Dayikên Şêmiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn

  • rojane
  • 14:11 7 Kanûn 2024
  • |
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn ku 31 sal berê li Sêweregê ji hêla leşkeran ve hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin. Dayikên Şêmiyê xwestin faîl bên cezakirin.
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê di hefteya 1028'emîn de li Qada Galatasarayê civiyan û li aqûbeta windayên xwe yên di binçavan de hatine windakirin pirsin. Di çalakiyê de wêneyên windayên xwe û qurnefîl girtin destê xwe. Gelek parêzvanên mafên mirovan û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya ê ku ji hêla leşkeran ve hat binçavkirin û dû re agahî jê nehat girtin hat pirsîn. 
 
‘ENDAMÊN EŞÎRÊ BÛNE DEWLETA DI NAVA DEWLETÊ DE’
 
Bûka Huseyîn Taşkaya Ayşe Taşkaya di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Huseyîn Taşkaya 42 salî û bavê 4 zarokan bû û li Sêweregê mutahîtî dikir wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku desthilatdariya navçeyê di destê êşîra Bucak de bû, gelek binpêkirinên mafan pêk dihatin. Di Rapora Susurlukê ya 13'yê Tebaxa 1997'an de ku ji aliyê Lijneya Teftîşê ya Serokwezîrtiyê ve hatiye amadekirin de, hat diyarkirin ku hêzên ewlekariyê meyla operasyonên li herêmê bi tevahî derbasî Eşîra Bucakê kirine û endamên çekdar ên eşîrê derketine holê bûne wek 'dewletek di nava dewletê de'."
 
Ayşe Taşkaya bi bîr xist ku Huseyîn Taşkaya binpêkirinên mafan ên li Sêweregê rexne dikir, ji ber vê yekê bû hedefa eşîra Bucak û wiha got: “Ji ber ku zext û gef zêde bûn, malbata xwe şand Stenbolê. Ew jî li mala mamê xwe ma, heta ku karê xwe bide ser hev. Di 6'ê Kanûna 1993'yan de leşker, polîs û cerdevanên ji eşîra Bucak ên ku bi konvoyek ji 30 wesayîtan pêk dihat hatin mala mamê wî ya li taxa Baglar a Siwêregê û Huseyîn Taşkaya binçav kirin." 
 
HEMÛ SERLÊDAN BÊENCAM MAN
 
Ayşe Taşkaya, anî ziman ku malbata Huseyîn Taşkaya ji bo rewşa kurê xwe bipirse serî li cendirme, polîs, dozger û walîtiyê da û wiha bi lêv kir: "Piştî serlêdanên me rayedarên leşkerî îdia kirin ku Huseyîn Taşkaya piştî binçavkirinê demek kin radestî polîsan hatiye kirin. Polîsan jî gotin 'Ne li cem me ye, biçin ji Sedat Bucak bipirsin' Parlamenterê DYP'ê yê wê demê, serokê eşîr û cerdevan Sedat Bucak jî got 'Tîmên me ew girtin lê radestî dewletê kirin. Em ji niha û pê de tiştekî nizanin, dewlet dizane'. Hemû hewldanên malbatê bê encam man û careke din agahî ji Huseyîn Taşkaya nehat. Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê erka xwe ya lêkolînkirina bûyerê û cezakirina sûcdaran pêk neanî. Binçavkirina Huseyîn Taşkaya ya ku xizmên wî û hemû şêniyên taxê şahidî kir, weke 'îdiaya razber a malbatê' nirxand û biryara neşopandinê da. Em di 31'emîn salvegera windakirina wî de careke din bi bîr tînin; binçavkirina Huseyîn Taşkaya nehat qeydkirin. Heta niha derbarê wî de tu agahî nehatine dayîn. Yên ku Huseyîn Taşkaya winda kirin, firsend hat dayîn ku sûcên xwe veşêrin, şopa xwe veşêrin û ji berpirsiyariyê birevin."
 
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
 
Ayşe Taşkaya diyar kir ku ew ê ji bo windayan edaletê bixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di hefteya xwe ya 1028’an de em careke din bang li rayedarên darazê dikin; erka dozger û dadgehan e ku der barê windakirina Huseyîn Taşkaya ya di binçavan de rastiyan eşkere bikin, kes û rêxistinên sûc kirine nas bikin û ceza bikin. Vê erkê bi cih bînin. Çiqas sal jî derbas bibin em ê dev ji daxwaza edaletê ya Huseyîn Taşkaya û hemû windahiyên xwe bernedin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
 
Çalakî bi dayîna qurnefîlên li qadê bi dawî bû.
 

Sernavên din

13/12/2024
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
15:25 Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne
14:55 Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:10 Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin
12:09 Operasyona li Çiyayê Bagokê didome
12:08 Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin
11:31 Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist
10:59 Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn
10:34 Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin
10:27 Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
10:26 Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
10:25 Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin
10:03 Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin
09:18 Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e
09:17 Dewleta tirk di 6 mehan de 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir
09:02 Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike
09:01 Dermanên endamê KESK'ê Aslan ê pençeşêr lê peyda bûye nadinê
09:00 ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2024’AN
08:48 HSD’ê têkildarî Minbicê daxuyanî da
10/12/2024
23:29 Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li qada navneteweyî: Bêdeng neminin
23:12 Li Kobanê 2 kes hatin qetilkirin
16:55 Li gundê leşkeran dorpêç kirî 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin
16:22 Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
16:19 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
16:01 Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin
15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin
15:00 Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
14:10 Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin
13:49 Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
13:38 Kesên di 10’ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:17 Pira Qereqozaqê hate bombebarankirin
13:15 Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir
13:03 Doza Mehmet Sîncar ji ber mutalaayê hate taloqkirin
12:56 Li Serêkaniyê ÎHA’yek ket
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Wezîr Tunç têkildarî serlêdana Îmraliyê daxuyanî da
10:56 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
10:53 Li Farqînê 2 kes bi lêdanê hatin binçavkirin
10:49 'Tirkiye dixwaze hêj pergala nû rûneniştî destkeftiyên kurdan tesfiye bike’
09:40 Li ser rêya Wan-Erdîşê rêzeqeza: 2 kes mirin, 45 kes birîndar bûn
09:30 Bayindir: Dema çareseriyê hatiye û divê ev firsend ji dest neçe
09:21 Bi dehan pirtûkên ku di 30 salên li girtîgehê de nivîsandine li benda çapê ne
09:14 Giliyê polîsên ku tundî kirin hat kirin
09:02 Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere
09:00 ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN
09/12/2024
22:49 DBP: Rojava qada jiyana hevpar a gelan e
22:34 Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir
22:27 Li Kobanê 2 zarok hatin qetilkirin
22:24 Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye
20:20 Li Til Temirê SÎHA hat xistin
16:46 Wezareta Dadê: Di 11 mehan de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Qeyûmê Êlihê nehişt hevşaredar derbasî avahiya şaredariyê bibin