Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê

img

ENQERE  - Li gorî rapora “Karnameya Azadiya Çapemeniyê ya 2024’an: Anatomiya Bêdengkirina Rastiyê” ya Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu amade kiriye, 4 jê di encama êrişa dewleta tirk de bi giştî 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane, 112 rojnameger hatine binçavkirin û 26 rojnameger jî hatine girtin. 

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê Zeynep Oduncu Kutevî têkildarî zext û êrişên di sala 2024’an de li dijî rojnameger û pîşeya rojnamegeriyê hatine kirin rapora “Karnameya Azadiya Çapemeniyê ya 2024’an: Anatomiya Bêdengkirina Rastiyê”  amade kir. 
 
‘VEGUHERAND ŞÊWEYA RÊVEBIRINÊ’
 
Di raporê de Zeynep Oduncu Kutevî da zanîn ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê bi destê îktîdara AKP’ê hatiye dorpêçkirin, îktîdarê hewl da rojnamegeran bêdeng bike, gel bêagahî bihêle û propagandaya xwe ferz kiriye. Zeynep Oduncu Kutevî, diyar kir ku îktîdara AKP’ê ji bo parastina hêza xwe hewl da rexneyan tune bike, rastiyan veşêre û heqîqetê bêdeng bike û ev yek veguherand şêweya rêvebirinê. 
 
Bi domdarî hat destnîşankirin ku bi hedefgirtina rojnamegeran re ne tenê rojnameger lê mafê wergirtina agahiyên rast a gel jî hedef hatiye girtin û ji vê hatiye armanckirin ku gel bêdeng bikin û civakekê nezan ava bike. 
 
Di berdewama raporê de zext û binpêkirinên di navbera 1’ê Çileyê û 31’ê Kanûna 2024’an de li dijî rojnamegeran hatine kirin wiha hatin rêzkirin: 
 
“*5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan. 
 
* 112 rojnameger hatin binçavkirin. 
 
* 26 rojnameger hatin girtin. 
 
* Derheqê 60 rojnamegeran de lêpirsîn hatin vekirin. 
 
* 33 dozên nû hatin vekirin. 
 
* 872 rojnameger hatin darizandin. 
 
* Li 58 rojnamgeran bi giştî 135 sal û 7 meh û 28 roj cezayê hefsê hate birîn. 
 
* 261 hezar û 820 TL cezayê pereyan hate birîn. 
 
* 240 caran rastî gef, êriş û astengkirinan hatin. 
 
* Doza tazmînata ya bi daxwaza 5 milyon û 500 hezar TL’an hate vekirin.” 
 
‘4 ROJNAMEGER BI ÊRIŞÊN SÎHA’YAN HATIN KUŞTIN’ 
 
Zeynep Oduncu Kutevî, rewşa heyî vegot û ev tişt anî ziman: “Ev daneye ne tenê ji hejmaran pêk tên, li pey wan jiyanek, têkoşînek û dengê civaka tê bêdengkirin heye. Ev zext ne azadiyan hedef digirin, canan jî hedef digirin. 4 jê di êrişên SÎHA’yên Tirkiyeyê de bi giştî 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan. Ev êriş, tarîtiya zextên li ser çapemeniya azad nîşan dide. Nîşan dide ku îktîdar ji bilî xwe tehemûla tu kesekî nake. 
 
‘ÇAPEMENIYA AZAD, CIVAKA AZAD’ 
 
Zeynep Oduncu Kutevî, anî ziman ku weke DEM Partiyê ew azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê ne tenê weke mafekî lê di heman demê weke mecbûriyetekê dibînin û got: “Heta demokrasî û azadiya çapemeniyê nebe, civakeke azad jî nabe. Ji bo ev zextên ser çapemeniyê bi dawî bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Çapemeniyeke azad, di heman demê de tê wateya civakeke azad. Ji ber ku Çapemeniya Azad ne tenê dengê rojnamegeran, dengê gel e.” 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/01/2025
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:45 Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya
08/01/2025
16:20 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir
15:44 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:18 HSD’ê ji ber bombebarankirina Bendava Tişrînê hişyarî da
15:02 Dozgerî ji bo rojnamegeran ‘kontrola edlî’ xwest
14:54 Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang
14:53 Ji bo cenazeyên rojnamegeran bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin
14:41 Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek cara duyemîn hate girtin
14:10 Li gelek bajaran çalakiyên nobetê tên destpêkirin
14:04 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:49 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçe
13:12 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:06 Dewleta tirk li Kobanê wesayîtek kir hedef
13:05 Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyan wergire didome
12:47 Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê
12:44 Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet
12:10 Stran û klîba ji bo Sakîne Cansizê hate weşandin
12:08 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:59 ‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’
11:58 DEM Partî: Cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû
11:28 Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe
11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
10:54 Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin
10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
09:57 Piştî benzînê îcar jî li motorînê zem hate kirin
09:56 Li ser sînor lêpirsîna înfazê: Serpelê gule reşandî piştre îstirhet kiriye!
09:31 ‘Sakîne Cansiz yek ji jinên herî bibandor bû'
09:05 Têkoşîneke 40 salan ya bêwestan: Ahmet Baysoy
09:01 Rêveberiya girtîgehê 2 salin kincên zivistanê yê girtiyê nexweş nadinê
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke