Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e

  • rojane
  • 09:03 7 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên KNK'ê diyar kirin ku ji bo Rojhilata Navîn ji vê qeyrana şer derkeve, paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bivênevê ye û wiha gotin: "Pêwistiya çareseriya van krîzan bi felsefeya birêz Ocalan û nexşerêya wî ya çareseriyê heye. Ji bo hevdîtina bi rêzdar Ocalan re divê tekoşîn bê mezinkirin." 

Daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê û hevkarê AKP'ê Devlet Bahçelî yê der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hê di rojevê de ne. Lê belê piştî daxuyaniya Erdogan ku gotibû rojeva hefteya bê wê pir cuda be, li dijî bajarê Helebê ji aliyê HTŞ'ê ve êriş hatin kirin. 
 
Piştî ku pêkhateyên paramîlîter ên bi piştgiriya Tirkiyeyê û Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) êrişî Helebê kirin û beşeke girîng ji Helebê bi dest xistin, Tirkiye û hêzên paramîlîter ên ku piştgiriya wê dikin êrişî herêmên Şehba û Til Rifat  kirin. Ji ber êrişên ku hatine destpêkirin bi hezaran welatiyên herêmê ber bi herêna Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçber bûn. Piştî van geşedanan  Tirkiye û komên paramîlîter êrişî Minbicê kirin. Di encama êrişên li ser Mînbîcê de gelek mal hatin hilweşandin û gelek welatî jî birîndar bûn. Li dijî êrişên ku hatine destpêkirin bêdengiya Netewên Yekbûyî jî û hêzên navnetewî jî didome.
 
Hevserokên Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) Ahmet Karamus û Zeyneb Murad der barê geşedanên ku li Rojavayê Kurdistanê de diqewimin Hevserokên Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) Ahmet Karamus û Zeyneb Murad ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin kir. 
 
'ARMANC NE ÇARESERÎ TESFIYEKIRINE'
 
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus bal kişand daxuyaniyê rayedarên Tirkiyeyê yê derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û wiha axivî: "Ji bo ku mirov vê pêvajoyê weke çareseriyê binirxîne yan jî şîrove bike divê ku hin gav bên avêtin. Niha tu tiştek di holê de nine. Ne daxuyaniyên rayedarên dewletê û ne jî derbarê vê de naverokek tune ye. Bi çi şêwazî wê destpê bike ne diyare.Devlet Bahçeli ku di parlamentoyê de slav daye parlamenterên DEM Partiyê heta roja îro du meh derbas bûn. Di vê qonaxê de bêguman gelek bûyerên cidî û mezin rû dan. Dewleta Tirkiyeyê der heqa vê pêvajoyê de ti daxuyaniyekî bi awayeke aşkere diyar nekiriye. Em nizanin ku armanca dewleta tirk çiye. Çareseriyeke bi çi rengî, muxatabên vê pêvajoyê dê kî bin, dê li gel kê danûstandin bikin ew jî nediyare. Her çiqasî behsa birêz Abdullah Ocalan bikin ku weke  muxatabê pêvajoyê û çareseriyê wî nişan bidin jî tevger, plan û konsept û êrişên dewleta dagirker nişan dide ku di van daxuyaniyên xwe de ne dilsoze.Gavên cidî ku pirsgirêka kurd bi şêwazên siyasî û aştiyane çareser bikin nine. Ji ber wê divê ku pirsgirêka kurd mirov di dîmenê Rojhilatanavîn de bibine. Divê ku mirov ew şerê ku îro li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewime de bibine.Tiştê ku mirov ji rayedarên dewletê fêm dike ev mesele li ser masaya wan de ye û di rojeva wan de ye. Yan dê çareseriyekî bibinin an jî armanc û hedefên wan dagirkerî û tasfiyekirine. Qasî ku em helwest û tevgera  wan dinêrin armanca wan dagirkirin û tasfiyekirin û îlhakkirine. Heke ku wiha be helbet dê rewş bê guhertin." 
 
'DI GOTINÊN XWE DE NE DILSOZ IN'
 
Karamus bi lêv kir ku dewleta tirk di daxuyaniyên xwe de nedilsoze û heta niha jî ti gavake cidî neavêtiye û wiha got: "Heta niha dewletê ji bo hevditina ku  partiya siyasî bi birêz Abdullah Ocalan re bike diyar nekiriye. Tecrîta li ser birêz Ocalan hê heta niha jî didome. Her çendî biraziya birêz Abdullah Ocalan pê re kiribe jî ev hevdîtin di hevdîtineke di çarçoveya malbatî de bû û tu daxuyanî der heqê hevdîtina di navbera dewletê û birêz Ocalan de çêbûne neçûbe nehatiye diyar kirin. Di wê hevdîtinê de birêz Ocalan helwesta xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dayî diyarkirin û ew xwedî wê hêz û îradeyêye ku vê pirsgirêkê çareser bike. Ji bilî van daxuyaniyan ti hevdîtin nebûne. Di demên dawî de şandeyek ji DEM Partiyê heke ku destûr bidin dê bi birêz Ocalan re hevdîtinek bikin. Lê heta niha ti encameke diyar nehatiye dîtin. Bêgûman şerê ku îro li Sûriyeyê rû daye bi vê re eleqedere. Em di çareserkirina pirsgirêka kurd re dewlet û rayedarên wê dilsoz nabînin. Ew li ser çek danînê şert dixin pêşiya  tevgerê. Ango şêwazeke çareseriyê nişan nadin. Êrişên dewleta tirk ê li ser herêma Şehba û Mînbîcê û hewledayinên dagirkirina van herêman nişanî me dide ku dewleta tirk di gotinên xwe de nedilsoze." 
 
'SERKÊŞIYA WÊ TIRKIYE DIKE'
 
Karamus da zanîn ku geşedanên ku li Rojavayê Kurdistanê rû didin gavên îlhakkirina Kurdistanê ye û wiha domand: "Geşedanên ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin ku dagirkirina Heleb jî di nav de em nikarin serbixwe binirxînin. Geşedanên ku îro li Sûriyeyê diqewimin nîşanî me dide ku plan û plansaziyek û stratejiyek heye. Bi mehane ku bi ser hatiye rewastandin, danûstandin kirine, lihevkirin çêbûye. Ev bûyerên ku îro li Sûriyeyê rû dane.Çi ji aliyê HTŞ'ê û çi jî ji aliyê artêşa millî ya Suriyê ku berê weke artêşa azad dihate binavkirin ku di bin kontrola dewleta tirk û îstîxbarata tirk de ye. Ev li gorî perspektif û stratejiya dewleta tirk tevdigerin. Ev kome bi çi şêwazî nikare bi tena serê xwe tevbigere. Hemû lîv û tevgerê van komên çekdar ji aliyê dewleta tirk ve tê birêvebirin. Diyare ku di navbera HTŞ'ê û Artêşa Millî ya Sûriyeyê bi hevre tevdigerin. Koordîne û serkeşiya vê Tirkiye dike. Hêzên Îngîlîz, Katar heta ku hin dewletên Ereb jî hene ku di nava vê konseptê de ne. Qaşo ku dewleta tirk behsa pêvajoyeke nû lê pêvajoyeke bi çi rengî pêşniyar dikin ne diyare. Ev pêvajoye bi êrişên li ser Rojava re eleqedar in. Daxuyaniyên Bahçelî û ev planên li ser Sûriyeyê bi hevdû re girêdayî ne. Ev ji heman siyasetê û ji heman hişmendiyê re xîzmet dikin. Dewleta tirk ti projeyê ku pirsgirêka kurd çareser bike pêşkeş nake. Tasfiyekirin, ji holê rakirin û guhertina demografiyê ye û îlhak kirina Rojavayê Kurdistanê û beşek ji Başûrê Kurdistanê heye. Bêgûman bi hêzên din re jî hevkariyeke wan a bi vî rengî heye. Dewleta tirk dixwaze ku ji Efrînê heta ku Helebê û tevahiya Rojavayê Kurdistanê Kerkûk, Musul û Şengal jî di nav de beşeke mezin ê Başûrê Kurdistanê têxe bin dagirkeriya xwe de û sînorên xwe yên Misakî û Millî dubare xîz bike. Dixwaze ku di Rojhilatanavîn de rola xwe mezintir bike."
 
PLANÊN SER ROJHILATA NAVÎN 
 
Karamus diyar kir ku geşedanên ku îro diqewimin di çarçoveya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de ne û wiha derbirî: "Xuyaye ku di navbera HTŞ'ê û OSO'yê de tifaqiyek heye. Ev ne rashatineke ev pêvajoye beriya niha hatiye amadekirin. Muxtemele ku projeya Rojhilatanavrast a mezin ku ji salên 90'yan vir ve di rojevê de ye hemû rûdan û geşedanên herêmê ku bixin xîzmeta vê projeyê tevdigerin. Şerê Îsraîl, Hamas û Hîzbûllahê jî beşek ji vê projeyê ye. Ev hemû bi hevre girêdayî ne. İngiltere mejiyê vê projeyê ye û ev pêvajoyeke jî bi destê wan bi awayeke aktif tê birevebirin û îdarekirin. Emrikî bêdenge û Ewrupa bêdenge. Ev ne rasthatineke. Li ser vê nîqaş hatine kirin û wisa xistine meriyetê ye. Ji axaftinên Erdogan em fêm dikin ku beriya niha ev konsept hatiye amadekirin."
 
'JI BO HEVDÎTİNÊ DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ MEZINKIRIN'
 
Ahmet Karamus bal kişand ser giringiya bi hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got: "Paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan û analîzên wî yên li ser rojhilatanavîn girîng in. Birêz Ocalan xwedî pêşbiniyeke girînge. Tiştê ku niha li Rojhilatanavîn rû didin wî çend sal beriya niha nirxandiye. Em dibinin ku ev tiştên ku rû didin birêz Ocalan çend sal beriya niha dîtiye û analiz kiriye. Ji ber wê niha hevdîtina bi wî re girînge. Bi nêrîna min beriya van geşedanan bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin girînge. Têbiniyên wî dê pir girîng bin. Ji ber wê divê ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re tekoşîneke mezintirîn bê dayin."
 
KOMÊN CÎHADÎST Û RADÎKALÎST JI KU ANÎNE?
 
Karamus da zanîn ku hêzên ku li Sûriyeyê xwe birêxistin kirine di bin ferman û kontrola tirk û îstîxbarata wê tevdigere û ev tişt anî ziman: "Hêzeke ku ne tenê li Sûriyeyê di heman demê de li welatên ereban û gelek deverên cîhanê de hene. Bi deham komên radîkalîst, çeteyên cîhadîst ku tevlî HTŞ'ê bûne hene. Behsa hêzên ji Ozbekîstanê, Tacakîstanê,Turkmenîstanê, Tirkiye û Afganîstanê gelek komên cuda di nava van de hene. Her wiha tê gotin ku komeke çeteyên DAIŞ'ê ya mezin tevlî vê komê bûye. Ev beşeke wê ye. Komên OSO jî ku di bin kontrola dewleta tirk de ye çendî komên cîhadîst û radîkalîst hebin ku ji tevahiya cîhanê re xetere bin di nava vê komê de hene. ENKS ya kurdan jî di nava vê komê de ye. ENKS bûye beşek ji van çeteyan. Peşmergeyên Roj ku ji aliyê PDK'ê ve tên birêxistin kirin jî di nav vê komê de be em nizanin. Lê pratika wan nişan dide ku li gorî daxwaz û fermanên dewleta tirk tevdigere. "
 
'LOZANA DUYEM DUBARE DIKIN'
 
Karamus bal kişand ser xetereyê û ji sazî û partiyên siyasî yê kurd re ev hişyarî kir: "Ev êriş li dijî modela bihevre jiyankirinê ya ku Rêveberiya Xweser li Rojava daye rûniştandinê ye. Heke ku rewş wiha bidome û hêzên navdewletî li dijî Tirkiyeyê bêdengiya xwe berdewam bikin dê Tirkiye herêmê têxe bin kontrola xwe û demografiya herêmê biguherîne. Ev xetereyeke mezine. Em niha di qonaxa  xeteriyeke mezin de ne. Ji bo wê divê ku herkes berpirsyariyê hilde ser xwe. Em vê êrişê weke êrişeke siyasî, bîrdozî şîrove nakin, ev van êrişan weke hebûn û tûnekirina gelê kurd dinirxînin. Gelê kurd di bin metirsiyê de ye. Divê ku em bibin xwedî helwesteke niştimanî. Divê ku em lawaz nêzikî pêvajoyê nebin heke ku çawa ku bi peymana Lozanê li me dan wendakirin di sedsala 21'an de jî em ê wenda bikin. Bi gotineke din Lozane duyem dubare dibe. Lê lozana duyem dê weke ya yekem nebe. Her tişteke ku li ser navê kurd dê tüne bikin. Îro li dijî vê konseptê derketin berpirsyariya herkesî ye. Divê ku gelê kurd nebe şirîkê vê dagirkeriyê. Em bi hêvî ne her partî û saziyeke kurd bi hesasiyeta xwedî derketina hebûna gelê kurd tevbigere. Ev parastina zimanê kurdî ye, nasnameya kurde, netewa kurde. Pêwîste ku em berjewendiyên xwe kesane bidin aliyekî û ji bo niştimana Kurdistan bi berpirsyarî tevbigerin." 
 
'QALA 82 VÎLEYATAN DIKIN'
 
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Muradê jî anî ziman ku Tirkiye qala 82 vilayetan dike û bi vê konseptê tevdigere û wiha axivî: "Li Rojhilata Navînê şer û pevçûnen mezin hene. Ji bo ji nûve dîzaynkirina erdnigariya Rojhelatanavîn planên navnetewî yê hegomonîk hene. Ev bÛyerên dawî yê ku li  Sûriyeyê diqewimin jî beşeke vê planê ye.li vir dewleta Tirk dixwaze ji vê rewşê sûd werbigire û armancên xwe pêk bîne. Em dizanîn ku armanca dewleta tirk ji bilî xewn û xeyala nûkirina dewleta osmanî û bicihkirina nexşa mîsaqa milî, armanca sereke qirkirina gelê kurde û tunekirina deskeftiyen gelê me ye.Di nav plana navnetewî de dewleta Tirk jî rola xwe heye. Di neha de behsa  82 vilayetan dikin û yek ji van jî Helebe. Tê zanîn ku di pilanen wan de vîlayeta  Musil jî heye. Loma piştî bi destxista Helebê wê pilana dagîrkina Musil û Kerkuk bixin merîyetê. Ev pilan xeteriyeka mezin bi xe re bîne. Ji xwe gef û êriş li ser Şengal û bi giştî li ser Başûrê Kurdistanê ne sekinîye roj bi roj didome. Li hemberî van êrişan pêdivî bi hişyarî mezin heye. Divê aliyen siyasî a Kurd bi hesasiyeteka mezin li vê rewşê nêzik bibin. Pilanake mezin li hemberî gelê kurd heye. Pêdivî bi yekitiyê heye. Lazime hêzin Kurdê bi helwêsta û stratîjiya neteweyî tev bigerin her wiha pêdivî heye ku gelê me li her derê , çar aliyê Kurdistan û dervê welat xwe bi rêxistin bike, xweparastina xwe xurt bike û rê nede dagirkeriyê." 
 
'PÊWÎSTÎ BI GAVÊN HIQÛQÎ HENE'
 
Zeyneb Muradê bi lêv kir ku axaftin û kirinên Tirkiyeyê nabin yek û wiha pê de çû: "Dewleta tirk bi siyaseta xapandin dixwaze sûd wergire. Li hundirê welat qaşo banga hewldan ji bo çareserî pirsgirêka Kurd dikin lê di heman demê de bi tayînkirina qeyûman êrişên li ser îradeya gelê kurd berdewam dike.Li ser Rojava û Başûr êriş berdewame. Banga wan a  ji bo hevdîtin bi rêzdar Ocelan re ne dilsoze.Çimkî tecrîd li ser rêzdar Ocalan berdewame. Me dît ku piştî 43 mehan, birazîyê Birêz Ocalan çû girava Îmralîyê û ji Birêz Ocalan agahîyek anî. Lê nayê wê wateyê ku tecrîd bidawî bûye.  Ji xwe Birêz Ocalan bi xwe dibêji tecrîd berdewame. Rakirina tecrîdê tinê têrê naki, divê Birêz Ocalan fizîkî azad bibe.  Ji bo vê yekê jî pêtivî bi hendek pêngavên zagonî û hiqûwî hene. Jiber vê yekê em nikarîn ji helwêst û daxuyaniyên rayedarin Dewleta Tirk bawer bikîn." 
 
'PÊDIVÎ BI NÊRÎNÊN OCALAN HEYE'
 
Zeyneb Muradê destnîşanî rol û misyona Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo çareserkirinê kir û got: "Ne tenê gelê Kurd tevahî cîhanê dizane ku Kurd xwedî proja çareserî ne. Pêwistiya van krîzan bi  felsefa brêz Ocalan û nexşereya wî heye. Em dibînîn ku kampanyaya azadkirina birêz Ocalan  roj bi roj berfirehtir dibe û hejmareka gelek mezin di kesayetî û siyasetmedaren cîhanî di hundirê vê kampanyayê de cih xwe digrin, ev îspata wê ye ku êdî herkes bawerî bi rol û misyona berêz Ocalan ji bo çareserî dikin. Di vê qonaxa kritîk de û di vê pêvajoyê de giringiya vekirina derî Îmaralî û hevditina bi birêz Ocalan re wê çarenûsa Rojhilatanavîn biguherîne. Ji ber kû ev pêvajo xeteriya wê ne tenê ji bo kurdan  ji bo gelek aliyan xeteriyên mezin bi xwe re bîne." 
 
'BI RIHÊ KOBANÊ XWEDÎ HELWEST BIN'
 
Zeyneb Muradê ji kurd û Kurdistanê re ev bang kir: "Divê hemû kurd û Kurdistanî û dostên Kurdan vê rewşê bi baldarî bişopînin û xwedî helwest bin. Xeterî ne tenê li ser Rojavaye Kurdistane, ev xeteriya mezin li ser tevahiya Kurdistanê ye. Em bang li hemû kurd û Kurdistanîyan dikin ku bi rihê Kobanê xwedî helwêst bin. Em bang li hemû hêzên peywendîdar û raya giştî ya cîhanê dikin ku li hember êrişên dewleta tirk û hêzên girêdayî wan rawestin û Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Surîye tenê nehêlin."
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

13/12/2024
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
15:25 Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne
14:55 Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:10 Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin
12:09 Operasyona li Çiyayê Bagokê didome
12:08 Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin
11:31 Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist
10:59 Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn
10:34 Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin
10:27 Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
10:26 Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
10:25 Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin
10:03 Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin
09:18 Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e
09:17 Dewleta tirk di 6 mehan de 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir
09:02 Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike
09:01 Dermanên endamê KESK'ê Aslan ê pençeşêr lê peyda bûye nadinê
09:00 ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2024’AN
08:48 HSD’ê têkildarî Minbicê daxuyanî da
10/12/2024
23:29 Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li qada navneteweyî: Bêdeng neminin
23:12 Li Kobanê 2 kes hatin qetilkirin
16:55 Li gundê leşkeran dorpêç kirî 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin
16:22 Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
16:19 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
16:01 Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin
15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin
15:00 Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
14:10 Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin
13:49 Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
13:38 Kesên di 10’ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:17 Pira Qereqozaqê hate bombebarankirin
13:15 Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir
13:03 Doza Mehmet Sîncar ji ber mutalaayê hate taloqkirin
12:56 Li Serêkaniyê ÎHA’yek ket
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Wezîr Tunç têkildarî serlêdana Îmraliyê daxuyanî da
10:56 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
10:53 Li Farqînê 2 kes bi lêdanê hatin binçavkirin
10:49 'Tirkiye dixwaze hêj pergala nû rûneniştî destkeftiyên kurdan tesfiye bike’
09:40 Li ser rêya Wan-Erdîşê rêzeqeza: 2 kes mirin, 45 kes birîndar bûn
09:30 Bayindir: Dema çareseriyê hatiye û divê ev firsend ji dest neçe
09:21 Bi dehan pirtûkên ku di 30 salên li girtîgehê de nivîsandine li benda çapê ne
09:14 Giliyê polîsên ku tundî kirin hat kirin
09:02 Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere
09:00 ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN
09/12/2024
22:49 DBP: Rojava qada jiyana hevpar a gelan e
22:34 Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir
22:27 Li Kobanê 2 zarok hatin qetilkirin
22:24 Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye
20:20 Li Til Temirê SÎHA hat xistin
16:46 Wezareta Dadê: Di 11 mehan de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Qeyûmê Êlihê nehişt hevşaredar derbasî avahiya şaredariyê bibin