Rojnameger Karakaş: Girtî di daxwaza ‘azadiyê’ de bibiryar in

img
EDENE  - Rojnameger Îbrahîm Karakaş ku demek berê ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê hatibû berdan diyar kir ku girtiyên siyasî di çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin de bibiryar in. 
 
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ji ber xebatên xwe yên pîşeyî di 6’ê mijdara 2020’an de li Edeneyê hate girtin û 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê 9 sal û 9 meh cezayê hefsê lê birî. Cezayê Karakaş ji hêla Dadgeha Bilind ve hate betalkirin û danişîna dozê di 29’ê sibatê de jinûve hat lidarxistin. Di danişîna dozê de îcar jî Karakaş bi “endamtiya rêxistinê” hat sûcdarkirin û 6 sal û 10 meh cezayê hefsê lê hate birîn û hate berdan. Karakaş ku ji girtîgehê derket, têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê axivî. 
 
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Karakaş, da zanîn ku girtiyên bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” ji 27’ê Mijdara 2023’yan ve ketine greva birçîbûnê di çalakiya xwe de bibiryar in. Karakaş, got ku dê çalakî heta 31’ê adarê bi awayekî dorveger bidome û heke daxwazên wan neyên qebûlkirin jî dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Bi domdarî Karakaş, anî ziman ku girtî tevî lêpirsînên disiplînê û cezayan jî çalakiya xwe didomînin. Karakaş, got ku polîtîkayên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê di serî de girtîgeh, bandoreke mezin li tevahiya civakê dikin. Karakaş, anî ziman ku bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan re dê polîtîkayên zext û tecrîdê jî bi dawî bibin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Karakaş, bi lêv kir ku daxwazên girtiyan daxwazên însanî ne û divê deriyê Îmraliyê were vekirin, tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û ji hêla fîzîkî ve jî azad bibe. 
 
POLÎTÎKAYÊN JI BO ŞEXS TAYBET DI MERIYETÊ DE
 
Karakaş, got ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên Girtîgehan biryarên keyfî didin û rê li ber tehliyeyên girtiyan digirin. Karakaş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek mijarên ku dikevin ber çarçoveya azadiya fikr û raman weke hinceta taloqkirina tehliyeyan tên nîşandan. Lijne, bi biryarên xwe girtiyan di nava tecrîdê de dîsa tecrîd dikin. Bi van polîtîkayên ji bo şexs taybet di meriyetê de ne re girtîgeha rayeyên xwe derveyî armanca xwe bi kar tînin. Gelek fealiyetên civakî û çandî tên astengkirin. Hefteyê 10 saet mafê fealiyetan heye lê daxistine 3-4 saetan. Her wiha destûr nayê dayîn ku girtî tev li qurs, atolye û hwd. bibin. Ji ber lêkolînên bi mehan didomin, pirtûk, kovar û weşanên din nayên dayîn. Yên heyî jî li gel ku biryarên ‘komkirinê’ nînin jî nayên dayîn û tên desteserkirin. Her wiha girtî nikarin xwe bigihînin weşanên muxalîf. Li hêla din girtiyên siyasî û komên cuda li heman korîdorê tên bicihkirin. Dema derdikevin hewadariyê jî rastî êrişên devkî û hewldanên provakatîf ên van girtiyan tên. Ji ber vê yekê ewlehiya can a girtiyên siyasî di xetereyê de ye.” 
 
MAFÊ XWEGIHANDINA TENDURISTIYÊ
 
Di berdewamê de Karakaş diyar kir ku îdareya girtîgehê û leşker bi nêzikatiyên keyfî û derhiqûqî ev 3 sal in “lêgerîna nava dev” li girtiyan ferz dikin û ji ber ku girtî vê sepanê qebûl nakin, nikarin mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin. Karakaş, da zanîn ku sewqên wan ên nexweşxaneyê bi koda “lezgîn” tên kilrin lê ji ber ku girtî sepana “lêgerîna nava dev” qebûl nakikn, nikarin mafê xwe yê tedawiyê bi kar bûnin. Karakaş, axaftina xwe wiha domand: “Sepana lêgerîna nava dev ne di mewzûatê de ne jî di qanûnan de heye. Qaşo di bin navê ‘ewlehiyê’ de dikin lê sepanekî keyfî û derhiqûqî ye. Divê ev sepan di rewşên ku guman hebe were kirin. Her wiha dema girtî ji odeyê derdikevin, lêgerîna bi destan û dedektorê tê kirin, ji cîhazê hesas ê X-rayê re derbas dibin û piştre jî leşker bi awayekî keyfî lêgerîna nava dev ferz dikin.” 
 
DERMANÊN GIRTIYAN TÊN BISÎNORKIRIN
 
Karakaş, destnîşan kir ku li girtîgehê ji bo dermanên girtiyan sînor hatiye dayîn û axaftina xwe wiha qedand: “Di demên dawî de dermanên di reçeteyê de yek bi yek tên dayîn û girtîgeh vê sepanê di bin navê ‘ewlehî û ewlehiya can’ de dike. Tenê dermanên weke toz didin girtiyan. Ev yek jî dike ku nexweşiyên girtiyan hêj girantir bibin. Bi awayekî biçûkxistinê tê kirin. Daxwaznameyên girtiyan ên têkildarî binpêkirinên mafan û sepanên keyfî jî ji hêla midûrê girtîgehê û dozger ve nayên bersivandin. Her wiha wezaret jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan eleqedar nabe.” 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

15/07/2024
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin
09:11 Di 14’ê Tîrmehê de li seranserî Almanya dê azadiya Ocalan bê xwestin
09:07 Nivîskar û siyasetmedar Aykoç: Divê rêxistinên Kurdistanî li ber êrişan rabin
09:04 Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin
09:02 Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2024'AN
12/07/2024
22:53 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin
20:49 Li Bagokê liv û tevgera helîkopteran
20:16 Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê
18:59 Atayê pençeşêr lê peyda bûye serbest hat berdan