Platforma Piştevaniya Edaletê hate ragihandin

  • rojane
  • 13:20 7 Kanûn 2024
  • |
ENQERE - Platforma Piştevaniya Edaletê damezirandina xwe ragihand û got: “Em li bendê ne ku her kes tev li Piştevaniya Edaletê bibe. Deriyên me her tim ji her kesên ji bo mafan têdikoşin vekirî ye. Werin em bi hev re piştevaniyê mezin bikin û daxwazên xwe xurttir bidin bihîstin.” 
 
Pêkhateyên Piştevaniya Edaletê ji bo ragihandina avakirina Platforma Piştevaniya Edaletê li Avahiya Yekitiya Mulkiyeyiyan a Enqereyê daxuyanî da. Endamên platformê, rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî tev li bûn. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Edalet, ji bo me tevan; a niha” hate hilayîstin. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci, Done Yilmaz û Kezban Kalin ve hate xwendin. 
 
‘HER DERA WELÊT DIŞEWITE’
 
Yazmaci, diyar kir ku ew demekî giran dijîn û got: “Heq, hiqûq, exlaq, edalet û nanê me ji hêla zaliman ve hatiye binpêkirin. Li welatê xwe em mehkûmî zext, dîltî û zilmê hatine kirin! Bêedaletiyê, jiyana me veguherandiye zindanê. Agir ketiye mala her kesî. Yên canê wan diêşe, li edaletê digerin. Ji bo canên ji ber bêedaletiya zaliman dişewitin em bibin dilopekê avê, li rex heqîqetê cih bigirin. Hêvî û daxwaza ku em dixwazin bigihînin dilê hemû mazluman ev e; em mazlum tevek bibin yek! Dilên xwe yên cuda cuda li edaletê digerin bikin yek! Bi dilekî sivîl û bêîtaet re em ji bo edaletê, ji bo wijdanê, li dijî sepanên neheq û bêedalet, li dijî kesên bi sepanên keyfî jiyana me veguherandin dojehê, ji bo hindik avê li vê şewatê bireşînin, ji bo azadî û nanê xwe, em vê têkoşînê mezin bikin. Em bangî dilê hemû canên li edaletê digerin dikin; Bi wijdaneke ku bi rastiya ‘qebûlkirina zilmê, zilm bi xwe ye’ dizane re em dilên xwe bikin yek.” 
 
‘CUDAHIYÊN ME, ME BÊHTIR DEWLEMEND DIKIN’ 
 
Done Yilmaz jî anî ziman ku bi avakirina Platforma Piştevaniya Edaletê ew dixwazin bibin dengê her kesî û tora piştevaniyê ava bikin. Done Yilmaz, wiha domand: “Tevgera me, di wê baweriyê de ye ku cudahiyên me, me bêhtir dewlemend dikin û edalet divê ji bo her kesî ye. Nêrîn û nasnameyên cuda hatin gel hev û ev tevger ava kirin û sedema wê jî ew e ku platformeke ku kes bikarin dengê xwe lê bidin bihîstin, fikrên xwe bi awayekî azad bînin ziman û ji bo guherîna civakî bikarin bi hev re bixebitin. Tevgera me, armanc dike ku kesên ji derdorên cuda yên civakê bînin gel hev, di lêgerîna an edaletê de li cem wan cih bigire. Ji bo tevlibûna ‘Piştevaniya Edalet’ gelek sedemên binirx hene. Ev tevger, dê nîşan bide ku di lêgerîna edaletê de kes bi tenê nînin û dê piştevaniyeke xurt bide wan.” 
 
‘EM BIRÇIYÊN EDALETÊ NE’
 
Done Yilmaz, got ku civak dema bi yekitî tevdigere bihêz e û wiha pê de çû: “Li goî me yekitî, di cîbicîkirina edaletê de gavekî girîng e. Em tevek jî xwedî tecrûbe û nêrînên cuda ne û ev rewş dê ji bo avakirina civakeke berfireh û adilane bibe alîkar. Em tevek jî jiyanên cuda dijîn, jiyanê bi zehmetiyên cur bi cur pêşwazî dikin. Lê li cihekî em digihin hev. Weke Piştevaniya Edaletê, em her kesên ji derdorên cuda yên civakê tînin ba hev, ji bo dengê xwe bihêztir û bibandortir bikin jî dibin yek. Platforma me dê li dijî bêedaletiyan bisekine û armanc dike ku di navbera nasname û nêrînên cuda de bibe pirek. Em, ji rabûrdî, nasname û nêrînên cuda tên lê em tevek jî birçiyên edaletê ne. Em dizanin ku gelek caran dengê kesên li her çar aliyên welêt ji bo edaletê têdikoşin nayê bihîstin ji ber ku ev têkoşîn mîna giravên biçûk in, ji hev cuda tên meşandin. Em jî ji bo wê hene ku van giravên biçûk bikin yek û dengê xwe bi hev re bidin bihîstin.” 
 
‘EDALET MAFÊ ME TEVAN E’
 
Kezban Kalin jî daxuyand ku hemû derdorên cuda di nava lêgerîna maf de ne û ev tişt anî ziman: “Em tevek jî li noqteyekê rastî bêedaletiyên pergalê hatin an jî bûn şahidên wê. Nasname, rabûrdû û îdeolojiya we çi dibe bila bibe di lêgerîna me ya edaletê de cihê we heye. Dengê we dema bi dengên din re bû yek, dê bihêztir bibe. Em, ji bo her kesên li edaletê digerin bînin cem hev û vî dengî mezintir bikin li vir in. Dema me bi destên hev girt dê têkoşîna maf xurtir bibe û dê bigihije gelek kesan. Îro, mirovên li gelek deverên cuda yên ji bo mafên xwe têdikoşin, li cihên xwe yên biçûk, mîna ku ji hev hatibin îzolekirin têdikoşin. Weke ‘Piştevaniya Edaletê’, em dixwazin van têkoşînên ji hev cuda mayin bînin gel hev û tora piştevaniyê ava bikin. Ji ber ku em dizanin ku tenê dema em bi hev re tevgeriyan dikarin edaletê cîbicî bikin. Edalet, mafê me tevan e û divê tu kesên ji bo van mafan têdikoşin bi tenê neyên hiştin. Bûyîna parçeyeke vê piştevaniyê, ne tenê dayina bihîstin a dengê we ye, di heman demê de xurtkirina têkoşîna kesên cuda jî ye. Em bi hev re dê bihêztir bibn, bibandortir bin û bêhtir xuyanî bin.” 
 
‘TÊKOŞÎNA EDALETÊ BI TENÊ NAYÊ DOMANDIN’
 
Kezban Kalin, bi lêv kir ku yek ji nirxên herî girîng a mirovan dike mirov jî bi dilwêrekî parastina mafên kesên din e û axaftina xwe wiha qedand: “Parastina mafên xwe her çende girîng jî be, insanetî wê demê dest pê dike dema mirovî li dijî neheqiyên li kesên cuda tên kirin dengê derxist. Têkoşîna edaletê, bi tena serê xwe nayê domandin. Dîrok nîşan dide ku guherînên civakî piranî bi hewldanên kolektîf pêk tê. Bi tevgerîneke bi hev re em ê bêhtir xurt bin û dengê me bibandortir be. Piştevaniya hev a kom û derdorên cuda, di lêgerîna edaletê de yekitiya hêzê çêdike û bandora civakî zêdetir dike. Gelemperî dengên şexsî nayên bihîstin an jî bêbandor dibin. Lê belê dengên bi piştevaniyê bûne yek, xwedî hêza guherînê ne. Dengekî hevpar, hêsan dike ku zanebûneke civakî ya têkoşîna edaletê ava bibe û guherînên polîtîk pêk bên. Em li bendê ne ku her kes tev li Piştevaniya Edaletê bibe. Deriyê me ji bo her kesên ji bo heqê xwe têdikoşin û birçiyên edaletê vekirî ye. Werin, em bi hev re piştevaniyê mezin bikin û daxwazên xwe bi xurtir bidin bihîstin.” 
 

Sernavên din

13/12/2024
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
15:25 Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne
14:55 Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:10 Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin
12:09 Operasyona li Çiyayê Bagokê didome
12:08 Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin
11:31 Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist
10:59 Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn
10:34 Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin
10:27 Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
10:26 Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
10:25 Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin
10:03 Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin
09:18 Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e
09:17 Dewleta tirk di 6 mehan de 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir
09:02 Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike
09:01 Dermanên endamê KESK'ê Aslan ê pençeşêr lê peyda bûye nadinê
09:00 ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2024’AN
08:48 HSD’ê têkildarî Minbicê daxuyanî da
10/12/2024
23:29 Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li qada navneteweyî: Bêdeng neminin
23:12 Li Kobanê 2 kes hatin qetilkirin
16:55 Li gundê leşkeran dorpêç kirî 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin
16:22 Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
16:19 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
16:01 Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin
15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin
15:00 Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
14:10 Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin
13:49 Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
13:38 Kesên di 10’ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:17 Pira Qereqozaqê hate bombebarankirin
13:15 Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir
13:03 Doza Mehmet Sîncar ji ber mutalaayê hate taloqkirin
12:56 Li Serêkaniyê ÎHA’yek ket
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Wezîr Tunç têkildarî serlêdana Îmraliyê daxuyanî da
10:56 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
10:53 Li Farqînê 2 kes bi lêdanê hatin binçavkirin
10:49 'Tirkiye dixwaze hêj pergala nû rûneniştî destkeftiyên kurdan tesfiye bike’
09:40 Li ser rêya Wan-Erdîşê rêzeqeza: 2 kes mirin, 45 kes birîndar bûn
09:30 Bayindir: Dema çareseriyê hatiye û divê ev firsend ji dest neçe
09:21 Bi dehan pirtûkên ku di 30 salên li girtîgehê de nivîsandine li benda çapê ne
09:14 Giliyê polîsên ku tundî kirin hat kirin
09:02 Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere
09:00 ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN
09/12/2024
22:49 DBP: Rojava qada jiyana hevpar a gelan e
22:34 Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir
22:27 Li Kobanê 2 zarok hatin qetilkirin
22:24 Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye
20:20 Li Til Temirê SÎHA hat xistin
16:46 Wezareta Dadê: Di 11 mehan de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Qeyûmê Êlihê nehişt hevşaredar derbasî avahiya şaredariyê bibin