopî û kolonoskopiyê ji ber randevû di navbera 8 mehan û salekê tên dayîn li bendê dimînin. Dema leşker neyên jî randevu betal dibin û pêvajo jinûve dest pê dike. Girtî ji nexweşxaneya di nava kampusê de re jî tenê rojekê tên birin. 
 
Gelek binpêkirinên mafan ên weke ferzkirina mûayeneya bikelemçe, di dema mûayeneyê de sekinîna leşkerên mêr a li hundir, ketina destî ya leşkeran ji çend pirsgirêkên ku girtî dijîn in. Pêkanînên cihekariyê yên bijîşkan û bêhestiyariya wan jî carna tedawiya bitendurist ji holê radikin. 
 
Bandora krîza dermanan a li Tirkiyeyê tê jiyîn a herî mezin jî li girtîgehan dibe. Herî zû piştî hefteyekê derman tên anîn. Hin caran girtî bi mehan dermanên ku pereyan pê didin nabînin. Girtiyên mafê wan ê tenduristiyê tê astengkirin, pirsgirêkên jiyane vegotin. 
 
GIRTIYAN VEGOTIN
 
Zerrîn Yilmaz: Nêzî 5 mehan e ji bo ultrasona guatrê disekinim. Hêj ez nebirime. Ne diyare ka min dê kengî bibin. Krema ku dermatolog havîna par nivîsand û got ku divê havînê bi kar bînim 6 meh şûnde an ku zivistanê hat. Niha jî dermana ku ji aliyê bijîşkê cerahî ve hate nivîsîn tevî ku 3 hefte derbas bûn jî hêj neanîne. Daxwaznameyên ji bo revîrê dinivîsim jî winda dibin. 
 
Mûhabbet Kûrt: Ez beriya 14 mehan li Nexweşxaneya Kampusê çûm bijîşkê diranan. Hate diyarkirin ku ji bo 2 diranên min divê tedawiya qenalê were kirin. Lê 14 meh in hêj ez nebirime. Ev bû sedem ku 2 diranên min û hestiyê lama min zirarê bibîne. 4 meh in ji bo beşa cildiyeyê sewqa min hatiye çêkirin. Tevî ku bi dehan caran gotin dê min bibin jî hate betalkirin û ez nebirim. 
 
NEXWEŞIYÊN WÊ LI GIRTÎGEHÊ DEST PÊ KIRIN 
 
Mûkaddes Kûbîlay: Gelek nexweşiyên min di pêvajoya ku ez li girtîgehê hatim ragirtin dest pê kirin. Ji bo ku nehatim dermankirin an jî dereng hatim dermankirin nexweşî pêş ve çûn. Carna ji ber ferzkirina mûayaneya bi kelemçe û carna jî ji ber nêzîkatiyên bijîşk mafê min ê tenduristiyê hate astengkirin. Nexweşiyên min ên weke tansiyona bilind, migren, fitika piştê û stû û astimê hene. Ji bo fitika stû beriya 7-8 mehan biryara dest bi tedawiya fizîkê bikim hate dayîn. Lê piştî çend mehan ez bi awayekî birêkûpêk nebirim seansên hatin destpêkirin. Diviya bû ku 10 rojan bê navber min biribûna lê rojekê birin 9 rojan nebirin. Dîsa ji ber ez li nezareta sar hatim sekinandin rewşa min xerabtir bû. Ji ber vê yekê min nekarî seansan bidomînim. Ji ber 69 salî me divê li dijî rîska penceşêra memikan bi awayekî birêkûpêk mamografî û ultrasonê bikişînim lê randevûyan belavê demê dikin. Ji ber van astengiyan encam nayê girtin. Tevî van nexweşiyan hemûyan Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ku ji ber nexweşiyên min ez birimê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. 
 
PÊKANÎNA WEKE ÎŞKENCEYÊ 
 
Zeynep Han Bîngol: Gelek nexweşiyên weke helîna hestiyan, tansiyon, migren, nexweşiyê mîde, fitika pişt û stû, girêka li memikan, kirêçgirtina çokan hene. Ji bo girêka li memikan divê bi awayekî birêkûpêk mamografiyê bikişînim. Lê saleke li benda randevuyê me. Di pêkanîna anesteziyê ya ji ber pirsgirêkên mîde û rûviyan di dema kolonoskopî û endoskopiyê de rastî mûameleya nebaş a xebatkarên tenduristiyê û bijîşkan hatim. Di dema mudaxileya stûrbûna dîwarê malzarokê de rastî pêkanîna peywîrdaran a weke îşkenceyê hatim. Di demên dawî de jî bi hinceta leşker nehatine me nabin nexweşxaneyê. 
 
XETEREYA TEŞHÎSA DERENG
 
Rozerîn Kûrt: Li Beşa Dermatolojî ya ku ez ji bo tedawiyê çûm, ji ber israr û ferzkirina leşkerê mêr a mayîna li odeyê nikarîbûm bêm mûayenekirin. Ûltrasona ji bo guatr û girseya di memikê de û MR’ê ku ji aliyê bijîşk ve ji bo çavkaniya êşa stû tespît bike xwestiye bi mehane nayên kişandin. Ji serlêdanên me yên têkildarî mijarê re jî bersiva ‘tiştekî ku em bikin nîne leşker nayê’ tê dayîn. 
 
DIBE KU ÇAVÊ XWE WINDA BIKE 
 
Girtiya nexweşa giran Selver Yildirim: Êşa çavên min û windabûna dîtinê ya di çavên min de di sala 2014’an de destpêkir. Dema ez li Girtîgeha Elbistanê bûm, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Elbistanê re sewqa min hate çêkirin. Ji ber ferzkirina mûayeneya bikelemçe bi mehan neçar mam bi paş ve vegerim. Teşhîsa pirsgirêka çavan 7 salan berdewam kir. Teşhîsa SSRC’yê (çizirana avê) danîn û heke ez hatibûma dermankirin dibe ku min qet pirsgirêka nedîtinê nekişandibûya. Lê niha ji sedî 85 windabûna dîtinê heye. Çavekî min jî qet nabîne. Ewilî piştî Zanîngeha Sutçu Îmam sewqî Dîlokê hatim kirin. Lê ji ber nêzîkatiya bijîşk û nexweşxaneyê tedawiya min nehate kirin. Herî dawî li Nexweşxaneya Bîlkentê tedawiya lazerê hate destpêkirin. Ji ber li vir jî tedawî bi awayekî birêkûpêk nehate kirin êşên min her tim zêde bûn. Mercek û berçava tavê ya ji aliyê bijîşk ve hatiye nivîsîn ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayê dayîn. Şandeyê ji bo serlêdana me ya ji bo taloqkirina înfazê hate dayîn jî bersiva ‘ ji bo xetereya wê ya jiyanî nîne dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ku herî dawî ji bo mûayene bibim çûmê ji ber ferzkirina mûayeneya bikelemçe, ez mûayane nebûm.
 
ENCAM JÎ SEWQ JÎ NÎNE 
 
Esra Sayektaş: Beriya sala nû ji ber prisgirêka xwe ya dil çûm revîrê. Ji bo ku min bav û apê xwe ji ber krîza dil winda kirin ji ber genetîkbûnê min xwest bidim kontrolkirin. Rojek pişt re li revîrê xwîn wergirtin. Piştî ku mehek bi ser re derbas bû ez dîsa çûm revîrê û min rewş pirsî. Ne encama tahlîlên xwînê ne jî sewqa kardiyolojiyê derket. Zêdetirî du mehan e li bendê me. 
 
DERMANAN NAÎNIN
 
Pinar Tîkît: Ji sala 2023’yan ve ji ber kîstê di mejiyê min de bi awayekî periyodik têm dermankirin. Demekî dirêj e ji ber vê mijarê pirsgirêk nejiyan lê bi mehan e têkildarî kontrolan pirsgirêkan dijîm. Sewq an qet nayên kirin an jî piştî mehan tên kirin. Em bi heman ji bo sewqa nexweşxaneyê disekinin. Gelekî dereng dibin revîrê jî. Herî dawî piştî min ji rêveberiya girtîgehê re got nexweş im, sewqa min hate kirin. Dermanên ku bijîşk dinivîsin jî nayên anîn. 
 
BI HINCETAN SEWQAN TALOQ DIKIN 
 
Alev Yarar: Zêdetirî salekê ye têkildarî mafên xwe yên tenduristiyê problemên cidî dijîn. Tevî ku xwegihandina tenduristiyê mafekî bingehîne jî tê paşguhkirin. Pirsgirêkên min ên weke derengxistina tedawiyê, derengbirina nexweşxaneyê, agahdarnekirina têkildarî encamên xwînê û tenduristiyê pirsgirêkan dijîm. Saleke ji aliyê bijîşkê Norolojiyê ve MR hate xwestin lê hêj jî nehatiye kişandin. Ji serlêdana min a ji bo sedemê wê bizanim kir jî bersiva ‘gelek kes ji bo kişandina MR’ê disekinin’ hate dayîn. Beriya 3 mehan ez çûm Beşa Guh Difin û Qirikê. Ji aliyê bijîşk ve testek hate xwestin û sewqa min ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sîncanê ku ev test lê heye hate kirin lê ez hêj nebirime. 2 meh in sewqa min ji bo Beşa Cerahiyê Giştî hatiye kirin lê hêj ez nebirime. Ji serlêdanên min ên çima sewqên min ên nexweşxaneyê nayê kirin re jî bersiva ‘leşker nînin, nexweşxane qelebalix in, gelek kes li benda sewqa disekinin’ didin. Dermanên ku bi rêya revîrê dinivîsin jî nayên dayîn. Xwegihandina dermanan nîne. 
 
SEWQA BILEZ PIŞTÎ 20 ROJAN 
 
Zelal Bîlgîn: Ji ber enfeksiyona rêya mîzê min xwest biçim revîrê. Ji ber ku gardiyanan got li revîrê bijîşk tune ye min xwest biçin Beşa Lezgîn. Bêyî hincetekê nîşan bidin gotin nikarin bibin. 8 saetan min nekarî biçim bimîzim. Dema ez çûm jî bixwîn û binavber hat. Piştî ku janên min zêde bûn, me dîsa gardiyan agahdar kirin lê dîsa jî ez nebirim. Piştî 5 rojan hevaleke me birin revîrê, dema min ji wan pirsî ku çima ez nebirim gotin ku beriya 10 rojan tu derketiyê revîrê, ji bo hefteya bê derkevî jî divê tu dîsa daxwaznameyê binivîsin. Gelek caran daxwazname bi awayekî devkî jî nivîsandin lê nêzîkatiya wan wisa bû. 15 roj piştî nexweşiya xwe bi bandora serlêdan û giliyên xwe ez derxistim revîrê. Tevî ku bijîşkê revîrê biryara sewqa bilez da jî piştî 4 rojan ez birim. Niha jî bi mehan e li benda dora ultrasonê me. Piştî temenekê divê bi awayekî rûtîn hin kontrol bên kirin. Tevî ku dîroka randevûyên weke Mamografiyê tê jî dema leşker neyên nebin randevû betal dibin û piştî mehan dîsa roj tê dayîn. Bandora pergala tenduristiyê ya têkçûyî ya li hundir girantir e. An personelên ku karê xwe nakin hene an jî zêdetir nebaş bikin. Ez difikirim ku peywîra wan nebaşkirine û tu ji van pêkanînan ji polîtîkayên tecrîdê ne serbixwe ne. Heke rewşeke derveyî vê nebûya da serlêdanên me li ber çavan bên girtin û pirsgirêk hatibûya çareserkirin. 
 
Ayla Akat Ata: Ji ber ku li Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê koxûşa girtiyan a ji bo sewqkirina nîne, di tevahiya rojê de li rînga yek kesî ya yek metreçargoşeyî têm ragirtin. Bikaranîna rîngan a ji bo sewqan pirsgirêkeke mezin e. Dema em tedawiyên pêwîst neînin bîra wan kirariyên tetkîkan nayên kirin. An îlaç qet nayên anîn an jî zêdetirî wan yên weke wan in. Ji ber ku baş nêzîkî sewqên di nava kampusê de nabin bêyî ku kirariyek bê kirin dizivirin. Daxwaza derketina revîrê di demê xwe de nayê pêşwazîkirin. Sewqên weke MR’ê di dema xwe de nayên kirin. Sewqên diranan gelek dereng tên kirin. Gelek acizahiyên diranan jî ji ber dikevin estetîkê nayên mûayene û derman kirin. 
 
Salver Îspîr: Ji ber ferzkirina mûyaneya bikelemçe li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ku sewqî wê hatim kirin, nehatim dermankirin. 
 
MA / Dîcle Muftuoglû - Girtîgeha Jinan a Sîncanê
 
 
 

Sernavên din

02/07/2024
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng