Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin

img
AMED - Di Newroza Amedê ya bi heybet de nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di demên berê de ji bo Newrozê kiribûn hatin xwendin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ku bi dirûşma "Rabe, dema azadî û serkeftinê ye" tê lidarxistin didome. Di Newrozê de nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di demên berê de ji bo Newrozê kiribûn hatin xwendin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek nirxandin xwend. 
 
NIRXANDINÊN OCALAN HATIN XWENDIN
 
Nirxandinên Rêberê PKK’ê wiha ne: “Silav ji gelê kurd re ku ji gelên herî qedîm ên vê xakê ye, Newroz watedar kiriye û ji quntarê çiyayên Zagros û Torosan heta newalên çemên Dîcle û Firatê; ji xakên Mezopotamya û Anatoliyayê yên pîroz heta şaristaniyên çandinî, gund û bajaran re DAYIK’tî kiriye! 
 
Silav ji kesên rêya mezin a azadî û wekhevî ji xwe re kirine rêber,
 
Gelê kurd û civakên din ên xwişk-bira ku bi hezaran salan ev şaristaniya mezin bi nîjad, ol û mezhebên cuda re jiyaye. Hewldan hatiye dayîn ku bi zextên siyasî, mudaxileyên derve û li ser esasê berjewendiyên komî berê wan bidin hev û pergalên heq, hiqûq, wekhevî û azadiyê esas nagirin di nav wan de bên avakirin. 
 
Bi şerên fethê yên di du sedsalên dawî ve, bi mudaxileyên hêzên emperyalîst ên rojavayî ve hewldan hatiye dayîn ku ferasetên zextker û înkarger bên avakirin, civakên erebî, tirkî, farisî û kurdî weke netewe dewletên biçûk dabeş bikin û di nava sînorên xeyalî û pirsgirêkên sunî de bifetisîne. 
 
Polîtîkayên zext, tunekirin û pişaftinê yên ku bingeha xwe ji modernîteya kapîtalîst a sedsala dawî digirin; hewldanên komeke elît a îktîdarê ya bijarte ku tevahiya dîrok û hiqûqa xwişk-biratiyê înkar dike îfade dike. Avakirina erdnîgariyên etnîk û yekneteweyî, berhemeke ji hedefên modernîteya kapîtalîst a dermirovî ye ku esl û cewhera me înkar dike. 
 
Gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn êdî şiyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji bo avakirina pergaleke modernîteya alternatîf û demokratîk bingeha xwe ji cewhera dîroka rasteqîn digire di nava lêgerînê de ye. Êdî dixwaze li ser koka xwe dîsa zindî bibe, mil bide milê hev û raber ser pêyan.
 
Me, bi dehan salên xwe tenê ji bo îspatkirina hebûna gelê kurd bi navê yekperestiyê tune dihat hesibandin feda kir, me bedelên mezin dan. Tu fedekarî û têkoşîna ji bo vê hatiye dayîn vala neçûn. Gelê kurd careke din xwebûna xwe ya cewherî û nasnameya xwe bi dest xist. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesibîne, înkar dike û cihêkariyê dike serûbin bû.
 
Di salên 1973’yan di rojeke Newrozê de em bi biryardariya berxwedaniya ji bo parastina hebûna kurdan ên li ber tunebûnê û ji bo azadiya wan derketin rê, me ruhê berxwedan-azadiyê yê Newrozê jinûve zindî kir û heta îro anî. 
 
Komploya navneteweyî ya li dijî şexsê min, li dijî ruhê azadiyê yê gelê kurd hate kirin. Komploya ku di pêvajoya Îmraliyê de jî li min hatî ferzkirin, mîna ya li gelê min hatibû ferzkirin bû ku bi qasî misqalê jî hêvî nedihişt. Di rojên ewil ên li Îmraliyê de di min nêrîneke wiha çêbûbû; ‘Ma hûn dê bi milyonan kesan di odeyeke biçûk û teng de çawa ragirin! Bi rastî jî weke Rêbertiya Gelê Kurd, di şert û mercên zindanê de min xwe kiribû senteza bi milyonan û yan jî wisa bi min kiribûn. 
 
Di rewşeke ku mirov nikare xwe li ber dûrmayîna ji malbat û zarokên xwe bigire, gelo dê min çawa bikariya demekî dirêj xwe li ber dûrmayîna ji milyonan kesên heta mirinê bi hev ve hatine girêdan ragirta! 
 
Diviyabû sedemên min ên pir mezin hebûna ku min bikariya xwe li ber tecrîdê ragirta û di tecrîdê de jî bim bikarim jiyaneke mezin raber bikim. Ez vê difikirîm; ji bo daxwaza jiyana azad bikim divê civaka kurd a girêdayî wê me jî azad bibe û xwedî statûyeke civakî be. Lê belê jiyana kurdan, ji zindaneke reştarî ya dora wê bi dîwaran hatiye dorpêçkirin xerabtir bû. 
 
Bi dehan sala ye ez hewl didim Aqilekî Kurd ê jiyana azad, mirovê azad û di nava lêgerîna civaka azad de tevdigere ava bikim. Lê belê hêj jî me nekariye xwe ji prangayên xwe azad bikin. Kurdên di vê rewşê de xwe li derve azad dibînin, xwe pir mezin dixapînin. Jiyaneke di bin serdestiya xeletî û derewê de derbas dibe, jiyaneke hatiye windakirin e û rastî xiyanetê hatiye. Encama min ji vê derxistî ev bû; li derve tenê bi şertekî dikare were jiyîn, ew jî divê kurd di her bîst û çar saetên rojê de di nava şerê ji bo hebûna kurdan û azadiyê de be. Ev yek bi vê pêkan e. Jiyan, ji bo kurdeke biexlaq û birûmet teqez tenê bi şerê bîst û çar saetan ê ji bo hebûnê û Şervantiya Azadiyê pêkan e. 
 
Girêdayî jiyana min a li Îmraliyê, yek ji mijara ku gelê me mereq dike jî ew e ku heke ji girtîgehê derkevim dê li ku û çawa bijîm. 
 
Ez kesekê zêde xeyalperestiyê dike nînim. Divê baş bê zanîn ku ez xwedî şêwazekî jiyanê yê jê re Rastiqîniya Şoreşger tê gotin im. me. Ez pir bi kurtasî bibêjim ku ji bo min jiyan, heke azad were jiyîn pêkan e. Jiyana mirovan tenê heke ji hêla civakî be azad be, tenê dikare di nava cudahiyan de wekhev û demokratîk were jiyîn. Şêweyên jiyanê yên derveyî vê, derketina ji rê ye û nexweşî ye. 
 
Wê demê heke weke îxtîmal ez ji girtîgehê derbikevim; ez li ku derê jî bim, ez di kîjan kêliyê de jî bijîm dê heta dawiyê bi gotin û şêweyê çalakiyê di nava têkoşîneke domdar de bim. 
 
Di nava çar dîwaran de jî ez her roj deh caran xwe têk dibim, xwe nû dikim û şoreşan pêk tînim. Her pirsgirêkeke civakî ez weke sedema deh şoreşan dinirxînim. Yên ku îro li derve ne, yên ku derfet-mercên wan hene hûn in. Ji Amedê re, ji Botanê re û ji gelek cihên din re min silavên xwe şandibûn. Lê belê divê bê zanîn ku ya girîng ew e bê ka bersiveke çawa ji vê silava min re hatiye dayîn! 
 
Mesele heke ez bûma, ji gundê min heta Çiyayê Cûdî, quntarê Çiyayê Cîloyê, derdora Gola Wanê, çiyayên Agirî, Munzur û Çewligê, qeraxên Firat, Dîcle û Zapê, deştên Riha, Mûş û Îdirê, rêya min bi ku derê biketa, dê mîna ku tofaneke tirsnak pêk hatibe û ez jî ji Keştiya Hz. Nûh daketibim tevbigeriyam, mîna reva Hz. Îbrahîm a ji Nemrûdan, mîna reva Hz. Mûsa ya ji Fîrewnan, mîna reva Hz. Îsa ya ji Împaratoriya Romayê re û mîna reva Hz. Muhammed a ji nezaniyê ji mordernîteya kapîtalîst bireviyam, ji van kesayetên dîrokî û rastiyên civakî hêz bigirta û min dest bi kar û bar bikira. 
 
Ez we li ser esasê van fikran; ji hêla beden, ruh û li ser bingeha felsefeya hebûnê we tevan vedixwînim ku em bi hev re, bi zanebûn û îradeyeke têrker bimeşin û Modernîteya me ya demokratîk ava bikin. 
 
Silav ji kesên hêz didin azadiyê re, 
 
Bi hezkirin û silavên bêdawî ve..
 
Bijî Newroz!
 
ABDULLAH OCALAN”

Sernavên din

26/07/2024
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’
09:09 Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan
09:07 Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
09:06 Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN
25/07/2024
22:54 Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
22:36 6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
22:25 Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
21:18 DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
21:06 Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
20:42 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:32 Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
20:26 Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
20:17 Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
20:07 Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
19:39 Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
18:57 Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
17:24 DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
17:12 Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
17:11 'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
16:05 9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
15:38 Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir
15:30 Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
14:37 Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
14:20 Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
14:18 Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
13:59 Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
13:49 AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin