Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn

  • rojane
  • 14:15 6 Tîrmeh 2024
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê aqûbetên Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên 29 sal berî niha hatine windakirin pirsin û destnîşan kirin ku ew ê ji bo windayan têkoşîna xwe bidomînin.   

Dayik/Mirovên Şemiyê çalakiya xwe ya 1006’emîn a her hefteyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo faîlan wan werin cezakirin, li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Dayik bi wêneyên windakiriyên xwe û karanfîlan hatin li cihê çalakiyê. Endamê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû û gelek parastvanên mafên mirovan tev li çalakiya vê hefteyê bûn. 
 
Di çalakiyê de aqûbetên Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên di sala 1995’wan de li Amedê hatine binçavkirin û agahî ji wan nehatiye girtin hate pirsîn. 
 
Ji Dayikên Şemiyê Sebla Arcan anî ziman ku polîtîkayên bêcezahiştinê bûye rewşekî domdor. Arcan da zanîn ku ew ê ji bo edaletê têbikoşin û diyar kir ku divê di binçavkirinê de windakirin wek “sûcê derveyî mirovahiyê” were hesibandin.  
 
MIKURHATINA ABDULKADÎR AYGAN
 
Arcan anî ziman ku Edîp û Orhan di 7'ê Hezîrana 1995'an de li Amedê li Baxçeyê Çayê yê Yeşîlçinar rûniştibûn, 3 kesên bi cil û bergên sîvîl ên bi çek ku bi wesayiteke Torosa Spî  hatin cem wan û bang li wan kirin û ji wan re gotin "îfadeya we heye, em ê biçin qereqolê." Sebla got, “Gelek şahidên ku dîtine li Torosa Spî hatine siwarkirin hene. Li gel vê jî hemû serlêdan hatin redkirin. Hemû serlêdanên malbatan û Komeleya Mafên Mirovan a li saziyên pêwendîdar heta îro bê encam man. Dîsa ji Edip Aksoy û Orhan Cingoz xeber nehat. 10 sal piştî bûyerê, di sala 2005'an de îtîrafên endamê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan di çapemeniyê de cih girtin. Abdulkadîr Aygan di yek ji îtîrafên xwe de got ku JÎTEM'ê Edîp Aksoy û Orhan Çîngoz piştî lêpirsînê înfaz kirine û cenazeyên wan li ser rêya Silopiyayê li ber ava çem defin kirine."
 
BI ERKA XWE RABIN
 
Arcan diyar kir ku ÎHD'ê piştre li cihê sûc lêkolîn kir û di sala 2005'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê da û got, "Dozgeriyê diyar kir ku cenazeyên 2 kesên di 28'ê Hezîrana 1995'an de hatibûn definkirin, li cihê ku Abdulkadîr Aygan behs kirî, hatiye dîtin. Bi rêya şaredariyê sewqî Goristana Weqfan hatin kirin. Hat diyarkirin ku hatine definkirin. Malbatan her wiha diyar kirin ku wêneyên cenazeyan ên di dosyaya lêpirsînê de hene dibe ku aîdê Edip Aksoy û Orhan Çîngoz bin. Di gora ku bi biryara dozgeriyê hat vekirin de hestiyên 4 kesan hatin dîtin. Mînakên hestiyên hatin girtin ji bo tespîtkirina nasnameyan şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Lê Saziya Tipa Edlî ragihand ku di encama testa DNA'yê de derketiye holê hestî ne aîdê malbatên Aksoy û Cingoz bin.Di 29'emîn salvegera windakirina wan a di bin çavn de em bang li rayedaran dikin ku di dosyaya Edîp Aksoy û Orhan Çîngoz de ji nû ve lêpirsîn bê kirin û doz ji nû ve bê destpêkirin.  Bila rayedar erka xwe bi cih bînin." 
 
NAMEYA BERÎTAN AKSOYÊ
 
Piştre nameya keça Edîp Aksoy Bêrîtan Aksoyê hat xwendin. Mirova Şemiyê Zeynep Yıldız name xwend. Name wiha ye: “Ez Bêrîtan Aksoy im. Ez êş, hêvî û îradeya her yek ji we di vê rêya dûr û dirêj de ku me bi hev re dest pê kir, ji kûr ve hîs dikim. Di têkoşîna min a ku di 7'ê Hezîrana 1995'an de bi wefata bavê min Edîp Aksoy dest pê kir, li kêleka we bûyîna min hêz dide min. Lêgerîna min a hînbûna aqûbeta bavê min û edaletê bi salan e didome. Ev lêgerîn ne tenê lêgerîna windakirina kesa ye, di heman demê de têkoşînek ji bo avakirina maf û edaletê ye. Dizanim ku ez di vê têkoşînê de ne bi tenê me û di nava hevgirtinê de her tim hêz daye min. Çîrok, êş û têkoşîna her yekî ji we bû çîrok, êş û têkoşîna min. Weke Dayikên Şemiyê em bi salan li Qada Galatasarayê li ber Bîrdariya Jiyanê ya Koşuyolu li hev kom bûn û qîriyan û daxwaza edaletê kirin. Li dijî yeên ku dengê me nebihîstin em hemû bi hev re rawestiyan.
 
DOMANDINA TÊKOŞÎNA EDALETÊ
 
Roja ku bavê min wenda bû, wê rojê min ne tenê bavê xwe, di heman demê de zarokatiya xwe, hesta xwe ya ewlehiyê jî winda kir. Dema ku min hewl da ku ez bi zor û zehmetî û êşên bêbavbûnê re mezin bûm, ez j hîn bûm ku divê bi hêz û bi biryar bim. Bîranîna bavê min ji bo min her tim bûye çavkaniya îlhamê.  Mirovên Şemiyê yên hêja, ez pir baş êşa we hîs dikim. Her çiqas ji aliyê fizîkî ve nekaribim bi we re bim jî ji bo bîranîna windahiyên me zindî bihêlim û lêgerîna xwe ya edaletê bidomînim, ez ê her dem bi nameyan li vê qadê bim û li ku derê bim jî ez ê li ber bîranînên bav, dayikên xwe  rêzdar bim. Bila em ti carî baweriya xwe winda nekin ku rojekê em ê aqûbeta windayên xwe hîn bibin û edalet dê pêk were."
 
 
 
 

Sernavên din

10/12/2024
10:49 'Tirkiye dixwaze hêj pergala nû rûneniştî destkeftiyên kurdan tesfiye bike’
09:40 Li ser rêya Wan-Erdîşê rêzeqeza: 2 kes mirin, 45 kes birîndar bûn
09:30 Bayindir: Dema çareseriyê hatiye û divê ev firsend ji dest neçe
09:21 Bi dehan pirtûkên ku di 30 salên li girtîgehê de nivîsandine li benda çapê ne
09:14 Giliyê polîsên ku tundî kirin hat kirin
09:02 Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere
09:00 ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN
09/12/2024
22:49 DBP: Rojava qada jiyana hevpar a gelan e
22:34 Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir
22:27 Li Kobanê 2 zarok hatin qetilkirin
22:24 Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye
20:20 Li Til Temirê SÎHA hat xistin
16:46 Wezareta Dadê: Di 11 mehan de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Qeyûmê Êlihê nehişt hevşaredar derbasî avahiya şaredariyê bibin
16:10 Di salekê de ji bo Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin
15:58 Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bang li NY’ê kir
15:24 Di êrişa SÎHA’yan de 3 kes birîndar bûn
15:18 Dewleta tirk êrişî gundên Kobanê dike
15:12 DEM Partî: Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer tê kirin
15:04 Heyetê serdana hevşaredarên Mêrdînê kir
14:37 Rewşa dawî ya Minbicê
14:28 TEV-DEM’ê banga ‘Em li rex hêzên HSD’ê cih bigirin’ kir
14:08 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Divê êrişên ser Kurdan bên rawestandin
13:27 Çima êrişî Minbicê dikin?
13:02 Navçeya Zirganê hat bombekirin: Welatiyek hate qetilkirin
12:54 MKG’ê rapora Mijdarê eşkere kir: 38 rojnameger hatin darizandin
12:00 Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da
11:44 Di qezaya helîkopterê de mîrlîwayek jî di nav de 6 leşker mirin
11:44 ‘Divê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe’
10:52 Di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de 12 sivîl hatin qetilkirin
10:51 Jin li dijî tundiyê teknîkên parastinê hîn dibin
10:09 KCK: Li Sûriyeyê çaraserî bi Neteweya Demokratîk mimkun e
10:00 Sadr’ê ji bo Sûriyeyê banga guftûgoyê kir
09:51 KNK: Têkçûna destkeftiyên Rojava têkçûna statuya Başûrê jî
09:46 Aldar Xelîl: Mudaxileya Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê girantir dike
09:00 ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2024’AN
08:30 Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em derbasî qonaxa duyemîn a parastinê bûn
08:30 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina Rojava Ferz e!’ derket
08/12/2024
16:25 Ji Rûsyayê daxuyaniya der barê Esed de: Ji Sûriyeyê derketiye
15:49 Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişan li ber xwe dide
13:43 Nêzî 400 malbatên hatin tehliyekirin gihîştin Tebqayê
12:08 Avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê mayî di bin kontrola Hêzên Ewlehiya Hundirîn de ne
11:59 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
11:54 Li Ewropayê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
11:49 Îlham Ahmed: Dawiya despotîzmê, destpêkeke nû
11:04 Kovara hejmara nû ya Jinê derket
10:44 Mazlum Ebdî: Em dibin şahidê kêliyên dîrokî
10:22 Rêveberên Kantona Minbicê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet
10:05 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in
10:01 Di televizyona fermî ya Sûriyeyê de hat ragihandin ku hikûmeta Şamê hilweşiyaye
09:43 Ji DAIŞ'ê û El Nusrayê ber bi HTŞ'ê ve
09:32 DBP ber bi kongreyê ve diçe: Wê beriya kongreyê konferans û hevdîtin bên lidarxistin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 HTŞ'ê Şamê bi dest xist, rejîma Esad hilweşiya
08:46 Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir
07/12/2024
17:17 Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan hate vekirin
17:16 Li Bulamê atolyeya şerê taybet: Li her qadê em xwe birêxistin bikin
17:03 Rêveberiya Xweser: Armanca dewleta tirk qirkirina komî ye
16:52 HSD'ê got ku li Minbicê êrişên komên paramîlîter hatine têkbirin
16:41 Gultan Kişanak: Qedera Rojava qedera kurdên li vê derê ne
16:24 KONGRA-GEL banga seferberiyê kir
16:09 Derket holê ku kesê bi tiryakê hatî girtin cerdevan e
16:00 HDK’ê foruma ‘Ji şer re na’ li dar xist: Banga têkoşîna hevpar
15:35 Li 2 bajaran ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê hate kirin
15:09 TMMOB li Xelfetiyê çû serdana nobeta li dijî qeyûm
15:06 ‘Ji bo çareseriya krîzên piralî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin’
14:24 Li çar bajaran aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:11 Dayikên Şêmiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:20 Platforma Piştevaniya Edaletê hate ragihandin
13:08 Jin li dijî qeyûman meşiyan: Em ê serî netewînin
11:34 Li Dêrsimê xwendekarek hate girtin
11:32 Li Colemêrgê ji bo AKP’iyan îstîhdama kar a taybet
11:31 Doza Narîn Guran: Piraniya rastiya madî derket holê
11:30 Li Bedlisê rêzeqeza: 31 kes birîndar bûn
10:55 Êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter a li ser Minbicê hate şikandin
10:40 Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin
10:35 Rojnameger Karadaş: Sûriye jinûve tê dîzaynkirin
09:53 Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê
09:21 Girtiyê di dema tedawiyê de kelemçekirina destan red kir hate derbkirin
09:05 Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin
09:05 'Eleqeya ji bo kurdî baş e, em pêşangehê veguherînin firsendekê'
09:03 Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e
09:00 Hunermendên Rojavayê: Li hemberî êrişên dagirkirinê divê her hunermend helwesta xwe zelal bike
09:00 ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN
08:40 Amed di nav mijê de ma
06/12/2024
19:32 Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê bang li gel kir: Guh nedin îdiayan
19:21 Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê: Em ji bo parastina gel derbasî navenda bajêr bûn
14:24 Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:01 KURDÎGEH dê kongreyê li dar bixe
13:12 ÎSÎG: Di Mijdarê de 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:11 Mehmet Turgay piştî 32 salan hate berdan: Berxwedan jiyan e
13:11 Mazlum Ebdî: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
11:38 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya Mijdarê eşkere kir
11:28 Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa da
11:17 Li Geverê operasyoneke din a leşkerî hate destpêkirin
10:14 Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin
09:59 Amed di nava mijê de ma
09:52 ‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin
09:51 Dayikên Aştiyê: Şer çareserî nîn e