Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm

  • rojane
  • 14:39 25 Mijdar 2024
  • |

ÊLIH - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di meşa 25’ê Mijdarê ya Êlihê de axivî û got: “Qeyûm, şêweyekî derbeyê ye. Êrişeke li dijî îradeyê ye. Lê ew ê li berxwedana jinan biqelibin.” 

Li Êlihê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî meş hat lidarxistin. Jinên li Parka Yilmaz Guney hatin gel hev, bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana Batmanê” û “Zext nikarin me têk bibin” ber bi Xaçerêya Basinê ve meşiyan. Berdevka Partiya Wekhevî û Demokasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li meşê bûn.  Gulcîhan Kaya ku kurê wê ji hêla polîsan ve hatibû îşkencekirin û mamoste Sîbel Suna jî li pêşiya meşê cih girtin. 
 
Di meşa ku pankarta "Em li hemberî tundiya mêr û dewletê ber bi Şoreşa jinê ve dimeşin" hat vekirin de, wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Jinan jî dirûşên, "Qeyû derbe ye", "Berxwedan didome", "Ne qeyûm ne talan dîsa jin dîsa jiyan, "hatin berzkirin Welatiyan bi tilîlî, çepik û dirûşman piştgirî dan meşê.
 
DÊ ‘JIN JIYAN AZADÎ’ BI SER KEVE’
 
Girseya ku gihişte Xaçerêya Basînê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" gihişt lûtkeyê. Hevseroka Rêxistina Bajarê Êlihê ya DEM Partiyê Songul Korkmaz li vir axivî û diyar kir ku gelê bajarê berxwedanê Êlihê rê nade polîtîkayên qeyûman. Songul Korkmaz, anî ziman ku şîdeta dewleta mêr wê winda bike û got ku ew ê van destkeftiyan biparêzin.
 
Aktîvîsta TJA'yê Hava Can jî diyar kir ku ew ê li dijî tundiya mêr têkoşîna xwe mezin bikin.
 
‘DÊ LI BERXWEDANA JINAN BIQELIBIN’ 
 
Berdevka DEM'ê Ayşegul Dogan diyar kir ku desthilatdariya têkçûyî êrîşên xwe yên li dijî hêza têkoşîna jinê zêde kirine. Ayşegul Dogan berxwedana dayikan silav kir û wiha got: “Dayikên berxwedêr parastina ziman, çand û hebûna xwe didomînin. Gelê bajêr ji 4’ê Mijdarê ve li dijî êrîşên li ser vîna jinê li ber xwe dide. Em weke jin li dijî zîhniyeta ku vîna jinê nas nake em ê qadan neterikînin. Em ê vîna xwe radestî kesî nekin. Tişta ku kolan dibêje em ê esas bigirin. Ger ku kolan bêje berxwedan ji bo îradeyê em ê heman tiştî bikin. Qeyûm dizane ku di berxwedana vî gelî de tu gav paşde nayê avêtin. Ji ber vê yekê êrîş dike. Lê belê dayik bi taybetî jî dê ji berxwedana xwe tu gavê paşve navêjin.”
 
‘POLÎTÎKAYÊN QIRÊJÎ DÊ BI SER NEKEVIN’
 
Ayşegul Dogan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rûxandina qeyûman û wiha got: “Qeyûm dizî, talan û xesp e. Ew nikarin di nav gel de xuya bibin. Li pişt dîwarên beton pereyên xelkê didizin. Qeyûm şêweyek tundiyê ye. Êrîşa li dijî îradeyê ye. Me ev tundî di berxwedanên li dijî qeyûman de dît. Ew gelên ku teslîm bibin û li dijî tundiyê deng dernexin dixwazin. Lê ew ê tu carî negihîjin tiştê ku dixwazin. Wê li herderê li berxwedana jinê biqwelibin. Ti hikûmet nikare li hemberî têkoşîna jinê bisekine. Hemû winda bûn. Jin jiyan felsefeyeke azad e. Niha jî êrîşî vê felsefeyê dikin. Êlih bajarekî ku dewlet di her serdemê de polîtîkayên xwe yên qirêj dixe meriyetê ye. Polîtîkayên qirêj ji salên 90’î û vir ve her tim tên meşandin. Çawa ku beriya hilbijartinê têk çûn, wê dîsa têk biçin. Polîtîkayên we yên qirêj wê bi ser nekevin."
 
Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. 
 

Sernavên din

03/12/2024
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
11:13 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin
11:10 Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
09:04 Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hat birîn: Ez ê bitêkoşim
09:02 Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
09:01 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:29 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
14:51 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
14:43 Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
13:18 Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
12:47 Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan
12:35 Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye
12:30 Qonaxa dîrokî ya li Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye!
12:29 Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî edliyeyê hatin kirin
12:26 Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan
12:24 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:22 Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin
12:21 Derheqê cîgirê Şaredarê Esenyurtê Yalçin de biryara binçavkirinê hat dayin
10:00 Parêzer Zeynep Karayilan: Divê ji bo ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek bê kirin
09:21 Ji bo ceza bidin xwe li benda hevşaredarbûna wî girtine!
09:12 Berdevka YPJ’ê: Pergala baviksalariyê dê bi modernîteya demokratîk tune bibe
09:03 'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'