ÎZMÎR – Nûnerên komeleyên heremê ragihandin ku divê dewlet li gorî pêvajoyê gav biavêje û ji bo aştiya civakî divê hemû komeleyên herêmê beşdarî pêvajo bibin.
PKK’ê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” di 27’ê Sibatê de aşkera kir ku “dawî li xebatên xwe aniye. Piştî biryara PKK’ê bala raya giştî çû ser gavên ku dê dewlet di pêjerojê de ji bo demokrasî û pirsgirêka Kurd biavêje.
Hevserokê Komeleya Çand û Piştevaniya Dêrsimê ya li Îzmîrê Hasan Alî Kiliç û Serokê Komeleya Kanîreşiyan Nûlufer Ûygûn destnîşan kirin çav li avêtina gavên şênber e.
‘DIVÊ DAXWAZ BÊN CIH’
Hasan Alî Kiliç diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê gavên şênber were avêtin û wiha got: “Yek ji van gavan hevrûbûna dîrokî ye. Qetlîamên berî komarê û yên piştî komarê hene. Di komkujiya Dêrsimê de bi deh hezaran mirov hatine kuştin. Divê hevrûbûnek durist çêbibe. 4’ê Gulanê ku Dêrsîmiyan wek “Roja reş” binav kirî ji bo wê daxwazên wan hene. Divê navê Dêrsimê lê were vegerandin û cihê gora Seyît Riza û hevalên wî yên hatine îdamkirin tespit bibe. Her wiha divê hevrûbûn çêbe û lêborîn were xestin ji bo Roboskî, 10’ê Cotmehê, Komkujiya Pirsûsê, buyerên ku li Gezî û Taxa Gaziyê rû dane.”
Kilic diyar kir ku di nava civakê de girseyek mezin heye ku ji gavavêtina dewletê nebawer in û wiha got: “Ya dikeve para dewletê bi cih anîna daxwaza aliyê şer e. Bêguman li vî welatî para şer li ser bêkarbûn û talana xwezayê, qirkirina jinan, girtina ciwanan astengiya li hember azadiya jinan heye. Bi dawîbûna şer ve gav bi gav dê vana ji holê rabin.”
‘BANGA DEMOKRASIYÊ’
Kiliç rave kir ku dîroka pirsgirêka Kurd sed salî zêdetir e û wiha domand: “Divê hemû partiyên di meclîsê de li ser pêşeroja gel polîtîkayên erzan nekin. Aştiya civakî, heqîqeta civakî bi hevrûbûnê pêkan e. Çandina hêviyekî bi berpirsiyariya hamû endamên civakê ve dibe. Divê sosyalîst, şoreşger, demokrat, ekolojîst, jin, ciwan û hemû girseyên civakê kedê bidin. Îro li deshilatê AKP û MHP hene. Aliyên Kurd jî ji bo çareseriyê dê bi AKP û bi MHP’ê re rûnin û guftugo bikin. Divê aliyên dîtir tu car nebêjin ‘Tevgera Kurd bi AKP û bi MHP’ê re bûn yek’ an ‘bûn şîrîk’. Bereksa wê li gorî îdeolojiya sosyalîzmê divê sosyalist alîgirên aştî, azadî û demokrasiye bin."
‘DIVÊ KOMELEYÊN HERÊMÊ BEŞDARÎ PÊVAJO BIBIN’
Nîlufer Ûygûn, diyar kir ku geşedanên ji bo demokrasî û aştiyê pir bi nirx in û wiha got: “Kesên ku ez bi wan re axivîme ji 3 kesan yek dibêje em bi guman in û ditirsin. Hêj tirsa pêvajoya 2013-2015’an li ser wan heye. Divê pêvajo bêtir zelal be. Di vê pêvajoyê de berî her tiştî divê di bin sîwaneya Meclîsê gavên şênber bê avêti.
Nîluferê bi domdarî wiha rave kir: “Divê civînên gel çêbin da ku pirsen di sere mirovan de bê zelalkirin û komeleyên herêmê jî beşdarî vê pêvajoyê bibin. Dê bi endamên van komeleyan ve girse were bîrewerkirin. Ev yek dê heman demê de bibe alîkar ji bo aştiya civakî. Di nava vê civakê de bi milyonan kes hene ku fikren cûda dihewînin em ê heman demê de bi deste wan jî bigrin. Em hemû dixwazin li welêt aştî pêk were.”
Nîluferê wiha dawî li axaftina xwe anî: “PKK’ê çek danî li hêj gav nehatiye avêtin. Li ser gavên ku nehatina avêtin em ê çi xeber bidin. Di vê qonaxê de divê girtiyên nexweş demildest werin berdan. Daxwaza me ya yekem ev e. Lewre ev gav bê avêtin em ê bibînin ku dewlet çiqas samîmî ye. Ger zemîneke aştiyê çêbe ez bawer im dê pirsgirêkên li welêt jî çareser bibin. Li ser vê mesele jî bi yekdengiya partiyan girîng e. Nêzikatiyên rêvebirên partiyan gelek bi nirx in.”