Pîroglû: Desthilat di sindoqê de ma
Akdenîz: Gelê kurd vîna xwe nîşanî desthilata yekperest da

  • rojane
  • 09:32 5 Nîsan 2024
  • |

STENBOL- Endamê MYK'ê yê DEM'ê Mûsa Pîroglû encamên hilbijartinên herêmî nirxandin û got ku "desthilat di sindoqê de ma." Rojnamevan Ercument Akdenîz ji îşaret bi serkeftina DEM Partiyê kir û wiha got: "Gelê kurd li dijî vê pergala yekperest û înkarker vîna xwe nîşan da." 

Encamên hilbijartinên 31'ê Adarê yên li bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ku cara ewil desthilata AKP'ê qels kirin, tên nîqaşkirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku di hilbijartinan de têk çû, li Wanê hewl da darbeyeke siyasî bike. 
 
Rojnamevan-Nivîskar Ercument Akdenîz û Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê Mûsa Pîroglû encamên hilbijartinê bandora wê ya li siyaseta Tirkiyeyê nirxandin. 
 
Akdenîz anî ziman ku encama derketiye holê nîşan daye ku desthilat qels bûye û got: “Tifaqa AKP-MHP’ê her roj bi windakirina dengan re rû bi rû dimîne. Vê carê jî hinek beşên civakê yên bindest, bi taybet kesên teqawidbûyî, ciwan û jinan bertekên xwe nîşan dan û neçûn ser sindoqê. Beşek ji wan derbasî Partiya Yenîden Refahê (YRP) bûn. Yanî desthilatê bi xwe zemîna vê têkçûna afirand. Di vê nirxandina min de neçareserkirina meseleya kurd jî heye. AKP'ya ku di sala 2002'yan de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hat ser desthilatdariyê, di vî warî de çend hewldanên wê çêbûn, lê vê îdiaya wê pir dewam nekir."
 
Akdenîz îşaret bi wê yekê kir ku DEM Partiyê di hilbijartinan de gelekî stratejîk tevdigeriyaye û got ku ev yek hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê bi desthilatê daye windakirin. Akdenîz anî ziman ku DEM Partiyê bi "Lihevkirina Bajêr" çeperên girîng bi dest xistine û got ku ev serkeftin ji bo gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e.
 
Akdenîz bi lêv kir ku desthilat fatûreya vê têkçûyînê li kurdan biriye û bal kişand ser axaftina balqonê ya şeva hilbijartinê ya Erdogan û got: "Wekî sedema vê têkçûyînê îşaret bi DEM Partiyê û siyaseta kurd dike." 
 
‘DIVÊ EM VÊ DESTHILATÊ BIRÛXÎNIN'
 
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Mûsa Pîroglû jî destnîşan kir ku ya hilbijartinê diyar kiriye aborî, çewisandin û siyaseta înkarkirinê bûye û got: "Di vê hilbijartinê de xizan, teqawid, ên vederkirî ji xizanî û bêedaletiyê re gotin bisekine. Hêrsek hebû. Ev hêrs li kuçeyê jî baş dihat dîtin. Vê hêrsê di sindoqê de jî rêyek dît. Lê hê tu tişt bi dawî nebûye. Her kes dizane ku heya siyaseta AKP'ê bidome, dê ev hêrs jî mezin bibe. Hêrsê navnîşana xwe dît. Niha jî em mecbûr in vê navnîşanê mezin bikin û li hemberî desthilatê veguherînin têkoşînekê. Divê em vê desthilatê birûxînin." 
 
Pîroglû anî ziman ku Erdogan ji ber ku nikare welat bi rê ve bibe serî li van rêbazan dide û wiha domand: “Erdogan lîstikeke xeternak dilîze, yek ji pêngavên xwe yên dawî dike. Ev tê vê wateyê; ji bo wan ev gava dawî ye, ev hewldana gava mirov berovajî lê mêze bike, ji bo me jî gava dawî ye. Me ew avêt erdê, an em ê wî biqedînin an jî wê rabe û me bi senaryoyeke mîna ya 7'ê Hezîran re rû bi rû bihêle û desthilata xwe ji nû ve bi dest bixe. Ev êdî ne meseleya hilbijartina herêmî ye; ev meseleya ku wê rejîma qesrê bidome yan na. Lewma tişta divê bê kirin ew e ku di dîrokê de bên definkirin." 
 

Sernavên din

20/08/2024
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin
09:09 Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin
09:06 Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê
09:03 Jinên wanî daxwazên xwe ragihandin şaredariyarê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN
17/08/2024
22:36 Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:18 Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
16:12 Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin
15:28 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:18 ÎHD: Mafê her mirovî heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn
14:59 Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê
14:49 Hatimogûllari: Dawiya vê rejîmê hatiye
14:48 Uçar: Tirkiye bi hevkariya PDK’ê ji nû ve DAIŞ’ê zindî dike
14:41 Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan
13:50 Li bajarên herêma Egeyê şewat berdewam dike
13:41 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
13:31 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
10:51 Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin
10:19 Li Hindistanê dirûşma jinên kurd 'Jin jiyan azadî' olan da
09:52 Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin
09:48 Xebatên 5 mehan ên Şaredariya Êlihê
09:29 Genimê cotkaran li nava zeviyan ma
09:07 Tehliyeya girtiyê di greva birçîbûnê de cara 5’emîn hat taloqkirin
09:00 Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan
09:00 Ji ber krîza aborî nanê tenûrê jî nayê pahtin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
08:46 Şewata li Dêrsimê hat vemirandin
16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê