ÊLIH - Bi destpêkirina dema hêkavêtin û şanên mêşhingivan re mêşvanan berê xwe dan navçeya Qabilcewz a Êlihê ku ji hêla flora û faunayê ve herêmeke dewlemend e.
Navçeya Qabilcewzê ya Êlihê bi erdnîgarî û avhewayê xwe ji hêla flora û faunayê ve herêmeke dewlemend e. Ji ber vê taybetiya xwe jî bala mêşvanan dikişîne. Li Qabilcewazê karê mêşvaniyê, çavkaniya sereke ya xelkê herêmê ye. Îsal, bi destpêkirina dema hêkavêtin û şanên mêşhingivan re mêşvanan dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi çiyayên navçeyê kirin. Mêşvan di meha Gulanê de kewarên xwe dibin herêma Gomikê û zivistanan jî dibin cihên germ. Zêdetirî 300 mêşvanan bere xwe dan herêmên Mûş, Amed, Mêrdîn û Sêrtê ku ji hêla flora û faunayê ve dewlemend in. Mêşvan, bi destpêkirina dema hêkavêtin û şanan re berê xwe didin cihên hênik û zozanan.
CIHÊ HÊKAVÊTINÊ
Abdûlwehab Araslanê ku mêşên xwe aniya zozanên Gomikê ya Mûşê, diyar kir ku ev 20 sal in karê mêşvaniyê dike û dibêje karê bavê xwe didomîne. Arslan, destnîşan kir ku kare mêşvaniyê karek e daîmî ye û wiha got: “Karê mêşvaniyê xilas nabe. Ez li Mûşê dijîm, zivistanan mêşan dibim Heskîfê û Edeneyê. Niha me anîne vir. Ev der cihê hêkkirinê ye û 30 roj piştre em ê bibin zozanan. Li zozanan em ê berhema wan kom bikin. Ji 300 zêdetir mêşvan hene. Serê sibê em tên û heta êvarê bi mêşhingivan re mijûl dibin. Ji vî karî re kedeke zêde divê. Avhewaya vir zivistan û biharê baş e. Lê havînên wê germ in lewma mêş nikarin xwe lê bigirin."
“DI NAVA XWEZAYÊ DE”
Arslan, anî ziman ku ew mêşvanên koçer in û hingiv li gorî daxwazê difiroşin. Arslan, axaftina xwe wiha qedand: "Karê mêşvaniyê karekî xweş e û dema mirov hîn bûyê jî êdî nikare dev jê berde. Me zêde diwestîne lê dîsa jî em nikarin dev jê berdin. Di mehên zivistanê de em xwe vedihesin. Demsalên dîtir karê me zêde ye. Barkirin û xwedîkirina mêşan mesrefên wê zêde ne. Dema sirûşt baş be mêş hingiveke baş derdixîne û em jê kar dikin. Ger ne baş be jî em zirarê dikin. Em debara xwe bi vî karî dikin. Aliyê baş ew e ku em di n va xwezayê de ne. Carîna em zehmeta xwe ji bîr dikin."