Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin

  • rojane
  • 10:03 12 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxwaza ku tavilê biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê û rapora xwe ya têkildarî serdana girtîgehê eşkere bike, serî li CPT’yê da. 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û biraziyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hevdîtin kir. Ji bilî vê hevdîtinê, ev 45 meh in Abdullah Ocalan di tecrîdeke giran de tê ragirtin. Di heman demê de Omer Hayrî Konak, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi heman awayî di tecrîdê de tên ragirtin. 
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî tecrîda li Îmraliyê, serlêdaneke nû ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (SPT) da. Di serlêdanê de ji bo Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din geşedanên di mehên Tebax, Îlon û Mijdarê de hatin vegotin û daxwazan cih girt. 
 
Di serlêdanê de hate gotin ku di nava 4 mehan de parêzeran 34 caran û û malbatan jî 18 caran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dane lê ev serlêdan bêbersiv hatine hiştin. Hat gotin ku ji 25’ê Adara 2021’ê heta 23’yê Cotmehê tu agahî ji îmraliyê nehatine girtin û hat bibîrxistin ku Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê de çûye Îmraliyê û wiha hate gotin: “Ji 23’yê Cotmeha 2024’an heta niha bi tu awayî destûra hevdîtinên li Girtîgeha Girava Îmraliyê nehatine dayin.” 
 
CEZAYÊN SER HEV ÊN ‘DISIPLÎNÊ’
 
Bi domdarî hate gotin ku her sê mehan carekê li Abdullah Ocalan û girtiyên din cezayên disiplînê tên birîn û bi hinceta herî kêm 24 cezayên disiplînê destûra hevdîtina bi parêzer, malbat û vasî nayê dayin. Hat destnîşankirin ku ev pêvajo tevek bi awayekî derqanûnî tên meşandin, ji parêzeran veşarî tê meşandin û li gel ku parêzer mînakên dosyayan dixwazin jî jê re nayên dayin. Hat diyarkirin ku di 4’ê Tîrmehê de cezayeke nû yê disiplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn û dema hêj cezayê disiplînê di meriyetê de di 16’ê Cotmehê de cezayeke nû yê disiplînê hatiye dayin. Hat, daxuyandin ku li dijî cezayên disiplînê li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê û li Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîraz kirine lê ev îtîraz hatine redkirin û ew ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. 
 
HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN
 
Di berdewamê de hate gotin ku di demên cezayê disiplînê neyî de jî bi erênî yan jî neyînî tu bersiv ji serlêdanên wan re nehatine dayin û wiha hate gotin: “Cezayê disiplînê yê ji bo 3 mehan ku di 4’ê Tîrmehê de hatibû dayin di 31’ê Tîrmehê de teqez dibe û ji hêla hiqûqî ve heta 31’ê Cotmehê derbasdar e. Weke ku me li jor jî anî ziman; cezayê disiplînê yê herî dawî di 16’ê Cotmeha 2024’an de hate dayin û ceza di 5’ê Mijdara 2024’an de teqez bû. Lewma jî ji hêla hiqûqî û fiîlî ve mirov nikare ji bo dîroka di navbera 31’ê Tîrmehê û 5’ê Mijdarê de qala cezayê disiplînê bike. Cezayekê disiplînê yê ji bo di navbera van her du dîrokan de tune ye. Lê belê tevî vê jî ji bo serlêdana malbat û vasî ya di 1’ê Mijdara 2024’an de bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nehatine dayin. Cezayên disiplînê yên bi awayekî sîstematîk û li pey hev tên dayin qanûnî û rewa nînin; dema cezayên disiplînê ne di meriyetê de jî destûra hevdîtina bi malbatê re nayê dayin û tu hinceteke vê ya hiqûqî nîne. Ev rewş, yek ji sepanên keyfî û pergala derqanûnî ye.” 
 
Hat bibîrxistin ku hiqûqnas û parastvanên mafên mirovan di 4’ê Cotmehê de li pêşiya AYM’ê daxuyanî dane û berpirsyartiya wê hatiye bibîrxistin. Hat gotin ku di daxuyaniyê de hatiye xwestin ku binpêkirinên li Girtîgeha Îmraliyê bên bidawîkirin. 
 
CIVÎNA KOMÎTEYA WEZÎRAN HATE BIBÎRXISTIN 
 
Bi domdarî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de ji bo Abdullah Ocalan dabû hat bibîrxistin û wiha hate gotin: “Tirkiyeyê di 10 salan de tu gav neavêt. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) di meha îlonê de cara duyemîn biryara binpêkirinê girt rojeva xwe. Komîteyê diyar kir ku pirsgirêkên di çarçoveya mafê hêviyê de didomin û hikûmet di vê mijarê de xebatên têrker nameşîne û di vê çarçoveyê de heke hikûmet heta Îlona 2025’an gavên şênber neavêje û pêşketin çênebe, ferman da sekreteryayê ku pêşnûmeyeke biryara navberê amade bike. Di vê qonaxê de ne diyar e bê ka dê Tirkye gavên guncav biavêje yan na.” 
 
Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku cezayê muebbeta girankirî ya bêyî mafê berdana bişert ji hêla DMME’yê ve weke “îşkence” tê dîtin û hat xwestin ku CPT di mijara Girtîgeha Îmraliyê de “hesastir” tevbigere. Hat gotin kul ji demên berê heta niha li Girtîgeha Îmraliyê şert û merc nehatine başkirin, rapora CPT’yê ya sala 2022’yan nehatiye eşkerekirin û neeşkerekirina raporê jî rê li ber domandina rewşa “îşkenceyê” vedike. 
 
DAXWAZ 
 
Di serlêdanê de ev daxwaz hatin kirin: 
 
“* Şert û mercên li Îmraliyê ji serdana dawî anku ji 22’yê Îlona 2022’yan heta niha di nava nediyarekê de ne û didomin û hêj girantir bûne. Di nava 2 salan de mercên heyî derbasî qonaxeke nû bûne û di çarçoveya vê rastiyê de hewceye hûn tavilê (ad-hoc) biçin serdana Girtîgeha Îmraliyê. 
 
* Ji bo şert û mercên serlêdêr tê de dimînin li gorî rûmeta mirovahiyê bin, di serî de serdanên parêzer û malbatan ji bo têkiliya serlêdêran a bi dinyaya derve re çêbibin, ji bo hemû mafên serlêdêran ên agahîgirtinê bên cîbicîkirin, ji bo bidawîkirina cezayên disiplînê û qedexeya hevdîtina bi parêzeran re, em dixwazin hûn hewldanên pêwîst bikin. 
 
* Em dixwazin ku ji bo bidawîkirina rewşa îşkence, şert û mercên dermirovî û muameleya xerab divê tevdîrên pêwîst bên girtin. Di vê çarçoveyê de jî prosedûrên di Xala 10/2. a Peymanê bên destpêkirin û bên ragihandin. Bi taybet jî heke destûra hevdîtinên bi parêzer û malbatan a di demekî herî kin de neyê dayin, di serî de tespîtên di dema serdana 22’yê Îlona 2022’yan de hatine kirin, çavdêriyên giştî yên têkildarî rejîma tecrîdê ya awarte ya li Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin. Her wiha em dixwazin ku rapora serdana 22’yê Îlona 2022’yan de jî di çarçoveya prosedûrê de li daxuyaniyê were zêdekirin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

17/12/2024
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan