NAVENDA NÛÇEYAN - Di Behra Egeyê de bi pileya 6.0’ê erdhej çêbû.
Li gorî daxuyaniya AFAD’ê; di Behra Egeyê de bi pileya 6.0’ê erdhej çêbû. Hat zanîn ku erdhej serê sibehê saet di 06.19'an de 17,7 km’an di bin erdê de çêbûye.
Erdhej, 166 km’an dûrî navçeya Datçayê ya Mûglayê bû û Îzmîr û navçeyên wê jî hejiyan. Li gorî agahiyên destpêkê, heta niha tu rewşên neyînî rû nedane.