Hatîmogûllari: Hevalên me ji ber ku serî li ber rejîmê netewandin hatin cezakirin

ENQERE - 

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di komcivînê de axivî û bal kişand ser biryara Doza Kobanê û got: “Ji ber ku 24 hevalên me siyaset dikin, ji ber ku li ber komkujiya DAIŞ’ê rabûn, ji ber ku serê xwe li ber vê rejîmê netewandin, bi 407 sal û 7 mehan hatin cezakirin.” 

 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Meclisê di komcivîna partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxandin. Nûnerên rêxistinên siyasî, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kesayet beşdarî komcivînê bûn. Her wiha malbatên siyasetmedarên ku di Doza Kobanê de ceza li wan hat birîn jî beşdarî civînê bûn. 
 
Hatîmogûllari komkujiya ku 160 sal berê li dijî çerkezan pêk hat şermezar kir û got: “Me qirkirina ku li ser çerkezan pêk hat û sirgûna wan qet ji bîra nekiriye û em ê ji bîra nekin. Ez carek din di hizûra we de hemû cangoriyên çerkez bi bîr tînim.” 
 
BIRYARA DOZA KOBANÊ 
 
Hatîmogûllari diyar kir ku cezayê li siyasetmedarên di Doza Kobanê de hat birîn li "mafê îtîraza civakî hat birîn" û wiha got: "Di Doza Kumpasê ya Kobanê de 24 hevalên me siyaset dikin, ji ber ku li ber komkujiya DAIŞ’ê rabûn, ji ber ku serê xwe li ber vê rejîmê netewandin û zilma Erdogan û AKP’ê qebûl nekirin, bi 407 sal û 7 mehan hatin cezakirin. Di heman demê de ev ceza li îradeya gel hatiye birîn. Di şexsê siyasetmedaran de civak hatiye cezakirin. Hevalên me ji ber ku ji hovîtiya DAIŞ’ê re gotin na, hatin darizandin. Ji ber ku hevalên me xwedî li ax û rûmeta Kobanê derketin hatin darizandin û cezakirin. Ya ku hat darizandin û cezakirin rûmeta gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye.
 
JI MIRINA ZAROKEKÎ SENARYOYA TOLHILDANÊ DERXISTIN 
 
Ev dozek kumpasê ye û bi her awayê xwe dozek siyasî ye. Ji ber ku xeyala yên digotin, ‘Kobanê ket wa dikeve’ di qirika wan de ma, vê dozê wek tolhilanînê derxistin. AKP-MHP û yên ji bo ku tola xwe hilînin bi salane îdia dikin ku Yasîn Boru ji aliyê hevalên me ve hatiye kuştin. Ji kuştina zarokekî tola siyasî ji hevalên me destinin. Ev senaryo ya îktidarê bi xwe ye. Wîjdanê wan nemaye û em bi ferasetek wiha re rû bi rû ne. Erdogan hê duh jî derewên ku li ser kuştina Yasîn Boru dîsa kir. Dixwaze bi meseleya Yasîn Boru xelkê bixapîne. Tu hevalek me ji mirin û kuştinan ne berpirsiyar e. Bila hemû raya giştî ya Tirkiyeyê bibîne ku Erdogan çawa derewan dike û li ser hevalên me dezenformasyonê dike. Bila hemû raya giştî guhê xwe veke û baş li van derewên wan guhdar bike.
 
EM VÊ BIRYARÊ NAS NAKIN
 
Qet şerm jî nekirin bi salan hevalên me bi cînayetê sûcdar kirin. Li meydanan bi awayekî bêheya ferman dan darazê. Lê we di nava rûpelên qirêj ên dîrokê de cih girt. Niha çi bû? Hevalên me ku bi salane ji kuştinan dihatin darizandin û sûcdarkirin, niha hemû beraet bûn. Cezayên li wan hatine birîn hemû ji ber axaftinên wan in. Kampanya û senaryoya derewan, îftira û kumpasê têk çû. Desthilatdarî û şirîkên xwe di bin vê têkçûnê de mane. Ev cezayên ku li hevalên me hatine birîn di çavê me û gelê me de tune ye û em ceza û biryarên we nas nakin. 
 
ASAYÎBÛNA BÊ KURD 
 
Roja ku hevalên me hatin cezakirin, darbekarên 28’ê Sibatê jî hatin berdan. Em gelek di wê ferqê de ne ku hûn vê peyamê didin kî. Me jî peyama xwe bi van biryaran re girt. Qaşo qala asayîbûnê dikin lê asayîbûnek bê kurdan dikin. 
 
SERDANA DEMÎRTAŞ Û YUKSEKDAG 
 
Ez û hêja Tuncer Bakirhan duh û pêr me serdana Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag kir. Moralê wan gelek zêde bû û biryara derbarên xwe de bi metanetî pêşwaz3i kirine. Me qala têkoşîna xwe ji hev re kir û me biryardariya berdewamiya têkoşîna xwe ya azadiyê û demokrasiyê da. Her duyan jî silav û hezkirinên xwe ji gelê me re şandin.”   
 
 
 
 

Sernavên din

14/10/2024
09:00 Ji pirsa strana ‘Zindana Amedê’ re bersiva Guernicayê: We çêkir
09:00 Ji nameya ku beriya 4 salan hate şandin ve çi hate guherîn?
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN
08:58 Li Kolikê bi ser malan de hate girtin
08:31 Ciwan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meşiyan
08:23 Abdullah Oncel dîsa bû serokê Baroya Rihayê
08:15 Xwebûn bi manşeta 'Kurdîstan kerdo rantîstan' derket
13/10/2024
22:56 Hîzbûllahê êrişî Îsraîlê kir: Herî kêm 67 leşker birîndar bûn
21:50 Gundê Minbicê yê Ewn Dadat hate topbarankirin
21:16 Rojnews dê sibê belgeyên ‘xiyanetê’ yên PDK’ê biweşîne
21:06 Şaneşîna xaniyê di erdhejê de xesar gihiştibûyê hilweşiya: 2 kes mirin
20:27 Li Şirnexê 7 herêm weke ‘Herêma ewlehiyê’ hatin îlankirin
20:12 Li Şirnexê mirina biguman a jinekê
19:47 Serokên nû yên baroyên Êlih, Mêrdîn û Enqereyê diyar bûn
19:28 Dosyayên rojnamevanên jin ji saziya înfazê re hatin şandin
19:18 DFG’ê û MKG’ê bertek nîşanî derbkirina rojnamevanan da
18:59 Ji roja ‘azadiyê’ ya Amedê çend nîşe
18:06 Serokê Baroya Amedê yê nû bû Abdûlkadîr Guleç
17:26 Piştî mitîngê meş hate lidarxistin: Bê Serok jiyan nabe
16:56 Bakirhan li Amedê bang kir: Navnîşana çareseriyê Îmrali û Meclis e
16:38 Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin: Her der Amed her der berxwedan
16:33 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kirî: Deriyên Îmraliyê vekin
16:20 Hevserokê DEM Partiyê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
15:54 Parlamenterên DEM Partiyê rê li trafîkê girtin
15:49 Uçar: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
15:25 Berxwedana Botaniyan encam girt: Gel ber bi Amedê ve kete rê
15:13 Li Amedê berxwedana ‘Azadiyê’
14:54 Wezareta Dadê ji bo astengkirina tehliyeya girtiyê 33 salan got ‘rast nîne’
14:27 Baskê Rihayê yê ‘Mitînga Azadiyê’ li Amedê dest bi meşê kir
14:22 Ciwan li Rezanê bi dirûşma ‘Azadiyê’ dimeşin
13:51 Ji Xana Axparê ber bi Amedê ve meşa ‘Azadiyê’
13:14 Li her çar aliyên Amedê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
12:59 Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir
12:58 Xelkê Amedê ji bo mitînga ‘Azadiyê’ kom dibe
11:41 Li gelek baroyan hilbijartin dest pê kirin
10:58 Di qezaya trafîkê de 2 karker mirin û 13 jî birîndar bûn
10:50 Şemsa Bagdû: Heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome
10:21 Li Bursayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin
10:20 Bi hezaran kes ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Amedê ve diherikin
10:00 Bertek nîşanî qetilkirina jinan dan: Bila edalet pêk were
09:48 Abdullah Ocalan: Ger dilê wan û çareseriyê hebe wê li hev rûnên, yan na merhebakirina sembolîk nabe
09:47 Meclis li hezar û 93 kesan qedexe ye
09:16 Bafel Talabanî: Em ê tişta li me tê ferzkirin biguherînin
09:00 ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2024’AN
08:45 Hejmara 85’an a Kovara Jinê derçû
08:44 Ji bo 7 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:15 Astengkirina ‘Mitînga Azadiyê’ hate protestokirin
12/10/2024
22:05 Ji astengiya polîsan re gotin 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:52 Abdullah Findik bû serokê Baroya Şirnexê
16:45 Banga beşdariya mitînga ‘azadiyê’ li gelê Botanê hat kirin
16:37 Aldar Xelîl: Divê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya wan bikin
16:29 Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd kirin
15:32 Li Enqere û Stenbolê xwestin Hatîce Onaran bê berdan
15:01 Kongreya Baroya Amedê: Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nayê qebûlkirin
14:15 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:06 Li Dîlokê dayikek û çar zarokên xwe hatin qetilkirin
13:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 11 windayan pirsîn
13:38 Beriya mitînga ‘azadiyê’ astengî: Her der Amed her der berxwedan
12:59 Bakirhan soz da astengdaran: Em ê li Wanê û Mêrdînê jî daîreya xizmeta astengdaran ava bikin
12:45 Şofêrên TIR’an çalakî li dar xistin
12:38 Li Stenbolê coşa mitînga ‘azadiyê’
12:09 Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin
11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin
09:01 DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere!
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
11/10/2024
19:08 Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Ozhan hat girtin
18:01 Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye
16:30 Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’
16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin