Hunermendên Rojavayê: Li hemberî êrişên dagirkirinê divê her hunermend helwesta xwe zelal bike

img

RIHA - Hunermendên li Rojavayê dijîn û li hemberî êrişên hêzên paramîlîter tevli seferberiya Rêveberîya Xweser bûne anîn ziman ku armancake êrişên qirqirina çandê ye û wiha gotin: "Dibê hemû hunermend li hemberî van êrişên dagirkirinê helwesta xwe zelal bikin. Bêdengî mirin e." 

Li Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê êrişên dewleta tirk û hevkarên wê bênavber berdewam dikin. Li hemberî êrişan ku di van rojên dawî de zêde bûne Rêveberîya Xweser di 1'ê Kanûnê de seferberî ragihand. Ev hefteyek e ciwan û jin di nav de gelek kes tevlî seferberîye bûn. Hunermend û rewşenbîrên herêmê jî bi dirûşmeya "Li şoreşê xwedîderketin li xwe û civaka xwe, xwedîderketin e" tevlî seferberiyê bûn. Hunermendên li Rojavayê ku xebatê xwe berdewam dikin, êrişên dawî, seferberî, dagirkirin, çand û hunerê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin. 
 
Hunermend Sîpan Xelat anî ziman ku êrişên HTŞ û SMO'yê xizmeta neçareserkirina pirsgirêkan dikin û wiha got: "Bi êrişan îradeya gelan a ku bihevre jîyan bikin tê hedefgirtin. Ji bo çareseriyê di destê HTŞ û SMO'yê de plansazîyek tune. Tenê karê wan talankirin û kuştin e. Tenê Rêveberîya Xweser ji bo gelan çareseriyê pêşkêş dike. Niha li Sûriyeyê ji bilî Rêveberîya Xweser di destê tu hêzê de ji bo çareseriyê tiştek nîn e. Divê modela Rêveberîya Xweser li hemû Sûriyeyê bê belavkirin."
 
'QIRQIRINEKE ÇANDÎ HEYE' 
 
 
Sîpan Xelat bal kişand ku êdî gel şer û pevçûnan naxwazin û got: "Çeteyên ku Tirkî li pişt van, îradeya gelan hedef digirin. Li hemberî vê divê hemû kes helwesta xwe diyar bike. Divê em ji her demê zêdetir parastina xwe mezin bikin. Li Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê gelek pêkhate li ser paradigma Netewa Dêmokrat jîyan dikin. Armanca êrişan ne tenê dagirkirina bajarekî ye. Êriş ji bo qirqirina çandî jî tên kirin. Ne tenê gel ji warê xwe derdikeve, li wî bajar çand jî winda dibe. Li hemberî êrişên qirqirina çandî em têkoşîna 'em hene' didin. Divê em vê yekê jibîr nekin. Li hemû derî divê em rêxistina xwe mezintir bikin. Em li ku bin jî divê em li hev du xwedî derkevin. Divê em zimanê xwe, çanda xwe biparêzin ku em nehêlin polîtîkayên şerê teybet me ji hev durbixin."
 
'DIBE KU SIBE DERENG BE' 
 
Sîpan Xelat bi bîr xist ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî piştî dagirkirinê qirqirina çandî derketiye pêş û gotinên xwe wiha domand: "Li hemû bajarê ku hatin dagirkirin qirqirina çandî heye. Li bin siya çeteyan gel nikarin bi hev re jîyan bikin. Divê hemû hunermend helwesta xwe zelal bikin. Hunermendê derveyî welêt jî divê deng derxînîn. Karê hunermendan ne tenê huner e. Hunermendên li Ewropayê jî di nav de hemû hunermend divê bi berhemên xwe bal bikişînin ser dagirkirinê. Îro em dengê xwe bilind nekin dibe ku sibe dereng be."
 
KAWA FETTAH: DIVÊ HEMÛ KES BERÊ XWE BIDE ROJAVAYÊ 
 
 
Hevserokê Komîteya Şanoyê ya Kantona Cizîrê Kawa Fettah jî bal kişand se êrişên dawî û wiha got: "Ev êriş bi destê dewletê navneteweyî tên kirin. Ev êriş êrişên balkêş in. Bi van êrişan hat nîşandan ku daxwaza dewletê navneteweyî ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê nîn e. Komê çekdar, teror gelek cih bi dest xistin. Xuya ye hesabên mezintir tên kirin. Dibê li hemberî vê baweriya me bi gelê me hebe. Hezkirina me dibe zêde bibe. Divê em nakokîya çareser bikin. Wekî hunermendan divê em zanibin ev êriş li hemberî hunera me ne. Divê em li hemberî van êrişan bisekinin. Eger em li hemberî van êrişa nesekinîn tu kes pirsgirêkên me çareser nake. Wekî hunermend, şanoger divêm bi vê baweriyê nêzî ve krîzê bibin. Divê em ji penabera re bibin alîkar. Divê em nêzî gelê xwe bin. Hunermend divê berê xwe bidin gelê xwe. Bi berhemên xwe her kes dikare ji penaberan re bibe coş û moral. Divê hemû hunermend helwesta xwe li hemberî qirqirina çandî zelal bikin. Bila hemû kes berê xwe bidin Rojavayê."
 
ŞEVZAN MEHMÛD: ROJ ROJA ŞERÊ GELÊN ŞOREŞGERÎ YE
 
 
Şanogerê Navenda Çand û Hunerê ya Mihamed Şêxo a ku li Qamişlo û derhêner Şevzan Mehmûd ji anî ziman ku gelên herêmê qonaxên girîng derbas dikin û got: "Em ji geşedana dişopînin û di nav de ne. Bi êş û xemgînî li hemberî wê ji berxwedan û moral bûyeran dişopînin. Tiştê niha çêdibe şerê hebûn û tunebûnê ye. Em di qonaxeke girîng re derbas dibin. Îro roja şerê gel ê şoreşgeriyê ye. Dema hebûnê ye. Hêzen tarî û gemar dixwazin pêkhateyê binpê bikin. Em wekî hunermendan deriyê xwe ji penaberan re vedikin û wan hembêz dikin. Şanogehê me ji bo koçberan vekirî ne. Koçber aramî û ewlehî li şonegehê me dîtin. Çi ji destê me were em ê bikin. Qedera me yek e. Divê em bibin yek. Dijmin ferq û cudahî nake nav me. Bangawazîya me ji bo hemû hunermenda ye. Yê ku li welêt û derveyî welêt dibe piştgiriye bidin gel. Rewşeke zehmet e. Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo zarokek çêbû û navê wî kirin Qamişlo. Îro hemû gel li koçberan xwedî derket. Êşa me yek e. Kesê ku li derve jî jiyan dikin divê dengê gelê Rojava bilind bikin. Em îro di dorpêçkirinekê de ne. Niha şerê qirqirinê heye li Rojavayê. Li hemberî vê divê hemû kes helwesta xwe zelal bike."
 
MA  / Emrûllah Acar

Sernavên din

13/12/2024
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
15:25 Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne
14:55 Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:10 Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin
12:09 Operasyona li Çiyayê Bagokê didome
12:08 Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin
11:31 Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist
10:59 Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn
10:34 Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin
10:27 Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
10:26 Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
10:25 Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin
10:03 Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin
09:18 Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e
09:17 Dewleta tirk di 6 mehan de 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir
09:02 Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike
09:01 Dermanên endamê KESK'ê Aslan ê pençeşêr lê peyda bûye nadinê
09:00 ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2024’AN
08:48 HSD’ê têkildarî Minbicê daxuyanî da
10/12/2024
23:29 Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li qada navneteweyî: Bêdeng neminin
23:12 Li Kobanê 2 kes hatin qetilkirin
16:55 Li gundê leşkeran dorpêç kirî 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin
16:22 Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
16:19 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
16:01 Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin
15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin
15:00 Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
14:10 Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin
13:49 Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
13:38 Kesên di 10’ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:17 Pira Qereqozaqê hate bombebarankirin
13:15 Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir
13:03 Doza Mehmet Sîncar ji ber mutalaayê hate taloqkirin
12:56 Li Serêkaniyê ÎHA’yek ket
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Wezîr Tunç têkildarî serlêdana Îmraliyê daxuyanî da
10:56 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
10:53 Li Farqînê 2 kes bi lêdanê hatin binçavkirin
10:49 'Tirkiye dixwaze hêj pergala nû rûneniştî destkeftiyên kurdan tesfiye bike’
09:40 Li ser rêya Wan-Erdîşê rêzeqeza: 2 kes mirin, 45 kes birîndar bûn
09:30 Bayindir: Dema çareseriyê hatiye û divê ev firsend ji dest neçe
09:21 Bi dehan pirtûkên ku di 30 salên li girtîgehê de nivîsandine li benda çapê ne
09:14 Giliyê polîsên ku tundî kirin hat kirin
09:02 Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere
09:00 ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN
09/12/2024
22:49 DBP: Rojava qada jiyana hevpar a gelan e
22:34 Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir
22:27 Li Kobanê 2 zarok hatin qetilkirin
22:24 Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye
20:20 Li Til Temirê SÎHA hat xistin
16:46 Wezareta Dadê: Di 11 mehan de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Qeyûmê Êlihê nehişt hevşaredar derbasî avahiya şaredariyê bibin