DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin

img
STENBOL - Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê gotin ku bi dengên hilbijêrên li rojavayê Tirkiyeyê dê li Kurdistanê bikarin 15 şaredariyên di destên qeyûman de jê bistînin û li dijî veguhestina “hilbijêrên gerok” ku polîs û leşkerin, bang li her kesî kirin ku biçin bajarên xwe û dengê xwe bidin. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê, beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî bala xwe da ser hilbijêrên bitevger. DEM Partiyê ji bo kesên li derveyî bajarên xwe û nikarin bi derfetên xwe biçin ser sindoqê, “komîsyona Hilbijêrên Bitevger” ava kir. Di vê çarçoveyê de bi taybet jî li ser bajarên weke Riha, Îdir, Qers, Sêrt, Çewlig, Dêrsim, Şirnex û Colemêrg jî di nav de li ser 110 navend û navçeyan disekine. 
 
Hilbijêrên ku dixwazin biçin bajarên xwe û dengê xwe bidin, dikarin li rêxistinên DEM Partiyê yên Stenbol û navçeyên wê qeydên xwe çêbikin, li ser sepana karekodê ya partiyê formê tije bikin û serlêdana xwe bikin. Serlêdan dê di 27’ê adarê de bi dawî bibin. Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz bang li hilbijêrên bitevger kirin. 
 
'EM BI TAYBET LI SER HILBIJÊRÊN BITEVGER DISEKININ’ 
 
Gonca Yangoz anî ziman ku di xebatên xwe yên li Stenbolê de bi taybet jî li ser mijara hilbijêrên bitevger disekinin û wiha got: “Ev îktîdar dikare her cureyên hîleyan bike. Lewma di hilbijartinê de em bi taybet jî li ser hilbijêrên bitevger disekinin. Em dixwazin wan bibin bajarên wan û dengê xwe bidin. Gelemperiya wan jî kurd in. Li derve çend hilbijêr hebin bila serî li DEM Partiyê bidin, formê tije bikin û dikarin ser medyaya dijîtal û telefonê jî xwe bigihînin me. Xebatên me bi lez û bez didomin. Em tax bi tax, mal bi mal, şantiye bi şantiye digerin û xebatên xwe didomînin. Me ji bo vê ekîbek jî ava kiriye û em soz didin ku dê wan bibin bajarên wan.” 
 
'LI DIJÎ HER LEŞKER-POLÎSEKÎ EM Ê HILBIJÊRÊN RASTEQÎN VEGUHÊZIN’ 
 
Bi domdarî Yangoz anî ziman ku qeydên hilbijêrên bitevger didomin û dîroka çûna wan jî diyar e. Yangoz, wiha pê de çû: “Ji kesên kal, astengdar û hwd. re jî em ê bibin alîkar. Yên nikarin bi otobûsê biçin em ê ji bo wan bilêta balafirê bikirin. Em ê nêzî 200 seferên otobûsan bikin. Ji bo kesên dê bi lezgînî vegerin jî em ê çareseriyê peyda bikin. Ji niha ve me bilêt amade kirine. Em dizanin ku dê îktîdar hêzên ewlekariyê veguhêze Kurdistanê. Li dijî her polîs-leşkerekî em ê hilbijêrên rasteqîn veguhêzin. Li dijî îktîdara vîna me xesp dike em jî dê derfetên xwe biafirînin. Heke kesên li vir dijîn û ji warê xwe hatine kirin hebin, bila xwe bigihînin partiya me.” 
 
BI HILBIJÊRÊN BITEVGER DIKARE 15 ŞAREDARÎ BÊN BIDESTXISTIN 
 
Kalmaz jî anî ziman ku di bidestxistina şaredariyên li Kurdistanê de roleke mezin a Stenbolê heye û wiha got: “15 şaredariyên li Kurdistanê yên qeyûm lê hatine tayînkirin em dikarin bi dengên hilbijêrên bitevger dîsa bi dest bixin. Îktîdarê hilbijêrên ‘sexte, xeyalî’ li van 15 bajar û navçeyan veguhestiye. Heke em hilbijêrên li Stenbolê veguhêzin, em dikarin bi dest bixin. Lewma banga me ya ji bo gelê me yê li Stenbolê ev e; divê tu kesên dengên wan li Kurdistanê ye nemîne û biçe dengê xwe bide. Di serî de Riha, Îdir, Qers, Sêrt, Çewlig, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg û hwd. ji ber veguhestina hilbijêrên hatine veguhestin cihên bipirsgirêk in. Divê li dijî vê sextekariyê, em biçin dengê xwe bidin.” 
 
'BI RUHÊ NEWROZÊ EM BIÇIN SER SINDOQÊ’
 
Kalmaz, da zanîn ku Newroza Stenbolê peyameke mezin daye îktîdarê û wiha bi dawî kir: “Em ê şaredariyên li Kurdistanê ji qeyûman bistînin. Banga me ew e ku her kes bi ruhê Newrozê biçe ser sindoqê û dengê xwe bide. Tenê xwe bigihînin me bes e. Dê di 28-29’ê adarê de ji Stenbolê bi rê kevin. Em dîsa bang li gelê xwe dikin ku biçin Kurdistanê û dengê xwe bidin. Divê em bi ruhê seferberiyê tevbigerin û biçin dengê xwe bidin.” 
 
MA/ Esra Solîn Dal

Sernavên din

23/07/2024
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin
12:39 Li Gabarê quleya sondajê wergeriya
12:38 Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
11:17 Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
10:39 Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in
09:49 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:43 Li Peyasê atolyeya ‘şerê taybet’ hat lidarxistin
09:24 Tevî biryara dadgehê jî kedkarên tenduristiyê bi kamerayan tên şopandin
09:23 Li Edeneyê erdhej çêbû
09:20 Li Girtîgeha Yozgatê binpêkirin di lûtkeyê de ne
09:20 DEDAŞ’ê Azadê biçûk bênefes hiştiye!
09:15 Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:11 Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd
09:08 Rojnamevan Işik: PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike
09:06 Dosyeya ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ qedandî 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin
09:03 Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2024'AN
20/07/2024
22:26 Ji 14’ê tîrmehê ve agahî ji wênegir Mûrat Yazar nayê girtin
22:09 Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin
21:53 Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin
19:19 Li gelek bajaran bang li PDK’ê hat kirin: Dev ji xiyanetê berde
18:12 Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan bi dawî bû: Jin dikarin çareseriyê li pêş bixin
16:40 Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran
15:55 Kuday û Menteş serbest berdin
15:33 Li Efrînê 9 kes hatin revandin
15:03 Rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn: Qûrnefîl û pêlîstok danîn ser gorên wan
14:05 Di êrişa kafeyê de kesekî din jî hate binçavkirin
13:52 Rayedarê midûriyeta polîsan got ‘di bin çavan de ye’ lê 32 sal in agahî jê nayên girtin
13:28 Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê hate binçavkirin