‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeyên Pirsûs û Xelfetiya Rihayê, navçeyên Stewr, Kerboran, Şemrex û Dêrîkê û li navçeya Bismil a Amedê agirên Newrozê hatin pêxistin. Di peyamên ku li qadên Newrozê hatin dayîn de bang li desthilatê hat kirin ku di zûtirîn demê de bi Abdullah Ocalan re dest bi muzakereyan bike û anî ziman ku Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne.”
 
Newroza li navçeya Pirsûs a Rihayê bi tevlibûna bihezaran kesan li Parka Aştiyê hate pîrozkirin. Li qada Newrozê rengên kesk û sor û zer û pankarta “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” ku dirûşma Newroza îsal e û pankarta “Hûn nikarin bi milyonan kesan di nava çar dîwaran de bi cih bikin” hatin daliqandin. 
 
Newroza ku parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar tev li bûn, bi deqîqeyekê rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Piştî deqeya bêdengiyê girseyê bi yek dengî dirûşmên , “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
 
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê derketin ser dikê û pankarta bi gotina Abdullah Ocalan a “Hûn çawa dikarin bi milyonan mirovan di odeyeke teng de bihêlin?” vekirin.
 
SIYASETMEDARÊN GIRTÎ PEYAM ŞANDIN 
 
Di pîrozbahiyê de nameya ku 17 siyasetmedarên ku bi operasyonekê di 9’ê adarê de li navçeyê hatibûn girtin şandin hate xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Gelê welatparêz ê Pirsûsê, îro Newroz e, cejna me ya vejînê ye. Me dixwest li qada Newrozê bi we re govendê bigerînin. Di encama komployekê de em li bi hincetên pûç û vala hatin hefskirin, mîna beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê em ketin zindanan û hat hesabkirin ku em ê hilbijartinê winda bikin. Dibe ku em niha ji ber esareta fîzîkî ne bi we re bin, lê belê em ê bi hişmendî, dil û hestên xwe bi we re bin. Ev Newroz ew roj e ku tecrîd were şikandin û gelê me bi dirûşma azadiyê dakeve qadan. Baweriya me tam e ku bi şandina qeyûman wê îradeya gelê me di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi ser bikeve. Bi van hestan agirê Newrozê gûr dibe û em di wê baweriyê de ne ku bi hilbijartinên 31’ê Adarê re em ê bi hev re bi ser bikevin.  An serkeftin an serkeftin. Dem dema me ye, dem dema gele me ye.”  
 
Pişt re nameya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2013’an de ji Newrozê re şand hate xwendin. Endamên Meclisa Dayikan, Namzetên Hevşaredariyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran, namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer bi dorê derketin ser dikê û girse silav kirin. Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku divê di zûtirîn demê de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê misogerkirin û Newroza îsal dê aştî û azadiyê bîne.
 
AGIRÊ NEWROZÊ HATE PÊXISTIN  
 
Agirê Newrozê Dayikên Aştiyê û ciwanan vêxist. Di wê kêliyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin û govend hate gerandin. 
 
‘EV DER KURDISTAN E EV DER WELATÊ ME YE’ 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ez Newroza qehremanên li çar perçeyê Kurdistanê pîroz dikim. Ez Newroza Birêz Ocalan û hemû girtiyan pîroz dikim. Em dibêjin ku deriyên Îmraliyê vekin, bi birêz Ocalan re dest bi muzakereyê bikin ku bila aştiyeke birûmet û mayînde were vî welatî. EM ji bo serokatiyeke azad û welatekî azad têdikoşin. Ev der Kurdistan e, ev der welatê me ye. Di pirsgirêka kurd de yekane muxatap birêz Ocalan e. Em aştiyê dixwazin em naxwazin şerekî derveyî exlakê dest pê bike. Em dikarin bi hev re di çarçoveya rêgezên demokratîk de bijîn. Barê me giran e. Em ê ji bo azadiya Kurdistanê li çar parçeyê Kurdistanê tifaqekê pêk bînin. Heke yekitiya me ya neteweyî pêk bê em ê xurttir bibin. Em naxwazin di sedsala 21’emîn de xwîna xwişk û birayan birije. Em bang li PDK’ê dikin, zarokên vî welatî garantorên başûrê Kurdistanê ne. Banga me li hemû partiyên li Kurdistanê ye. Dest bi din hev û kongreya netewî îlan bikin.”
 
Piştî axaftinan Koma Hevra û Ahmet Jiyara derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Girseyê li gel çepik, tilîlî û dirûşman govend gerand. Newroz ligel govend û dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
 
XELFETÎ
 
 Li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî gel li Parka 4’ê Nîsanê ku di saetên serê sibê de dagirtin Newroz pîroz kir. Gelek kes bi cil û bergên herêmî û poşiyên kesk û sor û zer beşdar bûn. 
 
Li qadê dowîzên “Jin jiyan azadî” , “Li girtîgehan greva birçîbûnê heye” , “Em bi agirê serhildanê yê ciwanan hatin Newrozê vêxin” , “Ji tecrîdê re na” hatin hilgirtin û di pîrozbahiyan de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. 
 
Di pîrozbahiyên ku hunermend Ozlem Taner hem bi tirkî hem bi kurdî stran gotin de Namzetên Hevşaredariyê yên Xelfetiyê yên DEM Partiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan axivîn.  
 
‘EM Ê BI RUHÊ NEWROZÊ DÎROKÊ BINIVÎSIN’ 
 
Bayram wiha got: “Qeyûman Xelfetî parsel bi parsel firot. Em ji bo serkeftinê tên. Em sond dixwin ku em ê qeyûman bişînin.” Karayilan jî Newroz pîroz kir û wiha got: “Me li vir careke din yekîtî û hevgirtina xwe nîşan da. Dem ew dem e ku em Newroza berxwedanê bigihînin serkeftinê. Bi ruhê Newrozê em ê di 31’ê Adarê de careke din dîroka Xelfetiyê binivîsînin. Di 31’ê Adarê de bi ruhê şoreşgerî yê Kawayê Hesinkar em ê qeyûman ji Xelfetiyê bişînin.” Di wê kêliyê de girseyê dirûşmeyên “Xelfetî ya me ye dê ya me bimîne” û “Diz dê hesabê bidin gel” berz kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî jî di axaftina xwe de got ku “Dehaqê her serdemê hebe Kawayê her serdemê jî heye” û nameya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Newroza 2013’an şandibû xwend.  
 
Girseya ku piştî name hate xwendin bi deqîqeyan çepikan xist dîsa dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Agirê Newrozê jî bi dirûşma “Bijî Newroz” û çepikan hate vexistin. 
 
Pîrozbahî bi stranên ku Bêwar Tekbaş gotin bi gerandina govendê hate bidawîkirin. 
 
SÊWÊREG
 
Li Sêweregê jî Newroz li Bazara Pêncşemê hate pîrozkirin. Qada ku jinan kiras û fîstan, zilaman jî şal û şepik li xwe kiribûn, bû cihê pîrozbahiyên bicoş. 
 
Pîrozbahiya ku parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî, namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, namzeta Hevşaredariyê ya Sêweregê Yildiz Çetîner û Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû tev li bûn, bi vêxistina agirê Newrozê dest pê kir. 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak bi bîrxistina kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir. 
 
Bûcak, a helbesteke bi kurdî ya Faîk Bûcak xwend û qala Bûcak kir. Bûcak, anî ziman ku ji bo azadiya gelê kurd bi salane bedelên giran tên dayîn û destnîşan kir ku êdî ji bo kurdan dem dema hevgirtinê ye. Bûcak, anî ziman ku dîmenê yekitiyê yê girseya li Qada Newrozê kombûye dê di 31’ê Adarê de bigihe serkeftinê û wiha got: “Em dîrok û bîra xwe ewçend zindî bihêlin ku gelê Sêweregê di 31’ê Adarê de bersiva herî baş bide van Dehaqên zalim. Îro dem dema hevgirtinê ye. Îro dem dema parastina nasname , statu , zimanê dayikê û jiyana azad a wekhev a gelê kurd e.”
 
Piştî axaftinan Koma Avesta derket ser dikê û pîrozbahî bi govenda li ber stranan hate gerandin bi dawî bû. 
 
AMED - BISMIL
 
Newroz li navçeya Bismil a Amedê jî nêzî Termînala Otogarêw hate pîrozkirin. Bi hezaran kes bi awayekî bicoş herikîn qadê. Li qada mitîngê li ber govend û tilîliyan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
‘YA ME EM Ê PAŞ VE BIGIRIN’ 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bismilê Mizgîn Ekîn a di pîrozbahiyê de axivî, wiha got: “Tu kes nikare vîna me têk bibe. Her bijî Bismil.  Di vê hilbijartinê de em bi polîtîkayên demokratîk, ekolojîk û azadîparêz re dixwazin Bîsmîlê bi we re bi rê ve bibin. Bi tayînkirina qeyûman li şaredariyên me re, nirxên me yên topyekûn hatine talankirin. Em tên ku vê rejîma talanker hilweşînin û ya me ye paşve bistînin.”
 
Namzetê din ê hevşaredariyê Guven Tanrikûlû jî qurbaniyên Komkujiya Helebçê bibîranîn û di axaftina xwe de wiha got: “Em rejîma Sedam şermezar dikin. Em ê di 31’ê Adarê de rejîma qeyûman jî hilweşînin. Ji dizî û talanê pêvetir xizmeteke wan çênebû. Em ê bi vê coşê ji sindoqê serkeftî derbas bibin. Dem dema Bismilê dem dema serkeftinê ye.”
 
‘EM Ê QEYÛMÊN VÎ HÊZÊN QIRÊJ BIŞÎNIN’  
 
Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz li hemberî qelebalixa li qadê bi gotinên “Qeyûm bila we temaşe bike ku hinekê şerm bike” dest pê kir. Gurbuz, wiha domand: “Em ê qeyûmên vî hêzên qirêj bişînin. Li vir gelê kurd heye, vê vînê kes nikare hilweşîne. Kes nikare me ji rêya me ya azadiyê vegerîne. Ev ax axa me ye. Namzetên me yên hevşaredariyê emanetî we ne.”
 
‘DEM DEMA KURDISTANÊ YE’
 
Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yarayê jî wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de bi ruhê neteweyî serbikevin. Newroz pîroz be. Dem dema kurd û Kurdistanê ye.”
 
TURKOGLU: EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Halîde Turkoglû jî wiha axivî: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê ya ji bo Filistînê bang dike, têkildarî şer û firotina çekan ji têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re paş ve gavê naavêje û durûtiyê dike. Lê em hem gelê Filistînê diparêzin hem jî li dijî êrişên desthilata ku bi şer xwe xwedî dike disekinin. Ev gel xwedî hafizayekê ye, ji ber vê yekê dê li dijî lîstikên qirêj yên desthilatê jî were. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin û bi welatiyan re govend hate gerandin. Pişt re Koma Dilzar û Dengbêj Şahabettîn derketin ser dikê.  
 
MÊRDÎN-STEWR
 
Li navçeya Stewrê jî Newroz li bajaroka Êwîna hate pîrozkirin. Bi hezaran kes bi cil û xwe yên herêmî tev li pîrozbahiyên li qada bajarokî hate lidarxistin bûn.  Jinan bi kiras û fîstanên xwe yên rengîn qad tejî kirin. Bi hezaran kesan li qada ku hejmareke zêde dayikên laçik spî lê bûn govend gerandin.  Piştî gerandina govendê ya li ber stranan, derbasî pîrozbahiya Newrozê hate kirin. Di pîrozbahiya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin de bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin û dû re dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
 
Piştî rêzgirtinê welatiyan ligel dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê pêxistin. Balkêş bû ku hin Dayikên Aştiyê cilên xwe avêtin nav agirê Newrozê. Piştî vêxistina agirê Newrozê coş hate mezinkirin û li dora agir govend hate gerandin. 
 
Dûre Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Hatîce Oncu û Selahattîn Onder û Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehdî Tûnç axivîn. Tûnç diyar kir ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re silavan dişînin û anî ziman ku gelê kurd dê tecrîdê rake û Ocalan dê azada bibe. Pişt re parlamenter George Aslan axivî. Aslan, da zanîn ku dewletê ewilî kurd pişt re Cejna Newrozê ya kurdan înkar kir û wiha got: “Pişt re ji bo Newrozê gotin ‘Nevrûz’ û îdia kirin ku cejna wan e. Heke ev dewlet sibê derkeve bêje ‘kurdên rast em in’ matmayî nemînin. Ev dikarin her tiştî bikin. Divê em hişyar bin. Divê em xwedî li vîna xwe û çanda xwe derkevin.”
 
Piştî axaftinan pîrozbahî bi ribabê û stranên stranbêjên herêmî berdewam kir. 
 
ŞEMREX
 
Li Şemrexê jî qada Newrozê weke qada Hemama Kevin hate diyarkirin. Beriya pîrozbahiya Newrozê ya li qada Hemama Kevin hate lidarxistin, qad bi barîqatan hate dorpêçkirin. Welatî ji noxteya lêgerînê ya polîsan derbas bûn û ketin qadê. Welatî bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li Newrozê bûn. Namzetên Hevşaredariyê yên Şemrexê yên DEM Partiyê Kûdret Ûçûk û Hamdîn Demîr li qadê kevokên aştiyê firandin. Di pîrozbahiyên ku kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn de welatiyan her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” berzkirin. 
 
 Di pîrozbahiyê de ewilî namzeta Hevşaredariyê ya Şemrexê ya DEM Partiyê Kûdret Ûçûk axivî. Ûçûk, diyar kir ku beriya hilbijartinê hikumet lîstikan dilîze û wiha got: “Ew dê tu caran li Şemrexê bisernekevin. Divê em di 31’ê Adarê de weke îro bi ruhê Newrozê xwedî li deng û sindoqên xwe, li zarok û girtiyên azadiyê derkevin.” Ûçûk, bi lêv kir ku li dijî coşa gelê Şemrexê encamên 31’ê Adarê jî diyar in û anî ziman ku bi biryar in ku qeyûman bişînin. Dû re namzetê Hevşaredariyê yê Şemrexê Hamdîn Demîr jî da zanîn ku dê di 31’ê Adarê de hemû Dehaqan û zaliman bişînin û diyar kir ku dê di vê çarçoveyê de piştî Newroza 31’ê Adarê govenda azadiyê bigerînin. 
 
Pîrozbahî piştî axaftinan bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
KERBORAN
 
Li Kerboranê jî Newroz, li Qada Newrozê ya li Taxa Bahçebaşiyê de hate pîroz kirin. Welatiyên ku di saetên serê sibê de hatin qada Newrozê, bi awayekî bicoş dest bi pîrozbahiyan kir. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî Newrozê bûn bi gerandina govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Di Newroza ku bi sedan kes beşdar bûn de dîmenên rengîn derketin holê û piştî ku qad bi temamî tije bû bername dest pê kir. Di bernameya Newrozê de, ku bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir, dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştre Dayikên Aştiyê derketin ser dikê û kevokên spî yên ku aştiyê temsîl dikin firandin. Kesên qada Newrozê tijî kirin bi tîlîlî û dirûşmeyan piştgirî dan Dayikên Aştiyê.
 
Ligel namzetên Hevşaredariyê yên Kerboranê Asya Gezer û Ramazan Azîz Akin namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Berîtan Guneş jî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Piştî axaftinên Ahmet Turk û Berîtan Guneş pîrozbahiyan bi vexistina agirê Newrozê dewam kir. Di dema vêxistina agirê Newrozê li qadê kêliyên bicoş hatin jiyîn, welatiyan bi hemû coşa xwe pîrozbahî berdewam kirin. 
 
DÊRİK
 
Li navçeya Dêrikê jî welatiyên ku ji saetên serê sibê ve ber bi qada Newrozê ve herikî qad tejî kirin. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî hatin qadê dîmenên rengîn avakirin. Li qada Newrozê dirûşmeyên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin berzkirin qet nesikinîn. Li qadê her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Newroz” hatin berzkirin. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan, agirê Newrozê bi awayekî bicoş hate vêxistin. Di pîrozbahiya Newrozê ya bi axaftinan berdewam kir de welatiyan ligel stranên ku stranbêjên herêmî gotin govend gerandin. 
 
 

Sernavên din

20/07/2024
13:19 Li Wanê komxebata Jinan: Demokrasiya herêmî bi jinan dest pê dike
12:51 Malbatê windakiriyan li 4 bajaran daxwaza edaletê kir
12:12 Hate îdiakirin ku girtiyê edlî xwe şewitandiye
11:59 Cenazeyê girtiyê 30 salan Yaşa li Amedê hate veşartin
11:46 Qurbaniyên Pirsûsê hatin bibîranîn: Xeyalên wan dê nîvco nemînin
11:35 Rêxistinên Ekolojiyê dê li dijî qirkirina xwezayê 28'ê tirmehê li Şirnexê bin
11:16 Li Herêma Kurdistanê yarbayek hate kuştin
11:04 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in
10:50 Melayê şêladizêyî bertek nîşanî PDK'ê da: Em azadiya herêma xwe dixwazin
10:34 Endamê CPT yê berê Restellini: Pêwîste CPT dîsa serdana Îmraliyê bike
10:26 Li Şirnexê krîza tenduristiyê kûr dibe: Emeliyatxane girtî ne
09:40 ‘Armanc ew bû ku şoreşa li Kobanê bînin ser vê axê’
09:21 Li şûna darên ku tên birîn kaleqol û qereqol tên avakirin
09:16 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Em taştê bin, ew ê firavîn bin
09:13 Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê: Em hemû hunermenda vedixwînin ku li ber şer rabin
09:10 Parêzera rojnamevan Topaloglû: Bi rêya medyayê operasyon hat kirin
09:08 'Helwesta PDK’ê helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye’
09:06 Rewşenbîr ji şer re dibêjin na: Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:34 Li Bêgiriyê Şahiya Gel: Em rê nadin qeyûman
19/07/2024
22:55 Êriş û hevkarî hatin protestokirin: Bimire xiyanet, bijî berxwedan
22:33 Komeleya Birca Belek şahiya mezûniyetê li dar xist
21:43 Ji bo 33 qurbaniyan xeleka ji mirovan hat çêkirin
20:30 Jinek li Semsûrê hat kuştin
19:24 Bakirhan: Em li dijî zilma desthilatdariyê û DEDAŞ'ê xwedî li keda xwe derkevin
17:56 Aykurt ê li Dêra Ortodoksê wezîfedar bû wefat kir
17:41 Bakirhan serdana herêma şewatê kir: Ev komkujiya DEDAŞ’ê ye
17:27 2 sal û 6 meh cezayê hepsê li Demîrtaş hat birîn
17:18 Doza Malbata Şenyaşar: Daxwaza guhdarîkirina li şahidan hat redkirin
17:08 Ûçar: Em destûrê nedin vî şerî
16:47 DEM Partiyê giliyê TUÎK’ê kir
16:24 Çalakî di hefteya 13’emîn de ne: Tecrîdê bi dawî bikin
15:42 Cîgirê midûrê polîsan li mala xwe mirî hate dîtin
15:34 Kesê êrişî jinan kiribû vê carê heqaret li wan kir
15:11 PDK’ê li Kerkûkê bi eniya dijî kurdan re lihev kir
15:11 Midûrê polîsan gef li rojnamevan Kaya xwar
14:58 Şaredariya Êlihê starta bernameya çandê da destpêkirin
14:56 Lêgerîna tazî û hejmartina ser pêyan li dayikên girtî hate ferzkirin
14:53 Cenazeyê Erbek piştî 4 salan radestî malbata wî kirin
14:48 Fezlekeyên 10 wekîlan pêşkeşî Meclisê hatin kirin
14:39 DEM Partiyê têkildarî mûçeyê teqawîdan û mûçeyê kêmtirîn pêşniyazname da
14:37 Demîrtaş: Heke ez siyasetmedarekî faşîst bûma daraz dê min biparasta
13:58 Kesê weke ‘kobay’ hatibû bikaranîn giliyê berpirsyaran kir
13:46 Hate xwestin ku parêzer Çîftçî were berdan
13:38 Tûncel: Herêma Kurdistanê bi xwe ve girêdidin lê PDK dengê xwe nake
12:30 Talankirina xwezayê ya li Komateyê didome
11:45 Li dijî girtina 3 jê dayik 9 kesan îtîraz hat kirin: Di dosyayê de delîl tune ne
11:43 DEM Partî: Parastina Şoreşa Rojava berpirsyartiya me hemûyan e
11:20 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:12 Gefa kuştinê li ciwanê îşkence lê hatiye kirin û parêzerên wî tê xwarin
11:09 KNK: Divê her kes li dijî dagirkeriyê Şoreşa Rojava biparêze
10:30 Dewleta tirk a sewqiyata leşkerî didomîne herêma Biradostê bombebaran kir
10:19 Êrişî paytextê Îsraîlê Tel Avîvê hate kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
10:02 Şêx Berzencî: Em êrişên dagirkeriyê qebûl nakin
09:59 Girtiyê hate emeliyatkirin dîsa birin girtîgehê: Piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest da
09:52 Rojnameger Topaloglû: Ji dosyayeke mukerrer komplo çêkirin
09:49 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:47 ‘Aqûbeta Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê girêdayî têkoşînê ye’
09:39 'Mihrîcana Berxbirê niha weke amûrê pişaftina çandî tê lidarxistin'
09:38 Rewşa Şengul ê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:37 Di lêpirsîna qeçaxa ceyranê de 14 kes hatin girtin
09:28 'Gelê kurd wê hesabê êrişan ji PDK’ê bipirse’
09:27 Gundê ku bi destê jinan hatiye avakirin: Jinwar
09:13 'Roja ku kurê mın hat qetilkirin edalet jî hat binaxkirin’
09:11 DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bi milyonan lîre fatûre li gundiyan birî
09:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Em kesek jî bimînin wê têkoşîna me ya edaletê bidome
09:02 Bersûc hatin parastin, mexdûr hatin darizandin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2024'AN
18/07/2024
23:18 Hevşaredarên Artûklûyê: Em astengiyan nas nakin û em ê xizmeta gel bikin
22:50 Li Stenbol û Colemêrgê nobedên dijqeyûm: Gelê kurd wê serê xwe netewîne
22:18 Şaredariya Farqînê we bi sê zimanan pêşwazî dike
21:32 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li Rihayê panel li dar xist
21:19 Girtiyê piştî 31 salan hat berdan: Ez ê têbikoşim
21:07 Platforma Şahmaran: Divê tacîzkar û îşkencekar bên girtin
19:03 Platforma Jinan a Amedê: Em di têkoşînê de ne, em dest jê bernadin
17:35 Bernameya 22'yemîn Festîvala Mûnzûrê diyar bû
16:15 Ji gelek bajaran bertek nîşanî êrişan dan: Ji dagirkerî û xiyanetê re na
16:14 DEM Partiyê ji bo Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê
15:54 Li dijî dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar
15:53 Ji OHD’ê rapora girtîgehan a Çûkûrovayê: Divê tecrîd bê bidawîkirin
14:49 Bertek nîşanî girtina parêzer Çîftçî hate dayîn: Divê bê berdan
14:03 BES’ê li gelek bajaran ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xist
13:57 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan hate kirin
13:37 Temellî: Rêya aştiya civakî ji guftûgoya bi rêveberiya xweser re derbas dibe
13:30 Rojnameger Topaloglû sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
13:10 DFG: Em hedef nîşandana rojnamevan şermezar dikin
13:04 CPT: Yê ku di êrişê de hatiye kuştin pêşmerge bû
12:55 Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê bertek nîşanî êrişan da
12:53 ‘Ji ber bêdengiya Bexdayê binpêkirinên Tirkiyeyê didomin’
12:44 Înîsiyatîfa Hûnerê ya ji bo Azadiyê hate damezrandin: Em welatekî ku aştî lê ava bibe dixwazin
11:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:57 Kiratli yê li AYM’ê hate tayînkirin bi El Nusrayê re bazirganî kiriye!
10:38 Parêzer Bîlmez: Wezaret ji bo înkarkirina tecrîdê hincetan peyda dike
10:37 Cezayê li 24 siyasetmedaran hatibû birîn hate erêkirin
10:37 Li Amedê nexweş û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarinê jehrî bûn
10:18 Hevdîtinên pêşnûmeya ‘kuştina’ heywanan hatin taloqkirin
10:17 Dewleta tirk Şêladizê bombebaran kir: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
10:17 Teqawîdan ji desthilatê re got: Ka xwe bi ceribînin ku bi vî pereyî debarê bikin!
10:14 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara dewrkirina 3 neguhêzbaran betal kir
09:42 Artêşa ku pêşengiya şoreşê kir: YPJ