STENBOL - Koordînatorê Giştî yê Ekopolîtîkê Ahmet Tarik Çelenk, diyar kir ku ji bo pêşeroja welat hewcehî bi çîrokeke hevpar û rêxistinên civaka sivîl ênmuhafezeker ên serbixwe heye.
Koordînatorê Giştî yê Ekopolîtîkê û nivîskar Ahmet Tarik Çelenk têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryarên PKK’ê û geşedanên piştre qewimîn nirxand.
Çelenk, biryarên kongreya PKK’ê ji hêla çareseriya pirsgirêka Kurd û pêşeroja Tirkiyeyê ve weke “firsendeke dîrokî ya ku divê ji dest neyê dayin” nirxand û got: “Di şer de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Xwezî ev pêvajo li welatê me 30 sal berê biketa meriyetê. Lê çi dibe bila bibe girîng e. Hêvîdarim ku ev çîroka ji 1924’an heta niha me nekarî bi ser bixin niha bi erênî biencam bibe.”
Çelenk, destnîşan kir ku ji hinek aliyan ve bi “veşarî” domandina pêvajoyê avantajeke û got: “Ji bo pêşketina pêvajoyê, pêdivî bi edaleta serdema derbasbûnê heye. Ji ber ku li gorî destûra bingehîn hin kes niha sûc dikin. Lê heke biryar hatibe dayin, divê edaleta serdema navberê li gorî mercên welat bên cîbicîkirin.”
Bi domdarî Çelenk diyar kir ku biryarên kongreya PKK’ê erênî ne û divê ev biryar ji hêla hiqûqî û civakî ve bên nirxandin. Çelenk, ev tişt anî ziman: “Ji hêla psîkolojîk ve divê pêvajo baş were birêvebirin. Piştî berdana çekan, pêşniyarek heye ku ji burokrasiyê derbasî meclisê bibe. Hem Îmrali hem jî hikûmet vê dixwaze. Bawerim dê ji ewil li Meclisê komîsyon bê avakirin. Lê nabe ku hemû kar hewaleyî vê komîsyonê were kirin.”
‘KAREKÎ GIRÎNG DIKEVE SER MILÊ RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL’
Di berdewamê de Çelenk got ku karekî girîng dikeve ser milê rêxistinên civaka sivîl û wiha pê de çû: “Li welat li gel pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokrasiyê jî heye. Divê çareseriyeke giştî bikeve meriyetê. Abdullah Ocalan di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de rasyonalîst, pragmatîk û determînal difikire. Ji ewil divê Tirkiye demokratîk bibe. Civakîbûna pêvajoyê ne tenê bi cîbicîkirina daxwazan gelê Kurd dibe. Wê demê dê muxalîf xwe tê de nebînin û li dij derkevin. Divê di vê meseleyê de bi cisaret bin.”
‘PÊDIVÎ BI RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL ÊN MUHAFEZEKER HEYE’
Çelenk, anî ziman ku piraniya rêxistinên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê ji çepgiran pêk tên û got: “Pêdivî bi rêxistinên civaka sivîl ên serbixwe yên muhafezeker jî heye ku bikarin bi civakê re têkiliyan deynin. Divê pêşiya wan were vekirin û piştgiriyê bidi pêvajoyê. Saziyên weke Weqfa Aştiyê xebatên xweşik dikin lê bandora wan li ser sedî 40’ê civakê ye. Yên ku dikarin çîroka Anatoliyayê binivîsin jî rêxistinên civaka sivîl ên muhafezeker in.”
‘PÊDIVÎ BI ÇÎROKEKE HEVPAR HEYE’
Çelenk, got ku ji bo pêşerojeke hevpar û aîdiyatê hewcehî bi nivîsandina çîrokeke hevpar heye û wiha domand: “Ev meseleye tenê bi berdana çekan nabe. Divê her kes xwedî li vê çîroka hevpar derkeve. Tirkiye dikare bi Kurd, Tirkmen, Êzidî û Asûrên li Sûriye û Iraqê re têkiliyê pêş bixe. Ji bo vê jî divê ji ewil pirsgirêka xwe çareser bike û modêleke birêkûpêk ava bike. Tu li hundir cihêkariyê dikî û demokrasiyê ava nakî lê dibêjî ‘ez ê mafên mirovan bibim derve.’ Ev wiha nabe.
Geşedanên li Rojhilata Navîn her du alî jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xist nava tevgerê. Şerê di navbera Filistîn-Îsraîlê de, tiştên li Sûriyeyê diqewimin nîşan da ku dema herî guncav ev e û birêz Bahçelî xist rojevê. A din jî bandora Projeya Rêya Pêşxistinê heye. Her wiha geşedanên li Rojava hene... Anku şert û merc ji bo her du aliyan jî guncav in. Ji bo vî şensê dîrokî divê ked were dayin. Yên vê çîroka 80 salî biencam dikin dê dîrokê binivîsin. Abdullah Ocalan lîderekî karîzmatîk e lewma di nav Kurdan de xwedî bandoreke cidî ye. Divê li dijî sosyolojiya Kurd a di nava civakê de, demara muhafezeker û hebûna nirxên manewî ya wê li ser pêyan digire neyê paşguhkirin.”
MA/ Esra Solîn Dal