Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê

  • rojane
  • 09:53 7 Kanûn 2024
  • |

ÊLIH - Mamoste Sîbel Suna ku ji ber protestokirina tayînkirina qeyûm ji peywirê hate dûrxistin diyar kir ku ew poşman nîne û wiha got: “Ji ber ku tişta di dema qeyûm de hatiye kirin zilm bû, ez nikarim piştgiriyê bidim wê zilmê.”  

Mamoste Sîbel Suna di dema protestokirina tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê de hate binçavkirin û tundî lê hate kirin. Di dema protestoyên li Êlihê de bi gotina; “Heke hûn bêdeng bimînin wê demê hûn şeytanên bêziman in, madem dê we qeyûm tayîn bikira wê demê we çima hilbijartin kir?” bûbû rojev. Sîbel Suna, hate binçavkirin, 2 rojan binçavkirî ma û dema hatî berdan jî dîsa tev li çalakiyan bû. Walîtiya Êlihê jî ji “Navenda Perwerdeya Taybet û Rehabîlîtasyonê” re nivîsa dûrxistina ji kar şand. Destûr nehat dayin mamoste Sîbel Suna xatirê ji xwendekarên xwe bixwaze û di 26’ê Mijdarê de ji peywirê hate dûrxistin. 
 
'EZ POŞMAN NÎNIM’
 
Sîbel Suna bertek nîşanî dûrxistina ji peywirê da ku ji sala 2014’an dike û wiha got: “Bajarê me niha di rewşeke xerab de ye. Ez mamoste me û li gorî min divê tiştên biêş bên vegotin. Ez nikarim hinek tiştan daqurtînim. Ez ji ber tu tiştekî poşman nînim. Ji ber ku min bi zelalî vegot. Roja qeyûm hatî tayînkirin, ez li hêla şaredariyê dimeşiyam. Dema di meşiyam min dît ku qeyûm tê. Min jî berteka xwe nîşan da. Dema min bertek nîşan dayî hatim binçavkirin. Ez piştgiriyê nadim qeyûm û dê nedim jî. Ji ber ku tiştên di dema qeyûm de hatin kirin zilm bûn û ez nikarim piştgiriyê bidim wê zilmê.” 
 
Bi domdarî Sîbel Suna anî ziman ku piştî mafê bijartin û hilbijartinê, niha jî mafê wê yê mamostetiyê hatiye xespkirin û ev tişt anî ziman: “Bêyî ku tiştek ji min re wer gotin, walîtiya Êlihê û midûrê dibistanê bi nivîskî axivîne. Ji bo xelasbûna rojê 5 deqe mabûn ku bi lev û bez gazî min kirin. Min jî got; ‘gelo tiştek bû?’ Ji ber ku derxistina ji dersê karektera midûr nebû. Bi telefonê geriya û got; ‘Rewşekî lezgîn heye.’ Min got; ‘çi bûye?’ Got; ‘Walîtiyê biryar daye.’ Got; ‘Mamoste tu ji peywirê hatiyî dûrxistin.’ Ez jî wê demê hîn bûm.” 
 
NEHIŞTIN XATIRÊ JI XWENDEKARÊN XWE BIXWAZE 
 
Sîbel Suna got ku qeyûm Ekrem Canalp ferman daye ku nehêlin ew xatirê ji xwendekarên xwe bixwaze û wiha pê de çû: “Ser re zext kirine û gotine; ‘nehêlin xatirê ji xwendekarên xwe bixwaze.’ Tu çawa dikarî vê bêrehmiyê bikî, ma zarokên te tune ne, ma qet hezkirina zarokan di dilê te de tune ye? Tişta tu dikî tiştekî nebaş e, dayikên zarokan, bavên wan li ser Whatsappê bi dîmen li min geriyan û digiriyan. Hûn nikarin vê bi min bikin. Mafên min hene. Birêz walî ji te re dibêjim; tu niha walî yî lê kursiya te jî diheje. Ez ji tu tiştên min gotin poşman nînim. Tu nikarî min bi pîşeya min bitirsînî.” 
 
GEFA DERXISTINA JI PÎŞEYÊ
 
Mamoste Sîbel Suna destnîşan kir ku qeyûm gefa derxistina wê ya ji pîşeyê li wê dixwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îcar gotiye; ‘bila duayan bike ku min ew ji pîşeyê dernexistiye.’ Tu kî yî, kî vê rayeyê dide te? Em li ser vê xakê ji dayik bûne, mezin bûne. Tu kî yî? Tu bi xêra bajarê min nanê xwe dixwî. Hewce bike dê ji vir biçî. Bi vê gef li min xwariye. Lê vê ji bîr neke, tu mecbûrî hemû mafên min di çarçoveya hiqûqê de bidî min.” 
 
Sîbel Suna, da zanîn ku di dema binçavkirinê de ji bo rapora derbkirinê teklîf jê re hatiye kirin û wiha got: “Karên xwe yên qirêjî bi min nedin paqijkirin. Tundî li min kirin. Gotin; ‘wê raporê ji holê rake.’ Ma ez çima gilî nekim? Waliyê qeyûm li avahiya şaredariyê hemû perdeyan digire û mîna tirsonekan çaya xwe vedixwe. Heke tu tirsonek nebûya dê te dema her kes radiza ew der xesp nekira. Belkî piştî vê hevpeyvînê bên malê û min binçav bikin. Dê bike, ji ber ku ev yek kiriye. Ez bi zimanê herî hêsan bibêjim; ev ew şexsiyete ku zarokê 16 salî yê hevala min a kuafor ji nav nivînan derxistî û xistî girtîgehê ye. 16 salî ye, anku zarok e, hêj balix e. Niha di Girtîgeha Amedê de ye. Tişta tu dikî tiştekî xelet e, wan destên xwe yên qirêjî ser zarokan bikişîne.” 
 
‘JI BO BÊHTIR BIDIZE BÊHTIR KURSÎ LAZIM IN’ 
 
Sîbel Suna bal kişand ser nelirêtiyên qeyûm û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo bêhtir bidizin bêhtir kursî lazim in. 3 milyar lîre deynê şaredariyê hene. Ew pere li ku ye, projeyên te li ku ne? Tenê nav û wêne hene. Çi dibe bila bibe, çiqas bi ser min de bên jî weke keseka xwedî wijdan ez ê bêdeng nemînim. Qeyûm, îradeya me xesp kir. Bêguman em ê li dijî vê bisekinin.” 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

13/12/2024
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
15:25 Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne
14:55 Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:10 Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin
12:09 Operasyona li Çiyayê Bagokê didome
12:08 Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin
11:31 Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist
10:59 Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn
10:34 Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin
10:27 Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
10:26 Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
10:25 Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin
10:03 Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin
09:18 Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e
09:17 Dewleta tirk di 6 mehan de 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir
09:02 Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike
09:01 Dermanên endamê KESK'ê Aslan ê pençeşêr lê peyda bûye nadinê
09:00 ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2024’AN
08:48 HSD’ê têkildarî Minbicê daxuyanî da
10/12/2024
23:29 Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li qada navneteweyî: Bêdeng neminin
23:12 Li Kobanê 2 kes hatin qetilkirin
16:55 Li gundê leşkeran dorpêç kirî 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin
16:22 Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
16:19 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
16:01 Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin
15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin
15:00 Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
14:10 Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin
13:49 Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
13:38 Kesên di 10’ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:17 Pira Qereqozaqê hate bombebarankirin
13:15 Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir
13:03 Doza Mehmet Sîncar ji ber mutalaayê hate taloqkirin
12:56 Li Serêkaniyê ÎHA’yek ket
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Wezîr Tunç têkildarî serlêdana Îmraliyê daxuyanî da
10:56 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
10:53 Li Farqînê 2 kes bi lêdanê hatin binçavkirin
10:49 'Tirkiye dixwaze hêj pergala nû rûneniştî destkeftiyên kurdan tesfiye bike’
09:40 Li ser rêya Wan-Erdîşê rêzeqeza: 2 kes mirin, 45 kes birîndar bûn
09:30 Bayindir: Dema çareseriyê hatiye û divê ev firsend ji dest neçe
09:21 Bi dehan pirtûkên ku di 30 salên li girtîgehê de nivîsandine li benda çapê ne
09:14 Giliyê polîsên ku tundî kirin hat kirin
09:02 Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere
09:00 ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN
09/12/2024
22:49 DBP: Rojava qada jiyana hevpar a gelan e
22:34 Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir
22:27 Li Kobanê 2 zarok hatin qetilkirin
22:24 Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye
20:20 Li Til Temirê SÎHA hat xistin
16:46 Wezareta Dadê: Di 11 mehan de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Qeyûmê Êlihê nehişt hevşaredar derbasî avahiya şaredariyê bibin